Sûriya: Krîzek di damezirandinê de
Eqîl Seîd Mehfûd
Ji çaxa avabûna Sûriyayê wekî dewlet an jî nîvdewlet bi wateya nûjen a gotinê di Şerê Cîhanî yê Yekem de (1914-1918) ve pirsgirêkên wê yên “jidayîkbûnê” hene. Ew pirsgirêk di her krîzekê de li welat xuya dibin, kîrên mezin û ên biçûk. Heta niha xuya dike ku ne pêkan e “bêçarekirin”, ne jî kes hewl dide vê yekê bi rijdî bike, kesê ku hewl dan jî gelekî bi ser neketin.
Avabûna hebûnî
Bi piranî “Sûriya” yan jî devera Sûriyayê, beşek ji împeratorî û hukumên jê firehtir bû, di heman demê de di nav desthilatên lihevkirî yan jî rikber de parçekirî bû. Gelek gorin hene dibêjin ku Sûriya ji berî çend sedsalan ve ji hêla sûriyayiyan nehatiye rêvebirin, Sûriyaya ku em wê nas dikin, ango Sûriyaya piştî kolonyalîzmê, dibe ku yekemîn dewlet be parastina hebûna teşeyê hebûn û cografiya xwe bo demeke dirêj kir. Pêwîstiya vê yekê bi lêkolîn û lêpirsînê heye.
Tevî ku hizirên li bara Sûriyayê û “diyardeya Sûriyayê” cografiya û civak û çandên Welatê Şamê yan jî “Sûriyaya dîrokî” digirt nav xwe, ku tev li aliyê rojavayî yê dîrokî yê berfirh dibû, lê wê nûnertiya hebûneke giştî, yan berbelav ji hêla hizirî û siyasî nedikir; rast e ew rêbaz e ji kiryarên hizir û çandê re di serî de, ku ew di “Sûriya” û “Welatê Şamê” de ne berberlav bû. Tu “nûner” an jî “gewdekirinên” siyasî û bandorker ên wan hiziran tunebû.
Ev tişt li gel hizir an jî armanca “avakirina dewletê” li Sûriyayê ranaweste, bi wateya ku em nas dikin, tiştekî wiha çêbû di dema raspêriyê de yan jî ya ku bi navê “dewleta kolonyalîzm”ê tênaskirin, heta piştî raspêriyê jî yan jî ya ku bi “dewleta niştimanî” tê naskirin an jî “dewleta serxwebûyî”, tevî ku ev tişt rewa ye û tê de tê gihaştin, lê armnac avakirina “dewleta Sûriyayê” ye. Ev mesele jî pir aloz û zehmet e.
Nexşeya damezirandinê
Xuya dike ku “neşeya teşegirtinê” yan jî ya damezirandinê” hê jî girêdayî diyardeya dewletbûn û civakiya Sûriyayê ye. Ev tişt ne tevê li gel sûriyayiyan e, ji ber ku ew pirsgirêk wan dixin nava karîgeên din, bi taybet pirsgirêkên hebûnî û cografî, sînorî û pirsgirêkê dewletbûnê, her wiha dînamiyên hevalbendî û kêferatê li herêmê.
Naskirî ye ku ew teşegirtina hebûnî û dewletî ne ji karê sûriyayiyan bi xwe bû (yan jî dê di pişt re bi navê sûriyayiyan bên naskirin), ku li bara wê pirs ji wan nehat kirin û xwestek û daxwazên wan di ber çavan re nehatin derbaskirin, ji bilî piçekî. Ew bi de facto (dewletî, herêmî û cîhanî) bûn sûriyayê bi wateya siyasî û qanûnî, ne bi wateya nasname, çand, nirx û dîrokî, ku sînorî dewletî hin kom tev li xwe kirin ku di de asyonên hundirê Sûriyayê de bûn û hin komên sûriyayî li derveyî sînor hiştin û ew tev li dewletên din kirin ku ew jî bi rêya kolonyalîzmê ava bûn. Pêwîstiya vê meselyê bêhtir bi lêkolîn û lêpirsînê heye.
Têkçûneke dîrokî
Sûriyayî di “têgihaştina” wate û hizira Sûriyayê de têk çûn, her wiha di hebûna sûriyayî de, gotina hebûnê li vir ne bi giranî yan jî kêmkirineke ji 9dewletbûnê” yan jî tiştê ku li Sûriyayê “dewletbûn” hebû di 1918an de, tevî ku hizir û xîtaba siyasî, ya fermî û nîvfermî, ji “dewletbûnê” bitirs bû li Sûriyayê. Xwestekên berfirehtir hebûn ji sînorê Sykes-Picotê. Tekez tirs jî hebû ji “dewletbûn” an jî “dewletê” bi xwe, bi seba metirsiyên bingehîn ên kûr ji hemû awayên desthilatê ya ku desthilat li wan dikir di sedsalên dirêj ên borî de, heta astekê -li gor hinan- axaftin li bara meylên “nedewletbûn” an jê “dijdewletbûnê” li Sûiyayê hat kirin, bi wateya ku di antropoljiya siyasî de tê. Dibe ku ev yek bandorê li hermê bi awayekî giştî bike.
Ev têkçûn Sûriya wekî civak û dewlet dixist bin gefa hebûnê, bi her krîzekê re ku di ser welat re derbas dibû û ew kir gelk hebû, careke din: Civak û dewlet, an jî “tiştê ku civak tê dîtin” û “tiştê ku dewlet tê dîtin”, qels e û di bin bandora dînamiyên dilsozîyê de bûn, ku dijberî li ber gelek karîgeran pir qels bû: destwerdana derve, stemkariya hundir, parçebûna civakî li ser bingehê qebîle, ol, malbat û etnîkê û pêkaniya kêferata civakî, hwd.
Nediyariyeke komî
Li gel “sûriyayiyan” “tevliheviyek di hişê wan de” heye, hin “idiayê nasnameyê” hene di bin sernavên niştimanî, neteweyî û heta çînî derdikevin, lê ew ne kûr in, lê belê “serberjêr” e, mirov ber bi nasnameyên teng ên li jêr dewletê dikşînin an jî nasnameyên ku di ser dewletê re dikşîne. Heger em pêkhateyên civakî yên cur bi cur bigirin dest em ê bibînin ku ev pêkhate xwe di ser dewletê re dibînin, ne girîdayî wê.
Wiha, vejîbûna xelkê ji îdyoloj gotar û siloganên neteweyî yan jî dibe ku modernî, bibe gotar û silogan û kiryarên olî û etnîkî, an jî tundiya etnîkî nijadî/neteweyî, yan jî têkelek ji tundiya olî ya etnîkî û etnîka nijadî/neteweyî, ew vajîbûn e, çi bi “liserhiştî” û “bi qestî” be çi jî bi “nehişî” û “xweber” be!
A rast, derbirîna “civaka sûriyayî” yan “civak li Sûriyayê”, ku herdu ne yek in, rastiyê dernabirînin, ji ber ku sûriyayî ne wekî civakekê bi wateya naskirî hatin avakirin. A rast ew e ku teşegirtina modern tenê qalikek bû, lê belê di hundir de paçebûn, alîgirî, teşegirtina etnîkî, nijadî, qebîleyî û deverî li ser asteke mezin hebû, ev yek bi awayekî mezin xuya bû di salên borî de, bi taybet di salên krîz û kêferatê de.
Nîfaqa civakî!
Ev tişt rewşa “nîfaqa civakî” xurt dike, ya komî yan nîvkomî, ku beşekî mezin ji xelkê ber bi dereweke civakî dibe, heta astekê komî jî, ku teşe û lihevhatinên di ser komik an jî milet an jî etnîkekê digirin, bi giştî en yek girîng e, lê ew xwe li pêş dînamiyên artêşkirin û biberxweveanînê nagire di rewşên nearamî û krîzê de.
Di rewşa ketina rêjîmê de û desteserkirina Heyet Tehrîr El-Şam li ser desthilatê li Şamê (kanûna pêşî a 2024an), rengek ji “siwarbûna pêlê” û “keysbazkirina derfetê” xuya bû ji hêla beşeke mezin ji xelkê ve, ku xîtaba “şoreş” û azadiyê” girtin ser xwe, di heman demê xîtaba “îslamkirin” û mezhebî û hwd girtin ser xwe û bi rengekî ji vajîbûna sosyolojî û rengekî ji atropojiya civakî, çandî û siyasî ya ku têgihaştinên kûr li bara siyaset, desthilatû de facto dide xuyakirin.
Di dawiyê de, xuya dike ku Sûriya, yan jî tiştê ku bi navê “Sûriya”yê tê naskirina, pirsgirêkên wê yên hebûnî, damezirandin û antolojî hene, an jî “pirsgirêkên jidayîkbûnê”, ku hê derbas nekiriye, lê belê dînamiyên “bicihkirin” û “berhemdan” û “jinûveberhemdanê” hene (yên pirsgirêkan), wekî ku ev qedera wê be. Rast e tiştê ku di ser Sûriyayê re derbas dibe ne cihêwaz e, ne jî taybet bi wê tenê ye, hin hebûn teşegirtinên navdewletî li cîhanê karîbûn kêliyên damezirandin û teşegirtina dewletî derbas bikin, heta asteke serkeftî derbas bikin, ku Sûriya ji bilî piçekî ji wê bi dest nexist, tê hêvîkirin ku çînek ji sûriyayiyan, karibe bihizire û hin çarçove û daxwazên komî û lihevkirî pêşinyar bike, bo jihevxistina pirsgirêkên niha û siberojê û hin berdêlan jê re deynin an jî pêşinyar bikin.
Hêvî jî -di mîna van rewşan de- ne şerm e ne jî heram e!