Xwendinek li bara bilindbûn û nemana rolên Tirkiyayê

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye

Ji ber Peymana Lozanê di 24ê 1923yan de, Mistefa Kemal (paşê Ataturk) rûberên berfireh ji erdan bi dest xist ku 778 hezar km çargoşe ku ket hundirê Komara Tirkiyayê ya ku piştî sê mehan ji Peymana Lozanê hat ragihandin, bi hevrûkirina bi erda ku li ser Dewleta Osmanî hat ferzkirin berî peymanê bi sê salan ku rûbera wê 453 hezar km çagoşe bû.

Wezîrê derve yê Birîtanyayê Lord Curzon, çêkerê sereke yê herdu peymanan bû, piraniya lêkolînên dîrokî cudabûna di navbera herdu peymanan de dikin serkeftinên kemalîstan ên leşkerî li dij yûnanistaniyan her wiha rastiyên leşkerî yên ku li ser erdê ferz kirin di cografiya cur bi cur de ji bilî ya ku di destên yûnanistaniyan de bû. Lê ev lêkolînan han wê yekê paşguh dikin ku krîza Çanakkaleyê di îlona 1922yan de, piştî binkeftina yûnanistaniyan li berava deryaya Egeyê çaxa ku tirk û birîtanî li gel tengava Derendîlê ketin rûyê hev. Serokwezîrê Birîtaniyayê Lloyd George digot ku hevsengiya leşkerê ya wan dikare hêzên Mistefa Kemal têk bibe, lê ji hêla piraniya wezîrên xwe ve hat rawestandin, ku wî neçarkirin agirbesê di 11ê cotmehê de ragihîne, piştî wê bi 8 rojan jî karbesya xwe da. Di meha di pişt re danûstandinên Lozanê dest pê kirin ku tê de Lord Cruzon serektiya şandeya birîtanî dikir, di dawiya de tirkan destkeftiyên cografî û siyasî bi dest xistin ku zêdeyî wan bû li ser erdê.

Ji bo wê, li bara sedemên Peymana Lozanê, pêwîst e li Londonê bê lêkolînkirin ne li Enqerayê. Her wiha pêkan e ku Valdemir Lenin nêrîna birîtanî ya li bara tirkan guhart, ku ev nêrîn ji tirsa li ser Londonê li Hindistan û Misirê hat, ji ber bandorên daxwaza Sultan Ebdulhemîd (1876-1909) a “Komcivîna Îslamî”, Birîtanyayê ev yek didît, bi taybet ji ber ku mislimanên herdu welatan piştgiriya şerê Mistefa Kemal ê li dij hevalbendan (1919-1922) dikir. Ji ber wê dixwestin kemalîstan bihundirînin, ku Rûsya bolşevîk lihevkirinek bi General Rîza Pehlewî re îmze kir piştî 5 rojan ji derbeya wî ya leşkerî li welatê farisan di 21ê sibata 1921ê de, ku rê li ber hakimê nû vekir ê ku ji qewaziqên îranî hatiye yên ku efserên rûs ji sala 1879an ve ew bi rê ve dibirin, sînorê peyamana 1881ê ya farisî-rûsî bi cih bike û hemû deyn û xwestekên Rûsyayê yên li farisan tune bike. Di peymanê de hebûna dewletekê sêyem di axa herdu welatan de ku distdirêjiyê li dewleta din bike, qedexe bû, mebest jê Birîtanya bû ya ku neçar bû hêzên xwe ji welatê farisan bikşîne başûrê Kafkasyayê.

Her wiha madeya şeşem jê maf dide Moskoyê ku hêzê rê bike welatê farisan heger gef li ser Rûsyayê hebe (Yekîtiya Sovyetê di 30ê kanûna yekem de hat ragihandin) vê yekê hişt ku Joseph Stalin hêzê bişîne Îranê di payîzza 1941ê de piştî ku Rîza Phlewî ji ber meyla wî ya bi ser almanan ve, xwe da alî. Birîtanî tirsiyan çaxa ku Mistefa Kemal di meha di pişt re giha farisan û peymanek li Moskoyê bi bilşevîkan re îmze kir, piştî wê bi deh salan tirkan peymana Enqerayê bi franisan re payîza 1921ê îmze kir, di demekê de ku kemalîst di lûtkeya kêferatê de bûn bû yûnanistaniyên ku hevalên Londonê bûn li rojavayê Anadolê. Hestê birîtaniyan bilind bû ku dê bên dorpêçkirin çaxa ku Rûsyaya bolşevîk Peymana Rabalo bi almanan re di 16ê nîsana 1922yan de îmze kir, ku tê de yekemîn itîrafa rojavayî bi dewleta boşevîk bû bi hevkariyên aborî û leşkerî.

Peymana Lozanê derbeyeke birîtanî bû li dij xwe û li dij siyasetên berê li bara rewşa herêmî ya ku di dawiyê de hatibû teşekirin, ku bi rêya wê peymanê hebûneke siyasî ya nû ava kir ku navê wê “Komara Tirkiyayê” ye piştî ku Mistefa Kemal dûrî Mosko û Parîsê xist. Her wiha bi rêya peymanê rewşa yedek a siberojê ya şerê cîhanî yên nû hat dayîn ku baweriya Curzon bi gotina serokwezîrê Fransayê Georges Clemenceau ya li bara peymana Versasê ya sala 1919 hebû: “Ev ne peymana aştiyê ye, lê belê girbesteke bîstsalî ye.”

Erkên deestpêkê yên tirkan ew bûn ku di rûyê Yekîtiya Sovyetê de rawestin ên ku azadiya çûnûhatina deryayî li tengavên Bosfor û Derdindîlê li gor Peymana Montreuxê ya sala 1936an û Peymana Lozanê bi fişara birîtaniyan, girêdayî wê be li gor madeyên 5-6-7-8an û di aliyên pratîk de di bin desthilata Enqerayê de ne piştî ku azadiya çûnûhatina keştiyan vekirî bû di Peymana Lozanê de (madeya 23yan). Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem  Stalin di dema ku bi London û Washingtonê re heval bû sala 1945-1947,  hewl da Peymana Montreuxê derbas bike, lê hesabên serokê Amerîkayê Harry Truman yên li bara nêzîkbûna rikberiyê bi Moskoyê re wiha nebû, ku ew peyman wekî devikekî tirkî bû ji şûşeya sovyetî re ya ku navê wê Deryaya Reş e, ya ku beravên wê piştî şer bû sovyetî an jî bo dewletên girêdayî Moskoyê, ji bilî Tirkiyayê.

Her wiha, sêgoşeya Peymana Montreuxê wekî bertîlekê bû bo tirkan piştî bilindbûna Adolf Hitler da ku careke din hevpeymanan bi Berlînê re çênekin wekî sala 1914an. Bi bêalîbûna wan di Şerê Cîhanî yê Duyem de, roleke sereke lîstin di guhartina rêveçûyîna şer de ku bûn wekî bendavekê li pêşiya Hitler û rê li ber wî girtin ku bigihêje Rojhilata Navîn, piştî ku desthilat li Yûnanistanê di buhara 1941ê de kir, di demekê de ku hêzên hikûmeta Vichi ya alîgira almanan desthilat li Sûriya û Lubnanê dikir, her wiha Reşîd Alî El-keylanî li Bexdadê û Şaş Rîza pehlewî li Îranê meyla wan bi ser Berlînê de bû li dij Londonê.

Sêyem peywira Enqerayê di dema Şerê Sar de piştî ku tek nav NATOyê dema 1951-1952, ku peywira wê di NATOyê de ne tenê ew bû ku bibe baskê başûrrojhilat li dij Moskoyê, ku ev yek li gel NATOyê tiştekî sereke bû, lê belê xuya dike ku Enqera ji salên 50yî de hat amadekirin da ku pira herêmî be bo NATOyê ber bi “NATOya Rojhilata Navîn” ya ku girêdayî rêxistina dayîk e li Brukselê, ew jî bi rêya projeyên “rêvebirina Rojhilata Navîn” sala 1951ê û “Pevpeymaniya Bexdadê” sala 1955an. Axaftina li bara vê hevpeymaniyê piştî şerê Kevdavê yê yekem pir bû 1991ê, her wiha çaxa derketina projeya Rojhilata Navîn a Mezin sala 2004an piştî dagîrkirina Iraqê. Her wiha careke din li bara wê hat axaftin bi lihevkirinên Abraham sala 2020î, paşê bi girseyî piştî şerê 7ê Cotmehê yê sala borî li bara wê hat axaftin.

Lê Enqera nikarîbû rola xwe berdewam kiriba li gel rojava (Amerîka-Ewropa) piştî bidawîbûna Şerê Sar sala 1989an û jihevketina Yekîtiya Sovyetê piştî du salan. An jî a rast ew e ku em bibêjin ku tu peywira wê li gel vî rojavayî nema. Her wiha xwe ji ber peywira xwe da alî çaxa ku parlementoya Tirkiyayê red kir ku eniyeke bakurî bo hêzên Amerîkayê veke bo dagîrkirina Iraqê sala 2003yan. Çaxa ku Washington û Enqerayê di dema 2011-2012an de li hev kirin li ser nimûneyeke îslamî ya erdoganî bi rêya Buhara Ereban, amerîkayî bi lez li ser vê zewaca demkî vegeriya di sala 2013an de, ev yek destpêka dûrketina Washington û enqerayê bû, ku qada wê ya sereke Sûriya bû di 11 salên borî de.

Di dema 1991-1993yan de, serokê Tirkiyayê Tugut Ozal hewl da bi peywireke nû rabe ew jî ew bû “cîhana tirkî ji Deryaya Egeyê heta Tirkistana çînî­” tê de Enqera rola dabirê dilîze di navbera Rûsya û Rojhilata Navîn de û rola xala fişarê li ser Çînê bilîze ji ber milimanên li gel wê. Lê Washingtonê bersiva vê yekê neda. Di dema 1996-1997 serokwezîr Necinuldîn Erbekan, yê îslamîst, siyasetek meşand ku tirs li gel rojava çêkir çaxa ku xwest çarqoliya Enqera-Tehran-Bexdad-Şamê ava bike di bin banê siyaseta “hewandina cotî” de ya ku rêveberiya Bill Clinton li dij Tehran û Bexdadê ji xwe re kir rêbaz.

Tê tercîhkirin ku derbeya leşkerên ataturkên ên spî di 28ê sibata 1997an de li dij wê ji hêla Washingtonê ve hatibû plankirin. Di dema 2002-2012an de, AKPyê bi serikatiya Receb Teyyib Erdogan hewl da xwe ji Washingtonê re wekî nimûneya “îslama amerîkayî li Rojhilata Navîn” pêşkêş bike da ku şerê alîgirên Usama bin Ladin bike bi rêya alîgirên Hesen el-Bena li cîhanê piştî 11ê îlona 2011an, her wiha wekî nimûneyeke nû ku kirasê îslamî li xwe dike û bibe berdêla sîstemên alîgirên rojava û nealîgirên wê. Lê tirk di vê peywirê de bi ser neketin, tevî ku Washingtonê çavên xwe ji ser gihaştina îslamîstan li ser desthilatê li Misir û Tûnisê girt jî. Berî wê nîşaneyên amerêkayî ji sala 2005an de hebûn, çaxa ku Washingtonê fişar li serok Husnî Mubarek kir da ku Ixwan El-Muslimînan tev li hilbijartinên parlementoyê bike. Ev yek, beşê ixwanî yê iraqî  sala 2006an ango “Partiya Îslamî” ew bi diyarîiyekê ji Washingtonê re pêşkêş kir, ku boykuta sunayên Iraqê ji pêvajoya siyasî ya sala 2003yan re birîn, bi hakimê Amerîkayê yê Iraqê Paul Bremer û “Encumana Hukumê” re.

Di dewleteka pirnetewe û etnîk de, suniyên tirk ji sala 1923yan de desthilatê li siyaset, rêveberî, leşkerê û ewlehiyê dikin, ew tenê bi piçekê ji nîvê şêniya npirtir in, qelsiya heyî bi rêya biserxistina rola tirkî ya derveyî ve dihat veşartin. Heta gava ku qelsiya hundirîn ya Tirkiyayê berçav dibû, derve çavên xwe li ser digirt wekî li ser serîhildanên kurdî di salên 1925 û 1930 û 1937-1938, her wiha tundiya hişk ya li dij çepgiran di salên 70 û 80yî de, an jî operasyonên tunekirinê li dij kurdan piştî şoreşa çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê ya ji tebaxa 1984an ve.

Lê, ji çaxa binkeftina Enqerayê di dema 1989-2012an de ku rola xwe ya nû bi cih nekir li gel rojava, mîna herdu demên 1923-1945 û 1951-1989an,  dûrbûna amerîkayî-tirkî ji buhara 2013an de hat têbînîkirin çaxa ku Tirkiya hewl da hikûmeteke demkî ya itîlafî û komikên çekdar li ser bakurê Sûriyayê ferz bike, da ku nêzîkbûna Washington û Moskoyê xerab bike di dosyaya Sûriyayê de, paşê bi rêya hewldana avakirina komikeke çekdar ya nû bi navê “Ceyş El-Fetih” di buhara 2015an de, ku di encama wê de serbziya leşkerî ya hevbeş “Ehrar El-Şam” û “Cebhet El-Nusra” ava bûn, ku Enqera bi hin alîyên kevdav re ew ber bi Idlibê de dehf dan û nêzîkî beravê û Humusê bûn, lê serokê Amerîkayê Barack Obama û yê Rûsyayê Vlademir Putin li hev kirin ku Mosko ji hêla leşkerî ve destwerdanê bike.

Tirkên ku ji nêzîkatiyên Kremlin û Koşka Spî li Sûriyayê zorar dîtin, hevdîtin bi aliyên kendavî re kirin da ku rastiyên nû li ser axa Sûriyayê ji hêla leşkerî ve ferz bikin, wekî bersiv ji nêzîkbûna dema îmzekirina lihevkirina nuklerî ya îranî re. Paşê hewldanên Erdogan berfireh bûn li dij keda Mosko û Washingtonê piştî biryara 2254an, ew jî bi rêya xerabkirina “hevdîtina Genev 3” di navbera hikûmet û opozîsyona sûriyayî de di nîsana 2016an de bi rêya Riyad Hicab ê ku danûstandin rawestandin bêyî ku şêwira endamên şandeya Desteya Danûstandinê bike.

Ev têkçûna tirkî, hişt ku Erdogan li ser du benan tev bigere, ya rûsî û ya amerîkayî. Ew ji çaxa ku nêzî Putin bûye, piştî serdana Moskoyê di tebaxa 2016an de, bi rûsan re bazar kir û li hev kir. Li beranberî ku Moskoyê çavên xwe ji ser berfirehbûna tirkan li ser xeta Cerablus-Bab-Izazê bigire, Erdogan fînanseya çekdarên opozîsyonê yên li taxên rojhilatî yên Helebê rawestand. Her wiha li bernberî ku destberdana ji çekdarên bakurê Humusê, Xûta û Horanê, Kremlinê hişt ku ew Efrînê dagîr bike di sala 2018an de. xuya dike ku Kremlin hesab dikir ku nêzîkbûna bi tirkan re ya ku giha asta dana sîstema oarastina esmanî “S-400” dê bihêle ku Tirkiya ji NATOyê dûr bikeve. Ji ber wê, çavên xwe ji ser dijberiya berjewendiyan girt li Lîbya, Kafkasya û şerê Ukranyayê yê sala 2022yan, ji ber ku ev nêzîkatî nearamî di navbera Enqera û Amerîkayê de çêdikir, ku bi lez di dosyaya balafirên “F-35”ê de xuya kir, her wiha hewlesta ji Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyayê.

Lê serokê Tirkiyayê nas dike ku rewşa wî ne wekî rewşa serokwezîrê tirk Ednan Mindirês e 1950-1960, çaxa ku Washingtonê û pê re jî Londonê ew wekî rêxistinkarê herêmî erkdar kirin piştî ku tev li NATOyê bû. Rewşa wî, tersî ya Mindirês e, ku di pêvajoya piştî 2002-2012an de, baweriya Koşka Spî nema pê tê. Her wiha baweriya Kremlinê jî pê nayê.vê dawiyê li ber deriyê konfransa “BRICS”ê li bajarê Qazan ê rûsî rawestiya û rê li ber wî nehat vekirin ku wekî endamekî nû tev lê bibe. Tekez, endamên NATOyê di serî de jî Amerîka dê vê yekê jê re nehêlin. Êdî piştî xuyakirina sîmayên şerekî sar yê nû ji ber şerê Ukranyayê, tirk nema karin tevgera li ser du benan berdewam bikin, nikarin berê xwe bidin rojhilat paşê vegerin hemêza rojava, bi kêmanî heta ku Erdogan li ser desthilatê be.

Niha, ji ber ku Tirkiya nema dikare bi erka herêmî rabe bo rojava piştî bidawîbûna Şerê Sar, her wiha xuya dike ew nema dikare li ser gelek benan tev bigere û nikare roleke bêalî jî bilîze, xuya dike ku wê rola xwe ji dest daye. Tê tercîhkirin ku Washington Enqerayê dûr bixe, ew bû ya ku navê “korîdora boriyê gaz, petrol û teranzîtê” lê dihat kirin,  projeya korîdora hindî ji rewşa tirkan ya niha ji me re dide xuyakirin li ser asta Rojhilata Navîn ya Nû, ku bi rêya aşê şerê 7ê cotmehê tê hêran.

 Li vir, em dikarin tiştê ku li Helebê çêbûye şirove bikin ku ji qelsiya Tirkiyayê ye, di heman sibeha roha 27ê mijdara 2024an de, çaxa ku beşê duyan ê lubnanî ji şerê 7ê cotmehê bi dawî bû, ku ev beş Netanyahu berî du meh û nîvan dest pê kiribû, Erdogan bi rêya dehfdana El-Colanî ber bi Helebê ve xwest nameyekê ji serokê nû yê Amerîkayê re rê bike ku ew dikare tiştê ku Netanyahu li Xeza û Lubnanê dest pê kiriye, berdewam bike, ji hêla lêdan û birîna aliyên îranî li deverê û lêdana derbeyên mezin ji Tehranê re li Sûriyayê di demekê de ku qels e, dibe ku ev yek bihêle ku serokê Tirkiyayê lihevkirinên xwe bi serokê Rûsyayê re bi dawî bike, yên ku li Helebê sala 2016an dest pê kiribû, ku ev yek destpêka tevgera tirkan a li ser herdu benên amerîkayî û rûsî bû, her wiha xuya dike ku Erdogan bi rêya Heleba 2024an ji nû re dûrî Kremlinê dikeve û ber bi Koşka Spî ve diçe.