Siyaseta Trump ya li bara Rojhilata Navîn: Têkelek ji soz û nepeniyê
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Seba qutbuna di navbera herdu wîlayetên Trump de gelek guhartinên mezin di siyaseta wî ya derve de çêbû, li tenişta ku pêkan e piraniya dema wîlayeta xwe ya duyem di hewldana xilasiya ji rêbaza Biden de biqedîne, ku mîrateya wî du şerên neçar e li Ukranya û Rojhilata Navîn. Hevdemî sozdayînên Trump ku ew dê şer li Ukranyayê rawestîne, bêyî ku planekî bi hurbînî pêşkêş bike, bi heman qaseyê jî behsa bidawîbûna kêferata li Rojhilata Navîn dike ku ew jî nekêmî nepeniya ya din e. Ji ber wê, planên Trump yên rawestandina şer û “ferzkirina aştiyê bi rêya hêzê” pêwîstiya wê bi hûrbîniyan heye ku Trump ji bilî axaftinên li bara wê di xîtabên hilbijartinan de pêşkêş nekiriye.
Destpêkê dilsozî.. paşê tolhildan
Mîna şi siyaseteke hundirîn ku tê de aliyên sereke rikberiya hev dikin di hundirê Koşka Spî de, tê pêşbînîkirin ku heman rikberî li bara siyaseta derve di navbera erkdarên sereke de çêbibe. Lê vê carê li gor kovara “Foreign Affairs”ê dê bo komikên bêhtir tund desthilateke mezintir hebe û dê fişarê bikin da ku dengên nerm rawestînîn, ev yek jî dê bibe seba “valakirin rêveberiyê ji karsazên sivîl û leşkerî” yên ku wekî beşek ji “dewleta kûr” li wan tê nêrîn.
Ji ber wê, dibe ku mêvanên nû neçar bibin ku karînên desthilatê bi kar bînin da ku bi dûv dijberên Trump û rexnekarên wî bikevin. Mîna vê analîzê dide xuyakirin ku pêkan e siyasetên holhildanî bi pêş bikevin wekî çawa ku rikbera wî Kamala Harris got “Trump hewesdarê tolhildanê ye û hewl dide bigihêje desthilateke bêsînor” da ku hêza opozîsyonê ya ku bihna wî çikandibû di çar salên borî de têk bibe û dengên opozîsyon di hundirê tîma xwe ya hikûmî de têk bibe, wekî çawa di dema hukumê wî yê yekem de çêbû çaxa ku rêzedijberî li beranber siyasetên wî yên derve çêbûn di Wezareta Parastinê, Wezareta Derve û Encumana Ewlehiya Neteweyî de, ku di encamê de gelek gelek karbesî hatin dayîn ku zirar li navûdengî û hevgirtina mala hundirîn kir.
Ji ber wê, dê meseleya dilsoziya ji kesayeta Trump re bibe sedema sereke ya bidestxistina kursiyên sereke. Siyaseta derve jî dê ne dûrî vê yekê be jî. Tê tercîhkirin ku dê rêveçûyîna siyaseta Rojhilata Navîn girêdayî xweberiya naskirî ya Trump û dilsoziyê be, vê carê dê bêkelem be mîna kelema ku hevalên wî jê re derketin di sala 2019an de çaxa ku vekişandina beşî ji Sûriyayê pêk anî, vê yekê hişt ku wezîrê parastinê James Mattis karbesiya xwe bide ji ber biryara Trump ya vekişandina hêzê ji Sûriyayê.
Rojhilata Navîn di navbera pûtepêdan û nepeniyê de
Zehmet e ku em pêşbîn bikin ku dê Trump çi bike, ji ber ku şêwazê wî xweber e û pala xwe nade şêwidarên xwe. Lê dema hukumê wî yê pêşîn dibe ku hinekî ji me re siyaseta wî ya derve zelal bike. Lê pêwîstiya pêşbînîkirinê bi haydaneke mezin heye, bi taybet şerê Rûsya-Ukranya û şerê li Rojhilata Navîn pêwîstiya wan bi demeke dirêj heye ku têrê nake em bibêjin stratejiya “aştiya bi rêya hêzê” pêk were ji ber ku şer li herdu deveran pir tevlihev bûye.
Li tenişta Çînê, ya ku dê cihê pûtepêdana sereke ya Trump be û rawestandina şer li Ukranyayê ku dê pala xwe bide têkiliya xwe bi Putin re pêkaniya gihaştina lihevkirinekê ku em nikarin bibêjin gelo dê bêkêr be an na bo rawestandina şer, ji hêla din ve giyalog li bara stratejiya Amerîkayê ya bê ya li bara Rojhilata Navîn belî dibe, bi taybet pêşbîniyên li bara rawestandina şerê Îsraîlê li Xeza û Lubananê. Berî niha Trump di wîlayeta xwe ya pêşî de têkilî bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu danî û rê ji siyasetên wî yên tund re xweû kir, heta giha asta ku Quds wekî paytexta Îsraîlê bi nav kir di çarçoveya “lihevkirina sedsalê” de ku armanca wê tevîlkirina Îsraîlê li nav dorhêla herêmî ye. Her wiha serdestiya Îsraîlê li ser Colanê rewa dît ku ji saêa 1967an ve Îsraîlê re dagîr kiriye û li bara avakirina dagîrgehan li Dufa El-Xerbiye tu bergirî negirt. A ji wan girîngtir, ji lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re vekişiya ku herdem Netenyahu dijberî wê bû, ew jî xwe spart “fişara berdewam” ya li ser Îranê bêyî ku fêm bike bê mebesta vê fişarê çi ye.
Tiştê ku hat guhartin di navbera herdu wîlayetên Trump de, şerê Îsraîlê yê li ser şeş eniyan bû û xwesteka Netanyahu ya gihandina şer heta Îranê û rûxandina projeya nuklerî ya Îranê. Lê bendên serokatî yên Trump dibe ku di hizira şer de negihêje, şerê dirêj û pêkan e berfireh bibe bêyî asoyên demê, ev yek dibe ku bihêle Trump fişarê li Netanyahu bike bi rêbazê xwe yê taybet “ragihandina serkeftinê paşê bigihêjin lihevkirinekê bi rêya navbeynkaran”. Heger ev yek ji ihtîmalan be, ihtîmalek jî heye ku şer di Xezayê de bimîne bi awaykî ku Trum nekeve bin fediyê û şerê li dij Lubnanê tenê bikeve çarçoveya bidûvketina endamên Hizbulahê û bingehên wê yên leşkerî û diravî bi awayekî ku şer bike şerekî deverkî ku Trump pê karibe meseleya tevlîkirina Îsraîlê li deverê bigihîne serî, her wiha gavên lihevkirinên îbrahîmî û “lihevkirina sedsalê” bigihîne serî.
Tevî ku mîna vê siyaseta fişarker li ser Tilebîbê têkiliya kesayetî û bibawer ya navbera û Netanyau xirab bike, ku ev têkilî di kêliya ku Netanyahu Biden pîroz kir qut bû, ku Trump kiryara hevalê xwe bi “xiyanet”ê bi nav kir. Lê hevdîtina tekane ya Netanyahu bi Trump re ji çaxa ku ji Koşka Spî derketiye ya di tîrmeha borî de, xezeba Trump sivik kir.
Di gulana borî de, Trump daxuyaniyek da ku “pêwîst e Îsraîl tiştê ku dest pê kiriye bi lez bi dawî bike ji ber ku ew di şerê têkiliyên giştî de bi bin dikeve”, ev derbirînek e ku xwesteka serokê nû heye ku dema serokatiya xwe bi aramî derbas bike ku tê de lihevkirinan pêk bîne berdêla ku bikeve nav şerên li dij nêrînên wî, ku ew baldariyê dide vekişandinê. Yek ji xwestekên Trump ew e ku lihevkirinekê bi Îranê re pêk bîne. Lê çi xwezaya lihevkirinê ye û dê kengî pêk were? Ev pirseke rawestiyaye ku dê siyasetên Netanyahu yên bê bersiva wê bidin, piştî ku tektîkên trumpî pêk anîn ku xwe ji berpirsyar û wezîrên nerm û nedilsozên wê xilas kir, mîna karbesiya wezîrê parastinê Yûaf Galant. Tê bêşbînîkirin jî ku Îsraîl li rpojeya nuklerî ya îranî bide berî ku Trump bi awayekî fermî hukum bi dest bixe. Wê çaxê, dibe ku li pêşiya serokê nû derfet hebe lihevkirinekê bi Îrana bê nuklerî re bike, ku ev senaryoya tund pêkaniya berdewamiya şer çêdike û Amerîka tev li wê bibe bi awayekî ku tersî baweriya Trump ya nimûneyî ye: “Destpêkê Amerîka”.
Hin tevgerên ku germbûna wan kêtir e ku siyasetên Trum li Rojhilata Navîn li hêviya wê ne hene, bi taybet Erebistana Siûdiyê, piştî ku têkiliyên Amerîka-Dewletên Kevdavê di wîlayeta Biden de kêm bûn. Her wiha derfetên pêşxistina têkiliyê ji hêla projeyên aborî û teknolojî yên hevbeş hene. Li vir, dibe ku rola milyardêrê alîgirê Trump, Elon Mask derkeve di têkilya bi Siûdiyê re. Pêkan e ku Trump rûbera îmzekarên li ser lihevkirinên îbrahîmî berfireh bike. Di rêklama xwe ya hilbijartinan de sala 2020î, Trump idia kir ku ew dê li lîsteya îmzekaran 12-15 dewletên din zêde bike. Dibe ku hêza dehfkar ya berfirehkirina lihevkirinê, li tenişta destpêkirina projeya Korîdora Hindî, xwe dispêre karîna Netanyahu ya rawestandina şer li cihekî destnîşankirî, heta ku ne bilî wî be.
Xwesteka Tirkiyayê heye ku veberhênanê di vegera Trump bike, ji ber ku Erdogan, yê ku girîngiya wî ya herêmî kêm bûye di dema wîlayeta Biden de, hêvî dike ku dema serokatiya Trump wî bi pêş de dehf bide da ku rola xwe ya herêmî vegerîne. Her wiha ew li hêviya diyariyekê ye ji Trump ji ber ku têkiliyên wî bi Biden re sar bûn û li dervayî armancn Trump yên tolhildanê bû. Dibe ku dubarekirina xwestekên tirkan ya vekişandina hêzên amerîkayî ji Sûriyayê û ketina li şopa wan bi lihevkirina bi Mosko re, dê girîngtirîn mijar be di lîsteya karên herdu serokan de û di têkiliyên wan de. Her wiha xwesteka Enqerayê ya xurt dibe ku pûtepêdaneke mezin pê neyê kirin, ji ber ku tevliheviyeke mezin li Rojhilata Navîn pêk hatiye û xwesteka Trump tuneye ku bi leşker û endamên Kongresê re bikeve guftûgoyê wekî sala 2019an. Ji ber wê, guftûgoya van mijaran tê paşxistin heta ku şerên li Ukranya û Rojhilata Navîn zelal bibin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku Trump xweber helwestan nade, helwestên ku ji berjewendiyên Erdogan bin, tevî ku girîngiya bo Washingtonê kêm bûye.
Bi her halî, hê nepenî siyaseta Trump li Rojhilata Navîn dorpêç dike. Ev yek jî dibe ku xwe bispêre karîna ya yekkirina herdu siloganên xwe yên nakok: “Destpêkê Amerîka” ya vekişêner û “ferzkirina aştiyê bi rêya hêzê”, ku ya yekem pêwîstiya wê bi peydabûna aştiyê li cîhanê heye da ku vekişandin pêk werin, a duyem jî pêwîstiya wê bi hebûna leşkerî heye bo ferzkirina aştiyê, ev yek jî nepeniyeke din li siyaseta Trump a li bara Rojhilata Navîn zêde dike.