Nepeniyên di dîroka siyasî ya Sûriyayê de

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Ji rêbazê vegotina serokwezîrê Sûriyayê Xalid El-Ezîm derbarê tiştên ku bi wî re di 30 adara 1949an de çêbûye, dema derbeya Husnî El-Zeîm û leşkeran ew ji nava nivîsnên wî pêxwaz derxist û çawa ku li ser derenceyan ketiye û nehiştin ku berçavka xwe bigire, fêm dike ku ev bûyer bandoreke mezin li ser derûniya wî çêkiriye. Îhtîmala mezin ew jî ku ew vegeriya û gelek caran bû serokwezîrê Sûriyayê, piştî darvekirina El-Zeîm di tebaxa 1949an de, ji ber ku li ser nepeniyên derbeya El-Zeîm lêkolîn û lêgerîn kiriye, her wiha têkiliyeke wî ya berfireh bi aliyên navdewletî û herêmî re heye. Lê dema ku em rojnivîsên wî dixwînin, ku nivîsên bi destê xwe dema li Beyrûtê sala 1965an de mir li pey xwe hiştin û piştre di sala 1971ê de hatin belavkirin, em rastî gelek gumanên gel wî tê ku nîşaneyên wê derbarê tiştên ku wê rojê de çêbûne,  ne zelal in. Di vê çarçoveyê de, dibêje: “Ez dûr nabînim ku destên biyan hewl dan ku rewşê li Sûriyayê tevlîhev bikin. her çendî ku zehmet e vê yekê bi belgeyan were piştrastkirin jî, lê pêşketina bûyerên borî û bûyerên ku piştre çêbûn, dihêlin derbarê vê yekê de gûman çêbibe “(Rojnivîsên Xalid El-Ezîm, r.186). Ev jî gumaneke giştî ye, ne ku aliyekî taybet tawanbar dike, çi yên navdewletî û çi jî yên herêmî.

Dema ku Berpirsê CIAyê li Şamê Miles Copeland ku li baylozxaneyê wekî berpirsekî çandê kar dikir,  di sala 1949an de pirtûka xwe ya bi navê “The Game of Nations” li New Yorkê di sala 1969an de belav kir û tê de rola Amerîkayê ya di derbeya El-Zeîm de eşkere kir, ev yek dema ku çapa wê ya erebî di sala piştre li Beyrûtê derket, bala gelek kesan kişand. Lê ev pirtûk ji aliyê kesên ku ji  serokê Misirê Cemal Ebdulnaskir hez nedikirin wekî madeyeke ji bo piştrastkirina têkiliya Amerîkayê bi derbeya 1952yan ve li Misirê dihate bikaranîn û ev yek jî heta roja me ya îro berdewam dike, tevî ku zêdetirî nîv sedsalê di sere derbas bûye. Li gorî pirtûka Copeland jî, armanca Amerîkayê ji vê yekê, bibe rêbazek destpêkirina derxistina hêza Birîtaniyayê li herêmê. Her wiha, di pirtûkê de hate destnîşankirin ku beşê duyemîn ê derxistina Birîtaniyayê di sala 1953yan de li Tehranê bû, bi rêya derbeya ku Washingtonê li dij serokwezîrê Îranê Mihemed Misdiq hevalbendê Partiya Tode ya Komunîst, plan kiribû wekî derbeyeke parastinê da ku Îran nekeve bin destê Kremlinê.

Rola Copeland di vekirina nepeniyên Amerîkayê yên taybet derbarê karûbarê Sûriyayê de, ji rola mamosteyê dîrokê di Zanîngeha Clark li bajarê Worcester ya girêdayî wîlayeta Maine ya amerîkayî  Douglas Little kêmtir bû. Di vê çarçoveyê de Douglas Little lêkolînek di kovara “Middle East Journal” de di zivistana 1990î de (r.51-75) bi sernavê “Şerê Sar û karê nepenî: Amerîka û Sûriya 1945-1958” belav kir. Little di lêkolîna xwe de, xwe spart belgeyên amerîkayî yên nepenî yên ji serdemên serokên Harry Truman 1945-1953 û Dwight Eisenhower 1953-1961, ku qanûna agahiyên Amerîkayê di dawiya salên 1980î de, destûr da ku ev agahî werin vekirin. Ev agahî ji sedan sendoqeyan pêk dihatin ku di nava wan de nameyên veşartî yên taybetmendiyên dîplomasiya derve an jî îstixbaratî, hebûn. Nameyên xwedî taybetmendiyên dîplomasiya derve sembola wê ev bû “NARG59” û nameyên xwedî taybetmendiyên îstixbaratî jî sembola wê ev bû “NARG84”.

Li gorî belgeyên ku Little belav kirine, Stephen Mead yê girêdayî CIAyê yê ku di bin perdeya alîkarê leşkerî di balyozxaneya Amerîkayê li Şamê dinixumand, dest bi peywendiyan bi Hisên El-Zeîm re kir, bêyî ku haya bayloz James jê hebe, ango ji mijdara 1948an heta roja derbeyê. Armanc jî ew bû ku “Lêkolîna li ser derfeta avakirina dîktatoriyeke ku ji artêşê destekê bigire” (r.55). Her wiha, hate dîtin ku El-Zeîm “wekî nimûneya dîktatoriyên komarên mûzê ne” (r.55) li Amerîkaya Latinî ku “dijminahiyek wan xurt li dij Sovyetê heye(r.55)”. Little di heman rûpelê de, paşxaneya destpêkirina peywendiyên Mead bi El-Zeîm re dike, ev yek jî fikarên Wezîrê Derve yê Amerîkayê George Marshall di tebaxa 1948an de  derbarê “nîşaneyên cidî yên nêzikbûna Sovyet-Sûriya û redkirina serok El-Qiwetlî ya pêşniyaza agirbesta bi Îsrîlê re û astengekirina parlamentoya Sûriyayê ji projeya dirêjkirina xeta petrolê ya Tapline ji Erebistana Siûdî-Urdun-Sûriya-Libnan” nîşan dide. Di vê çarçoveyê de, parlamenterên sûriyayî daxwaz kirin ku li şûna Libnanê, divê xeta petrolê li peravên Sûriyayê be û piştî şerê 1948an bi Îsraîlê re û destekdayîna Amerîkayê ji Îsraîlê re, parlamenterên sûriyayî  daxwazên xwe zêdetir hişk kirin.

El-Zeîm li ser peymana Tapline di gulana 1949an de û li ser peymana agirbesta bi Îsraîlê re di tîrmehê de, îmze kir. Sûriyayê jî piştî Misir, Urdun û Libnanê, dewleta herî dawî bû ku li ser agirbestê îmze kir. Lê balkêş e ku El-Zeîm ji baylozê amerîkayî re Kelly di nîsanê de got “Sûriya difikire ku 250 hezar penaberên filistinî di herêma Cizîrê de li ser sînorê bi Iraqê re bi cih bike” (Little, r.57). Ev yek jî nîşan dide El-Zeîm tiştên ji agirbesta bi Îsraîlê re zêdetir dixwest, ev yek jî belgeyên Little eşkere nekirin, lê belê bê belge pirtûka ku zanîngeha Texasê sala 2015an ve ya ji aliyê lêkolîner Elie Budi bi sernavê “Derfetên aşitiyê”  hatibû nivîsandin, eşkere kirin. Di wê pirtûkê de, di beşa 5an de, ya bi sernavê “Însiyatîfa Husnî El-Zeîm” eşkere dibe ku El-Zeîm ji Îsraîlê re pêşniyaz kiriye ku însiyatîfa aşitiyê di navbera Sûriya û Îsraîlê de li ser du xalan were avakirin, ew jî vegerandina bicihkirina penaberên filistinî li Sûriyayê û xêzkirina sînor ji nîvê gola Hula û Teberiyayê. Lê ev pêşniyaz ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê David Ben-Gurion hate redkirin.

Heta niha jî, tu belge an jî şahidbûn li ser meyla piratîk bi rêya danûstandinan an jî peywendiyan, ber bi danûstandinên dualî ên pêkanîna peymana aşitiyê di navbera rejîma El-Zeîm û Îsraîlê de, tunene.

Di blegeyên Little de, nepeniyên derbeya Edîb El-Şîşeklî ya duyem di mijdara 1951ê de hatine eşkerekirin, ku piştgiriya El-Şîşeklî ji projeya Rêvebirina Rojhilata Navîn (MEC) bi hev ve girê dide. Ev proje jî, di meheke beriya derbeyê de, ji aliyê Amerîka, Birîtaniya, Fransa û Tirkiyayê ve hate pêşkêşkirin, da ku sîstemekî leşkerî-ewlekarî yê Rojhilata Navîn ava bikin, ku berdewamiya NATOyê ya herêmî be. “El-Şîşeklî jî piştgiriya xwe ji bo plana MEC di hevdîtina li  baylozxaneya Amerîkayê li Şamê di 23ê mijdara 1951an de bi Miles Copeland û kesên din re nîşan da” (Little, r.60). Di heman demê de jî, li di hikûmeta Merûf El-Diwêlibî pêk hat, ku bi awayekî beriz li dij vê projeyê bû.

Her wiha, di belgeyên Little de, nepeniyên kuştina efser Ednan El-Malikî jî di nîsana 1955an de jî hatin eşkerekirin. Di vê çarçoveyê de, baylozxaneya Amerîkayê li Şamê nameyeke taybet ji bo Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Foster Dulles di cotmeha 1954an de şand û di nameyê de tê gotin: “Rayedarekî di Partiya Sûriyayî ya Neteweyî ya Civakî de, serdana baylozxaneya Amerîkayê kiriye û ji wan re ragihandiye ku ew dixwazin di nava du salên bê de bi awayekî aram kar bikin, da ku karibin hikûmeta Sûriyayê têk bibin eger ku gelekî ber bi çepgiriyê ve çû. Her wiha, divê tiştek ji efser Ednan El-Malikî re were kirin, ku berpirsyartiya xwe ji bo ku hevalên xwe bixe cihên sereke, bi kar tîne” (r.64). Her wiha, Little di belgeyekê de ku tê de têbîniyek di nîsana 1955an de heye ji “Nivîsgeha Kordîneya Operasyonan a rêveberiya Eisenhower (OCB)” eşkere dike. Ev kom (OCB) ku ji gelek saziyên ku operasyonên veşartî yên Amerîkayê dişopîne pêk tê, dibêje ku “Serweriya zêde ya çepgiran û hin komunîstan, planên Amerîkayê ji bo avakirina rejîmeke ewlekarî ya parastina herêma Rojhilata Navîn, asteng kir” (r.63), di demekê de ku Şam bi piştgiriya artêşê, li dij hevalbendiya Benxdadê derket, ku ev hevalbendî di navbera Tirkiya û Iraqê di sibatê de hate ragihandin û piştî wê bi du mehan Birîtaniya jî kete nava vê hevalbendiyê û Amerîkayê jî di piştperdeyê de destek da vê hevalbendiyê. Di vê çarçoveyê de, di nîsanê de, wezîr Dulles di nameyekê de ji baylozê amerîkayî li Iraqê Waldmar Jackman dibêje ku “Bidestxistina desthilatdariyê ji aliyê Ednan El-Malikî ve an jî efserên çepgir û pêkanîna peymanê bi Ebdulnasir re, dibe ku ev yek bi xwe re siyastên Sûriyayê yên dijberî rojava bi xwe re bîne. Her wiha, dibe ku çirûska operasyoneke leşkerî ya iraqî an jî îhtîmaleke herî xerab ku operasyoneke leşkerî ya Îsraîlê li dij dewleteke ereban an jî gelek dewletên ereban, çêbibin” (Little, rûpel 63 û 64).

Dibe ku nameya Dulles hişt ku piştre Amerîka bûyerên derbeyan li Sûriyayê plan bike, wekî “Operasyona Strukl” bi hevkariya bi Birîtaniya di sala 1956an de ku biryar bû derbe di 25ê cotmeha 1956an de pêk were. Piştre jî “Operasyona Wapon” ku Amerîka bi tena serê xwe pêk anî û plana wê ji aliyê serokê nivîsgeha duyem a sûriyayî efser Ebdulhemîd El-Sirac di tebaxa 1957an de hate eşkerekirin. Di heman demê de jî, ji ber agahiyên El-Sirac” Operasyona Strukl” jî têk çû. Dateyên herdu operasyonan di lêkolîna Little û pirtûka Patrick Seale ya bi sernavê “Şerê li ser Sûriyayê”, têne dîtin.

Tirsa Washingtonê di Sûriyayê de di navbera 1955-1957an de, ew bû ku Şam bikeve nava destê Moskoyê, di demekê de ku serweriya Partiya Komunîst ya Sûriyayî, zêdetir dibû. Her wiha, erkdarkirina Efîf El-Bizrî ji bo serokatiya erkanê di tebaxa 1957an de jî, êdî tirsa Washingtonê ya ketina Sûriyayê bin destê Sovyetê gihaşt lûtkeya xwe. Lewra di meha piştre jî, Amerîka tirk xistin tevgerê da ku 50 hezar leşker li ser sînorê Sûriyayê bi cih bike û ev yek jî hişt ku alozî çêbibe û di encamê de, Kremlin destwerdan bike û hişyarî dan. Ji nava wan hişyariyan jî, gotina serokwezîrê Sovyetê Bulganin di îlona heman salê de bû, dema got “Şerê çekdarî li Sûriyayê, wê ne tenê li wê herêmê be”. Ev yek jî hişt ku Washington fişarê li tirkan û hevalbendên wan ên iraqî bike, da ku ev alozî rû nede.

 Li vir: Gelo nameya balyozê Amerîkayê yekbûna Sûriya-Misirê û aloziyên ku di navbera Washington û Qahîrayê de derketin ku ji sala 1958an heta sala 1964an dom kir, şîrove dike?

Wekî encam: Gelek tiştên nepenî di dîroka siyasî ya Sûriyayê de hene ku heta niha nîşaneyên wê ne diyar in. Her çiqas ku belgeyên Little an jî belgeya bayloz Hare ev nepenî jî hatin eşkerekirin jî, divê lêkolîn tê de zêdetir were kirin, an jî bi belgeyên ku pêkan e bên dîtin re bên hevrûkirin. Nepenî û çînên dîrokê hene, tu carî rûyê wê binê wê şîrove nake.