• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”

Meşeke hevgirtinê li Qamişloyê bi elewiyan re li dijî kampanyaya ewlehiyê li ser peravê di adara 2025an de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Ristem Mehmûd

Made bi erebî jî heye العربية

Di destpêka sala 2007an de, nivîskar û weşangerê ermen/tirk Hrant Dink li Stenbolê hate kuştin. Piştî çend rojan, tekane tiştê ku dewletê di çarçoveya erkên xwe yê yên giştî de kir, polîsan ciwanek bi navê Ogun Samast girt û îdîa kir ku ev bûyera kuştinê  kiyareke cînayî ye.

Piştî bûyerê bi 15 salan, hêdî hêdî toreya vê sûcê eşkere bû. Her tişt nîşan dida ku ev bûyer ne tenê kiryarekî sûcî ya ferdî bû, lê encama atmosferek giştî bû ku tê de nefret li hember ermeniyan bi awayekî berdewam tê çêkirin û xurtkirin.

Di wê hawîrdorê de, ermenî bi gelemperî wek dijmin û hêzên gumanbar têne nîşandan û her dem nîyet û armancên wan ên siberojê û helwestan wan ji tirkan, bi gûman dihatin nirxandin. Ev helwesta giştî ne tenê ji aliyê hîn kesan, lê belê ji aliyê saziyên dewletê, medyayê, xîtabên partiyên siyasî û rêberên raya giştî ve bi awayekî berdewam hatiye xurtkirin û parastin, bi mebesta ku wê bi berdewamî bikin meseleyeke heyî û gur di raya giştî, bi rêya  tijîkirina raya giştî bi gotegotên li bara ermen û komikên gelêrî, siyasî û çandî.

Di heman demê de, bi salan e, hîn saziyên siyasî û ewlehiyê bi awayekî hevaheng xebitîn da ku kesên ku rasterast beşdarî kiryarên tundûtûjiyê bûne, bêne parastin û bê ceza bimînin.

Hrant Dink ne tenê qurbana van taybetmendî û mekanîzmayan bû. Her ermeniyê li Tirkiyayê bi awayekî berdewam rastî binpêkirina mafên xwe û kêmkirina hebûna xwe di qada giştî de dihat. Ji ber vê yekê, ew ji hemwelatiyên din kêmtir hesta ewlehî, nirx û parastinê hîs dikirin.

Ev rastî di xebata nivîskar û dîroknasê lubnanî/ermenî Viken Şetiryan de bi awayekî analîz, di pirtûka wî “Bîrînên vekirî: ermenî û tirk di sedsalek genosîdê de”, hatiye ravekirin.

Wek ermeniyan, hemû komên din ên ku ji navenda hêz û desthilatdariyê dûr bûn – kurd, ereb, elewî, Laz, suryanî, yewnanî û yên din – jî bi awayekî domdar hesta ewlehiyê wan di qada giştî de lawaz dibû. Ev kom hemû di bin bandora rewşek civakî û siyasî de dijiyan ku tê de navenda desthilatdarî bi awayekî rasterast an nerasterast hesta ewlehî ya wan kêm dikir.

Sûriyaya îroyîn ji vê rewşê pir ne dûr e, herçendî hêjî di qonaxên destpêkê de be ku bingehek nû ya yasayî, sazî, medyayî, ewlehî û aborî ava dike û di serî de jî ramanek îdeolojîk ku van hemûyan biparêze.

Desthilatdariya nû dixwaze kêmneteweyên neteweyî, olî û mezhebî di nava civaka Sûriyayê de wek aliyekî sûcdar an jî wek xeterek ji bo civakê were dîtin. Di heman demê de jî, hewl tê dayîn ku bingehên civakî yên alîgirê desthilatê ji aliyê derûnî, siyasî û rêxistinî ve amade be ku dema pêdivî bikeve nav rûbirûbûn û şer li dij van koman bike.

Ev hemû bi awayekî nepenî li gorî daxwaz û berjewendiyên navenda desthilatê dimeşe, her çiqas ku bi awayekî fermî an qanûnî eşkere nayê gotin, lê di pratîk û gotûbêja siyasî de bandora wê bi zelalî dîyar dibe.

Sûriya di mehên dawî de destpêka van rewşan bi awayekî eşkere dîtiye. Dîmenên ku belav bûn, hem bûyerên li herêmên peravê û Siwêdayê, hem jî êrîşên li ser sivîlên kurd li Efrîn û Şehbayê ya li bakurê Helebê  û gelek bûyerên biçûk li deverên din derketin holê ku hemûyan heman atmosfer û rêbaz nîşan didan.

Raporên lêkolînê yên Neteweyên Yekbûyî jî têkiliyên di navbera kesên ku van kiryaran kirin, torên piştgiriyê, xîtaba siyasî û navenda bingehîn a desthilatê de, aşkere kirin. Herwiha, rola  kes û komên li dora desthilatê di afirandina vê atmosfêrê de jî diyar bû.

Ev rêbaz bê guman dikare di siberojê de bêtir xurt û rêxistinkirî bibe, bi taybetî ger ev desthilatdarî xwe baştir bi cih bike. Wê demê dê sazî, qanûn û amûrên ku kesên têkildar diparêzin çêtir ava bibin û bi hêza siyasî û darayî ya zêdetir van kiryaran bêtir berdewam bikin.

Herwiha, di Sûriyeya îroyînê de û dibe ku di demên bê de jî, heta ku ev şêwazê desthilatdariyê berdewam bike, zehmet e ku sûc û kiryarên wiha wekî kiryarên kesekî tenê an jî wekî û xweber hatinbe pêkananîn, bên dîtin.

Dema ku rayedarên Tirkiyayê di rojên yekem ên sûcê de hewl dan bûyerê wekî kiryareke ferdî nîşan bidin, Fayîq Ogûn apê Samast di medyayên opozîsyonê de axivî û got: “Kurê birayê min Stenbolê baş nas nake, ew çawa dikare di 17 saliya xwe de bi tena serê xwe ev qas tiştan bike?”.

Ev hemû tişt ji bo Sûriyayê jî derbasdar in. Eşîr, komên çekdar û kesên takekes bi xwe nikarin li derveyî deverên xwe tevgerên mezin pêk bînin, ji ber ku bingeha wan zêdetir li ser hevgirtin û têkiliyên civakî ava bûye, ne li ser biryar û planên siyasî yên serbixwe.

Ji ber vê yekê, pir caran paş van tevgeran aliyên xurtir hene ku rêberî, piştgirî û armancên siyasî didin wan. Desthilatê di mehên borî de hewl da xwe wek aliyekî bêalî nîşan bide, wek ku ew ji bûyeran agahdar nebûye an jî tenê dixwaze navbera aliyên Sûriyeyê de aramî çêbike.

Lê rastiyên li ser erdê berovajî vê yekê nîşan dide. Gelek delîl derketin holê ku paş gelek bûyeran bingeheke rêxistinkirî heye ku tiştan û wan birêve dibe û ew xwedî armancên siyasî ne.

Piştî kuştina nivîskarê ermenî Hrant Dink bi demekê, rayedarên Tirkiyayê Yasîn Hayal û Erhan Tunçel bi tewanbariya beşdarbûna di sûcê de girtin. Yasîn Hayal berê jî bi dosyaya hewldana bombekirina xwaringeheke McDonalds li Trabzonê li ser Deryaya Reş, hatibû naskirin.

Erhan Tunçel jî xwendekarek li Zanîngeha Teknîkî ya Deryaya Reş bû, lê di heman demê de di nav komeke ciwanan a girêdayî partiya neteweperest û tundrew de roleke wî ya çalak hebû.

Hayal lixwe mukir hat ku ew ciwanê ku sûc kir teşwîq kiriye û Tunçel jî got ku çek dabû destê wî. Herçendî partiyê hewl da xwe ji her têkiliyê bi plansazî an rêberîya rasterast a bûyerê dûr bixe, lê nikarî şirove bike ka çima Hrant Dink û gelek kesên navdar ên ermeniyan li Tirkiyeyê hema her roj gef li dij wî dihatin kirin.

Balkêş ew bû ku piraniya van gefan ji aliyê kesên girêdayî bi heman partî an jî komên ku xwedî heman hizr û rêbaza neteweperest bûn, dihate şandin.

Herwiha partî di nirxandina xwe ya li ser retorîka xwe ya navxweyî de, ku bi gotinên nefretê û handana li dijî kesên li derveyî hikûmeta navendî tijî ye, têk çû, bi bandor wê wekî “pratîkek normal” bihesibîne, an jî rasttir, pesnê xwe dide û wekî amadekariyek giyanî, îdeolojîk û rêxistinî ji bo parastina “neteweya tirk” dabeş dike. A herî balkêş lêpirsînên medyayê bûn ku piştî demeke dirêj derketin holê û eşkere kirin ku Tuncel sîxurê veşartî yê polîsê Trabzonê bû, bajarekî li bakurê Tirkiyayê ku wekî “keleha neteweperestan” tê hesibandin.

Piştî çend mehan, dozgerê dozê Ehmed Şukçinar got ku Ogun Samast lixwe mukir hatiye ku Hrant Dink kuştiye, lê li gorî gotinên wî, sûc bi sedemên kesane hatiye kirin, ne ji aliyê rêxistineke taybet ve. Herwiha dozger got Samast ji kirina xwe tu poşmanî nîşan nede.

Samast di daxuyaniya xwe de got ku ji ber ku Hrant Dink “heqaret li Tirkan kiriye”, ew kuştiye. Lê ev gotin gelek pirsan derxist holê. Ciwanek ku salan berê dev ji xwendinê berdabû û madeyên hişbirê bikar tanî, çawa dikarî nivîsên nivîskarekî wek Hrant Dink bişopîne û wan fêm bike? Ew dikare çi mekanîzmayan bi kar bîne da ku diyar bike ka çi wekî “heqaret li tirkan” tê hesibandin? Tevî pabendbûna tevahî ya nivîskarê ermen ji bo dûrketina ji her gotûbêjeke pevçûnî bi hişmendiya neteweyî ya tirk re û banga wî ya domdar ji bo avakirina têkiliyek saxlem û avaker di navbera tirk û ermenan de di roja îro û pêşerojê de.

Di nîvê sala 2007an de,  dezgehên ewlehiyê yên Tirkiyeyê toreke nepenî di nav saziyên dewletê de eşkere kirin. Ev tor، ku jêre tê gotin “Ergenekon”, xwedî hizrekî neteweperest û tund e û bi şêwazekî leşkerî û ewlehî hate rêxistinkirin.

Di mehên piştre de, belge û agahdariyên derbarê vê torê yek bi yek derketin holê. Belgeyan nîşan dan ku çawa ev tor di gelek dosye û bûyerên girîng ên welêt de roleke mezin dilîze, bi taybetî di wan karan de ku endamên wê bawer dikirin ku dewlet bi awayê fermî nikare wan bike.

Lê ya herî girîng ev bû ku Ergenekon ne toreke ku tu kes ji wê agahdar nebe bû. Gelek kesên di nav dezgehên ewlehî, dadgehî û siyasî de hebûna wê dizanibûn û di navbera wan de cûreyek bêdengî û lihevhatin hebû. Ev yek bi wê rastiyê tê îspatkirin ku piraniya serokên wê efserên berê yên leşkerî, ewlekarî û siyasî bûn ku di karûbarên siyasî û leşkerî yên Tirkiyayê de xwedî bandor û rolek bûn.

Lêpirsîn nîşan dan ku di navbera tora Ergenekon û kuştina nivîskarê Ermenî Hrant Dink de girêdanek heye. Belgeyên ku hatin eşkerekirin destnîşan kirin ku endamên malbata Dink jî ji aliyê vê torê ve hatibûn hedefgirtin, heta ku yek ji efserên payebilind hewl da leşkerek bi 300 hezar lîreyên Tirkî (nêzîkî 200 hezar dolar) dane ji bo pêkanîna kuştinê, lê leşker vê pêşniyarê red kir û raporek li dij  wî pêşkêş kir.

Lê ya balkêş ev bû ku di cotmeha 2007an de “dosyeya Tunçel”ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hat rakirin an jî windakirin bi îdiaya ku ew “razên dewletê”ye. Herwiha, dezgehên ewlehiyê red kirin ku dosye bidin dadgehê. Tunçel jî wek girêdana girîng di navbera tora Ergenekon û kesê ku sûc pêk anî de tê dîtin.

Her tiştê din di pêvajoya lêpirsînê de hevkariya dewletê, rêberîkirin û parastina sûcdaran eşkere kir. Karbidestekî payebilind ê îstîxbaratê ji nişka ve ferman da ku 48 rûpelên raporên lêpirsînê bêyî tu ravekirinek werin jêbirin. Dema ku parêzerên malbatê qeydên telefonê ji cihê sûc xwestin, şîrketên telekomunîkasyonê hebûna tu bircên mobîl li herêmê înkar kirin, tevî vê rastiyê ku piraniya niştecihan xwediyê telefonên desta bûn. Hin ji efserên ku “wêneyên bîranînê” bi sûcdar re kişandin dema ku ew gihaşt navenda binçavkirinê, paşê ji bo postên bilind hatin erkdarkirin. Şeş sal şûnda, şahidekî nepenî agahî da ku yekîneya taybet a Cendermeya Tirk, JITEM, di sûc de beşdar bû, lê tu tedbîr nehat girtin. Piştî 2014an, îdiayên ku Tevgera Fethullah Gülen di sûc de têkildar dikin derketin holê, lê ev tenê çend meh piştî pevçûna siyasî ya di navbera Serok Erdogan û tevgerê de di dawiya 2013an de hat û tenê piştî ku endamên tevgerê skandalek mezin a gendeliyê ya ku kurê Serok Erdogan (wê demê Serokwezîr) û endamên kabîneya wî tê de bûn eşkere kirin. Çar dozgerên giştî ji karên xwe hatin sekinandin û ji karên xwe hatin dûrxistin û du polîs, her du jî endamên komê, ji ber zanîna wan a ji komployê û eşkerenekirina agahiyên ku di destê wan de bûn, bi hevkariya di sûc de hatin tawanbarkirin. Di sala 2020î de, efserekî berê yê îstîxbaratê ku şahidê dozê bû, hat kuştin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz hilbijart û di sala 2010an de biryar da ku rayedarên tirk bi negirtina tedbîrên pêşîlêgirtinê û bi nehesibandina polîsan ji ber xemsariya wan, mafê jiyanê yê Hrant Dink binpê kirine.

Gelo di van hemûyan de tiştek heye ku bi bûyerên çend mehên borî yên li Sûriyayê re nakok be?

Li ser rûyê erdê, dewleta Tirkiyayê peywira xwe ya giştî ya tevahî – girtin, lêpirsîn û darizandin – pêk anî, lê di rastiyê de, ew zemînek berhemdar bû ku hemî kiryarên marjînalîzekirin, nefret û tundûtûjiyê yên li dijî kesên li derveyî hikûmeta navendî pêk anîn lê kok girtin. Bûyera ku nivîskar Hrant Dink tê de bû tenê nîşanek û eşkerekirina tiştê ku bi dehsalan ve hatibû avakirin bû, çi bi awayekî objektîf, ji avahî, rêzikname û fonksiyonên saziyên dewletê derketiba, an jî bi awayekî subjektîf, bi rêya kiryarên endamên elîta desthilatdar û kesên bi bandor di nav avahiya hikûmetê de, di medyayê, artêşê, perwerdehiyê û îdeolojiya fermî de.

Wekî din, van dînamîkan aliyek fonksiyonel hebû, ku di hişmendiya kesên berpirsiyar ên dewletê de hebû, ku bi xwe bi erkê “parastina hebûnê” hatibûn spartin. Van kesan, mîna bêhejmar kesên din li çaraliyê cîhanê, bawer dikirin ku pêşniyarkirin û pêşvebirina hebûna “dijminekî navxweyî yê veşartî” dê bibe alîkar ku hevgirtina di navbera çînên civakî, herêmî û îdeolojîk ên welêt de zêde bibe û di encamê de nasnameyek neteweyî ya navendî biafirîne. Li Sûriyayê îro û bi îhtimaleke mezin heta di pêşeroja wê ya pêşbînîkirî de jî, ew ê gelek ji vê hebe, wekî ku ji hêla serdestên nû, “elît” û alîgirên wan ên derdora wan û celebê îdeolojî, gotar û hişmendiya siyasî û civakî ya ku ew li dora wan disekinin û ji raya giştî re belav dikin ve tê nîşandan.

Gavên herî girîng û mezin di vî warî de avakirina “saziyên dilxwaz” e, bi taybetî di sektorên perwerde, edalet, medyayê û ewlehiyê de. Ev tiştê ku naziyan di rojên xwe yên destpêkê de kirin, bi hev re kirin û kontrolkirina cûrbecûr komeleyên pîşeyî, saziyên edaletê, hêza polîsan, îdeolojiya artêşê û gotara medyayê di nav tiştê ku wan jê re digotin “Lîgên Sosyalîst ên Neteweyî” de, nîşan dide. Ev sazî hatine sêwirandin ku li gorî hewcedarî, fonksiyon û armancên rejîma nazî û hemî kesên di nav qada bandora wê de bin û bi wan re bin. Vê sazûmankirinê rê li ber normalîzekirina nefret û tundûtûjiyê li dijî civaka cihûyên alman vekir, ji ber ku wê hemî astengiyên li pêşiya çalakiyên weha rakirin, bi vî rengî tunekirina wan hêsan kir. Ew heta bû meseleyek erk û serbilindiya neteweyî, ne tenê raya giştî li ser xetên pêşdaraziyê, lê di heman demê de fîlozof û rewşenbîrên alman ên bi asta Martin Heidegger, Ernst Jünger, Alfred Rosenberg, Heinrich Linnaeus û Carl Schmitt jî kişand. Loma ne ecêb bû ku gotina navdar a Schmitt, “Siyaset, berî her tiştî, şiyana kifşkirina dijmin e,” bû dirûşma herî bilind a civaka nazî û dewletê.

Sûriyaya îro û pêkan e di pêşeroja pêşbînîkirî de, dê ji wê mentiqê dûr nekeve. Li gorî pêdiviyên fonksiyonel, adaptekirin û avakirina saziyan ne tenê ji ber îdeolojiya siyasî ya mezhebî ya serdestan pêk tê, her çend ev faktorek bingehîn be jî, lê di heman demê de ji ber hewcedariya rejîmên wiha bi saziyên bi vî rengî, ku çalakiyên ku ew dikin û xizmeta avahiya rejîma ku ew ava dikin, çi rasterast an jî bi rêya kesên di nav orbîta wê de, hêsan dikin û bexş dikin.

Bo nimûne, sîstema siyasî ya nû ya Sûriyayê nikare rewatiya demokratîk a rasterast bi dest bixe ji ber ku ew hewceyê komek rêgez û nirxan di nav avahiya dewletê û rêziknameya giştî de ye, wekî wekheviya zayendî, azadiya çapemeniyê û azadiyên sivîl – tiştên ku bi baweriyên wê yên bingehîn re nakok in, bêyî ku ew çiqasî wan înkar bike. Wekî din, demokrasî dê serdestan veguherîne “serdestên nisbî”, ligel rêzek herikîn, partî û heta herêmên ku bi fermî û eşkere li dijî serwerî û dewlemendiya xwe derdikevin. Ev sîstem dê nikaribe “rewatiya aborî” ya ku “elîta” derdorê bi bêhêvî dixwaze pêşve bibe bi dest bixe, ji ber ku Sûriya ne dewletek kirêdar a aborî ye û pêşveçûna teqîner di serdema piştî şer de hewceyê peymanek neteweyî ya berfireh e ku ji hêla her kesî ve tê qebûlkirin, tiştek ku ew ê qet nikaribin bi dest bixin. Heta rewatiya sînorkirî ya ku ji “destkeftina” wan a hilweşandina rejîma El-Esed hatî wergirtin jî bi demê re winda dibe, ji ber cûdahiya mezin di navbera hilweşandina rejîmek otorîter û îhtîmala avakirina pergalek ku dijberiya wê ye.

Ev ji her avahiyeke mezhebî ya kevneşopî cuda ye ku pergaleke siyasî li ser wê ava dibe, wek rejîma berê ya Sûriyeyê. Rejîma dawî nekarî mekanîzmayên nefret û tundûtûjiyê li dijî komên din ên etnîkî ava bike, dibe ku ji ber xwezaya hindikahî ya koma ku ew pê ve girêdayî bû û dibe ku ji ber ku wê ne gengaziya “xwedîkirina dewletê” nas kir, ku bi tevahî ji “hêza serdest” cuda ye. Di dawiyê de, dewleta Sûriyayê, di rastiyê de, “dewleteke sunî” ma.

Li gorî vê, ev rejîm dê rêyek bişopîne ku li ser avakirina bingehek navxweyî ya bihêz a rêveberiyê hatiye avakirin – civatek dilsoz û bindest ku hêza wê li ser hevgirtina eşîrî ya xwerû ye. Ev hewce dike ku wê bi dayîna mafê taybetî yê gihaştina avahiya rastîn a hêz û rêveberiyê, atmosferek serdestiya sembolîk li ser yên din bide endamên wê, bi vî rengî hesteke serdestiya otorîter di wan de biçîne. Wekî din, hemî gotar û sazî dê werin çêkirin da ku çalakiyên endamên vê “koma navendî” li dijî endamên “komên din” hêsan bikin.

Tiştek ji van ne abstrakt an xeyalî ye; ew rastiya rojane ya ku Sûriya di mehên borî de dijîn nîşan dide. Desthilata desthilatdar a li Sûriyayê îro bi hezaran sûcdarên ku di mehên dawî de li dijî sivîlên elewî û durzî sûc kirine re ne cuda ye ji ya ku rayedarên tirk bi kujerê nivîskar û lêkolînerê ermenî Hrant Dink û bi hezaran sûcdarên din re reftar kirine. Mînak: Vê rejîmê ji bo tiştên ku di bin desthilatdariya wê de qewimîn tu bedelên siyasî nedaye, li şûna wê ew wekî bûyerên tenê yên îzole red kiriye. Amûrên wê yên ewlehî û dadwerî bi dilsozî an sempatî li hember qurbaniyan bertek nîşan nedan; bi rastî, berevajî vê yekê, hin ji wan bi xwe jî beşdarî komkujiyan bûn. Herwiha, dîmena neteweyî ya Sûriyayê, nêzîkî hêza serdest û navenda wê, heta di nav elîtên wê de jî, tu nîşanek “karesateke neteweyî” nîşan neda. Di şûna wê de, ew wekî tiştek ku “di malbatên herî bi prestîj de diqewime” hate dermankirin.

Di dawiyê de, heke em texmîn bikin, bo nimûne, ku pergala dadweriya Sûriyayê ya heyî sûcdarek ku di sûcek li dijî Sûriyayiyên elewî an durzî de beşdar bûye girtiye û ew aniye dadgehê, gelo em dikarin têkiliya hevaheng û germ a ku dibe ku di navbera wî û dadwer, cerdevan û polîs de di nav vê pergalê de hebe xeyal bikin?

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN