“Serhişkiya” El-Esed demeke zêde dide opozîsyona Sûriyayê beriya “bazara tirkî”

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Piştî ku serokkomarê Tirkiyayê xwestek û daxuyaniyên derbarê lihevkirina bi Beşar El-Esed re vegotin, mirov di nava daxuyaniyên opozîsyona Sûriyayê de derbarê mijarê de tu tiştekî zelal an jî redkirina wan daxuyaniyan, nabîne. Tenê hinek opozîsyon bi awayekî dubarekirî û xerab vê daxwaza Erdogan rewa dike, wekî ku hikûmeta Tirkiyayê her dem ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, wekî ku şerê wê li dij El-Esed jî ne ji bo berjewendiyên wê bû.

Rast e ku dijberên rejîma Sûriyayê yên girêdayî Tirkiyayê ji sala 2011an ve, hestên şok an jî mixabiniyê anîn ziman, lê di heman demê de tu daxuyaniyeke siyasî an jî zelalkirinek ji dervayî çarçoveya hestan, nedane. Her wiha, tu hewldaneke piçûk ji bo şirovekirina tiştê ku tirk amade dikin nekirin. Lê tiştê balkêş ew e ku tiştê dijberên girêdayî Erdogan diparêze û jiyanê dide wan, ne Erdogan e, El-Esed bi xwe ye. Ji ber ku redkirina  El-Esed ji lihevhatinê re, nehevdîtina bi Erdogan re, ku li ser esasê vekişandina hêzên dewleta Tirkiyayê û rawestandina destekdayîna komên çekdar  re, ku ev yek dilê Erdogan dişkîne.

Di nava vê rewşê de û ji ber tiştên girêdayî Şamê, rih bi opozîsyonê dikeve, nexasim troykaya: Itîlaf, Ixwan El-Muslimîn û komên çekdar, lê tenê ji bo demekê rih bi wan tê. Di vê çarçoveyê de, eger rejîma Sûriyayê li bendê ye ku rewşa siyasî di nava Tirkiyayê de were guhartin, ev yek tê wateyê li pêşiya opozîsyona sûriyayî ya girêdayî Erdogan demeke kurt heye ku dibe sê salan derbas neke ew jî dema hilbijartinên Tirkiyayê ne. Taybet, ku hilbijartinên şaredariyan ên di adara borî de, tabloyeke nû xêz kir, ku opozîsyona Tirkiyayê bi cih kir û destpêka ku hevalbenda desthildar dengên hilbijartinan ên girîng winda kirin û girîngtirîn wîlayet ji destê AKPyê derketin.

Lê demdayîn û sînorên demî, nikare opozîsyona Sûriyayê ji çirava ku tê de ye derxe, ku ew bi xwe lawaz e û ne serbixwe ye û ji bilî radestbûna ji Tirkiyayê re, tu bijarde di destê wê de tuneye. Ji ber ku opozîsyona Sûriyayê şaxê wê yê Itîlafê, tu têkiliyek bi pêş nexist, çi bi rojava re çi jî bi ereban re, ango ji dervayî girêdabûna bi Enqerayê re, tiştek bi pêş nexist. Di heman demê de, nexwesteka peywendiya bi opozîsyonên din re, hişt ku da bêhtir bikeve bin destên tirkan.

Dibe ku senaryoya herî nêz derbarê çekdarên girêdayî Tirkiyayê ku pêk were û rewşa wê ya heyî wekî rewşa “artêşa Libnanê ya başûr” beriya ku winda bibe, dema ku hemû tiştên di destê artêşa belgengaz de xistin bin serweriya Îsraîlê. Eger ku endam û esferên “artêşa Libnanê ya başûr” di nava şertûmercên mirovahî yên dijwar de di nava îsraîlê de hatin bicihkirin, tiştê ku li benda komên çekdar ên sûriyayî de ye, dibe ku çarenûsa herî tarî be, ku li pêşiya wan sê îhtîmal hene: Xweradestkirina ji rejîma Sûriyayê re ku wê bi xwe re trajediyeke layiqî wan bi xwe re bîne; an jî Tirkiya beşekî ji wan radestî rejîma Sûriyayê bike, di bin benda “lihevkirinê” de, ku ev jî dîmenekî komîdyaya reş e û layiqî wan e ;an jî Tirkiya wan çekdarên sûriyayî di şerên xwe yên taybet de wekî çete bi kar bîne, di nava şertên ku ji yên karmendên şerîketên ewlekrî/leşkerî, xerabtir e.

Piştî ku Tirkiyayê piştgiriyeke neteweyî bi “pismamên” xwe re ragihand û alava propogandeyê ya Tirkiyayê ragihand ku divê hevgirtin bi wan re hebê û binpêkirinên Pekinê werin aşkerekirin, di nava demeke kurt de, Tirkiyayê dev ji destekdayîna doza mislimanên Uygurê berda, da ku Çînê razî bike û xwe ji hêrsa wê bide alî. Bi heman awayî Tirkiyayê dema ku dest bi lihevkirina bi serokê Misirê re Ebdulfetah El-Sîsî re kir, nasnameyên rêveberên Ixwan El-Muslimîn ji wan stand û dezgehên wan ên ragihandinê girtin û kesên wan ên bibandor dersînorî Ewropa û Amerîkayê kir. Di heman demê de, derketina li ser ragihandinê ya siyasetmedarên bo qanûnê tên xwestin ên iraqiyên sinî, hat sînordarkirin. Di wê demê de, nîşaneyên têkçûna metropola Stenbolê ya sinî derket holê, ku Erdogan ava kir û hemû opozîsyonên qewirandî yên li herêmê kom kir, da ku bike wekî hêmaneke fişarê û şantajkirina dewlet û rejîman. Bi wê re jî, hestên tirsê di nava opozîsyona siyasî ya Sûriyayê de belav bû, ku bi domdarî paşveketina Tirkiyayê ji projeyên wê re, derewand. Di demekê de ku Erdogan israr dike rûpeleke nû bi El-Esed re veke, beşek mezin ji wan, hêvî dike ku Erdogan ji ser projeyên lihevhatinê vegere û bi serhişkiya El-Esed razî bibe û lihevhatinê pêk neîne. Lê di herdu rewşan de, wê Itîlaf wekî bloka siyasî ya herî zêde dilsozê Tirkiyayê be, ku nikare tiştên tirk bêje red bike. Ji wê zêdetir jî, Itîlaf û Encûmena Îslamî ketin daîreya bersivdayîna redkirina lihevkirina bi El-Esed re, ku bi awayekî xwepêşandanên gelêrî di nava herêmên serweriya Tirkiyayê de li bakurrojavayê Sûriyayê, derket holê. Ev yek mezintirîn teşeyên dilsoziyê yên bêbayex e, ku tiştê ku rû da wekî “fitne”yê wesif kirin! Ev tev de di demekê de ku xuya dibû dê Erdogan dengên sûriyayî yên opozîsyon biçewisîne û dê wan wekî alîgirê “terorê” bide naskirin.

Tiştekî cuda ye, ku heger Tirkiya ji vê opozîsyona têkçûyî û kargiran xelas bibe, dê li ser demeke dirêj di berjewendiyên sûriyayiyan de be. Ji ber wê, bidawîhatina derewa nûnerên “hêza şoreşa Sûriyayê” û komika ku destê xwe daniye ser “Desteya Danûstandinê” û ji bilî wê ji diyardeyên talankirina biryara sûriyayî ya opozîsyon a ku bi dehfdana tirkî çêbû. Dê ev yek alîkar be ku opozîsyona sûriyayî ya jîr û niştimanî vegere, tevî ku hindik e û dûrî hev e û dê derkeve ser dikeya opozîsyonê. Ji ber ku pêwîstiya Sûriyayê bi opozîsyonekê heye ku li têkçûna siyasî û civakî mukur were û berpirsyariya wê hilgire ser milê xwe li gor berjewendiyên sûriyayiyan. Tevî ku meseleya girêdana bi derve û encamên wê yên rûxandina zemîna civakî ya niştimanî bû waneye bibandor ku divê şepêl û hêzên opozîsyonê jê fêr bibin û vegerin demekê ku tê de karibin bibêjin “na ji destwerdana derve re” pê re jî gelek “na”yên bîrbir hebin, yên ku Tirkiya û sûriyayiyên ku dan dûv wê kirin tenê wekî bîranînekê, dibe ku êdî dema vegerandina wê ye.