Şoreş Derwîş
Ji helwesteke eşkere û biryardar, rêveberiya Donald Trump, bi rêya nûnerê xwe yê taybet ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, red kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bibin hêzeke siyasî û rêveberî ya paralel bi desthilatdariya Ehmed El-Şeri re. Herwiha, Washingtonê razî nebû ku di navbera QSD û Şamê de modela dabeşkirina desthilat û erkê pêk were, ya ku dikaribû wekî dengekî hevsengkar li hember meylên tundrewane yên Şamê, çi di siyaseta navxweyî û çi di siyaseta herêmî de, kar bike.
Ji bo ku birêvebirina dosyaya Sûriyeyê hêsantir bibe, rêveberiya Amerîkayê gihîşt wê baweriyê ku dewleteke navendî ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên Washingtonê hêsantir e ji modela dewletekê ku hêz û biryardan di nav gelek navend û aliyan de belav bûye. Ji ber vê yekê, gotina Barrack ku “sîstema federal naxebite”ne tenê nêrînek siyasî bû, lê di heman demê de daxuyaniyek rasterast û bêguman bû ku helwesta Washingtonê li hember pêşeroja Sûriyeyê dîyar kir.
Di encamê de, Tirkiyê û gelek welatên ereb piştgirî dane nêrîna Trump û Barrack, lê nerazîbûna Îsraîlê jî ne ew qas bingehîn û domdar bû ku bikaribe rê li ber vê rêvebaziyê bigire. Bi vî awayî, Heyet Tehrîr El-Şam bi awayekî fermî û siyasî wekî desthilatdariya nû ya Sûriyeyê hate pejirandin; desthilatdariyek ku li gel wê avahiyeke leşkerî ya tevlihev jî hebû, ku beşên wê bi ajendeyên herêmî û erebî yên cuda ve girêdayî bûn.
Gotinên Trump di dewra yekem a serokatiya wî de, bi awayekî berbiçav naveroka wê siyasetê di dewra duyemîn de pêk anî. Ji bo wî, Sûriye welatek bû ku diviyabû bi her awayî jê vekişe; ku ji bo wî Sûriya ji”qûm û xwîn”zêdetir tu wateyekeî xwe yê stratejîk tune bû. Herçendî, hin gavên sembolîk hatin avêtin û hin ceza jî hatin rakirin, Sûriye hîn jî di rojeva Amerîkayê de li paşve maye. Dîyar e ku Washingtonê, welêt bi şertê ku pêşketinên navxweyî yên wê ne li dijî berjewendiyên siyaseta derve ya Amerîkayê bin û ne jî ji bo Îsraîlê bibin barê, di rewşa xwe û bi awayê ku hêzên desthilatdar wê birêve dibin, hiştiye.
Ji aliyê din ve, asta herî bilind a têkilîya rêveberiya Trump bi dosyaya Sûriyeyê re dema rakirina cezayên amerîkî û pêşwazîkirina Serokê demkî Ehmed El-Şeri li Koşka Spî hate dîtin. Piştre jî bi navbeynkariya Tom Barrack hewldanên ji bo nêzîkkirina Şam û QSDê hatin xurtkirin. Barrack bi vî rengî karî peywira xwe ya sereke bi cih bîne: Xurtkirina desthilatdariya navendî li Şamê, rêxistinkirina vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriyayê û kêmkirina rola rasterast a Washingtonê di dosyaya DAIŞê de, piştî ku Şam wek endamek nû di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih girt.
Berî ku di dawiya sala 2016an de bigihîje serokatiya Amerîkayê, Trump di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de bi eşkereyî behsa daxwaza xwe ya vekişîna Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dikir. Ev nêrîn paşê bû sedema nakokiyekê di nav rêveberiya wî de û zextê li ser hevalbendên Washingtonê yên li herêmê zêde kir, ji bilî Tirkiyeyê. Lê ev meylên vekişînê bi berxwedana komeke stratejîst û rayedarên bilind ên rêveberiya wî re rû bi rû bûn; di nav wan de şêwirmendê ewlekriya neteweyî John Bolton, Wezîrê Parastinê James Mattis, Serokê Heyeta Erkanê ya Hevbeş ya artêşê Joseph Dunford û Berpirsê Îstixbarata Niştimanî Dan Coats hebûn, herwiha Lindsey Graham û komek ji komarparêzên kongessê ku bi siyaseta vekişînê ya Trump re ne li hev bûn.
Van yekan digotin ku derketina Amerîkayê ji Sûriyeyê û herêmê dê rê li ber bêaramiyeke mezin veke, bandora Îranê zêdetir bike, şert û mercên vegera DAIŞê amade bike, herwiha kurdan li ber qirkirineke muhtemel a ji ber êrîşên Tirkiyeyê bêparast bihêle. Di nav vê nîqaşê de, navê balyozê berê yê Amerîkayê li Tirkiyeyê, James Jeffrey, wekî yek ji dengên herî nêzîk bi helwesta Enqere re derket pêş. Li gorî tiştên ku wezîrê berê yê amerîkî Mike Pompeo paşê ji John Bolton re vegotibûn, Jeffrey “Ji kurdan hez nake û Tirkiyê wekî hevalbendek stratejîk û pêbawer di çarçoveya NATOyê de didît”.
Di Washingtonê de gelek rayedaran bi fikar bûn ku Trump dibe ku di çarçoveya nêzîkbûna xwe ya bi Recep Tayyip Erdogan re, sozên giran li ser vekişîna tevahî hêzên amerîkî ji Sûriyeyê bide. Ev fikar bi taybetî piştî ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê dîsa ber bi başbûnê ve çûbûn, zêdetir bû û bidawîbûna nakokiyên ku bi hetîketiya Halkbankê ve têne temsîlkirin, dema ku Washingtonê Mehmet Atîla, rayedarekî payebilind ê banka Tirkiyayê, ji ber ku alîkariya Îranê kiriye ku ji cezayên amerîkayî yên li ser Tehranê bireve û wan derbas bike û piştî serbestberdana keşîşê amerîkayî Andrew Brunson, ku bi sîxuriyê hatibû tawanbarkirin û piştî ku çavê xwe ji kirîna pergala mûşekî ya S-400 a rûsî ji aliyê Enqerayê ve girtibû, şermezar kir.
Di nav tîmê Trump de gelek kes bi şik û guman nêzî soz û peymanên ku Erdogan dida, dibûn. Ji bo wan, pirsgirêk ne tenê gotinên serokê Tirkiyeyê bûn, lê cudahiya di navbera van gotinan û armancên rastîn ên Enqerê de bû. Herçendî ku Erdogan ji Trump re piştrast dikir ku kurd dê nebin hedefa operasyonên Tirkiyeyê, lê gelek rayedarên amerîkî bawer dikirin ku siyaseta Tirkiyeyê di dawiyê de ber bi têkbirina destkeftiyên kurdan ve diçe.
Ji ber vê yekê, Trump di gelek peywendiyên xwe yên telefonî de bi Erdogan re bi taybetî li ser parastina kurdan disekinî. Erdogan jî di bersivê de gelek caran dubare dikir ku “ez ji kurdan hez dikim û ew jî ji min hez dikin”. Ev gotin, herçiqas nikaribûn hemû gumanan rakin, lê ji bo hin kesên di rêveberiya Amerîkayê de, ku dixwestin Washington bi hevalbendên xwe re bêbawer xuya nebe, hinekî aramker bûn. Ew kesan hewl didan siyaseta Amerîkayê ji meyl û biryarên leza Trump, ku gelek caran bê ku encamên dûrûdirêj were hesibandin dihate girtin, dûr bixin.
Di encamê de, Trump tevî berxwedana xurt a Pentagonê û kesayetiyên wek James Mattis, herwiha nerazîbûna gelek Komarparêzên Kongressê, biryara vekişîna beşek ji hêzên amerîkî ji Sûriyeyê pêk anî. Ya ku belkî herî zêde Trump matmayî kir, ne berxwedana Demokratan, lê nerazîbûna beşek ji hevalên xwe yên Komarparêz bû. Ew bi taybetî bi gotinên Senator Rand Paul bawer bû, ku piştrastiya wî dabû ku partiya Komarparêz dê li pişt siyaseta vekişînê ya ji Efganistan û Sûriyeyê biskine. Lê dema ku biryar ket piratîkê, Trump dît ku ev piştgirî ne bi qasî ku texmîn dikir.
Di dema serokatiya Trump ya duyemîn re, hemû pêşveçûn li ser paşxaneya hilweşîna rejîma Esed û derketina alternatîfekê hatin çêkirin ku polîtîkayên wê yên îdeolojîk û yên piştgirên wê yên herêmî bi Îranê re li hev nedikirin. Di vê çarçoveyê de, vekişîn bêtir wekî pirsa demê xuya dikir, ji ber ku astengiyên ku berê rê li ber vekişîna tevahî digirtin hêdî hêdî ev astengî radibûn wekî: Îran ji hemû axa Sûriyeyê vekişiya û girêdana di navbera taxên başûr ên Beyrût û Tehranê de qut bû, dosyaya DAIŞê bêyî lêkolîna şert û şiyanê spartin Şamê, Iraq ji ber tirs ji tevgerên endamên DAIŞê piştî bûyerên girtîgeha Şedadê, di dawiyê de neçar ma ku berpirsiyariya parvekirina hin ji girtiyên DAIŞê bigire, ji bilî wergirtina malbatên endamên rêxistinê yên ku ji kampa El-Holê hatibûn.
Li vir pêwîst e were bibîxstin ku yek ji sedemên derengketina vekişîna tevahî ya Amerîkayê di 2019an de, pirsgirêka zindanên DAIŞê bû ku ji bo Trump dilemeyek çêkiribû. Di vê çarçoveyê de, Trump pêşniyar kir ku girtiyên DAIŞê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê veguhezînin Guantanamo. Lê belê, Mattis bi tundî li dijî vê pêşniyarê derket û gelek welatan jî red kirin ku welatiyên xwe ji wan girtîgehan vegerînin.
Astengiya dawî ya li pêşiya vekişînê di dema duyemîn a Trump de siberoja HSD û bi giştî ya kurdan bû. Ji ber vê yekê, Washingtonê piştgirî da Peymana 10ê Adara 2025an ku were pêkanîn û xwest ku kontrola Şamê li gor vîzyonekê were berfireh kirin, ku li ser bingeha wê têgihiştinê ye ku serokê hemû Sûriyeyê dikare peymanek aştiyê bi Tel Ebîbê re bike.
Bi rastî jî, Peymana Parîsê ya 5–6ê çileyê pêkanîna kontrola rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên hikûmetê û komên eşîrî yên hevalbend zû kir, bi hevdemî bi vekişîna HSDê ji parêzgehên Dêrazorê û Reqayê re.
Ev peyman, ku têgihiştin û hevkariya siberojê di navbera Şam û Tel Ebîbê de ava kir, fikarên Tel Ebîbê ji plana vekişîna tevahî ya amerîkî kêm kirin.
Di sala 2019an de, balyozê Îsraîlê li Washingtonê Ron Dermer ji rayedarên amerîkî re got ku biryara vekişînê “herî xirab”bû ku Trump girt. Wê demê, dagirtina valahîya amerîkî ji aliyê Îranê û nebûna xeteke çavdêrî li baregeha Tenef û bakur rojhilatê Sûriyayê, ji bo Til Ebîbê, metirsiyên mezin çêkirin .
Lê belê, li gor Reutersê Dermer bi xwe jî beşdarî civînên Parîsê yên destpêka vê salê bû û Tel Ebîbê razî bû kontrola Şamê li Dêrazorê û Reqayê çêbibe.
Bi pêşveçûna vekişînê re û îhtîmala pêşketina hêzên hikûmetê ber bi Hesekê û Kobanîyê ve, hin nerazîbûn derketin holê ku ji aliyekî ve pêkanîna vekişînê ji hêla Washingtonê ve hêsan kir û ji aliyê din ve jî dengên ku red dikirin ku kurdan terk bikin, asteng kirin. Ji ber vê yekê, cudahiya fermî ya Washingtonê bêtir li ser “parastina kurdan”sekinî, ne li ser parastina hevkarê xwe HSDê.
Ev nêrîn di reşnivîsa “Qanûna Rizgarkirina Kurdan”de jî hate dîtin, ku Lindsey Graham gef xwar ku heke Şam şer bidomîne wê pêşkêşî meclîsa amerîkî bike. Herwiha, têkiliyên Trump bi El-Şeri re û bi heman awayî bi cîgirê wî JD Vance re jî ji bo çareserkirina nakokiyên Şam û kurdan bi rêya diyalogê hatin bikar anîn.
Fişara amerîkayî, di gel faktorên din, alîkarî kir ku şerekî mezin û giran ku dibe ku ji bo hurdan û herêmê wêranker be, bêbandor bibe û rê li ber derketina holê ya têgiha “entegrasyonê” di navbera saziyên leşkerî û sivîl ên Rêveberiya Xweser û saziyên dewletê de vekir. Kesên ku peymana 29ê çile ya nehatî weşandin îmze kirine dizanin ku her hesabkirinek şaş ji hêla Şam û HSDyê ve dikare encamên xirab hebin. Ev entegrasyon, ku ji hêla blokên kurd û ereb ve rêzgirtina têrker nagire, dibe ku dûrtirîn rêya ku her du aliyên peymana 29ê çile dikarin biçin be.
Tiştê girîng di her xwendineke tiştên ku ji destpêka vê salê ve qewimîne de ev e ku rêveberiya Trump di pêkanîna vekişîna dijwar de piştî sê rêkeftinên li pey hev serkeftî bû: Misogerkirina ku Îran careke din li Sûriyayê xuya nebe, vekişîna beşî ya Washingtonê ji şerê li dijî DAIŞê û parastina navendên ragirtinê yên şervanên xwe û misogerkirina pêşeroja kurdên Sûriyayê û rizgarkirina wan ji çena tunekirinê û bidawîkirina bernameya hevkariyê bi HSD re. Dibe ku mifteya serkeftina Trump di xilasbûna ji barê dosyaya Sûriyayê de, ku ew hez nake tê de kûr bibe, di rolên ku Tom Barrack wekî “komîser” û çavdêrê siyaseta Washingtonê li çar welatan bi hev re lîstiye de ye: Tirkiya, Iraq, Sûriya û Lubnan, ango destwerdana karûbarên bi tevahî nêzîkî 160 mîlyon kesan ku niştecihên van çar welatan in bi hemî nakokiyên wan ên navxweyî û ev hemû berî bidawîbûna erkên wî wekî nûnerê taybet ê Sûriyayê.
Hêjayî gotinê ye ku Trump ji Sûriyayê xilas bû, ku hewesa wî ya destpêkê û dibe ku qaşo, ji bo wê kêm bûbû. Li gorî du serdemên wî yên di desthilatdariyê de, ew ne alîgirê mayîna tê de an vegera wê di tu şert û mercan de ye. Ji ber vê sedemê, divê tu partiyek navxweyî ya Sûriyayî an herêmî Trump neçar neke ku vegere wê, ji ber ku ew hîn jî “qûm û xwînê” temsîl dike ku ew jê nefret dike, an jî bi gotineke din, ji ber ku ew di warê veberhênan û petrolê de li gorî tercîhên wî nîne.







