Derbarê NKLyê

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) saziyeke serbixwe û ne ji bo qezencê ye ku di sala 2014an de hatiye damezrandin û taybet bi karûbarên siyaseta herêmî û navdewletî ye. Armanca NKLyê di hemû çalakiyên wê de ew e ku zanebûn, aşitî û hevjiyanê bi pêş bixe, di serî de jî xurtkirina diyalogê di navbera gelê Sûriyayê de.

Her wiha navend giraniyê dide piştgiriya hizirîn û analîzê dike bo xwendina siberojê û çarekirina aloziyên ku civaka me rûbirûyê wê ye. Navenda Kurdî ya Lêkolînan, pêşxistina şiyanên mirovî û perwerdekirina rêveberên ciwanan ên ji herdu zayendan û pêşxistina rêbazên rêvebirinê bi hevkariya bi rêxistin û sazîyên herêmî û navdewletî,

wekî erkên xwe -û ji nav karên xwe yê sereke- dibîne. Her wiha, NKL lêkolînan derbarê bakur û rojhilatê Sûriyayê û tevahiya Sûriyayê û herêma Rojhilata Navîn, bi zimanên kurdî, erebî û înglîzî amade dike. Lewra, di çarçoveya vê dîtinê de, navend hevkariyên lêkolînî û zanistî bi saziyên pispor re yên şopandina pêşketinên li herêmê çêdike

ku navend vî karî wekî karê xwe yê sereke dibîne. Li ser vî esasî, navend û bi hevkariya sazî û rêxistinên hiqûqî yên herêmî û navdewletî hewl dide ku asta têgihaştina qanûnî li Sûriyayê pêş bixe, nexasim derbarê çarekirina pevçûnan û navbeynkariyê û wan di şarezayiyên mîna rêvebirin û diyalogê de pêş bixe. Ji bo em bigihêjin vê dîtinê,

armancên navendê yên pêşîn xurtkirina mafên kêmneteweyan û civakên lawaz û tevlêkirina jinan di navendên biryardayînê de, bicihkirina keda lihevhatinê, avakirina aşitiyê û pêkanîna seqemgîriyê li tevahiya Rojhilata Navîn e. Her wiha peydakirina projeya çarekirina pevçûnan li ser asta xwecihî û rêvebirina pevçûnan bi hêviya ku seqemgîriya domdar piştî salên pevçûn û kêferatan, peyda bibe.

Dîtin:

Em hewl didin asta zanebûnê bilind bikin, da ku em li Rojhilata Navîn bigihêjin civakeka têgihaştîtir û zanatir ku seqemgîrî û aşitî lê peyda be.

Armanc:

  • Amadekirina lêkolînan derbarê bakur û rojhilatê Sûriyayê û tevahiya Sûriyayê û herêma Rojhilata Navîn bi zimanê erebî.
  • Xurtkirina mafên kêmnetewe û civakên lawaz.
  • Pêşxistina rola jinê û aktîfkirina beşdariya wê di biryardayînê de.
  • Bikaranîna projeya çarekirina pevçûnan, navbeynkarî, diyalog û bicihkirina keda lihevhatin û avakirina aşitiyê, her wiha bicihkirina seqemgîriyê li tevahîya Rojhilata Navîn.
  • Pêşxistina şiyanên mirovan û perwerdekirina rêveberên ciwan ên ji herdu zayendan û şarezayiyên cuda li gel wan çêkin ên wekî rêvebirin û beşdariya siyasî.
  • Pêşxistin û xurtkirina rêbazên rêvebirinê bi hevkariya bi rêxistin û saziyên herêmî û navdewletî re.