Guhartinên awarte di siyaseta Sûriyayê de piştî 7ê cotmehê

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Piştî pêvajoya ketina Îsraîlê di Lubnanê de di sala 1982yan de, Şamê bi rêya serwerî û bandora xwe li Lubnanê, Erebistana Suidî bi rêya Refîq El-Herîrî û Îranê jî bi rêya Huzbellahê, derbasî Lubnanê kirin. Lê piştî rawestandina rûbirûna Îsraîlê bi Hubzellahê re piştî komkujiya Qanayê ya sala 1996an, bi saya keda El-Herîrî bi Washington û Parisê re bû, ji bo ku Serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Shimon Peres qani bikin ku yekem lihevkirin di navbera Huzbellah û Tilebîbê de çêkin. Wê çaxê hat wateya ku pireya sûriyayî heye di navbera Tehran û Riyadê de. Ev pir dê nehatiba avakirin heger sêyaneya: Riyad-Qahîra-Şam tuneba, ya ku di salên 90î de piştî şerî kevdavê belî bûn.

Lê Sûriyayê piştî vekişandina leşkerî ji Lubnanê di sala 2005an de, nikarîbû di navbera hêzên Tehranê û Riyadê de li welatê Erzê hevsengiyê çêbike.  Dema ku serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî di sala 2009an de behsa hevkêşeya “s-s: Suidî-Sûriyayê” kir, armanc jê ew bû ku Şamê wekî hevalbend bi nav bike, da ku hevkêşeyeke nû peyda bikin ji bo ku hêza Huzbellahê sînodar bikin. Lê Berî neçar ma ew û Şamê bibin hevkarê Hesen Nesrullah û Mîşêl Ewn, da ku hikûmeta Seed El-Herîrî dema ku serdana Washington di çileya 2011an de dikir, têk bibin. Ev jî planeke Şamê li Beyrûtê bû wekî berdewamiya gavên ku li Bexdadê beriya du mehan hatibûn destpêkirin, dema ku Şam jî tev li destekdayîna îraniyan bû da  ku Nûrî El-Malikî bibe serokwezîr. Di heman demê de jî,  Sûriyayê jî dev ji destekdayîna Eyad Elawî û lîsteya wî ku asta yekem di hilbijiartinên parlamentoya Iraqê de bi dest xistin (beriya vê yekê jî Riyad û Enqera tevî Şamê destek didan Elawî) berda.

Tiştên ku li Bexdad û Beyrûtê çêbûn, wekî ragihandina Şamê ku ew lê li kêleka eksena herêmî ya Tehranê be. Bi vê yekê re jî, keda  4 salan ku ji aliyê Enqera, Dewha û Parîsê ve û li pişt wan Washington dihate meşandin da ku Sûriyayê bikin eksena dijberê îraniyan ku piştî şerê sala 2006 hate avakirin, têk çû. Wê demê jî, Condoleezza Rice  piştî demeke kurt ji şer ev pênase kir “nerm li dij tundan”

Îhtîmala mezin ew e ku hevalbendiya Washington, Parîs, Enqera û Dewhayê di aloziya Sûriyayê de ango di adara 2011an de, hewldanek bû bi rêya “şer” ku Şamê dûrî eksena (Tehran-Bexdad Nûrî El-Malikî-Dahiya Başûr-Xeza), bixin. Her wiha, hevalbendiya Tehran û Huzbellahê bi desthildariya Sûriyayê di aloziya Sûriyayê de, ji bo ew tişt pêk neyê, ango ji bo wan pira Sûriyayê ji bo rêya Tehran-Bexdad-Şam-Dahiya Başûr e.

Di şerê 7ê cotmeha 2023yan de, di vê tabloya Rojhilata Navîn a ji sala 2011an ve hatibû xêzkirin, pêkhatina guhratinan tiştekî ji nişkan ve bû. Lewra, dûrbûna ku Şamê xwe ji şerê 7ê cotmehê xist, tevî ku destekdayîna Sûriyayê ya kevneşop di doza Filistînê de parast, ji dûrbûna Tehranê û Huzbellahê zêdetir bû. Ji ber ku roja din ew derbasî “şerê piştgirî û mijûlkirinê” bûn, vê yekê jî hişt ku Serokwezîrê Îsraîlê  Benjamin Netanyahu piştî şiyanên tevgera Hemasê li  Xezayê di aliyê leşkerî de lawaz kir, berê xwe Îranê derbasî şer bike, bi rêya “provakisyonê” dema ku konsulxaneya Îranê li Şamê di nîsanê de armanc kir û Îsmaîl Heniye di mala mêvanan de li Tehranê di tîrmehê de kuşt. Piştre jî, Îsraîlê şerekî berfireh li dij Lubnanê di îlonê de dest pê kir û di heman demê de jî, Îsraîlê êrîş li ser axa Sûriyayê li dij rêveberên leşkerî yên Îranê û hebûna leşkerî ya Huzbellahê, pêk anîn.

Di encamê de, mirov dikare bibêje ku Şam hinekî xwe dûrî şerên Xeza û Lubnanê dike. Îhtîmala mezin jî ev yek jî encama nirxandina hevsengiyên hêzan li tevahiya herêmê ye, piştî ku diyar bû 13 mehên li Xezayê  û meh û nîvek li Lubnanê ev hevsengî derketin holê. Her wiha, nirxandina Sûriyayê ji asta Îranê ya rûbirbûna yekser bi Îsraîlê re ye û Tehranê hilbijart ku ev rûbirûn ne yekser be û bi rêya Huzbellah û Hûsiyan be. Ev jî rêbazê Îranê ye ya bikaranîna axa Lubnanê li dij Îsaîlê ye, ku berê Şamê heman tişt kir, dema ku bi Tehranê re piştgirî da Huzbellahê di pêvajoya beriya rizgarkirina başûrê Lubnanê di sala 2000î de. Her wiha, Şamê nirxand ku çi rûbirûna yekser bi Îsraîlê re li Colanê, wê ne di berjewendiyên Sûriyayê de be û dikare kaxeza başûrê Lubnanê ji bo Colanê, were bikaranîn. Axaftina Sûriyayê li bara yekbûna rêya Lubnan û Sûriyayê di diyalogên erebî-îsraîlî yên ku di salên 90î de pêk hatin, derbirîneke veşartî ji vê yekê re bû.

Hevdemî vê siyasetê jî, ragihandina sûrî ya fermî bi awayekî xurt piştgiriyê dide Lubnanê di rûbirûna bi Îsraîlê re. Di heman demê de jî, atmosfêreke xweş û hêsan ji lubnaniyan re yên ku di van du mehên dawî de hatin Sûriyayê hate peydakirin. Lê heman atsmofêr û hêsanî penaberên sûrî yên li Lubnanê di aliyê fermî û civakî de di pêvajoya 2012-2024 de, nedîtin.

Li beramberî vê yekê jî, civaka Sûriyayê çi yên alîgirên desthilatdariya Sûriyayê çi jî yên opozîsyonê, rehetiyek wan heye li bara helwesta Sûriyayê ku welat ber bi şer be nebir mîna Xezayê di 7ê cotmeha 2023yan û Lubnan piştî 17ê îloa 2024an. Nexasim ku Sûriya ev 15 sal in di rewşeke tevlî ya navxweyî de û di encamê de bi sedhezaran sûriyayî hatin kuştin û zêdetirî nîvê nifûsa Sûriyayê çi penaber bûn çi jî koçberî hundir bûn, her wiha di binesaziya aborî û xizmetguzariyê de, wêraniyeke mezin çêbû. Li ser vî esasî jî, di navbera helwesta Sûriyayê û helwesta Misirê ya ji Xezayê re, nêzikatiyeke hevbeş heye. Xwe ji şer dûr xistin, lê di aliyê siyasî de destek dan doza Filistînê ne tevgera Hemasê, her wiha Misirê xizmetguzariyên mirovahî pêşkêşî xelkê Xezayê kir.

Lê mirov dikare nirxandineke kûrtir bike û bi bîr bixe ku Şamê  rêveberiya ereban da serok Cemal Ebdulnasir piştî ku di salên 50î de li kêleka Ebdulnasir li dij Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Seîd û koalîsyona Bexdadê sekinî. Her wiha, qutbûna Şamê ji yekitiya bi Qahîreyê re di sala 1961an de, destpêka berfirehbûna nasiriyê bû, ev yek bi Tehranê re jî pêk hat ku derbasî Lubnanê bû piştî ku di bin desthilata Sûriyayê de bû di salên 80yî de, ku nikarîbû piştgiriya Hizbullahê kiriba, ne jî li beramberî Îsraîlê li ber xwe bida bêyî erêkirin û hêsankirinên Şamê. Her wiha berfirehbûnê Tehranê li herêma Rojhilata Navîn ji Bexdad heta El-Dahiye EL-Cinûbiye û Xezayê, bêyî pira cografî ya sûriyayî, tê rûxandin.

Di vê çarçoveyê de, mirov dikare texmîn bike ku helwesta Şamê ji şerên Xeza û Lubnanê re dirêj dibe (eger ku me mijara nebeşdarbûna nava wan şeran ji ber hesabên girêdayî hevsengiyên hêzan, ji hev qut bikin) da ku helwesteke bendewarî be, ku dê ka di roja bê de dê hevsengiyên hêzê di Rojhilata Navîn de çawa be.

Di van şeran de, asta lawaziya Îranê derket holê, her wiha di diyarbûna hevsengiyên cîhanî de ku van herdu şeran hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn diyar kir, ku dikare xetên sor, kesek û zer tê de xêz bike. Her wiha, asta neamadebûna rûsî û çînî di Rojhilata Navîn de diyar bû, ku rolên Mosko û Pekin di şerê Rojhilata Navîn de lawaz e, di demekê de ku cîhanê zêdetir girîngî dabû şerê Ukranyayê .

Şamê  ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve, kilîta guhartina hevsengiyên herêmê bi dest xist. Dibe ku Ebdulnasir û Nûrî El-Seîd girîngiya Şamê dizanibûn, piştre jî El-Xumeynî û Xamineyî jî ev girîngî nas kirin. Di heman demê de, dibe ku ereban jî ev girîngî nas kiribe, bi rêya vekirina têkiliyên xwe yên nû bi Şamê re ji sala 2023yan ve. Her wiha, Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan jî ev  girîngî nas kir, ku dixwaze bi Şamê re li hev were ji havîna 2024an de di demekê de ku qelsiya Tirkiyayê tê de xuya ye.