• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

Nîgarê li ser dîwar ên serokê ketî û malbata wî li Şamê / AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Samî El-Keyal

Made bi erebî jî heye العربية 

Analîzeke civakî û aborî li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê belav bûye ku sedema wê bi siyasetên “neoliberal”yên Beşar Esed û tîmê wî yê hikûmetê girê dide. Li gorî vê nêrînê, ev siyaset digel hişksaliyên dijwar,  bûn sedema teqîneke civakî ya mezin li gundewarên Sûriyeyê. Ev teqîn ku bi demê re rengê çekdar û mezhebî girt û di dawiyê de Esed û rejîma dewleta wî hatin rûxandin

Ev analîz bi gelemperî xwe dispêre daneyên rast û hejmarên ku kêmbûna piştgiriya hikûmetê ji bo çandiniyê nîşan didin, bi taybetî jî piştgiriya mazotê ku ji bo çandiniya avdanî ya Sûriyeyê bingehîn bû. Herwiha, behsa koçkirina sedhezaran ji gundan di deh salên sedsala 21an de dike û sedema vê koçberiyê jî ji ber ziwabûn û kêmbûna berhemên çandiniya gundan bû û li derdora bajarên mezin herêmên belengaz ava kirin.

Her wiha, çîneke sermayedar a nepotîst ku ji tora ewlehî û bazirganî ya dorhêla malbata Beşar Esed û malbata jina wî pêk hatibû, dest danîbûn li ser beşên sereke yên aboriya Sûriyeyê û li ser hesabê belengazbûna gelê Sûriyeyê dewlemend dibûn. Di heman demê de, vekirina aborî ya bê hesab, bi taybetî li hember Tirkiyeyê, bû sedema hilweşîna gelek pîşesaziyên kevneşopî, nexasim li herêmên gundewarên Şamê.

Tevî ku cotkar di destpêka sedsala 21an de, êdî ne wekî çîneke sereke li Sûriyeyê dihatin dîtin û di sala 2010an de rêjeya wan %17ê dernas nedikir, alîgirên vê analîzê dibêjin ku kêmbûna piştgiriya hikûmetê û hişkesaliyên li pey hev ne tenê bandor li cotkar û kesên ku di çandiniyê de dixebitin kir. Lê belê bandor li tevahiya hawirdora gundewarî û nîv-gundewarî ya welêt jî kir, ku bi malbatên xwe yên berfireh, eşîr, wefadarîyên eşîrî û têkilîyên dilsozî û girêdayîbûnê, her gav li welêt pir bi bandor bûye ji alîyê siyasî ve.

Li gorî vê dîtinê, gundewar ji bo mezinbûna nehevseng a bajaran û ya ku bi navê “Sûriya bikêrhatî”dihat binavkirin hate paşguhkirin û di encamê de çîneke parazît û ya bi ser desthilatê derket holê. Dema ku mirov li nexşeya xwepêşandanan û paşê ya şerê binêre, diyar dibe ku tevger yekem car li parêzgehên sereke yên çandiniyê wek Deraa, Dêrazor, Idlib û Hema derket bû.

Ev hemû bi polîtîkayên piştgiriyê yên serdema Hafiz Esed re tê hevûrkirin, ku Hafiz Esed polîtîkayên xwe li ser bingeha “peymaneke civakî”ya nepenî di navbera dewlet û gundewarên Sûriyeyê de ava kiribû. Di wê demê de, dewletê piştgiriyeke mezin ji bo çandiniyê dida, berhemên stratejîk bi bihayekî ji bihayê bazara cîhanî bilindtir dikirin û derfetên kar di saziyên sivîl, artêş û dezgehên ewlehiyê de ji bo ewladên cotkaran vedikir. Armanc ji vê yekê ne tenê piştgiriya aborî bû, lê di heman demê de avakirina têkiliyên nû yên bindestiyê bi dewletê re bû.

Bi vî awayî, bi taybetî cotkarên genim, pembû û zeytûnê geş bûn. Di heman demê de, ji bo her parêzgeheke çandiniyê cûreyek parvekirina bêdeng a rolên ewlehiyê çêbû; ango her parêzgehekê di nav polîsan de cihê xwe hebû, ya din di nav yekîneyên taybet de û ya din jî di dezgehên ewlehiyê de. Ev sîstem li ser bingeha girêdanên herêmî  dimeşiya, herçendî wekhevî di nav koman de peyda nedikir jî, lê bi rêya belavkirina kirêgirtiyan, rêvekirina li pêşîya hîn erkan û bihêzkirina torên xerîdar ên herêmî, ji bo piraniya wan asta herî kêm a berjewendiyê misoger bike.

Ev yek ne tenê sîstemek gendelî bû, tevî ku derfetên mezin ji bo gendeliyê jî diafirand, lê di bingehê xwe de sîstemek bû ji bo rêvebirina desthilatê. Rejîm bi vê rêbazê hewl dida bingeheke civakî ya berfireh ji bo xwe ava bike, kirêgirtiyan belav bike û dilsoziya komên tund ên ku hêza sereke ya wê pêk dianîn biparêze. Ev kom jî di şerên navxweyî û derveyî de li kêleka rejîmê bûn.

Ev tişt bû ku dikare wek “dewleta cotkaran ya Esedî”were pênasekirin, ku ne tê wateya ku cotkar desthilatdarî bi dest xistibûn, lê belê ew ketibûn nav têkiliyek girêk bi dezgehên dewletê re. Ev dezgeh jî ji aliyê elîtek leşkerî, ewlehî û siyasî ya bi kokên cotkar in dihate rêvebirin. Vê elîtê têkiliyên kevneşopî yên cotkarî jinûve li ser bingeha dilsoziya ji bo dewleta Baasê ava kiribûn.

Di heman demê de, rêjîmê xwe bi îdeolojiyeke “pêşverû”ya nerm nîşan dida, ango îdeolojiyek ku bi baviksalariya gundewarî û olbaweriya herêmî re lihevhatî bû, bi taybetî piştî komkujiya Hemayê ya 1982an. Herwiha, ew li ser mijarên neteweyî radiwestiya, wekî doza Filistînê, piştgiriya tevgerên rizgariyê li herêmê û dijberiya kolonyalîzm û emperyalîzmê. Li gel vê yekê, beşdarî bilindkirina asta perwerdeyê, çanda giştî û peydakirina asteke herî kêm ji xizmetên civakî û tenduristiyê.

Lê ev hemû ji dawiya serdema Hafiz Esed, nemaze di salên 1990î de, dest bi guhertinê kir. Dewletê hêdî hêdî ji “peymana civakî”ya xwe bi gundewarê re dûr ket, çînên nû û berjewendiyên nû çêkir û piştgiriya wan kir. Heta ku ev meyl di serdema Beşar Esed de gihîşt asta xwe ya herî bilind.

Ji aliyekî din ve, çînên kevneşopî yên bajar ـ ji bazirganan, pîşesazan û oldarên kevneşopî pêk tê ـ di destpêkê de bi hêdî hêdî ketin nav hevpeymaniya Esedî. Lê bi demê re ew bi temamî bûne girêdayî Esed û jê sûd wergirtin û hewl dan ku cihê xwe di nav wê de bihêz bikin.

Bi hevdemî re, van koman bi çîna dewlemendên nû re ـ ku di serdema Beşar Esed de derketibû ـ an hevkarî kirin an jî bi wê re hevpeymanî avakirin. Wekî encamê, berî şer û di qonaxên wê yên destpêkê de, ew bûne yek ji bingehên sereke yên piştgiriya rejîma Esed.

Tevî xurtbûna vê dîtinê û têgihîştinên giştî yên ku dîroka Sûriyeyê tenê wek pevçûnek sade ya mezhebî û etnîkî an jî wek nakokiyek di navbera “zordarî”û “azadiyê”de dibînin derbas dike, lê çend rastiyên tecrubekirî heta radeyekê gumanê li ser wê çêdike.

Ya yekem, tu delîlên xurt nîşan nadin ku nifûsa koçber a ji ber hişkesaliyê û rakirina alîkariyên dewletî, di destpêka xwepêşandanên Sûriyeyê de roleke bingehîn lîstine, herwiha daxwazên cotkarî ـ bi giştî ـ ne bi awayekî zelal an sembolîk di nav nehatine dîtin.

Ya duyemîn, raporên aborî yên navdewletî rewşek tevlihevtir nîşan didin: Sûriye berî 2011ê ji aliyê aborî ve qet nehatibû rûxandin. Di vê çarçoveyê de, li gor Banka Cîhanî di sala 2011an de, di bin şertên hêza kirînê de, para serê kesî ji hilberîna navxweyî ya giştî gihîşt asta herî bilind a dîroka welêt, ku bi nêzîkî 6000 dolar hate texmînkirin. Ev yek bi rêjeyên mezinbûna aborî yên di navbera 3% û 5% de di dehsalên yekem ên serdema Beşar Esed de re têkildar bû. Ev nîşan dide ku di wê demê de beşek mezin ji Sûriyeyan dikaribû ji nifşa berê zêdetir bidin û bixwin.

Lê beramberî wê, hejariyê di navbera 2004 û 2007an de zêde bû û gihîşt nêzîkî 35%,  bi taybetî li herêmên rojhilat û bakur, ku li wir şertên jiyanê zêdetir dijwar bûn. Li beramberê vê, li Şam û gundewarên wê hejariyê kêmtir bû, lê ew herêm jî roleke girîng di xwepêşandan û şerê Sûriyeyê de lîstin.

Herwiha, Deraa ya ku xwepêşandan lê hate destpêkirin ـ ne di nav herêmên herî xizan an herî têkçûyî de bû. Homus û Banyas jî rewşek bi heman rengî hebû û ev herêm ji ber şertên civakî û têkiliyên herêmî zû ketin nav şideta civakî, ku bi hevrûkirina herêmên bakur-rojhilat ên ku herî zêde ji hejariyê bandor bûn.

Dibe ku pêdivî heye di têgeha “şerê cotkaran” de guhatin çêbibe, da ku tenê bi têkçûna hilberîna çandiniyê an jî feqîrkirina cotkaran û jîngeha wan a gundewarî ve sînordar nemîne. Ew divê berfirehtir û kêmtir sade were dîtin.

Ji berk u şerê xwînî yê li Sûriyeyê ne tenê xwepêşandanên rasterast li dij bikaranîn an jî paşuhkirina herêmên dîyarker bûn û ne jî serhildana cotkar û karkeran bû ku ji ber tengavbûna jiyanê rabûn. Di heman demê de, ne ji ber alozîyeke aborî jî bû, lê belê encama guhertina modela rêveberiyê bû, hilweşîna koalîsyon û hevpeymanên wê û hilweşîna “peymana civakî”ya nepenî û tevahiya sîstema rêveberiyê, belavkirina dahatê, rêxistina klîkên desthilatdariyê û têkiliyên dilsozî û bindestiyê ji hev ketine. Ev serhildanek li dijî rejîma El-Esed bi xwe ye, ji hundir ve, ku ne komek daxwazên zelal girtiye ser xwe, ne jî alternatîfek xwestî diyar kiriye, heta bi lêdanên fireh jî, ji bilî daxuyaniyên nezelal ên li ser “azadî” û heqaretên bêdawî yên li dijî El-Esed, malbata wî û rejîma wî. Dirûşmeyên serdest ew bûn ku bi tolhildana sembolîk li dijî rejîmê, seferberiya olî û vejandina nasnameya herêmî dagirtî bûn, dûv re dubarekirina dirûşmeyên kevin ên Beisê, lê bi tama îslamî û mezhebî, ji ber vê yekê slogana “Rêberê me heta hetayê serokê me Muhamed e” bûye cîgirê dirûşma “Rêberê me heta hetayê Hafiz El-Esedê pêbawer e.”

Dibe ku rastir be em bibêjin ev hilweşîna rejîma Esed ji hundirê xwe bû, piştî ku şiyana wê ya jinûve hilberandina pergala xwe winda kir. Hevpeymaniya wê ya kevn bi awayekî aloz hilweşiya û şervanên opozîsyonê yên çekdar ji heman herêman derketin holê ku berê jê re herî zêde leşker û dilxwaz ji bo hêzên leşkerî û ewlehiyê dihatin peydakirin, wek Deraa, Dêrazorê , Reqa û gundewarên Hema û Helebê.

Ev şer ne tenê di navbera serhildêran û dewletê de bû, lê di heman demê de di nav civakên herêmî yên li deverên di bin destê serhildêran de jî derket holê, ku xuya bû xwe dixwin û şahidiya tevliheviyek ji pevçûnên siyasî, olî, malbatî, eşîrî û partîkî dikin. Di van pevçûnan de, rûspiyên kevn ên gundan, çi bi hikûmetê re hevkarî kiribin çi dijberiya wê bikin, bi rêya tasfiyekirina fîzîkî, sirgûnkirinê, an jî hilweşandina rewşa wan a civakî û aborî hatin ji holêrakirin. Kesayetên nû derketin holê: Serokên milîsan, cîhadîst, serleşkerên şer û çete, ku piraniya wan ji malbat û gundên piçûktir bûn.

Dikare were gotin ku li gundewarên Sûriyayê derbeyek pêk hatiye, ku “gundewarên gundewarî” derketin holê. Lêbelê, ev ne serhildanek li dijî keysbaziya elîtên kevin bû, bo nimûne, ji ber ku ew di wateya rastîn de ne keysbazkar bûn. Berevajî vê, ew derketina holê ya torên nû yên dilsozî û bindestiyê bû, ku dikarîn xwe çekdar bikin, piştgiriya derve misoger bikin û bi aboriya şer geş bibin. Ev aborî wergirtina fînansmanê, keysbazkirina alîkariya mirovî, serdegirtin, talankirin, revandin,  qaçaxçîtî, bazirganiya kelûpelên qedexekirî, kontrolkirina deriyên sînor, sepandina bacan û çalakiyên din ên ku bi gelemperî wekî beşek ji aboriya tarî û sûcê rêxistinkirî têne dabeşkirin, dihewîne.

Gelo ev nîşanên şoreşek civakî – veguherînek radîkal a têkiliyên civakî – hildigire ku ji hêla çînên nû ve ku ji nav rejîma kevin derketine holê ve hatî kirin? Gelo derdora gundewarî, piştî serkeftina xwe, dikare ji torên milîs û federasyonên serleşkerên ku wê ava kirine derbas bibe û koalîsyonên civakî yên berfirehtir ava bike ku dikarin wekî bingeha dewletek nû xizmet bikin?

Derbeya gundewarî

“Gundewariya gundewarî” dikare wekî dever û komên ku li ser sînorên avahiya bingehîn a civakî-aborî ya rejîma El-Esed derketine holê, ne li derveyî wê an jî li dijî wê, lê wekî encama wê were pênasekirin. Van deveran gelek personel ji bo dezgehên ewlehî û leşkerî yên rejîma El-Esed peyda kirin, çi bi rêya xwebexşiyê an jî bi rêya leşkeriya neçarî. Bi demê re, di nav wan de aboriyek reş bi pêş ket – ango xebata bê rêkûpêk û pir caran neqanûnî – bi pejirandina bêdeng a rayedarên ewlehiyê, an jî bi tenê pevçûnên piçûk ji bo pêşîgirtina li gefên li ser pergala giştî. Vê yekê torên dilsozî û dilsoziyê afirandin û celebek olperestiya hişk a gundewarî di nav wan de belav bû, ku paşê bi hêsanî ji hêla cîhadîzma selefî ve hate dagirkirin. Endamên wê ji gund û malbatên piçûk in, ne hewce ye ku ji gund û malbatên mezintir xizantir bin, ne jî ji hêla wan ve werin keysbazkirin. Ew piştî şer bi saya karanîna çekan, wergirtina fînansmana derveyî û wêrankirina civakî ya giştî bilind bûn. Dûv re wê karekterek îdeolojîk a îslamî ya rêxistinkirî pejirand, piştî pevçûnên navxweyî yên tund emîr û zanayên olî yên xwe hilberand û karibû “pisporiya derveyî” ji şervanên biyanî bigire. Van koman pêşî elîtên gundan ji holê rakirin, dû re di nav salên şer de, di têkoşîneke dirêj de ji bo bandor û kontrolê, pêvajoyeke dijwar a rêzkirina navxweyî derbas kirin, ku tê de yê ku xwediyê bîrdoziya herî xurt, têkiliyên derveyî yên herî xurt û şiyana “rêvebirina mîna milîsekê” bû, bi awayekî wekî ku tê gotin, serketî derket.

Gelo “dundewariya gundewarî” çîn e, herêmek e, an avahiyek desthilatdariyê ye? Ev hemû bi hev re ne. Ew bêtir dişibihe torên tevlihev ku berjewendiyên mezhebî bi dilsoziyên herêmî, avahiyên milîs û îdeolojiya îslamî re di nav aboriya tarî û hawîrdorek şer de entegre dikin. Ev tor hêdî hêdî ji hawîrdor û têkiliyên xwe yên gundewarî yên resen veqetiyane, di çarçoveya mîrgehên şer û desthilatdariya nû ya li ser bingeha milîsan de dilsoziyên nû ava kirine. Torên “derdora gundewarî” ji cotkarên hilberîner pêk nayên; berevajî vê, ew bi wan re bêtir di nakokiyê de ne. Îro, em xwepêşandanên cotkaran li dijî biryarên rayedarên di bin kontrola milîsan de li Sûriyayê dibînin, ku êdî xema herêmên ku ew jê hatine jî nakin. Tê texmînkirin ku ev xwepêşandan li dijî xizaniyê û marjînalîzekirina ku ji hêla rejîma El-Esed ve hatiye ferzkirin werin kirin û armanca wan baştirkirina rewşa cotkaran bû.

Ji ber vê yekê, şerê Sûriyayê ne şoreşek civakî ya komên bindest an jî yên marjînalîzekirî bû, lê belê pêvajoyek jinûveavakirina desthilatdariyê di nav dezgehên leşkerî û ewlehiyê yên xerîdar de bû ku ji hêla rejîma El-Esed bi xwe ve di qonaxa xwe ya xwe-wêranker de hatiye afirandin. Ev pêvajoya hilweşînê heta roja îro jî berdewam dike, ji ber ku “gundewarên gundewarî” bajarên mezin û herêmên kêmneteweyên olî û etnîkî yên li gundan dorpêç kirine, welat xistine nav krîzek bêhempa. Piştî ku gundewarên sunî yên li Sûriyayê di encama şerê xwînî, talankirin û paqijkirinên navxweyî de bi tevahî wêran bûn, pêvajoyên “talankirin”, “zordestî” û “rêveberiya milîs û cîhadîst” dê niha li deverên ku ji van hemûyan bi nisbet ewle mane belav bibin. Ji ber ku rejîma El-Esed ket û alîgirên wê yên berê wekî ku qet tunebûn winda bûne û piraniya wan gotara “şoreş” û “azadiyê” pejirandine, her çend bi durûtî be jî, îro hêzek rêxistinkirî tune ku bikaribe bi van hemûyan re rû bi rû bimîne. Zextên ku ji aliyê milîs û cîhadîstan ve têne kirin, talankirin, xizankirin, îslamîzekirin, desteserkirin, wêrankirina tiştê ku ji karakterê bajarî yê bajaran maye, û êrîşa sîstematîk a li ser kêmneteweyan bi îhtîmaleke mezin dê bibe sedema teqînên civakî yên bêrêkûpêk an nepêşbînîkirî, bêyî kumpasek siyasî an avahiyek rêxistinî hebe. Dibe ku ev teqîn bigihîjin astên tundûtûjiyê yên dijwar û karakterek nav-komî û nav-civakî bigirin, ne rasterast li ser desthilatdariya milîs a serdest be, ku dihêle ew van teqînan manîpule bike û sûdê ji wan wergire û bêtir talankirin û desteserkirinê bi dest bixe, ji ber ku ew bi geşbûna di atmosferek wiha de fêr bûye.

Nenavendîbûna qels

Di bin şert û mercên wiha de û ji hundirê van avahiyan de, behskirina “dewlet” an “hikûmetê” bêwate ye, ne hêjayî baldariyê ye. Em li vir ne bi projeyeke avahiyên sazûmanî yên kodkirî û çarçoveyên siyasî û civakî ji bo avakirina hevpeymaniyên berfireh re mijûl dibin, lê belê bi komek milîs, federasyonên serleşkerên şer, şêxên eşîran û kesayetên olî û têkiliyên xizmtiyê re mijûl dibin, ku hemî bi mekanîzmayên bi tevahî dijberî her têgihek dewletê dixebitin. Ew xwe dispêrin fermanên devkî, hevsengiyên çekdarî û ragihandina nefermî û bê belge bi rêya sepanên wekî Telegram û WhatsAppê. Ew ji her mantiqeke qanûnî ya hevgirtî dûr dikevin, her çend ew di berjewendiya wan de be jî, ji ber ku hebûna metnên referansê û çarçoveyên normativ dê nermbûna wan û rêbazên wan ên asayî yên ferzkirina serdestiya xwe sînordar bike.

Di nav “gundewariyên gundewarî” de, îhtîmala desthilatdariya navendî, yekdestdariya li ser tundûtûjiyê, qanûnên yekgirtî, çarçoveyên sazûmanî, siyasetên civakî, an peywirên xizmetguzariyê tune. Armanca herî bilind rêveberiya li ser bingeha milîsan e, ango avakirina rêxistinên leşkerî û ewlehiyê ji bo milîsên serdest. Ev yek dihêle ku ew rêzên xwe yên navxweyî birêxistin bikin, hevgirtina xwe misoger bikin û bi kêmtirîn pêbaweriyê, bi saziyên siyasî û leşkerî yên derveyî re têkilî daynin û hevrêz bikin. Ev yek wan saziyan qanih dike ku ew ji çeteyekê bêtir bi wan re mijûl dibin. Bi gotineke din, ev “rêveberî” di danûstandinên wan ên bi cîhana derve re rewatiya fonksiyonel dide milîsan, dihêle ku ew statuya rêveberiyek de facto ya bihêz bi “xwendinê” bi dest bixin. Ev tê vê wateyê ku ew ji bo cîhana derve dibin hebûnek naskirî, ku dikarin werin kategorîzekirin, pê re mijûl bibin û bi wan re danûstandinan bikin, ne tenê hebûnek ne diyar û kaotîk.

Ev hemû dibe sedema nenavendîbûneke de facto, ji ber ku serwerî di navbera hejmareke mezin ji serleşkeran de tê dabeşkirin, ku têkiliya wan bi milîsên herî bihêz ên serdest re bi nîşandana dilsoziyê û beşdarbûna di hewldana şer de sînordar e dema ku “bangek ji bo çekan” an “seferberî” tê ragihandin. Qanûndanîn di navbera şîroveyên şêxan û daxwazên mîran de tê belavkirin, di heman demê de fonksiyonên civakî ji “rêxistinên nehikûmî” û “înîsiyatîfên mirovî” re têne şandin, bi garantiya kontrola li ser herikîna fonan ji derveyî welêt, ku piştrast dike ku milîsên serdest para xwe ya bingehîn di wan de heye. Di vê navberê de, hebûnên dewleta serwer ji şirketên ku bandora welatên herêmî û biyanî temsîl dikin re têne firotin, di bin navê “taybetkirin” an “tesfiyekirina hebûnan”. Ev nenavendîbûn ne bi destûrî hatiye destnîşankirin û ne jî bi siyasî hatiye naskirin, lê belê encamek avahîsaziyê ya serweriya “derdorên gundewarî” ye. Ew ne heq dike ku statuya dewletekê, an jî pergalek siyasî be (ku li ser komek hêman û prosedurên girêdayî û yekgirtî ye, xwedan aramiya operasyonel û peywirî ya nisbî ye û dikare xwe hilberîne). Bê guman, ew nikare wekî “dîktatorî” were binavkirin, û ne jî dikare bi despotîzma rejîma El-Esed re were berhevkirin. Em li vir bi rastiyeke cuda re mijûl dibin, her çend ew ji hilweşîna esedîzmê bixwe derketibe jî. Rejîma berê xwedî sazî, çarçove, qanûn, hevpeymaniyên berfireh, siyaset, peywirên civakî, çanda girseyî ya rêxistinkirî û vegotinek damezrandinê ya xurt bû, tevî hemî gendelî, hilweşîn, tepeserkirina xwînî, têkçûnên avahîsaziyê û qeyranên xwe û girêdayîbûna xwe bi pergalek kronîzmê û torên nefermî yên xerîdarî û bindestiyê.

Di pratîkê de, ne mimkûn e ku meriv ji vê celeb hikûmetê daxwazan bike, an jî hêvî bike ku di nav wê de her cure beşdariya siyasî hebe, ji ber ku ew bi ti awayî çarçoveyeke siyasî tuneye. Ne jî mirov dikare hêvî bike ku ew “qonaxa xwe ya veguhêz” temam bike û bigihêje statuya dewletekê, ji ber ku ew bi bingehîn li ser domandina statuya xwe ya îstîsnaî, bê sînorkirin ji hêla qanûnê ve, wekî formeke serweriyê ya bi tevahî perçebûyî û nenavendî, bê fonksiyon an berpirsiyariyan e. Dibe ku tenê rêya çareserkirina wê ev be ku meriv hewl bide xwe ji wê biparêze û qadên hevgirtina civakî yên ku dikarin xwerêveberiyê bikin, li hember torên ku tenê ji bo hilweşandina her tiştê civakî hene, ava bike.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN