Philip Gordon şêwirdarê Harris.. nêrînên dudil li bara kurd û “gendelên herêmî”
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Heger Donald Trump bi ser bikeve, tiştê ku bike, naskirî ye. Lê çi heger Kamala Harris bi ser bikeve û li gor nêrînan ew tê tecîhkirin? Hêsan e ku em bibêjin ku dê Harris siyaseta derve ya Joe Biden berdewam bike û ev ne pêşbîniyeke şaş e. Dê rêlibergirtina serkeftina Rûsyayê di şerê Ukranyayê de bo rêveberiya wê tiştekî sereke be, her wiha rikberiya bi Çînê re di cengên bazirganî û ewlehî de “bi awayekî beşî” li gor her rewşekê û dosyayeke cuda.
Lê heger Harris bi ser ket, wekheviya kîtekîtan di navbera rêveberiya Biden û Harris de dê ne pêkan be. Li bara Rojhilata Navîn, rêveberiya Biden a herî ku hevalên Tirkiyayê tê de kêm bûn. Xuya dike ku ev yek li gel rêveberiya Harris nederbasdar e, ya ku zanabûneke wê ya serbixwe di rêvebirina dosyayên derve de tuneye û jê tê xwestin ku ji şêwirdarên xwe tiştê guncav bo berjewendiyên Amerîkayê bixwaze. Tê naskirina ku beşekî mezin ji dîplomatên amerîkayî hê ji nexşeya Şerê Sar rizgar nebûne.
Dê ji berjewendiyên dewletekê ya wekî Tirkiyayê be ku piştgiriya nêrîna Amerîkayê bikin a ku li ser bingehên Şerê Sar ava bûye, ku cîhan an li paş Amerîkayê yan jî li paş Rûsyayê disekine. Ev rewş rê li ber Enqerayê vedike ku Amerîka û Rûsyayê şantaj bike ku dê tev li tîma din bibe heger xwestekên wê pêk neyên, mîna dagîrkirina deverên nû ji Sûriya û Herêma Kurdistanê, an jî piştgiriya Azerbîcanê di şerê wê yê li dij Ermenistanê de, her wiha derî li ber vebin ku destwedana di parzemîna Afrîkayê de bike. Her wiha rêveberiya Trump kesayetek wekî James Jeffrey, şandeyê berê yê Sûriyayê tê de hebû, ku roleke wî ya mezin di xwevekişandinan de hebû li ser hesabê koçberkirina kurdan ji bajarên wan. Li gel Harris jî şêwirdarek heye ew jî wekî Jeffrey nikare derveyî çaçoveya Şerê Sar li cîhanê binêre, ew jî Philip Gordon e.
Akadîmisyanê amerîkayî yê bi eslê xwe îranî, Araş Azîzî gotareke dirêj di kovara “Atlantic”ê de li bara siyasetên Harris yên pêşbînîkirî li Rojhilata Navîn nivîsî, di demekê de ku hersê serokên borî hewl dan Washingtonê ji Rojhilata Navîn xelas bikin. Lê ew jî wekî strana “Otêla Kalîfonyayê”, Rojhilata Navîn rê nade mirov ku biçe bêyî ku yekcar jê derkeve, li gor Araş. Ku Barack Obama û Trump lihevkirinên dîrokî kirin ku xwedêgiravî bo zêdekirina seqemgîriyê li deverê bû û rê li ber Amerîkayê vebe ku berê xwe bide devereke din. Lê bûyerên nepêşbînkirî li pêş wan derketin, her wiha Biden jî, ku neçar man vegerin deverê.
Dibe ku Harris heman tiştî pêşbîn bike herger ku di hilbijartinan de bi ser ket. Lê rêbazê ku tê tecîhkirin ku dê li ser wê bimeşe nezelal e. Kevneşopî û tecrubeya wê alîkariya wê nakin ku nexşeyeke siyasî ava bike. Ji ber wê, kesê ku dixwaze siyaseta Harris a derve nas bike li nêrîna Philip Gordon dinêrin, şêwirdarê herî nêzîk ji Harris li yê li bara karûbarê Rojhilata Navîn û şêwirdarê wê yê ewlehiya neteweyî ye ji sala 2022yan ve.
Gordon di rêveberiya Bill Clinton û ya Obama de xwedî paye bû û gelek gotar û pirtûk nivîsîne. Martin Indyk, balyozê Amerîkayê yê berê bo Îsraîlê, sala borî amaje bi wê yekê kir ku Harris “bi awayekî mezin xwe dispêre şîretên Philip ji ber ku ew xwedî tecrubeyeke kûr e û hemû aliyan nas dike” li Rojhilata Navîn.
Piştî ku Harris wekî berbijêra dermokrat a gengaz xuya bû, alîgirên çepgiriyê di cih de pirtûka Gordon keysbaz kirin a bi navê “bikeftina lîstika dûvdirêj: Soza sexte a guhartina sîstemê li Rojhilata Navîn” ku wekî nîşanekê bû ku pêkan e ew alîgirê rêbazê nedestwerdana di guhartina sîstemên neheval bi rêya hêzê ye.
Gordon parastina lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re dike û alîkarî kir da ku lihevkirin pêk were wekî hevrêzkarê Rojhilata Navîn bo Obama ji sala 2013an heta 2015an. Komeke komarîstên di kongresê de bo Harrisê nivîsandin tê li bara têkiliyên Gordon bi Robert Mali, şandeyê berê yê Îranê di rêveberiya Biden de re dipirsin, ku rastî lêpirsînê hat bi tawana revandina agahiyên veşartî bo Îranê. (Gordon û wezîrê derve Antony Blinken û Robert Mali di dawiya salên 90î de heval bûn).
Gordon di hin siyasetan de xwedî taybetî ye û xwedî rêzgirtineke mezin e û ewropayî jê hez dikin; her wiha pirtûkeke serokê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozy bo îngilizî wergerand. Guhdanên Gordon yên zû dilê hin ewropayiyan xist cih de ew kesên ku tirsa wan ew bû ku Harris Washingtonê ber bi Asyayê ve dehf bide.
Gordon payeyên wî tenê di hikûmetên demokrat de bûn û di salên George Bush û Trump de li derveyî hikûmetê bû, ku siyaseta derve ya hikûmetê bi tundî rexne dikir. Dema ku Îsraîlê şer bi Hizbulaha libnanî dest pê kir sala 2006an, Gordon gotarek di rojnameya “Financial Times”ê de nivîsî tê piştgiriya Washingtonê ji şer re wekî “bobelat”ê bi nav kir. Piştî salekê pirtûka “Serkeftina di şerê adil de” weşand ku ew rexneyeke berfireh e ji siyaseta Bush re ya li Rojhilata Navîn ku bang ji xwevekişandina ji Iraq û Afganistanê kir û danûstandina bi Îranê re bi têkeleke ji ceza û diyalogan, her wiha pêkanîna aştiya erebî-îsraîlî.
Ew nivîs armancên sereke yên siyaseta derve ya Obama û Trump a derbarê kêferata filistînî-îsraîlî pêşbîn dikir. Lê aştiya erebî-îsraîlî ya ku Gordon ew pêşinyar kiriye tê de endamekî filistînî hebû ku di “lihevkirinên îbrahîmî” yên Trump de tune bû.
Nêrîna li helwestên Gordon dê bihêle ku bêhtir awayê hizirîna wî di dozên ne têkildar bi dosyaya filistînî, zelal bibe.
Di îlona 2016an de, Înstituta Washingtonê forûmeke siyasî bi Gordon, Dennis Ross, James Geffrey û hin siyasetmedarên din ên ku nû ji serdanên hevbeş ji herdu partiyan li Erebistana Siûdî, Tirkiya û Îsraîlê vegeriyabûn, li dar xist.
Gordon li bara wê gerê tiştekî balkêş û metirsîdar li bara Tirkiyayê got ku hewldana derbeyê ya têkçûyî rojeva welat bû, ku wî rêveberiya Amerîkayê li ser wê yekê gur dikir ku berpirsyarê derbeyê li Amerîkayê niştecih e ew jî Fethulah Gulen e. Nivîsî:
“Amerîkayî hewildna derbeyê ya vê havînê li Tirkiyê pêk hat, ne girîng dibînin. Parlemento hat bombebarankirin û alîgirên Gulen rêjîm derbas kirin, ku muhafezekar û sekularên lîberal di rewşeke tirsê de man ji ber metirsiyên vê tevgerê. Tevî wê jî hê jî Amerîka dixwaze wê bûyerê ne girîng bibîne, vê yekê hişt ku tirk bi xiniziyê hest bikin. Di heman demê de jî, serok Receb Teyyib Erdogan ji desthilata xwe bêhtir bi kar tîne di bersiva derbeyê de”.
Di beşê duyan ê pêşinyara xwe de, Gordon bang dike ku divê rêveberiya Amerîkayê berpirsyara rûreşiyeke mezin be ya radestkirina Gulen bo hikûmeta Tirkiyayê! Her wiha pêwîst e di şerê li dij DAIŞê de xwespartina ser hevalbendan kêm bike. Nivîsî:
“Pêwîst e Washington di pêngava bê dedest ji ji nêrîna xwe ya negiringdîtina radestkirina Gulen, berde, her wiha pêwîst e li bara hevkariya li dij DAIŞê bi Enqerayê re bide û bistîne û xwespartina ser kurdên Sûriyayê kêm bike.”
Piştî ku Trump desthilat bi dest xist, tirsa Gordon ji Tirkiyayê çû Îranê. Di adara 2017an de gotarek di “Forign Affairs”ê de nivîsî tê de behsa Tirkiyayê nekir, lê belê bal kişand ser rikberiya bi Çînê re û metirsiyên têkçûna lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re, her wiha pêkaniya nûdana şer di navbera Washington û Tehranê de dûr nexist, di demekê de ku hizirên Trump kokî ne. Rastî jî dikir ku ev yek pêk were piştî ku rêveberiya wî serekê Feyleq El-Quds Qasim Silêmanî kuşt.
Di kanûna paşîn a 2020î de, bi Amanda Sloat re gotarek di kovara “Foreign Affairs”ê de bi sernavê “hilweşîna metirsîdar a hevpeymana amerîkayî-tirkî” nivîsî. Tê de herdu nivîskar pabendî alavên Şerê Sar ên kevn bûn ku dişibin fîlmê “Binê erdê” yê derhênerê sirbî Amîr Kostorîsta çaxa ku komeke ji cengawerên li dij naziyê di binerdekê berfireh de dijîn da ku pêwîstiyên berhemên şer pêk bînin û di bin erdê de li ser heman karî dimînin tevî ku şer berî wê bi salan bi dawî bûye.
Gordon nivîsî:
” Berî kêmî deh salan, rêveberiya serok Obama –ya ku me tê de kar kir- dixwest hevkariyeke nimûneyî bi Tirkiyayê re ava bike. Niha xerckirineke mezin tê xwestin da ku Tirkiyayê wekî rikber bê nêrîn, tev li wê jî dê Tirkiya ber bi hembêza dijminên Amerîkayê ve biçe mîna Îran û Rûsyayê. Ji bo ku ev encama bobelatî pêk neyê, pêwîst e rêveberiya Trump û Kongres bingehê rikberiya bi Tirkiyayê re baştir fêm bikin, da ku tevgerên tersî pêk neyên ku dê di encama wê de herdu welat dûrî hev bikevin.”
Di 2020î de Gordon nerimtir bû bi hikûmeta Tirkiyayê re heger em bi 2016an hevrû bikin, wî rêveberiya Amerîkayê li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk û hevkarên wê gur nekir û bang li Washingtonê kir ku rê li ber destpêkirina danûstandinan li bara doza kurdî li Tirkiyayê di navbera hikûmetê û Partiya Karkerên Kurdistanê, veke.
Gordon ev pêşinyar nivîsîn di demekê de ku rewş cihêwaz bû di têkiliyên herdu welatan de. Di tîrmeha 2019an de, Tirkiyayê sîstema “S400” a rûsî bi dest xist tevî ku Amerîkayê red dikir. Di cotmehê de, Tirkiyayê operasyoneke leşkerî pêk anî tê de Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kir. Amerîkayê xezeba xwe di komeke mezin ji cezayan de vala kir: Rêveberiya Trump radestkirina balafirên şer ên “F35” bo Tirkiyayê red kir, perpirsyarên mezin ên tirkan ceza, gumrika dahatuyên hesinên Tirkiyayê bilind kir, Kongresê jî biryarek da, da ku cezayên xurt li ser çaksazirina parastinê bê ferzkirin û banga vekirina lêpirsînekê di gengeliya pereyan de ya serokê Tirkiyayê Erdogan de kir, her wiha biryar bi piranî –cara yekem e di Kongresê de- komkujiya ermenan a sala 1915an di dema Împeratoriya Osmanî de wekî komkujiyekê hat dîtin.
Di dawiya gotara xwe de Gordon nivîsî:
“Heger têkilî di navbera herdu welatan de hilweşiya û Tirkiya bû rikberekî rastî ji Amerîkayê re, dê berjewendiyê Amerîkayê zirarê bibînin. Tekane aliyê ku dê qezencê ji cudabûnê bibînin Rûsya û Îran e ku dixwazin Tirkiyayê ji rojava bikêşin. Divê Amerîka rastî vê encmê neyê.
Puxteya Gordon pirsa ku Richard Haass kir, serokê encumana têkiliyên derve ku ew navendeke lêkolînên ya giranbuha ye, tîne bîra mirov. Di gotarekê de ku di “Foreign Affairs”ê di 19ê vê tebaxê de weşand, Haass pirs dike:
“Çima cegera hevalbendan heye ku rikberiya Washingtonê bikin? Ji ber ku li gel wan metirsî bilindtir in ji ya li gel Amerîkayê. Di gelek rewşan de, meseleyên nelihevkirinê yên sereke yên li bara berjewendiyên hevalbend ên ewlehî û aborî, li gor Amerîkayê tenê yek ji tiştên ku jê tê xwestin, ev yek dihêle ku xwesteka çareyê li gel Amerîkayê kêmtir be ji ya li gel hevalbend. Her wiha heger Washinton dûrî hevalbendekî ket, çiqasî jî kiryarên wê bihincet bin, dê hin rexnekar bibêjin ku ew êdî nema hevkarekî xwedîbawerî ye, ev yek dihêle ku hevalbend kiryaran bikin bêyî ku berjewendiyên Amerîkayê di ber çavan re derbas bikin. Mîna van kiryaran Amerîkayê girê didin.”
Tiştê ku şêwirdarê Harrisê pêşinyar dike ew ku hesabê şaş yên ku Haass li jor şîrove kir, berdewam bike, ango dîplomatên amerîkayî ji rêveberiya xwe re bibêjin ku dozeke wekî ya hebûna Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ne girîng e û ne hêja ye bo wê Tirkiyayê tengezar bikin!
Di cotmeha 2020î de, Gordon gotareke din di “Foreign Affairs”ê de diweşîne tê de hevrûkirineke rexneyî ji dîroka destwerdanên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi mebesta guhartina sîsteman, dike.
Xwesteka Amerîkayê ya kûr a çarekirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji gelek hêlan ve baş e, lê dibe ku metirsîdar be jî. Bi rastî rasteqîna dijwar –a ku bi dehsalên tecrubeya biêş li deverê ew tekez kirin- we e ku hin pirsgirêk hene bi temamî çare nabin, hewldana çarekirina wê jî carinan rewşê aloztir dike. Beşek ji pirsgirêkê ew e ku çêkerên siyasetê yên amerîkayî bi piranî dewleta destnîşankirî bi kûrahî fêm nakin, ev yek dihêle ku rastî sextekariyê werin ji hêla aliyên ku xwedî berjewendiyên taybet in.
Rast e ku çare bo pirsgirêkê pêşinyar nekir, lê re hizira xistina sîsteman red dike, heta bi hizira cezayên deheqê binpêkirinên mafên mirovan jî. Neku xweradestkirin e ji stemkaran re, lê belê ji ber ku tekez bû ku tu sûd jê tuneye li ser demên dirêj ji hêla “gendelên herêmî” yên ku Gordon ew bi nav nekirin.
Dibe ku nebûna nêrîneke mezin li ser Rojhilata Navîn ji hêla Harrisê ve, nimetek be. Heta niha xweş nayê naskirin bê dê Harris kê bîne bi avakirina siyaseta derve an jî gengaz tîmekê cur bi cur kom bike yan jî kesekî tenê ku xwediyê nêrîneke siyasî ya tekane ye. Tevî wê jî li gorî puxteya Ariş Azîzî, tecrubeya dûvdirêj a Gordon û Ilan Goldberg, şêwirdarê amerîkayî-îsraîlî yê karûbarên Rojhilata Navîn, dide xuyakirin ku dê xwe li ber dûrxistina ji deverekê ku xuya dike ku tengasîker e, bigire. Û dibe ku destpêka tîmeke siyasî ya derve be ku li xwe mukur tê li danûstandina bi Rojhilata Navîn re karekî jênerevîn e û li ser yekkirina siyasetên Rojhilata Navîn bi siyasetên din re yên li deverên din, mîna Çînê, kar bike, berdêla ku wan wekî du bijardeyan bibîne ku pêwîst e yekê ji wan bibijêre. Ev yek dê li gor jinûvenîşankirina siyaseta derve ya Amerîkayê be ku dê li gor belgeya ewlehiya neteweyî ya sala 2018an be, ku destnîşan kir du metirsiyên mezin hene gefê li desthilata Amerîkayê dikin, ew jî Rûsya û Çîn e. Her wiha ew li gorî hizira NATOyê ye, ku ew saziya gewre ye ya ku bo kişandina pûtepêdana Amerîkayê bi Çînê li ber xw dide, ku tu karê NATOyê li wir tuneye, dagîrkirina Rûsyayê ji Ukranyayê re jî bo pêkanîna xwestekên wê bû alîkar.