Îsraîl li pêşberî du rêyan e: Yan ragihandina serkeftinê yan jî berdewamkirina şer
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Kuştina serokê Tevgera Hemasê, Yihya El-Sinwar, careke din rê vekir ku kedên dîplomasî bê dan bo bidawîkirina bobelata berdewam li Xezayê, ew jî bi rêya çarekirina siyasî ku garantiya ewlehiya herdu aliyê filistînî û îsraîlî bike, her wiha pê re aramî vegere bakurê Îsraîlê û Başûrê Lubnanê.
Tê pêşbînîkirin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji hêla hevalbendên xwe yên rojavayî ve rastî fişarên cidî were, ji ber ku wî tevahiya armancên xwe pêk anî, beşa mayî jî –ew jî vegerandina girtiyan e- dikare bi awayekî bêşer pêk bîne, li gorî ku di axaftinên serokê Amerîkayê Joe Biden de xuya kir, ku wî dît kuştina El-Sinwar derfetek e bo vegerandina çareya siyasî, ku bi vê yekê vemawerê xwe yê pişûk ji çepigiran razî dike, her wiha erebên Amerîkayê jî.
Li raporeke rojnameya “The Wall Street Journal”ê, kuştina serokê Tevgera Hemasê derfetek e bo Îsraîlê da ku serkeftinê ragihîne û şer li Xezayê rawestîne.
Di dema niha de, serokwezîrê Îsraîlê bijareyên xwe vekirî dihêle.
Di demeke dereng ji roja pêcşemê de, Netanyahu di xîtabeke li ser televîzyonê de ragihand ku “şer bi dawî nebûye”, ev yek jî nîşan dide ku ev serkeftin têra wî nake.
Tevî wiha jî, di xîtaba xwe de li ber guhan xist ku ew dê armanca Îsraîlê ya kuştina kesên mayî ji “Hemas”ê veguhêre bi vegerandina 101 dîlên îsraîlî ku heta niha li Xezayê girtî ne.
Rastî jî Netanyahu rastî fişarên rij tê ji hêla Amerîkayê ku kuştina El-Sinwar xaleke veguherînê ye da ku bigihêjin agirbestekê ku dê pê dîl bên rizgarkirin, ev yek jî aliyên leşkerî û istixbaratên îsraîlê bi dûv wê de ne.
Rêya ku dê Îsraîlî li ser bimeşe piştî kuştina El-Sinwar, dibe ku çarenûsa şerekî firehtir li Rojhilata Navîn destnîşan bike, her wiha ya dîlgirtiya li Xezayê û têkiliyên nearam yên Îsraîl û Netanyahu bixwe bi civaka navdewletî re.
1- Ragihandina serkeftinê
Kuştina El-Sinwar ew ferkeftina herî girîng e ji Îsraîlê re li ser dirêjahiya saleke şer li Xezayê. Îsraîlê piraniya serekên Hemasê li Xezayê kuşt, ji bilî birayê El-Sinwar, Mihemed, ê ku serpereştiya operasyonên leşkerî yên rojane dike û pêkan e ku ew niha bibe serokê komikê. Ji hêleke din ve, gelek leşkerên tevgerê hê sax in û ji nûv re xwe birîxistin kirin û hin endamên nû li hin deverên Xezayê tev li xwe kirin.
Saziya Leşkerî û Ewlehî ya Îsraîlê berî çend mehan bi bîr xist ku tunekirina “Hemas”ê ji binî ve, tiştekî nepêkan e, tekane rêya ku dikare dîlgirtiyên sax rizgar bike, agirbest e.
El-Sinwa li ser dirêjahiya salekê agirbest red kir bi mercên ku Îsraîl dikarîbû erê bike, wekî çawa ku berpirsyarên îsraîlî û amerîkayî gotin. Rêveberiya siyasî ya tevgerê li derve, li bara mîna van mercan pragmatîtir in ji El-Sinwar –li gor wesfa “The Wall Street Journal”ê- û bêhtir fişar li wan tê ji hêla Qeter û Misirê ve ku her dewlet li tenişta Amerîkayê li ser dirêjahiya vê salê hewl didan bibin navbeynkar bo bidawîkirina şer.
Biden got: “Niha derfet heye bi rojên bê, li Xezayeke bi desthilateke bêyî Hemasê, bo çareya siyasî ku siberojeke baştir bo îsraîlî û filistîniyan peyda bibe.”
Cîgira serok, Kamala Harris di kombûneke hilbijartina de li Wisconsinê got: “Ev kêlî derfetê dide me da ku em şer li Xezayê bi dawî bikin.”
Şêwirdarê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê, Jake Sullivan, ji rojnamevanan re got: “Em bawer in ku ev derfeteke nû ye em dixwazin wê ji destên xwe nebin.”
Serokê Istixbaratê Leşkerî yên Îsraîlê Taymir Hayman, dibîne ku ev serkeftin derfetek e bo Îsraîlê da ku şerê xwe yê piralî piçpk bike.
Tevî wiha jî, gelek alîgirên Netanyahu yên rastgirên tund lihevkirinên agirbestê red dikin ku pê Tevgera Hemasê heyî be.
Hayman got: “Pêwîstî bi rengekî ji rengên rêberî û cegeriyê heye ji hêla Netanyahu ve. Ew dê rastî rexneya ji hêla alîgirên xwe ve were.”
2- Berdewamkirina şer
Li ser dirêjahiya sala borî, Netanyahu da xuyakirin ku ew amade ye rikberiya rêveberiya Biden bike –tevî ku Îsraîl ji hêla leşkerî ve xwe dispêre Amerîkayê- û li benber fişarên Saziya Ewlehî ya Îsraîlê li ber xwe bide.
Şerê Xezayê alîkarî bi Netanyahu kir ku ji nûv re xwe wekî serokekî rij ku dijmnên Îsraîlê têk dibe, bide xuyakirin, neku serokê ku Îsraîl di dema wî de mezintirîn bobelata ewlehî pêk hat.
Li gorî ankêtan, hê jî tê tercîhkirin ku heger hilbijartin îroj pêk werin pêkan e ew bi bin bikeve, lê ew hêdî hêdî navûdengiya xwe di nav hilbijêrên rastgir ên Îsraîlê de vedigerîne, ew jî bi awayekî beşî ji ber rêzedebeyên leşkerî li dij Hizbullahê.
Netanyahu roja pêncşemê got ku kuştina El-Sinwar bu buhane ji biryara wî re ku li beranber redkirinên Amerîkayê rawestiya, dema ku heta devera Refih El-Cinûbiye derbasî Xezayê bû, cihê ku roja çarşemê serokê Hemasê lê hat kuştin.
Got: “Niha ji her kesî re zelal bû, li Îsraîlê û li cîhanê, ku çima em li ser biryara xwe man ku em şer bi dawî nakin û çima em rijd bûn ku derbasê Refihê bibin, kaniya Hemasê û cihê ku El-Sinwar lê veşartî bû.”
Şêwirdarê Ewlehiya Neteweyî yê ber di dema Netanyahu de û hevkarê Peymangeha Cihû ya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê li Washingtonê, Yakûf Emîdror got ku kuştina El-Sinwar bûyereke sembolî ya girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku Îsraîl dikare niha şer rawestîne. Lê belê dide xuyakirin ku siyaseta Îsraîlê ya berdewamkirin fişara leşkerî li tevahiya Xezayê, serkeftî ye.
Emîdror got ku hê Tevgera Hemasê karîna wî heye ku êrîşî hikûmeteke berdêl li Xezayê bike. Lê zîde kir: “Pêwîst e em qelskirina karîna hêza leşkerî ya Hemasê berdewam bikin, ji bo Hemas nema karibe êrîşan pêk bîne, netenê bo Îsraîlê, lê belê bo çi tiştê ku wekî berdêla wê bê.”
Emdîror got ku çar sal ji Îsraîlê re divabû da ku serîhildana duyem li Cinênê biçewisîne, Cinên bajarek e li El-Dufa El-Xerbiyê ya dagîrkirî ye. Her wiha pêşbîn kir ku bi kêmanî saleke din ji şer re maye li Xezayê.
Her wiha kuştina gelek serekên “Hemas”ê dihêle ku zehmet be kesekî xwedî desthilat bê dîtin ku pê re giftûgo bê kirin û lihevkirin bê parastin, ev pirsgirêk Îsraîl pê re derbas dibe piştî kuştina piraniya serekên Hizbullahê.
Piştî ku Îsraîlê serkeftinên tektîkî li dij “Hemas” û Hizbullahê pêk anîn û xwe amade dike li Îranê bide, pirsa ku niha tê kirin ev e: Gelo Netanyahu dixwaze raweste?