Pevçûnek di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de li ser Rojhilata Navîn

Nivîskar: Hisên Cimo

 Wall Street Journal û Fox News: An dabeşkirina berjewendiyan di navbera “bakur” û “başûr” an jî rûbirûbûn

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Tirkiya û Îsraîl derbarê rêvebirina aloziya di navbera du dewletan de ne pispor in, ji ber ku di esas de hevalbendên hev in û di warê siyasî de nêzî hev in. Her wiha, demên aloziya di navbera wan de sînodar in û ev alozî ne ewlekarî ne, ji ber ku hevkariya leşkerî û îstixbaratî  heta niha çalak û bibandor e û roleke di destekdayîna Azrebîcanê de di aliyê çekan de lîst. Lewra, vê yekê hişt ku Azrebîcan di şerê  Qerebaxê yê dawî de bi ser bikeve. Heta niha jî hevkariya îstixabartî di warê agahiyên derbarê PKKyê de, berdewam e.

Lê tevî vê yekê jî, rêvebirina rikberiyê di navbera wan de piştî têkçûna rejîma Sûriyayê û beriya wê jî têkbirina piraniya endamên eksena Îranê li Rojhilata Navîn, êdî zehmet bû. Tirkiya û Îsraîlê herdu welatên di aliyê protokolê de dostên hev in û derbarê Xezayê de jî “dijberiyeke rikberî” di navbera wan de heye, lê herdu welat jî tu dostên wan ên hevbeş li herêmê tunene. Hemû hevalên Tirkiyayê dijminê Îsraîlê ne, ji ber vê yekê jî ne pêkan e ku herdu dewlet di rêvebirina rikberî û nakokiyên berjewendiyan, li ser heman rêbazan bimeşin.

Edîtorê Karûbarên Derve yê rojnameya Wall Street Journalê Yaroslav Trofimov raporeke dirêj bi sernavê “Îsraîl li dij Tirkiyayê: Kêferateke li ser desthilatê di Rojhilata Navîn de” belav kir. Trofimov dibêje ku Tirkiya û Îsraîl herdu di aliyê stratejîk de ji têkçûna rejîma Sûriyayê sûd wergirtine, ku sînore ji berfirehbûna desthilata îranî li Rojhilata Navîn danî. Lê niha herdu dewlet jî hevalbendên Amerîkayê ne, ku bi rastî jî piştî şerê li Xezayê têkiliya di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de aloz bû û li ser rêyeke pevçûnê ya kûrtir dimeşin di Sûriyayê de û dervayî wê. Tê texmînkirin ku rêvebirina vê rikberiyê, bibe rojeva sereke ya rêveberiya Trump, ev yek jî fişarê li ser toreya hevalbendên Amerîkayê li Ewropa û Rojhilata Navîn çêdike.

Berpirsa bernameya Tirkiyayê di Peymangeha Rojhilata Navîn Gonul Tol dibêje: “Berpirsên tirkan dixwazin ku Sûriyaya nû serkeftî be da ku bikaribin bi dest bixin, her wiha rayedarên tirk wiha hest dikin ku dibe Îsraîlî vê yekê li wan xerab bikin.”

Bê gûman, dijberiya rikberiyê di navbera Îsraîl û Tirkiyayê, bi aloziya dirêj û bi xwîn a navbera Îsraîlê û Îranê û şaxên wê de, nayê hevûrkirin. Lê rayedarên îsraîlî gotin ku ew ji eksena îslamî ya sunî ya nû ne razî ne ku Tirkiyayê wan bi rê ve dibe û dibe ku bi demê re bibin metirsiyeke mezin, nexasim ku bi awayekî eşkere serokkomarê Tirkiyayê Erdogan destekê dide dijminên Îsraîlê.

Bi avakirina rejîmekê li Şamê piştê têkçûna Beşar El-Esed, Tirkiya wekî hêzeke serdest li Şamê diyar bû. Ev yek jî dihêle ku Erdogan ji her demê zêdetir nêzî xewna xwe bibe ew jî di çarçoveya desthilata axa osmanî ya berê, heta Lîbya û Somalê. Ew rêbazek e ku tê de rikberiya bi Îranê re heye, ji ber ku Îran parêzerê herî eşkere ye yê doza filistînî di dema niha de, ev yek jî dê berê wê bi rikberiya bi Îsraîlê ve veke, Îsraîl jî dibîne ku ev yek pir metirsîdar e.

Her wiha, serokê Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê ya parlamentoya Îsraîlê Yuli Edelstein jî di hevdîtineke bi rojnameya amerîkatî re dibêje ku “Peywendiyên bi Tirkiyayê re bêguman di rewşeke xerab de ne, lê her dem îhtîmala xerabûna zêdetir jî heye. Mijar ne ku em di vê pêvajoyê de gefan li hev dixwin, lê belê dibe ku derbarê Sûriyayê de ev mijar veguhere rûbirûbûnê, rûbirûbûna bi wekîlên Tirkiyayê re”. Erdogan piştî du rojan ji têkçûna El-Esed, bal kişand ser nêrîna xwe ya taybet ji bo Tirkiyayê wekî hêzeke serwer li Rojhilata Navîn û got: “Çi bûyerek li herêma me çêdibe, taybet Sûriyayê, tîne bîra me ku Tirkiyaya rast sînorê xwe yê cografîk derbas dike.”

Li gorî rojnameyê, ji bilî Qeterê, hevkaêrn Washingtonê yên din li herêmê wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên û Urdunê, derbarê serweriya Tirkiyayê ya nû fikarên wan hene. Rayedarên wan dewletan, ditirsin ku vejînkirina îslama siyasî ku ji Şamê belav bibe, wê ewlekariya dewletên wan xerab bike.

Tirkiyayê ku di sala 1949an de, yekem dewleta îslamî ku bi Îsraîlê itîraf kir, heta niha baylozxaneya wê li Tilebîbê heye, tevî ku Erdogan serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu  rexne kir û ew wekî “kujerê Xezayê” bi nav kir, piştî kuştina bi dehhezaran filistinî li ser destê Îsraîlê li Xezayê, her wiha cezayên aborî jî li ser Îsraîlê feriz kirin.

Serokê beşa dîroka Rojhilata Navîn a hemdem li Zanîngeha Tilebîbê Eyal Zisser got: “Heta niha jî kanalên peywendiyên di navbera herdu welatan de hene û Tirkiya heta niha hevalbenda  Amerîkayê ye, ji ber wê pêkan e em herduyan bigihînin hev.

Ji demeke dirêj ve, siyasetên Tirkiyayê yên derve û parastinê rêveberiyên Amerîkayê tengezar kirin, ku ji hevkariya leşkerî û nuklerî ya Erdogan bi Rûsyayê re tengezar bû, ku di wê demê de berpirsyarên amerîkayî ew bi alîkariyên bi dizî bo DAIŞê li Iraq û Sûriyayê wesf kir. Rêveberê cîbicîkar ê Saziya Parastina Demokrasiyan, ku ew saziyeke lêkolînê ye li Washingtonê û piştgiriya Îsraîl, Ukranya û Taywanê dike, Jonathan Schanzer dibêje: “Tirkiya heta demeke dirêj dewleteke ne ji rêzê bû di hundirê hevalbendiya rojavayî de.”

Beriya çend rojan, wezaretên derve yên Tirkiya û îsraîlê derbarê siyaseta herdu aliyan li Sûriyayê, hevdu tawanbar dikirin. Li gorî lêkolînerek payebilind di Peymangeha Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî de Galia Linden-Strauss, ev yek nîşan dide ku têkiliya herdu aliyan di asteke xerab de ye û dibêje: “Têkiliya di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de niha, ji berî bi dehên salan ve, di asta herî xirab de ye.”

Galia Linden-Strauss dibîne ku daxwazên Enqerayê zêdetir dibe û “serwerî li ser herêmên bakur dike. Pirsa niha gelo wê serweriya Tirkiyayê zêdetir ber bi başûr ve bêhtir here, ku ev yek wê dike garantora rêjîma ku çêdibe.”

Di nirxandineke ku toreya “Fox News”ê ya amerîkayî belav kiribû de, lêkolîneran hişyariya da ku rûbirûbûna “nebiqestî” ya bi Îsraîlê re dibe ku bibe tiştekî jênerevîn heger Tirkiya hebûna xwe li Sûriyayê kûrtir bike, li gor Îtan Kohîn Yanaroçak ji navenda “ Moşî Diyan” li Zanîngeha Tilebîbê.

Linden-Strauss bi berdewamî dibêje: “Berjewendiyên sereke yên Tirkiyayê li Bakurê Sûriyayê ne, lê yên Îsraîlê li başûr in.. Îsraîl û Tirkiyayê dikarîbûn ku kanalan bi Rûsyayê re çêbikin da ku rûbirûyê hev neyên. Wê pêwîstî bi mekanîzmeyên wekî wê hebin.”

Pirs ew e: Gelo wê kî bi rola Rûsyayê rabe da ku berjewendiyên Tirkiya û Îsraîlê di “Sûriyaya nû” de organîze bike?!