Serdana Pizişkiyan li Başûrê Kurdistanê.. Metodeke nû yan bihnvedaneke îranî ye?

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Serokê Îranê yê ji şepêla reformîst  Mesûdî Pizişkiyan, piştî demeke kurt ji mirina Îbrahîm Reîsî, rastî gelek pirsgirêkên navxweyî û derve hat ku Reîsî li pey xwe hiştibûn. Jê zêdetir jî, rûbirûyê gelek pirsgirêkên sînorî bi cîranên xwe re ma. Di vê çarçoveyê de, aloziya avê ya ku ji ber bendavên Tirkiyayê li ser çemê Aras derketine, heta niha ji bo Tehranê cihê fikaran e. Her wiha, pirsgirêkên ewlekarî bi komara Azrebîcanê re û xurtbûna hevalbendiya di navbera Bakû û Tilebîbê, derketina neteweperestên tirk li Azrebîcanê, heta niha bandora xwe li rewşa navxweyî ya Îranê kiriye li Azrebîcana rojavayî.  Di heman demê de jî, ji ber topbarana dualî di destpêka îsal de, têkiliya Îranê bi Pakistanê re jî xerab bûn. Di aliyê têkiliyên bi cîranên xwe yên ereban re jî, heta niha Îranê di nava ereban de cihê gumanên hevbeş e, her wiha dewletên kendavê yên ereban jî ji ber meyla berfirehbûna Îranê bi tirs in, tevî ku navbeyankariya Çînê ya di navbera Tehran û Riyadê de, beşek ji valahiya berfireh ya di navbera herdu welatan de, dagirt.

Di çarçoveya pirsgirêkên sînorî de, aloziyên Îranê bi Başûrê Kurdistanê re û êrîşên leşkerî yên Îranê yên ji dervayî sînor an jî ji hundirê Iraqê bi rêya komên Heşd El-Şeibî ku herdem bi rêya moşekên balîstîk û dronan pêk tê, derdikevin holê. Bi bihaneya ku Hewlêr şaneyên Mosada Îsraîlê dihewîne, an jî bi bihaneya ku divê li dij baregehên leşkerî yên partiyên kurdistanî li ser axa Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlekariya xwe ya neteweyî êrîş pêk werin, Tehran êrîşan li dij Başûrê Kurdistanê pêk tîne, tevî ku rewşa “aşitiya çekdarî­” û aramî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û partiyên kurdî yên îranî heye û herî dawî jî çekên giran ji wan partiyan hatin standin û 77 navendên wan partiyan hatin girtin. Ev hemû mijar li pêşiya siyasetên kurdan û Îranê bi hev re, dibin astengiyên yekser. Tevî ku Îran di mijara aştiya bi Başûrê Kurdistanê re pispor e û parastina têkiliyên xwe yên dostane bi partiyên kurdistanî re dike, lê xwe spart zimanê çek û gefan, an jî bi gotineke din herêma kurdan (Başûrê Kurdistanê) veguherand sendoqeke posteyê ku tê de nameyan ji Amerîkayê re dişîne.

Di nava vê atmosfêra ne zelal de  û bandorên 7ê cotmehê û şerê Xezayê, pêwîstiya Tehranê bi nîşandana hinekî nermbûn li hundir û derve hebû, her wiha pêwîstiya wê bi pêkanîna siyasetên reformê hebû, piştî demeke dirêj ji siyasetên tundraw. Ji ber ku asta metirsiya derve li ser Komara Îslamî heta niha zêde ye, lê metirsiyên navxweyî xuya dike berdewam dom dikin ji ber ku tevgerên xwepêşandanî zêde dibin û bi awayekî beşî derdikevin holê. Di vê çarçoveyê de, têkiliyeke eşkere di navbera hundir û derve li dewletên xwedî meylên emperyalîst heye, wekî rewşa Îranê. Ji ber ku zêdebûna metirsiya derve, dihêle hêzên neteweyî yên li hundirê wê wekî kurdan, azer û ereban beşek ji daxwazên xwe yên neteweyî pêk bînin. Di heman demê de jî komên opozîsyonê dihêle ku çalakiyên xwe di nava hundirê Îranê de zêde bikin, tevî ku ev hêz û komên siyasî cudahiyê di navbera du mijaran de dibînin: Hêza rejîmê ya rasteqîn û hevgirtina ewlekarî û leşkerî li beramberî dijberên xwe yên navxweyî, li hemberî vê yekê jî, ji hêla etnîkî û aborî ve jihevketî ye ku ev yek qelsbûna zemîna civakî ya rêjîmê dide xuyakirin.

Kurd bi hêvî ne ku serdema serokatiya Pizişkiyan bibe xaleke lihevkirineke beşî di rêveçûyîna têkilyên kurdan û Îranê de, bi rengekî ku bibe zemîna aştiyê di nava Îranê de û dervayî wê. Ji ber ku serokê ji şepêla reformîst (Pizişkiyan) ji aliyê dayîkê ve ji malbateke kurdî ye û li parêzgeha Mehabatê dayîk bûye, ev yek jî nameyên rihetiyê dide, nexasim nameyên ku bi zimanê kurdî ku Pizişkiyan pê dizane, dide. Lê  pîrozkirina bi serokekî nîvî kurd û bi zimanê kurdî diaxive, dibe ku herdem rûbirûyê hêza meyla muhafiz li Komara Îslamî were, ji ber ku têrê nake ku taybetmendiyên serok ku bala kurdan kişandibe an jî erkdarkirina kurdekî (sinî) wekî cîgirê xwe yê karûbarê geşbûna bejahî û herêmên mehrûmkirî, an jî bi xwe banga “Bijî Kurdistan” bike. Ev mijarên wiha nayên wateya guhartineke cewherî di hişmendiya rêjîma Îranê de, ji ber ku tiştê tê xwestin dûrî vî dîmenî ye, ew jî ew e ku bicihkirin aştiyeke rijd di navbera Îran û kurdê wê de pêk were û ji hêleke din ve jî têkilya bi kurdên cîran li ser bingehê rêzgirtina pevguhêr bê avakirin, berdêla zimanê çekê û gefxwarinê.

Ji aliyekî din ve jî, serdana Pizişkiyan a dawî li Hewlêr û Silêmaniyê, taybetmendiyeke taybet a nêrîna wî li ser têkiliya bi Herêma Kurdistanê re (Başûrê Kurdistanê) lê zêde kir. Lê di heman demê de, serdana Pizişkiyan di çarçoveya piştrastkirina hebûna Îranê li tevahiya Iraqê jî de ye, di nav de jî Herêma Kurdistanê, piştî ku Tirkiya derbasî axa Herêma Kurdistanê bû û bi dehan baregehên leşkerî û xalên kontrolê, ava kirin. Bi vê wateyê, serdana Pizişkiyan û hevdîtina bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî hevdîtina bi serokê YNKyê Bafil Talebanî li Silêmaniyê, nameyeke nerm ji Tirkiyayê re bû ku Tirkiya li Herêma Kurdistanê zêde kar dike û armanca nameya Îranê ew bû ku divê berjewendiyên Îranê di nava Herêma Kurdistanê de werin parastin û Tehran parastina têkilyan dike ku tank, dron û artêşa Tirkiyayê nikare wê bi hêsanî bibire.

Hevdîtina Bafil Talebanî bi Pizişkiyan li Silêmaniyê/AFP

Di heman demê de, dema kurd behsa cewhera siyaseta Îranê li beramberî xwe dikin, hevrûkirinekê di navbera Îran û Tirkiyayê de çêdikin. Bi her halî, meyla kurdan asteke piçûk Îranê ji Tirkiyayê zêdetir dipejirîne, ev yek ji ber vegotinên bi eslê xwe yên etnîkî yên hevbeş û kêşerên çandî û ziman ên hevbeş û kêmbûna hesasiyeta Îranê derbarê nasnameya kurdan bi hevrûkirina bi Tirkiyayê re. Ev yek jî, daxuyaniyên Pizişkiyan bi kurdî, piştrast kirin. Ji bilî vê yekê jî, kerîna tehranê ya xeta siyasetên hembêzkirinê derbarê kurdan bi rêya pêkanîna têkiliyên dîplomasî bi hemû tîmên kurdistanî re. Lê ev nêrîna kurdan ne rast e, an jî em bibêjin ku pêwîstiya wê bi nirxandineke objektîvî heye, ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê ji Şahenşahê Mihemed Riza Pehlewî mîrasa şiyana hevkariya bi kurdan re dervayî sînor û destekdayîna di gelek deman de wergirtiye. Li beramberî vê yekê jî, komara Îslamê bi israr tevgerên kurdan ên siyasî di hundir de diçewisîne û bi mentiqê hêza bêsînor bi kurdên hundir de dide û distîne, lewra darvekirina têkoşerên kurdan her dem jî îsbata vê yekê ye.

Li pêşiya Pizişkiyan derfetek heye ji bo dilxweşkirina hêzên kurdistanî û nêzikkirina wan ji Tehranê re bi rêya meşandina metodeke nû ku tê de rêzdariyeke zêde ji serweriya Herêma Kurdistanê re hebê berovajî siyasetên wê yên berê, her wiha berovajî bêserûberiya Tirkiyayê û derbasbûna wê ya leşkerî di nava Başûrê Kurdistanê de.  Her wiha, divê ji Serokê Herêma Kurdistanê û serokê YNKyê soz bistîne ku divê axa Başûrê Kurdistanê wekî bargeheke gefên ji bo “ewlekariya neteweyî ya Îranê” neyê bikaranîn, berovajî Tirkiyayê ku guh nade sozên kurdan. Lê ya girîng ew e ku Silêmaniyê û Hewlêr, hewl bidin ku bigihêjin formeke aşitiyê ya gengaz a di navbera Tehran û partiyên kurdistanî yên îranî de, dûrî zimanê jihevxistina baregehên leşkerî yên kurdên Îranê li Başûrê Kurdistanê, wekî rêbazê jihevxistina baregehên “Mucahîdî Xeleq” ji aliyê hikûmeta Nûrî Malikî ve. Her wiha, dûrî forma danûstandinê tenê carekê wekî rêbazê danûstandina bi lîderekî kurdan Ebdulrehman Qasimlo ku bi kuştina wî bi dawî bû. Di nava van rehendên de, dibe ku ji berjewendiyên Bafil Talebanî û Nêçîrvan Barzanî be metodeke nû bimeşînin da ku sînorekî ji siyasetên Îranê yên destwerdanê re deyînin, destwerdanên ku dibe bibe jinûveçêkirina Peymana “Qesra Şîrîn” ya nû li ser axa Başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiya û Îranê de.

Her wiha, dibe ku hebûna Pizişkiyan li ser desthilatdariya Îranê, wekî derfetekê be ku Îran careke din li siyasetên xwe yên derbarê hemwelatiyên xwe yên kurd û kurdên cîran vegere.

Hêvî tev de bi karîna Pizişkiyzn û şepêla reformîst li Îranê girêdayî ye, ku siyaseteke bêhtir vekirî û têgihaştî derbarê kurdan encam bidin. A girîngtir jî, xwegiriya wan siyasetan li beramberî îdyolojiya fermî ya rêjîmê. Ji vê hêlê ve gelek guman hene, ku gengaz e dema hukimê serokê niha, bihnvedaneke çaksazî be ya di navbera du demên tund de, ku rêbazeke îranî ya nû be.