Rêzefîlmekî tirkî yê dirêj û kevn!
Nivîskar: Dr. Mihemed Nûredîn
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di 28ê tîmeha borî de, serokê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan helwesteke ku wek wê çênebûye derbarê Îsraîlê nîşan da. Di kongreyeyekê de a şaxê AKPyê li bajarê Rîzîyê, bajarê ku lê ji dayîk bûye, Erdogan got: “Wek em çawa Qerebaxê bûn û wekî em çawa derbasî Lîbyayê bûn, em ê heman tiştî li dij wan bikin (îsraîl). Tu kes nikare me ji ser vê biryarê daxe. Tenê divê em xurt bin da ku em karibin vî karî bikin.” Vê helwestê hin pirs derxistin holê ku ka gelo bi rastî jî Erdogan dikare “derbasî” Îsraîlê bibe, an jî ev helwest tenê da ku pê armancên xwe yên hundirîn û derve binuximîne.
Lê berî wê ka em li hin têbîniyan binêrin ên li bara vê nivîsa ku tevî piçûk e lê gelek têbînî û agahî tê de hene:
- Erdogan têgiha “dibe ku em şevekê ji nişkan ve derbas bibin” bi kar tîne ka ku derbirîne karekî leşkerî yê bejahî an esmanî li bi taybet li dij Sûriya û Iraqê bi kar tîne, û bi taybet li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk li bakurê Sûriyayê û Partiya Karkerên Kurdistanê li deverên sînorî yên di navbera Tirkiya û Herêma Kurdistanê de. Ew carinan gefên xwe bi cih tîne û carinan na. Erdogan ev têgih li dij welatekî sêyemîn bi kar anî, ew jî Yûnanistan e di îlona 2023yan de wekî bersiv ji rêlibergiritina balafirên yûnanî ji balafirên tirkî re li ser deryaya Egeyê. Wê demê, vê daxuyaniya Erdogan hişt ku bertekê yûnaniyan ên bi xezeb çêbibin û Yekîtiya Ewropayê ev daxuyaniya Erdogan bi “dijminane” wesf kir. Niha Erdogan gilovera dewletên ku bi vê gefê aramncikî berfireh dike, ku niha Îsraîl ji tev lê bû.
- Têgiha “em ê derbas bibin” bo Tirkiyayê tê wateya êrîşeke leşkerî, ne tiştekî din e. Gefxwarina wî li dij Îsraîlê wateya wê leşkerî ye, ne dîplomasî an aborî an tiştekî din e.
- Erdogan di axaftina xwe de amaje bi herdu dewletên ku berê ev gef li wan dihat xwarin, nekir, ango Sûriya û Iraq. Dibe ku ev yek ji bo tevgera navbeynkaran a ku vê dawiyê çalak bûye, ya di navbera Enqera û Şamê de bi navbeynkariya Iraqê, ji ber wê herdu dewlet gur nekirin.
- Erdogan di gefxwarina xwe de Lîbya û Qerebax bi taybet bi nav kir. Em dikarin bi Lîbyayê dest pê bikin, ji ber ku Tirkiya bi awayekî leşkerî derbasî Lîbyayê bû ew jî bi erêkirina hikûmeta Fayiz El-Sîrac û karîbû desthilatê li nîvê welat bike heta gihaşt bajarê Sertê ku li wê deverê rawestiya piştî ku Qahîrayê daxuyanî da ku derbasbûna Rertê xeta sor e.
- Lê bibîrxistina Qerebaxê, li gorî rêzikan, ew ji nişkan ve bû. Ji ber ku tê naskirin ku Tirkiyayê alîkariya artêşa Azerbîcanê kir di şerê wê yê li dij Ermenistanê bi dron, çek, pispor û şêwirdaran. Lê hikûmetê ranegihanibû ku Tirkiya bi leşker û generalên xwe yekser tev li şer bûye. Axaftina Erdogan ji me re dide xuyakirin ku ev agahî ne bêhemdî hat gotin, lê belê kifşkirina tiştên veşatî bû. Ew bi xwe jî naskirî ye ku rastî jî Tirkiya bi leşkerên xwe tev li şer bû li dij Ermenistanê, bi taybet li Qerebaxê. Seba vê “lixwemukurhatin”ê dê Tirkiya rastî cezayên qanûnî yên navdewletî were, ku beşdarî şerê li dij dewleteke din bûye. Dibe ku Erdogan ev yek eşkere kir ji ber ku pêwîstiya wî bi wê yekê heye ku bi dîmenê mêrxazê neteweyî xuya bibe, di demekê de ku nikare destwerdanê li Filistînê bike û bersiva êrîşa Îsraîlê ya li dij Xezayê bide. Lê dibe ku lixwemukurhatina Erdogan a beşdariya wî di şerê Qerebaxê de badorê li wî û li têkiliyên bi Azerbîcanê re bike, ji ber ku bi vê axaftinê “rola tekane” ya artêşa Azerbîcanê di desteserkirina axa ku di destên Ermenistanê de bû, kêm dike. Ev yek jî payeya ku serokê Azerbîcanê Îlham Elîyêv dixwaze tê de xuya bike, kêm dike, ku ew “mêrxazê neteweyî” ye û tu hevtayê wî li Azerbîcanê di salên dirêj ên bê de tunene.
- Mîna vê lixwemukurhatina başdariya şerê Azerbîcanê yên li dij Ermenistanê di hêle ku Tirkiya (ev yek ne veşartî bû) bibe hevkara Azerbîcanê di şerekî de ku hevkarê wê yê sêyem Îsraîl bû bi hemû tîknolojiya xwe ya leşkerî, endamên wê, pisporên wê û çekên wê. Ev yek dihêle ku şahiya “serkeftin”ê sêyane be: Azerbîcan, Tirkiya Îsraîl. “dijmin-qurban” jî tenê Ermenistan e. Tevî wê jî, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Başînyan biryar da ku xwe bavêje Washington, rojava û NATOyê da ku li dij sêgoşeya Azerbîcan-Tirkiya-Îsraîl rawestin. Çawa Başînyan berê xwe da wan ku ew jî beşekî sereke ne di hevalbendiyên Etlesî-rojavayî de?!
- Heger em vegerin gefxwarina Erdogan a êrîşkirina li ser Îralîlê, em dikarin van tiştan qeyd bikin:
- Ev cara yekem e ku Erdogan gefa derbasbûna leşkerî li Îsraîlê dixwe wekî bersiv ji berdewamiya şerê Xezayê. Wî berî niha ev ziman bi kar neaniye, tevî ku di gulana 2010an de Îsraîlê êrîşî keştiya “Mavi Marmara”yê kir û di êrîşê de 9 hemwelatiyê tirk hatin kuştin. Ev pirsgirên piştî wê bi salan hat çareserkirin ku Îsraîlê lêborîn xwest û kuştiyên tirk hatin qerebûkirin. Erdogan ev ziman li dij Îsraîlê di tu boneyê de bi kar neaniye.
- Piştî ku şer li Xezayê dest pê kir, Dewlet Bahçelî serokê partiya MHPyê û hevparê Erdogan di desthilatê de di 21ê cotmeha borî de bang kir da ku Tirkiya destwerdanê li Xezayê bike. Bahçelî got: “Heger li ser agirbestê li Xezayê di 24 saetan de neyê lihevkirin û şer li dij kesên bêguneh neyê rawestandin, ez eşkere ji gelê me re radigihînim ku divê Tirkiya yekser destwerdanê bike û hemû tiştê pêwîst bike li gor berpirsyartiya xwe ya dîrokî, mirovî û olî. Karê parastina Xezayê mîrata bavûkalên me ne.” Lê bi lez di roja bi dûv de li ser gotina xwe vegeriya û got ku mebesta wî ew bû ku fişarê li dewletan bikin da ku fişarê li Îsraîlê bikin, ne ku artêşa Tirkiyayê rê bikin.
Niha gefxwarina Erdogan ji helwesta Bahçelî ne dûr e, tenê cudahiyek heye ku Bahçelî ji ser helwesta xwe vegeriya , lê Erdogan tu daxuyanî neda ku pê ji ser daxuyaniya xwe ya berê vegere. Her wiha Erdogan daxuyaniya xwe ya li bara “derbasbûnê” dubare nekir, ku ev yek ji me re dide xuyakirin ku ew ji ser vegeriyaye.
2- Gengaz e ku helwesta Erdogan ne rijd be bi rêyeyekê ku digihêje 100%, ew jî ji ber van sedeman:
- Ji 7ê cotmehê de Erdogan tu daxuyanî nedane ku tê de fişareke rastî li Îsraîlê bike. Ew di destpêkê de bêalî bû di navbera Tevgera Hemasê û dewleta ibranî de, paşê piştî wê bi bîst rojan, Îsraîl rexne kir, bi taybet serokwezîrê wê Benyamîn Netenyaho.
- Bazirganiya Tirkiyayê bi Îsraîlê re li ser dirêjahiya 7 mehan berdewam kir, bi tevahiya xezma xwe û bi rêjeya 8 keştî di rojê de yekser ji benderên Tirkiyayê digihaştin benderên Îsraîlê.
- Piştî ku di hilbijartinên şaredariyê de bi bin ket di dawiya adarê de û yek ji sedemên biketina wî helwesta wî ya ne alîkar bi Xezayê re, Erdogan hewl da tê bigihîje û bazirganî bi Îsraîlê re rawestand, bêyî ku karibe bersiva pirsa navendî bide: Çima di dirêjahiya vê demê de bazirganî bi Îsraîlê re ranewestand, ku aramnckirina sivîlan di roja piştî êrîşa Hemasê de dest pê kir? Li vir bi datayên bazirganî û tevgera keştiyan tekez dibe ku derfirotinên Tirkiyayê bi Îsraîlê heta niha nehatine rawestandin. Ew hin caran yekser rê dike û hin caran bi rêya dewleteke sêyem a mîna Yûnanistan û ji bilî wê.
- Her wiha Erdogam piştî mehekê ji êrîşa Hemasê gef xwar ku ew dê Îsralî û serekên wê wekî tawankarên şer ji cîhanê re bide xuyakirin. Lê çaxa ku dema wê hat, Başûrê Afîkayê gilyê xwe li gel Dadgeha Navdewletî kir ne Tirkiya bû. Her wiha Tirkiyayê heta niha gotinên xwe nedaye dadgehê. Pirs ev e: Çima Tirkiyayê destpêşxerî di gilyê li dij Îsraîlê nekir, berdêla hiştina vê mijarê bo “dewletên xiristiyan”? û gelo çima heta niha giliyê xwe li gel dadgehê nekiriye?
- Têkiliyên dîplomasî di navbera Tirkiya û Îsraîlê de li dar in. Tevî tiştê ku Îsraîlê pêk aniye, Tirkiyayê hesl nedaye ku têkiliyan bibire yan jî kêm bike. Gelo heger Tirkiyayê ji hêla dîplomasî û qanûnî li dij Îsraîlê tu gav neavêtibe, gelo wê karibe ji hêla leşkerî ve bavêje? Ji ber wê, gefxwarina Erdogan a êrîşkirina Îsraîlê xuya dike ku ne rij e.
Bi rêya pirsîna hin pirsan, nerijdbûna Erdogan bêhtir xuya dike:
- Çaxa ku serokê Tirkiyayê gef xwar ku ew ê derbasî Îsraîlê bibe wekî çawa ku derbasî Lîbya û Qerebaxê bû, yekser got: “Tu kes nikare me ji ser vê biryarê daxe. Tenê divê em xurt bin da ku em karibin vî karî bikin.” Bi rêya vê derebirînê, Erdogan bi awayekî neyekser dibêje ku hêza wî tuneye da ku vê yekê pêk bîne, an jî ew naxwaze hêzê bi kar bîne. Di herdu rewşan de, tu wate ji gefxwarin li dij Îsraîlê tuneye, dibe ku hin armancên din ji gefxwarina wî hebe.
- Gelo Tirkiya wekî dewleteke etlesî diwêre êrîşî dewletekê bike ku ew dewlet wekî taca rêxistina rojavayî-etlesî tê dîtin? Tekez na. Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump gef xwar ku ew dê aboriya Tirkiyayê birûxîne û Erdogan wekî “ehmeq” wesf kir çaxa ku nas kir ku wî biryar daye devereke din li Sûriyayê dagîr bike di cotmeha 2019an de. Wê çaxê serokê Tirkiyayê wêrekî nekir da ku bersiva nameya Trump a ku tê de gef û heqaretkirin hebû, bide. Gelo dikare gaveke jê mezintir bi gelekî bavêje, tevî rêveberiya Amerîkayê?
- Gelo serokê Tirkiyayê dikare gavekê biavêje li dij Îsraîlê ku pê Yekîtiya Ewropayê tengezar bike, ya ku nîvê bazirganiya Tirkiyayê ya derve li ser e, ku ji encama wê nearamî bi cîranên wî yên ewropayî çêbibe ji Yûnanistanê heta Qubrisê?
- Gelo Erdogan dikare gavekê biavêje ku dewletên ku di salên dawî de têkiliyên xwe pê re vegerand nealîgirê wê bin, mîna Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdin, di demekê de ku pêwîstiyeke wî ya mezin bi pereyên hin ji van dewletan heye?
Puxteya ku em gihaştin wê ew ku serokê Tirkiyayê ev gef xwar ji bo:
A yekem: Ji bo ku rewşa hundirîn û rewşa xwe ya gelêrî baş bike piştî ku hat xuyakirin ku partiya wî ber bi piçûkbûnê ve diçe. Ew careke din hewl dide bi hestê çîna oldar bilîze ew jî bi rêya gefxwarina li Îsraîlê, bêyî ku tu gavê bavêje. Ev tê wateya ku doza Filistînê bo berjewendiyê xwe yên kesane bi kar tîne û ev yek neqenciyeke mezin e derheqê doza Filistînê de.
A duyem: Serokê Tirkiyayê dixwze bi gefxwarina li Îsraîlê fişarê li Amerîkayê bike da ku soza ku zû pêk bîne a firotina balafirên “F-16” ji hêlekê ve û ji hêleke din ve da ku hin rêyan li pêş wê veke derbarê doza kurdî li rojhilatê Firatê.
Bi her halî, parlementoya Tirkiyayê, li gor madeya 92yan ji destûrê, ew jêdera biryara aştî û şer e. Parlemento ji 1ê tebaxê ve ketiye betlaneya xwe ya havînê û destûr di bendê xwe yê duyem de yê madeya 92yan, vê biryarê dixe destê serokê komarê tenê de, ku êdî biryar tev de ketiye destê Erdogan û bi vê yekê şopîner her û her kifş dike ku ew li ber rêzefîmekî tirkî yê dirêj e û berî ku bê berçavkirin, dawiya wê naskirî ye.