• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

Trump ji hevdîtina xwe ya bi serokê Çînê re li Pekînê di 15ê gulanê de derdikeve | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية 

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja sêşemê 19ê gulana 2026an bo serdaneke fermî gihîşt Çînê, ango çar roj piştî derketina serokê Amerîkayê Donald Trump ji paytexta Çînê, ku di navbera 13 û 15ê gulanê de serdaneke sê rojî li wir kiribû.

Hin serdan hene ku dibin neynika rewşa têkiliyên navdewletî, wek serdana serokê Partiya Komunîst a Çînê Mao Zedong ya bo Moskowê di 16ê kanûna 1949an de. Zedong piştî du meh û nîv ku komunîstan kontrola parzemîna Çînê bi dest xistibû, çû bû mêvana Stalîn. Ev serdan bi awayekî eşkere destpêka hevpeymaniyek di navbera du dewletên ku ji hêla partiyên komunîst ve dihatin rêvebirin de ragihand. Ango hevpeymaniyek li dijî rojavayê amerîkî û ewropî, ku wê demê bi damezrandina NATOyê di 4ê nîsana 1949an de hewl dida li hember berfirehbûna Stalîn li Ewropayê bisekine.

Stalîn di wê demê de “Perdeya Hesinî”li navenda Ewropayê ava kiribû û parzemîn di navbera rojhilat û rojava de dabeş kiribû. Hevpeymaniya Sovyet û Çînê jî zû veguherî piştgiriyeke leşkerî û siyasî, dema ku Zedong û Stalîn di sala 1950an de piştgirî dan êrîşa Koreya Bakur ya li dij Koreya Başûr, ku ev yek bû destpêka Şerê Koreyê (1950–1953).

Ew şer hema hema cîhan bir ber rûbirûbûneke rasterast di navbera Koşka Spî û Kremlinê de bir, ku di tevahiya Şerê Sar de tenê du caran dubare bû: Di alozîya Kubayê ya 1962an de û di şerê cotmehê yê 1973an de. Ji bilî van herdu rewşan, rêça giştî ya Şerê Sar di navbera 1947 û 1989an de bi şerên wekaletê û şerên ne rasterast di navbera Amerîka û Sovyetan de derbas bû.

Li vir mirov dikare bêje ku dîmenê”Trump li Pekînê”û “Putin li Pekînê”bi hev re wekî neynikek ji bo têkiliyên navdewletî were nirxandin, mîna wê rola ku wêneya Mao Zedong li Moskowê li gel Stalîn de di destpêka Şerê Sar de lîstibû. Ev serdan taybetî di demekê de girîng de derdikeve holê ku Washington şerekê li dij Îranê dimeşîne, ango şerek ku gelek kes wê bi awayekî nerasterast wekî zexta li ser Çînê jî dibînin. Berî vê jî, di şerê Ukraynayê de, hevpeymaniya sêalî ya Çîn, Rûsya û Îranê bi awayekî zelal derket holê.

Ji demên piştî êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê di sala 2022an de, di nav siyasetmedar û stratejîstên amerîkî û ewropî de nêrînek belav bû ku nermbûna li hember Putin di Ukraynayê de,  dibe ku Çînê teşwîq bike ku li Taywanê heman senaryoyê dubare bike.

Eger ku têkiliya di navbera Stalîn, Mao û serokê Amerîkayê Harry Truman yê wê demê, çarçoveya têkiliyên navneteweyî ya wê demê ava kiribû, ne tenê di dema serdana Mao ya Moskowê de, lê heta destpêka nakokiya çînî-sovyetî di sala 1960an de jî, îro jî dîmenê Trump, Xi Jinping û Putin li Pekînê wêneyek nû ya pergala navdewletî ava dike û derfeta nirxandina wê vedike.

Ev hersê kesayet, Xi Jinping û Putin li hember Trump, wêneyê Stalîn û Mao Zedong li hember serokê Amerîkayê Harry Truman di sala 1949an de tîne bîra mirov.

Hevpeymaniya Çîn û Rûsyayê bi taybetî piştî destpêka şerê Ukraynayê di 24ê sibata 2022an de,  xwe zêdetir nîşan da. Heta sê hefte berî şer jî, dema Putin çûbû Pekînê, her du welatan di daxuyaniyeke hevbeş de behsa “Hevkariyeke bê sînor”kirin.

Herçiqas ku Çîn bi awayekî kevneşopî li dij guhertina sînorên navneteweyî ye û şerê Putin li Ukraynayê jî bi rastî hewldanek ji bo guhertina wan sînoran bû, lê Pekîn di wî şerî de li pişt Moskowê sekinî, herçendî ku ev alîkarî bi zimanekî ne eşkere bû. Ev dikare ji bo herêmên din ên ne aram ên li Çînê ku dixwazin serxwebûnê bikin mînakekê bide (mîna aloziyên piştî 2014an li herêma Donbasê ya Ukraynayê ku bi piranî rûsîaxêv lê ye), wek Tibet an herêma bakurrojavayê ku Uygur lê dijîn. Wekî din, ji dema ku di sala 2009an de bi Rûsyayê re hêzên xwe kirin yek da ku koma BRICS ava bikin, çînî ber bi sîstemeke cîhanî ya pirqutbî ve dixebitin û yekqutbûna amerîkayî ya ku piştî serkeftina Washingtonê li ser Yekîtiya Sovyetê di Şerê Sar ê 1989an de derket holê, dixe ber pirsê.

Serdana dawî ya Trump bo Çînê di demekê de hat ku ji sala 1989an vir ve ji bo Washingtonê kêlîya  herî dijwar bû. Amerîka, wek hêza yekane ya serdest, nekarî di şerê xwe de yê li dij welatekî hêza xwe navîn be wek Îranê armancên xwe yên eşkere pêk bîne(ne hilweşandina bernameya nukleerî, ne tunekirina mûşekên balîstîk û ne jî qutkirina têkiliyên Tehranê bi hêz û hevpeymanên wê yên herêmî re).

Trump di hefteya şeşemîn a agirbestê de gihîşt Pekînê, piştî ku danûstandinên bi îraniyan re gihîştibûn qonaxeke girtî, rewşek ku gelek nêzî bêçarîya hewldana leşkerî ya Amerîkayê di şerê çil rojî de; dema ku çekên amerîkî, bi hevkariya Îsraîlê, nekarîn îraniyan neçar bikin ku radest bibin an şertên Washingtonê qebûl bikin.

Ev yek şirove dike ku ka çawa Trump di serdana xwe ya dawî de li hember Çînê nermtir xuya dike, tevî ku di dema serokatiya wî ya yekem (2017-2021) û piştî vegera wî ya Koşka Spî di destpêka 2025an de, têkiliyên bi Pekînê re bi awayekî ne rihet bû, heta ragihandina şerekî bazirganî yê berfireh li dij wê.

Niha Amerîka di rewşeke dijwar de ye ji ber şerê wê yê bi Îranê re, ku ev şer ne tenê li dij hevalbendeke Çînê yên wek Venezuelaya Nicolas Maduro ku Trump di destpêka îsal de ew girt, lê ev şer hewldaneke ji bo kontrolkirina çavkaniyeke petrolê ya sereke ye ku Îran wek çavkaniyek sereke ya petrolê ji bo Çînê tê dîtin, ango Îran wekî Venezuelaye ye.

Çîn dizane ku ew di rewşek girêdayî enerjiya derve de ye, mîna Almanya û Japonya di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ku ev yek ji bo wan lawazîyekke mezin çêkir ji bo Hitler û leşkerên Japonya. Fermandarê CENTCOM General Michael Corella di sala 2023an de îşaret bi vê yekê kir û got ku Rojhilata Navîn çavkaniyek sereke ya petrola  Çînê ye û ev yek di nav tengavên wek Hormuz û Malacca re derbas dibe û li Malacca re baregeheke leşkerî ya amerîkî têde heye.

Îhtîmaleke mezin jî, ev yek nîşan dide ku serokê Çînê li Pekînê di rûbirûbûna xwe ya bi Trump re , di rewşek bi hêz de bû. Serokê amerîkî jî bi îhtimaleke mezin ji wir vegeriya bê encamên berbiçav di mijara alîkariya Çînê ji bo dosyaya Îranê û hemû mijarên girêdayî têkiliyên Amerîka–Çînê de, tevî hîn îşaretên wî yên li ser dijberîya  Washingtonê ya li dij “serxwebûna Taywanê”. Ev siyaset ji dema ku Washington di dawiya 1978an de têkiliyên dîplomatîk bi Komara Gel a Çînê re ava kirine — di serdema Jimmy Carter û şêwirmendê wî Zbigniew Brzezinski de — heta niha bi giştî dewam dike. Lê Washington her gav red kiriye ku Pekîn bi zorê statuya heyî ya di navbera Çînê û Taywanê de biguherîne.

Henry Kissinger, ji serdana xwe ya veşartî ya Çînê di tîrmeha 1971an de bi rêya Pakistanê re, î dizanibû ku bikaranîna nakokiya Çîn–Sovyetê ji bo berjewendiya amerîkî dê hevsengiya cîhanî li dij Sovyetê biguherîne, lê beramberî wê jî divê Amerîka “Çîna Niştimanî”(Taywan) nas neke û piştgirî bide “Çîna Gel”. Lê ji ber hevsengiya hêzê ya wê demê ku bi giştî li gorî Washingtonê bû, Çîn nikarîbû garantî bike ku naskirin (ku di cotmeha 1971ê de pêk hat û bû sedema ku Komara Gel a Çînê kursiya Çîna Niştimanî di Konseya Ewlekariyê ya NY de dagîr bike) dê naskirina mafê Komara Gel a Çînê ya li ser Taywanê ji aliyê Amerîkayê ve jî di nav xwe de bigire, mîna ya ku bi Brîtanyayê re di mijara Hong Kongê de qewimî.

Ji ber vê yekê, hewaya serdana Putin bo Pekînê ji ya Trump germtir xuya dikir. Ev yek ji hevgirêdana Rûsya û Çînê li dij qutbê Amerîkayê û armanca wan a hevpar ji bo avakirina “cîhanek pir-qutbî”derdikeve. Herwiha, hestek razîbûnê ya veşartî heye ji ber Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de nikaribû armancên xwe pêk bîne.

Lêbelê, bi îhtimaleke mezin, pêşniyara Putin ji Xi re — ku Rûsya bibe çavkaniya sereke ya dahatiyên petrol û gazê ya Çînê — , serokê Çînê bi dudilî wê nêzî vê pêşniyarê bibe. Ev yek jî vedigere ezmûna Çînê ya bi Yekîtiya Sovyetê re di sala 1960an de , dema ku Khrushchev pisporên Sovyetê ji Çînê vekişand û ev yek hîşt ku aborîya Çînê têk biçe. Di wê salê de,  bavê Xi jî cîgirê serokwezîrê Çînê bû, berî ku di dema Şoreşa Çandî (1966-1969) de ji hêla Mao ve were dûrxistin.

Wekî encam, têkiliya sêgoşeyî ya di navbera Washington, Pekîn û Moskowê de roleke bingehîn dilîze ji bo têgihîştina têkiliyên navdewletî de, ji ber ku ev hersê hêz ji nîvê duyemîn ê sedsala 20an heya niha bandorên herî mezin li ser rêça siyasetê ya cîhanî kirine. Gelek dîroknas dibêjin ku hevpeymaniya Sovyet–Çînê ya 1949-1960, rojavayê amerîkî–ewropî xist rewşek parastinê û ji heman çarçoveyê tevgera bêalî derket holê, herwiha partiyên komunîst ên Ewropaya rojava jî demek dirêj dewam kirin. Di heman demê de, tê gotin ku kêmbûna pêlê çepgirî ya cîhanî ya destpêkê bi şoreşa 1917an dest pê kiribû, ango bi dabeşbûna Çîn–Sovyetê ya 1960an dest pê kiribû.

Di xebatên Henry Kissinger de jî tê dîtin ku nêzîkbûna Washington bi Çînê re dihate nirxandin ku dê Vîetnamê Bakur nerm bike û Sovyetê neçar bike ku di danûstandinên çekên stratejîk de tawîzan bide. Bi vî rengî hevsengiya hêzê bo berjewendiya Amerîkayê be. Ji aliyekî din ve, hin nêrînên Moskowê jî dibêjin ku di axaftinên bi mêvanên biyanî re,  Rêveberê Partiya Komunîst a Çînê, 1976-1981 Hua Kufeng ragihandiye ku hewldana darbeyê ya Lin Biao di îlona 1971an de bi awayekî nerasterast bi fikarên Sovyetê ve girêdayî bû,  ji ber ku ew piştî serd ana veşartî ya Kissinger pêk hat û têkiliyên Çîn–Amerîka dest pê kirin.

Piştî têkçûna darbeyê, Lin Biao ku li dijî nêzîkbûna bi Washingtonê re bû, hewl da bi balafirekê bireve Yekîtîya Sovyetê, lê balafir ji ber şaştîyeke teknîkî de ket xwarê an jî li asîmanên Mongolyayê hate xistin.

Ji salên 1990an ve, piştî ku Çîn wekî rikberê herî mezin ê Amerîkayê hate dîtin, rêveberiyên Koşka Spî hewl dan Rûsyayê nêzîk xwe bikin û ji Çînê dûr bixin. Ev rêgez heta sala 2017an dom kir, dema ku rapora “Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkî”Çîn û Rûsyayê wek hev dijberên sereke yên Dewletên Yekbûyî dît. Bi derketina holê ya hevpeymaniya Çîn-Rûsyayê piştî şerê Ukraynayê, li Amerîkayê alên sor hatin bilindkirin. Ji 28 xalên Trump ên li ser Ukraynayê, xuya ye ku ew ji sala borî ve hewl dide ku bi pêşkêşkirina “şîraniyên Ukraynayê” Rûsyayê ji Çînê dûr bixe, tevî ku ev yek nerazîbûna Ewropayê derxistiye holê. Şerê wî yê li dijî Îranê, bi awayekî, şerekî li dijî sêgoşeya Çîn-Rûsyayê ye û dibe ku paşketinên wî di wî şerî de helwesta wî li Pekînê nerm kiribe, lê xuya ye ku ew di wê serdanê de negihaştiye armancên xwe.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN