• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

Bergê pirtûka "Pergala Netanyahu" ya rojnamevanê alman Joseph Kreutrow

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi erebî jî heye العربية 

Pirtûka bi navê “Pergala Netanyahu”ya rojnamevan û dîroknasê almanî–îsraîlî Josef Kreutrow yekem biyografiya bi zimanê almanî ye ku li ser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatî nivîsandin.

Kreutrow di qada rojnamegeriya almanî de yek ji pisporên sereke yên mijara şerê Filistînê–Îsraîlê ye  û berê gelek pirtûk li ser Hamas û Hizbullahê nivîsandiye.

Ev pirtûk ku di sala 2025an de hat weşandin ji nêzîkî 300 rûpelan pêk tê û jiyan û xebatên wî yên  siyasî ya Netanyahu bi rêzikên dîrokî dabeş dike: Ji destpêka xwendina wî ya zanîngehê li Amerîkayê di nîvê salên 1970an de, heta 2025 bi taybetî jî piştî bûyerên 7ê cotmehê û encamên wê , di nav de şerên pir-enî ku Netanyahu û tîma wî meşandin.

Bandora bavê Netanyahu, Bin Sihyûn

Di destpêkê de, nivîskar jiyana xwendekar Benjamin Netanyahu li bajarê Bostonê yê Amerîkayê di navbera salên 1974 û 1976an de analîz dike. Ev piştî xizmeta wî ya leşkerî ya rezervê di dawiya Şerê Şeş Rojan (1967) de ye, ku tê de beşdarî çend operasyonên leşkerî û îstîxbaratî bû heta dawiya 1973an. Piştî wê jî bi birîn û zirarên cihêreng vegeriya Amerîka.

Li Bostonê, Netanyahu li zanîngehê bi hevkariya Uzi Landau (ku paşê bû Wezîrê Tûrîzmê yê Îsraîlê) serokatiya Yekîtiya Xwendekarên Îsraîlî kir. Wê demê mîsyona wan pêşvebirina polîtîkayên Îsraîlê û bersivdan li kampanyayên xwendekarên ereb û filistînî bû ku li dij Îsraîlê hatibûn organîzekirin.

Di heman demê de,  bavê wî profesor Bin Sihyûn Netanyahu (1910–2012) bi awayekî rasterast çavdêriya çalakiyên kurê xwe dikir û bi hev re wan kampanyayek li dij Wezîrê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger pêk anîn, ji ber rola wî di pêvajoyên danûstandin û diyaloga di navbera Îsraîl û welatên ereb de. Di nîsana 1974an de wan gotarek weşandin ku tê de rexne li Kissinger dikirin û dibêjin ku ev hewldanên aştiyê “alîgirîkirina rojeva erebên li dij Îsraîlê”ye.

Di wê demê de Netanyahu jî di çapemeniya Bostonê de pir çalak bû  û di gotar û bersivên xwe de Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) bi rojeva Yekîtiya Sovyetê ve girê dide û red dikir ku ew wek alîyek siyasî were naskirin an jî bi wê re danûstandin were kirin.

Benjamin Netanyahuyê ciwan raman û prensîbên bavê xwe, Ben Sihûyn bi awayekî kûr qebûl kir û bi wan bandor bû. Bavê wî profesorê dîroka Cihûyan bû û pisporê jiyana Cihûyên Spanyayê (li Zanîngeha Cornell, New York) bû û berê jî sekreterê kesane yê Ze’ev Jabotinsky (1880–1940) yek ji serokên sereke yên Siyonîzmê, bû.

Ji destpêkê ve dîyar dibû ku Netanyahuyê ciwan vegotineke neteweperest a Cihûyan ya ku bavê wî pêşniyar dikir pejirandiye û bi awayekî tund hemû pêşniyarên dabeşkirinê an jî her çareseriyek ku di encamê de statuseke rêveberî ji bo Filistîniyan biafirîne, red dikir.

Ev bandora bav bi salan li ser kurê wî maye û bi awayekî kûr di şêwaza wî ya siyasî de cih girt, nexasim di xebatên wî yên siyasî û nêrînên wî wê de jî. Di encamê de ev raman bandor li siyaset û helwesta Îsraîlê li hember herêmê kir.

Di pratîkê de,  xebatên Netanyahu wekî berdewama ramanên bav dîyar dibûn , ku armanca wan şikandina vegotinek filistînî û erebî bû û vegotineke Cihûyî wekî rastiyek dîrokî ya mutleq pêşkêş dikir. Herwiha, wan têkiliyên çalakiyên Filistînê bi Yekîtiya Sovyetê û bloka komunîst ve girê didan, da ku pêşî li her nêzîkbûn an têgihiştina amerîkî ji bo vegotinên filistînî re bigirin  û bandor li navendên akademîk û çandî yên amerîkî bikin ku ji şîroveya fermî ya Îsraîlê dûr neçin.

Dema ku Netanyahu dest bi nivîsandina gotar û analîzan ji bo çapemeniya amerîkî kir, di heman demê de di televîzyonên herêmî de jî derdiket . Herwiha, semîneran organîze dikir û çavdêrî dikir. Di vê pêvajoyê de ew bi awayekî rasterast ji ramanên neteweperest ên hişk ên bavê xwe îlham digirt.

Kampanyayên wî yên ragihandinê hemû kesayetên siyasî, akademîk û medya yên ku li ser çareseriyeke siyasî ya nakokiya Îsraîl–Filistînê radiwestiyan hedef digirtin, bi taybetî yên ku pêşniyara dabeşkirinê an jî afirandina statuseke rêveberî ji bo Filistîniyan dikirin.

Xebatên wî ne tenê bi mijara Îsraîl–Filistînê sînordar bû, lê belê wî gotarên dirêj ên analîz di çapemeniya amerîkî de li ser rewşa navxweyî ya cîhana ereb dinivîsî, di nav de şêwaza rêveberiyê, rewşa rejîman, nakokiyên civakî û rewşa kêmneteweyên etnîkî û olî.

Dezgehên ragihandinê bi berfirehî behsa raporek kirin ku Netanyahu di dema xwendekariya xwe de weşandibû, ku tê de ew li ser perwerdeyên”Sarayâ Dîfaʿ”yên girêdayî Rifet Esed (birayê Hafiz  Esed) şîrove kiribû û wêneyên jinên ciwan ên dilxwaz ku maran bi diranên xwe dişkînin analîz kiribû.

Netanyahu di wê gotarê de wiha şîrove kir ku “propagandaya sûrî û ereb bi giştî nifşên bi kîn û nefreteke kûr diafirîne, yên ku dixwazin gelê Cihû têk  bibin “.

Kuştina birayê Netayanhu, Jonathan

Di navbera salên 1976 û 1980an de, dema ku Netanyahu bawernameya xwe ya mîmariyê wergirt, hewl da ku bi navê “Ben Nittai”li bazara kar a amerîkî tevbigere.

Di wê heyamê de ew bi awayekî kûr ji mirina birayê xwe Jonathan bandor bû. Jonathan di operasyoneke rizgarkirinê de ku ji bo azadkirina rêwiyên îsraîlî ji balafirekê ya revandî li Entebbe (Uganda) di tîrmeha 1976an de pêk hat, ji hêla komek filistînî–alman ve hate kuştin.

Piştî vê bûyerê, Netanyahu hem li Îsraîl û hem jî li Amerîkayê kampanyayek ragihandin destpê kir ku tê de rola birayê xwe şirove dikir û girîngiya qurbaniyê nîşan dida. Bi vî awayî bal dikişand ser malbatekê ku (bav û sê kur) jiyana xwe ji bo xizmeta dewleta Îsraîlê veqetandibûn.

Paşê malbatê li Qudsê Enstîtuya Jonathan ji bo Lêkolîn û Pêşîlêgirtina Terorîzmê ava kir.

Di semînerê ku di tîrmeha 1979an de ji aliyê Enstîtuya Jonathan ve li Qudisê hate lidarxistin, nêzîkî 700 kes beşdar bûn, di nav wan de Wezîrê Derve yê Îsraîlê Şîmon Peres û George W. Bush, ku paşê bû Serokê Amerîkayê jî hebûn.

Di wê semînerê de,  Ben Sihyûn Netanyahu rexne li rola Neteweyên Yekbûyî kir û helwesta wê ya li hember nakokiya Îsraîl–ereb tawanbar kir û Rojava jî bi “paşguhkirina xetereyên giran ên ku ji aliyê komên tundûtûj ve têne pêşkêşkirin”rexne kir.

Di otobiyografiya xwe ya ku Benjamin Netanyahu di sala 2022an de weşand, ew vê heyamê wekî “çîrokeke serkeftinê” di dîroka malbata xwe de binav kir.

Diplomatê ku dîyalogê red dike

Destpêka pêvajoya dîplomatîk a Netanyahu bi erka wî wekî nûnerê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî di navbera salên 1984 û 1988an de dest pê kir.

Di wê serdemê de, Netanyahu ku di temenê sî salî de bû, hewl da ku roleke bandor di parastina helwesta welatê xwe de li hember gelek dijberan — nexasim dewletên îslamî û bloka sosyalîst — bilîze, ku xwe spart şiyanên ezmûna xwe ya berê di ragihandin û warê akademîk de.

Netanyahu bi domdarî li çapemeniya amerîkî, nexasim ya girêdayî civaka cihûyan, xwe nîşan dida, bi gotar û hevpeyvînan helwesta Îsraîlê diparast û nerînên dijber rexne dikir û ew nêrîn bi terorîzmê û xetereya hilweşandina Îsraîlê tawanbar dikir.

Di vê çarçoveyê de, herî zêde êrîş li ser Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) û serokatiya wê hate kirin, ku Netanyahu li hember wê bi awayekî tund derket û her pêşniyareke navdewletî ji bo dîyalog û danûstandinê red dikir.

Netanyahu di destpêka salên 1990î de vegeriya Îsraîlê û beşdarî Partiya Likud bû, ku tê de pozîsyoneke rêberî wergirt û di Wezareta Derve de cihekî bandor wergirt. Ew di bin serokatiya Moshe Arens de bû cîgirê wezîrê derve. Ew bi xuyabûnên xwe yên pir caran û helwestên hişk ên ku wî di derbarê her têkilî an pêşniyara diyalogê ya di navbera Amerîkayê û Rêxistina Rizgariya Filistînê de diyar dikir, di medyaya amerîkayî de navdar û xwedî dîrokek bû.

Netanyahu bi îngilîzîya xwe ya xurt û şêwaza xwe ya axaftinê yê bi hêz balê dikişand ser xwe, bi taybetî di hebûna xwe ya ragihandinê de bi awayekî domdar. Di vê çarçoveyê de, Netanyahu berovajî Wezîrê Derve David Levy bû, ku Levy hema hema bi îngilîzî diaxivî.

Di dema Şerê Kendavê yê Duyemîn (1991) de,  Netanyahu helwesta Îsraîlê di şertên alozîyê de birêve bir. Netanyahu bi berdewamî li ser “Stratejîya Sedam Hisên ya ji bo hilweşandina Îsraîlê”radiwestiya û hewl dida ku piştgirîya amerîkî ya fermî û gelêrî bi dest bixe û sûdê ji êrîşên mûşekên Scud ên ku ji Iraqê dihatin avêtin û li nav Îsraîlê diketin, werbigire.

Di Kongreya Aştiyê ya Madrîdê ya di navbera Îsraîl û Ereban de, Netanyahu bû endamê şandeya Îsraîlê û Netanyahu yek ji wan, daxwazên filistînî û ereban ji bo avakirina çi rêveberiyeke li ser axên ku di sala 1967an de hatine dagirkirin, red dikirin.

Piştî ku di sala 1993an de bû serokê Partiya Likud,  Netanyahu xebatên xwe ya siyasî zêdetir kir û bi tundî li dij her diyalogek bi filistîniyan re derket ku dibe ku bi rêya wê xweserî an jî dewleteke serbixwe biafirîne. Ew bi awayekî eşkere li dijî Peymana Osloyê bû, ya ku di bin navbeynkariya amerîkî de di navbera Îsraîl û filistîniyan de hate îmzekirin.

Herwiha, Netanyahu her bûyerek bikar dianî da ku wê nêrînê xurt bike ku ji bo Îsraîl û gelê Cihû pêşerojek ewle tune ye, heke ku Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) û serokê wê Yaser Arafat desthilatdarî li Xeza û Difa Rojava bigirin.

Di cotmeha 1994an de,  piştî êrîşeke xwekujî ya Hamasê li Tel Ebîbê ku 20 sivîl kuştin, Netanyahu bi lez çû cihê bûyerê û Serokwezîr Îzhak Rabîn tawanbar kir ku ew berpirsiyar e, ji ber ku li gorî Netanyahu, “Ewlehî li ser niştecihên Îsraîlê re rakiribû û daye niştecihên Xezayê”.

Di hilbijartinên 29ê gulanê 1996an de, Partiya Likud a bi serokatiya Benjamin Netanyahu bi yek xalê tenê, li hember Partiya Karker a Shimon Peres serketinek sînordar bi dest xist.

Piştî vê serketinê û hevpeymana Likud bi partiyên rastgir ên olî û neteweperest, Netanyahu cara yekem bû serokwezîr. Di destpêkê de Netanyahu red kir ku wargehên li Difa Rojava û Xezayê werin hilweşandin.

Di heman demê de, dest bi derengxistin û astengkirina pêkanîna bendên peymanên ku bi aliyê filistînî re hatibûn îmzekirin, kir.

Pabendbûn bi desthilatdariya Filistînê re tuneye

Netanyahu bi domdarî îdia dikir ku Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) û Yaser Arafat hevkarên ne pêbawer in  û ew Îsraîêl nas nakin û di kontrolkirina komên çekdar ên tundrew ên ku sivîlên Îsraîlî hedef digirin de jî lawaz in, ji ber vê yekê, pêwîst e ku ji aliyê ewlehiyê ve bi wan re mijûl bibin û wan dorpêç bikin, di heman demê de rastiya bicihbûn û dorpêçkirinê xurt bikin.

Di vê çarçoveyê de, êrîşên Hemasê yên ku sivîlan hedef digirtin, ji hikûmeta Netanyahu re bihaneya zêdetir çêdikir, da ku pabendbûna bi bendên peymanên îmzekirî kêm bike û helwesta wî ber bi tundiyê zêdetir ve diçû. Di adara 1996an de, êrîşeke Hemasê 32 sivîlên Îsraîlê kuşt, ku ew jî helwesta Likud li hember desthilata Filistînê hîna  tundtir kir.

Netanyahu ev helwestê heta sala 1999an parast, dema ku Ehud Barak wek serokwezîr hate hilbijartin. Paşê ew ji siyaseta rojane vekişiya û heta sala 2002an li sektora darayî û karsaziyê xebitî, lê bi destpêkirina serhildana El-Eqsayê vegeriya siyasetê.

Di hikûmeta Ariel Sharon de, Netanyahu wezîrê karûbarên derve û paşê wezîrê darayî bû. Her çiqasî di bingeh de li dij pêkanîna şertên peymanên bi Filistîniyan re bû, lê “Plana Sharon”a 2004an jî qebûl kir, ku tê de vekişandina Îsraîlê ji hin axên dagirkirî yên sala 1967an û hilweşandina 21 wargehên hatibû plankirin.

Lê Netanyahu nikarîbû demek dirêj gavên ku ji hêla hikûmeta Likudê ya di bin serokatiya Sharon de hatibûn avêtin tehemûl bike.

Di vê çarçoveyê de, di tebaxa 2005an de, Netanyahu ji ber nerazîbûna xwe li ser pejirandina qonaxa yekem a vekişandina niştecihên îsraîlî ji Xezeyê ji hêla kabîneya Îsraîlê ve, ji wezîrê darayî yê xwe îstifa kir. Netanyahu îdia kir ku vekişîna yekalî dê ji bo Îsraîl sûdê nebe,  lê berovajî wê ewlehiyê lawaz bike û derfet bide dijberên filistînî ku zêdetir tawîzan ji aliyê Îsraîlê bistînin.

Piştî ku Serokwezîr Ehud Olmert di 2006an de êrîşa li dijî Hizbullahê li Lubnanê birêve bir û armancên wê bi tevahî nehatin bi dest xistin, Netanyahu bi hevalbendê xwe yê rastgir Avigdor Lieberman re careke din ket pêş.

Di tebaxa 2007an de ew di hilbijartinên navxweyî yên Partiya Likudê de serket û bû serokê partiyê.

Yekdestdariya hikûmet û siyasetê

Di hilbijartinên sibata 2009an de, Partiya Likud bi rêjeyek pir biçûk li hember Partiya Kadîmayê serket. Piştre Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres, Benjamin Netanyahu wek serokê Likudê erkdar kir ku hikûmeta nû ava bike.

Bi destpêkirina serokatiya Barack Obama li Amerîkayê û ragihandina siyaseta nêzîkbûn û vekirîbûnê li hember ereb û Misilmanan, Netanyahu jî ragihand ku ew dikare piştgirî bide avakirina dewleteke filistînî, lê bi şertên diyar: ku bêçek be, Qudis wek paytexta Îsraîlê were nas kirin û hebûna niştecihbûnên li herêmên 1967an were qebûlkirin.

Di 22ê çileya 2013an de, hilbijartinên parlamentoyê  hatin kirin û hevpeymana Netanyahu bi rêjeyek biçûk bi serket. Di wê hikûmetê de,  wezareteke nû jî hate afirandin”Wezareta Qudis û Karûbarên Dîasporayê”, ku Netanyahu bi xwe serokatiya wê kir.

Piştî alozîya hikumetê di mijdara 2014an de ya di navbera Partiya Likud û partiyên din ên koalîsyona desthilatdar de, Netanyahu hem Wezîrê Darayî Yair Lapid û hem jî Wezîra Dadê Tzipi Livni ji kar dûr xist. Di adara 2015an de hilbijartinên nû hatin lidarxistin  û Netanyahu bi ser ket û hikûmeta xwe ya çaremîn ava kir. Di vê hikûmetê de, ji bilî rola xwe ya serokwezîr, wezîfeya Wezîrê Peywendiyê jî girt ser xwe. Di vê heyamê de, Netanyahu Muftiyê Mezin ê Qudsê, Emîn El-Huseynî, tawanbar kir ku rêberê Nazî Adolf Hitler îlham daye ku qirkirina cihûyan pêk bîne – şîroveyeke dîrokî ku ji hêla gelek dîroknasan ve tê nîqaşkirin. Wî herwiha rexne li Yekîtiya Ewropayê kir û ew bi “dorpêçkirina Îsraîlê” tawanbar kir bi redkirina hevkariya pê re di warên teknolojîk û veguheztina pisporiya zanistî de.

Di nîsana 2019an de li Îsraîlê hilbijartinên nû hatin lidarxistin, ku Partiya Likud 35 kursî bi dest xist û encamekî herî baş ji sala 2003an vir ve bi dest xist. Lê belê, Netanyahu nekarî piraniya parlementoyê bi dest bixe da ku hikûmet ava bike, tevî ku hewl da hin partiyên biçûk jî razî bike. Piştî derbasbûna şeş hefteyan, ku ev dema diyarîkirî ji bo avakirina hikûmetê bû, parlementoya Îsraîlê hat belavkirin û biryar hat dayîn ku hilbijartinên nû di kanûna 2019an de bên lidarxistin. Di tîrmeha 2019an de, Netanyahu ji hêla dirêjahiya dema xwe ya serokatiya hikûmeta Îsraîlê ve ji damezrînerê dewletê David Ben-Gurion derbas bû, bi vî rengî bû serokwezîrê herî dirêj di dîroka Îsraîlê de ji dema damezrandina wê di sala 1948an de.

Di 26ê kanûna 2019an de, Netanyahu bi %72.5ê dengan careke din wek serokê Partiya Likud hate hilbijartin, di demekê de ku rikberê wî Gideon Sa’ar tenê %27.5ê dengan wergirt. Di gulana 2020an de jî, Netanyahu hikûmeta xwe ya pêncemîn ava kir û desthilatdariya xwe dewam kir.

Lê belê,  di hezîrana 2021an de rewş guherî, dema ku serokê opozîsyonê Yair Lapid ragihand ku wî karî koalîsyonek ji heşt partiyan pêk bîne û piraniya parlamentoyê bi dest bixe, bi vî awayî jî derfetê ji bo hilweşandina hikûmeta Netanyahu çêbû. Bi rastî jî, di heman mehê de hikûmet hilweşiya û Naftali Bennett cihê Netanyahu girt, ku wê demê 12 salan bi domdarî wek serokwezîr xebitîbû. Piştî vê guherînê, Netanyahu vegeriya rola serokê opozîsyonê.

Hikumeta şeşmenîn û 7ê cotmehê

Benjamin Netanyahu di 29ê kanûna 2022yan de cara şeşemîn wek serokwezîrê Îsraîlê hatehilbijartin, bi piştgiriya partiyên olî û neteweperest ên rastgir. Ev hevpeymaniya nû hikûmetek pir rastgir û tund di dîroka Îsraîlê de ava kir. Di tîrmeha 2023yan de, li ser mijara reformên dadwerî, xwepêşandan û nerazîbûnên berfireh li dij hikûmeta wî derketin holê. Di heman demê de, Netanyahu rastî pirsgirêkeke tenduristiyê hat û ji ber wê çû nexweşxaneyê û haleta rêxistinkirina lêdanên dil jê re hat dayîn.

Di 7ê cotmeha 2023yan de, Hemasê li dij  Îsraîlê êrîşeke mezin dest pê kir, ku di encamê de 1139 sivîl û leşker hatin kuştin û 200 kes jî hatin revandin û girtin.

Netanyahu tavilê “Encumena Şer”ava kir û gef li dij hemû alîyên têkildarî vê êrîşê xwar. Di heman demê de, malbatên qurbaniyan û kesên revandî rexne li hikûmetê kirin û daxwaza îstîfa Netanyahu û darizandina wî kirin.

Piştre hikûmeta Îsraîlê li dij Xezayê operasyoneke leşkerî destpê kir ku bi navê “Şerê Şûrên Hesinî”hat binavkirin. Ev şer bû pêncemîn rûbirûbûna mezin ji sala 2008an vir ve û ya herî giran ji şerê 1973an pê ve bû.

Di adara 2024an de jî, hikûmeta Îsraîlê 800 hektar erd li Difa Rojava desteser kir û îdia kir ku ew axa Îsraîlê ye. Lê rêxistina “Aşitî Niha”ya îsraîlî ragihand ku ev biryar, ku li gor gotinên wan bi fermanê Netanyahu hatî girtin, ji Peymana Oslo ya 1993an vir ve kiryara herî mezin ya desteserkirina erdên Filistînê ye.

Netanyahu di vê pêvajoyê de bi berdewamî bang li îsraîliyan dikir ku yekbûyî bin û ji nakokiyan dûr bikevin û rewşa heyî wek “metirsiyên herî mezin li ser hebûna Îsraîlê”bi nav dikir. Herwiha, Netanyahu dibêje ku artêş li “heft ener dike: Îran, Hemas, Hizbullah, Hûsîyên Yemenê, milîsên Iraqê, rejîma Sûriyê û hin hêzên desthilata filistînî li Difa Rojava.

Lê bi kuştina bi hezaran sivîlên filistînî di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de, dengên rexnegir li seranserê cîhanê zêde bûn û daxwazên darizandina Netanyahu û rayedarên hikûmeta wî hîn zêdetir derketin pêş.

Di gulana 2024an de, Dozgerê Giştî yê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî, Kerîm Ehmed Xan, ragihand ku wî daxwaz kirine ku fermanên girtinê li dij Benjamin Netanyahu û serokê Hemasê Yehya Sinwar werin derxistin, bi tawanbariya sûcên şer û sûcên li dij mirovahiyê. Hin hikûmetên wek Amerîka, Brîtanya û Almanya li hember vê gavê derketin.

Di 21ê mijdara 2024an de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derxistina fermanê girtinê li dij Netanyahu erê kir. Ev cara yekeme ku dadgeh li dij serokek siyasî ya dewletek ku wek “demokratîk”tê binavkirin, fermana girtinê derdixe.

Tevî bangên navneteweyî ji bo rawestandina şer û fermana Dadgeha Navneteweyî ya Dadê ya ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî li Refahê, Netanyahu di berfirehkirina êrîşê de israr kir. Êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser kampeke penaberên filistînî bû sedema mirina bi dehan sivîlan. Di îlona 2024an de, artêşa Îsraîlê li Lubnanê êrîşek li ser Hizbullahê da destpêkirin û serokê wê Hesen Nesrullah kuşt. Dema ku Heyet Tehrîr El-Şam gihaşt Şamê û di kanûna 2014an de bi operasyoneke bi navê “Astengkirina Êrîşê” rejîma Beşar El-Esed hilweşand, Netanyahu ferman da Hêzên Hewayî yên Îsraîlê ku çek û depoyên artêşa Sûriyayê ji holê rakin. Wî herwiha ferman da pêşveçûnekê ji bo kontrolkirina herêma tamponê û dawiya “Peymana Veqetandinê” ya 1974an di navbera hikûmetên Îsraîl û Sûriyayê de ragihand.

Mîrateya dîrokî ya dijminatiya Îranê

Di nav danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de derbarê bernameya nuklerî ya Îranê de, Benjamin Netanyahu biryar da ku di 9ê hezîrana 2025an de êrîşeke hewayî ya bilez li ser Îranê bide destpêkirin, bi navê “Operasyona Şêrê Bilindbûyî”. Ev operasyon bû sedema zirareke girîng li binesaziya leşkerî ya Îranê, bi armanca hilweşandina santrifûjan û têkbirina bernameya nuklerî û herwiha kuştina rêberên leşkerî yên payebilind ên Îranê, zanyarên nuklerî û pisporên çekan. Amerîkayê ji bo piştgiriya Îsraîlê mudaxele kir, di 22yê hezîranê de li dijî tesîsên nuklerî yên Îranê êrîş da destpêkirin. Di 24ê hezîranê de peymanek agirbestê hat çêkirin, ku Netanyahu soz da ku wê bi cîh bîne. Li hundir, Netanyahu berdewam kir ku çembera li dora filistîniyan teng bike. Di kanûna 2025an de, Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê avakirina 19 wargehên din li Şerîaya Rojava pejirand, gavek ku, li gorî Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich, dê “avakirina dewletek filistînî asteng bike”.

Netanyahu xwedî dîrokeke dirêj a dijminatiyê li hember rejîma Şoreşa Îslamî ya Îranê ye, ku vedigere sala 1979an û ew wê di nav rejîmên herî xeternak ên herêmê de ji bo hebûna Îsraîlê dibîne. Netanyahu di pirtûka xwe ya “cihek di nav miletan de” de, vegotina kevn/nû ya Îsraîlê di derbarê ewlehî û aramiya qada herêmî ya dewleta cihûyan de teorîze dike û tekez dike ku pêwîst e ev qad ji dewletên nuklerî û rejîmên ku ji hêla îdeolojîk û avahîsaziyê ve dijminatiya Îsraîlê dikin bêpar be û ji bo hilweşandina wê parêzvaniyê dike. Hin ji van rejîman vê yekê bi piştgirîkirin, fînansekirin û çekdarkirina dewlet û rêxistinên ku li dijî Tilebîbê şer dikin û zirarê didin artêş û welatiyên wê, vediguherînin çalakiyê. Netanyahu ji bo pêwîstiya bikaranîna hêza herî zêde li dijî “dewletên serhildêr” ên ku gefê li Îsraîlê dixwin, bi dizî xwe çekdar dikin û dixwazin çekên qirkirina girseyî bi dest bixin, arguman dike. Ew bawer dike ku her nermî an sistbûnek li hember van saziyan dê bibe sedema serkeftina wan di bidestxistina çekên nuklerî de, bi vî rengî dewletên din ên ereb û îslamî yên li herêmê teşwîq dike ku li pey vê yekê biçin û van çekan bi dest bixin. Li ser bingeha vê rêbazê, Îsraîlê berê di destpêka salên 1980yî de li reaktora nuklerî ya Iraqê xistibû û ew kiribû tiştekî rabirdûyê.

Hişyariya yekem a Netanyahu li ser armancên nukleerî yên Îranê vedigere gotareke wî ya di sala 1992an de li Knessetê, ku tê de îdia kir ku rejîma Îranê dikare di nav sê heta pênc salan de çekên nukleerî pêş bixe û bi dest bixe, û bang li Washingtonê kir ku bi welatê wî re hevkariyê bike da ku pêşî li vê yekê bigire. Netanyahu bi berdewamî gefên ku li hember Îsraîlê ne girêdide, “pakêtek” yekane ji wan çêdike, Îran û Iraqê li kêleka rêxistinên Filistînî yên ku li dijî Îsraîlê şer dikin datîne, bi vî rengî ewlehiyê wekî bingeha her nêzîkatiyek û stratejiyek berfireh ji bo dewletê tekez dike. Di sala 1996an de, dema ku cara yekem bû serokwezîr, Netanyahu li ser têgeha xwe ya ewlehiya neteweyî axivî, têkoşîna li dijî terorîzmê û jiholêrakirina wê wekî yek ji pêşîniyên herî bilind ên xwe û partiya xwe dihesiband. Wî her wiha behsa hewldanên rejîma Îranê ji bo destpêkirina bernameyek nukleerî kir, ku wî wekî xwestekek eşkere ya bidestxistina çekên nukleerî dihesiband. Di sala 2002an de, wî dîsa hişyarî da hewldanên rejîmên Iraq û Îranê ji bo bidestxistina çekên qirkirina girseyî û gefkirina Îsraîl û herêmê. Ev daxuyanî bi xwestekên siyasetmedarên Amerîkî re li hev dihat ku amadekariya dagirkirina Iraqê û hilweşandina rejîma Sedam Husên dikirin. Di sala 2009an de, çavkaniyan eşkere kirin ku Netanyahu demek du salan texmîn kiriye ku Îran dikare çekên navokî bi dest bixe. Netanyahu bi berdewamî li ser hewldanên rejîma Îranê yên ji bo pêşxistina çekên navokî hişyarî da û israr kir ku pêşîgirtina li vê yekê dê ji bo hikûmeta wî pêşîniyek sereke be. Di encamê de, her du êrîşên wêranker li ser rejîma Îranê di havîna 2025an û zivistana 2026an de qewimîn.

Pirtûk di encamê de dibêje ku Benjamin Netanyahu, bi dîroka xwe ya dirêj û berdewam di siyaseta Îsraîlê de, yek ji girîngtirîn siyasetmedarên welêt e. Wî di dehsalên dawî de polîtîkayên dewleta Cihûyan şekil daye û bandor li Rojhilata Navîn kiriye. Ew ji heyranî û piştgiriya hin kesan kêfxweş e, lê gelekên din jê nefret dikin û jê ditirsin. Piştî 7ê Cotmehê, dema ku wî niyeta xwe ya ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn û hilweşandina dînamîkên hêza wê yên heyî ragihand, ew bû navenda bala cîhanî. Artêşa wî gelek eniyan vekir, û êrîşa wî ya li ser Îranê bû sedema krîzek enerjiyê ya cîhanî. Ji ber gelek binpêkirinên li dijî sivîlên Filistînî li Xezzeyê, ku ew rasterast berpirsiyarê wan bû, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî fermana girtinê li dijî wî derxist. Bi vî awayî, Benjamin Netanyahu niha ji bo ku li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî neyê tawanbarkirin şer dike, mîna ku wî 15 salan di korîdorên siyaseta Îsraîlê de şer kiriye da ku xwe bi desthilatdariyê ve girêbide û ji xefikên ku dijberên wî danîne bireve. Ev yek di heman demê de dihêle ku ew mîsyona jiyana xwe bi cih bîne û doktrîna demdirêj a ku ji bavê xwe mîras girtiye bicîh bîne: ewlekirina Îsraîlê bi xurtkirina wê bi teknolojiya pêşkeftî û serdestiya leşkerî, lêdana pêşîlêgir a dijberan, û têkbirina her êrişek ku ew plan dikin dema ku ew hîn jî di qonaxên plansaziyê de ne. Li ser bingeha vê zihniyeta plansazkirin, rêvebirin û rêberiyê, rewşek bêîstîqrarî û pevçûnek domdar dê li herêmê derkeve holê, ku dê bibe taybetmendiya diyarker a desthilatdariya Benjamin Ben Zion Netanyahu.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN