Girîngiya jinûvedestpêkirina nîqaşên derbarê “nasnameya niştimanî”
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Mijara “nasnameyê” di metina osmanî ya dereng de ket navbera du aliyan de ku aliyek dibêje pêwîst e nasnameyeke osmanî bê avakirin ku karibe parastina yekbûna axê bike û parastina “Dewleta Osmanî ya herheyî bike” wekî çawa ku di edebyatê dawî ya zanayên qesra Ebdulgemîdê Duyem de derbas dibûn. Aliyên din jî li gor wê nasname di çarçoveya neteweyê de bû, bi taybet piştî bilindûrî meyla neteweyî ya êlîtên tirkî yên ku bi netewetiya Ewropayê bandor bûbûn. Di navbera herdu meylan de, tîmek hebû ku hewl dida nasnameya osmanî bi nenavendbûnê formule bike, ku rêzdarî û naskirina nasnameyên dewletên şaxî biparêze û di encamê de, tirkkirinê di nava saziyên burokratîk û leşkerî de, rawestîne.
Herçiqas ku hilberîna nasnameya osmanî dereng ma ji ber nêrînên nenavendîxwazan û destwerdana Fransa û Birîtaniyayê, lê hizira hilberîna nasnameyeke xweser jî taloqî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bû. Bi vî awayî jî, Tirkiyayê aram bû, piştî ku sulteniyet û xîlafet hate derbaskirin û Tirkiya bû komar, lê bi awayekî tund li derdora neteweya tirkî, kom bûn. Tirkiyaya kemalîst ku siyasetên “hevgirtin û hewandinê” meşand, dikarîbû ku hizira dewleta xwedî pir-etnîk an jî herdu etnîkên sereke (kurd û tirk) ji holê rake, wekî Împaratoriya Awûstûrya-Macaristanê. Piştî ku Tirkiyayê dikarîbû ku ermenan di demên borî de ji holê rake, tenê pirsa kurdan maye ku yek mijarên ku Kemalîzimê hewl da bi rêya siyasetên înkarkirin, asîmîlasyon û qirkirina çandî, bersiva wê bide.
Tirkiyayê tu guhartin di xeyalê xwe yê neteweyî de ya ji bo welatekî nû ji dervayî kirasê Peymana Lozanê ya 1923yan, çênekir. Ji ber vê yekê jî, rêbazê tirkî bû yek ji rêbazên bikaranînê li gel elîtên neteweperestên ereb li Sûriya û Iraqê, ji ber ku tiştê Mustefa Kemal li Tirkiyayê nûjen dikir, dengvedana wê li Sûriya û Iraqê çêdibû. Li gorî xwediyê Jînenîgarê Mustafa Kemal, Klaus Kreiser, îbtalkirina xîlafetê “Tu erdhejek li tevahiya cîhana îslamî çênekir, lê belê alîgirbûna Ataturk di nava hîn netewperest û sekularên ereban de zêdetir kir”. Li ser vî esasî jî, ereban bi teşwîq dixwestin ku nimûneyê taybet ê dewlet-neteweyê, ava bikin. Ev hemû jî, tevî ku giliyên elîteyên ereban ji parçebûna mêtingeriyê, vê yekê hişt ku hizirên yekbûnê belav bibin berî derketina hêzên birîtanî û fransî, piştî ku pirojeyên yekbûnê derdora 25 salan rawestiya bûn, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi dawî bû ev hizir careke din vejiya.
Para Sûriyayê di pêvajoya çêkirina nasnameya xwe ya niştimanî de, gelek projeyên der-sînor hebûn: Kevana Zêrîn li gorî nêrîna Partiya Sûrî ya Neteweyî ya Civakî, an jî projeya Yekitiya bi Haşmiyan re li gorî daxwazên siyasetmedarên Pariya Gel, her wiha nêzikbûna bi Misir û Erebistana Siûdî re li gorî xweseka Partiya Niştimanî, ku ev yek jî di dawiyê de pêk hat û di dawiyê de cudabûneke dramatîk bi rêveberiya erebîperestên sûriyayî pêk hat. Cudabûnê, hebûna Şamê wekî “Piedmonta ereban” kêm kir, wekî Piedmonta serdema Garibendi û yebûna Îtalyayê de, vê yekê hişt ku Iraq ku di aliyê neteweyî de çalak bû hevrikiyê bi Şamê re bike û hewl da ku vê “erka pêxemberiyê” bi ser bixîne, nexasim bi derketina netewperestan li ser desthilatdariyê di sibata 1963an de. Lê Beisê “di sazûmaniya xwe ya îdeolojîk de, rêzê ji Misirê re nagire”, wekî ku romannivîsê sûriyayî Ilyas Merqes dibêje. Di encamê de, yektiya bê, li gor basiyan bû cihê tevliheviyeke hundirîn, vê yekê jî hişt ku “Sûriyaya demkî” bikeve pêvajoyeke dirêj ji bendemayînê û vê yekê jî bandor li ser avakirina nasnameya wê ya niştimanî ya xweser kir, dûrî pêkanîna yekitiya erebî tevî ku bi awayekî beşî pêk hat.
Bi her halî, mijara nasnameya niştimanî nebûye rojeva komên siyasî yên Sûriyayê. An jî herî kêm, behsa Sûriyayê ji dervayî çarçoveya erebî ya xeyalkirî. Balkêş bû ku, kevntirîn partiyên “niştimanî” ku ew jî Partiya Gel û Partiya Niştimanî yên ji “bloka niştimanî” derketine, rengvedana berjewendiyên xwecihî û rikberiya cihîtî bûn (Heleb û Şam). Di encamê de, herdu partiyan nasnameya niştimanî çênekirin, ew jî wekî partiyên îdeolojî bûn ku di wê pêvajoyê de çalak bûn. Ji ber ku navê Partiya Gel ne şert e ku behsa gelê Sûriyayê dike û Partiya Niştimanî jî, ne şert e ku “niştimanî” di vir de girêdanbûna bi Sûriyayê ve be.
Dibe ku rast be, mirov “elîteka niştimanî ya Sûriyayê” di pêvajoyeke kurt de, di navbera serxwebûna 1946 û yekitiya Sûriyayê û Misirê ya sala 1958an de ku di pêvajoyên derbeyên leşkerî re derbas bû û rêveberiya sivîl gelek caran têk bir, li ser neavakirina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê sûcdar neke. Ji ber ku avakirina nasnameyê, tişteke ku hêdî hêdî çêdibe û xwe dispêre parlamentoyeke çalak û ragihandineke serbixwe û biistiqrar, her wiha amadebûna kesên ji nasnameyên şaxî ku daxwaza tevlêbûna nasnameya xwe di nava nasnameya niştimanî de bikin. Lê ev yek jî ne pêkan bû beriya damezrandina herdu partiyên neteweyî yên destpêkê: Partiya Demokratîk a Kurdî di 14ê hezîrana 1957an û Rêxistina Asurî ya Demokratîk di 15ê tîrmeha 1957an de. Di heman demê de, li vir ya girîng ew e ku mirov li rêveberiya hukum cudabûnê yê kin yê di rûyê “erebîxwaziyê” de û bandorên piştî nasiriyê yê li ser wê, binêre û piştre jî derbeya Partiya Beisê ya 1963an, ku ji faktorên sereke yên têkbirina derfeta rojevkirina mijara nasnameyê bûn û mayîndekirina “nasnameya Sûriyayî ya erebî” wekî tiştekî jênerevîn ku nayê nîqaşkirin.
Partiya Beisê bi rêya wêje û destûra xwe nêrînên xwe yên derbarê nasnameya Sûriyayê de feriz kirin ku wekî “beşek ji welatê ereban e” û gelê Sûriyayê tenê “beşek ji neteweya erebî ye”, ev yek jî berovajî nêrîna Cemal Ebdulnasir bi xwe ye ku got “gelên neteweya erebî” hene. Rewş ew e ku “beşê Sûriyayê” her dem dixwest di dirêjahiya 60 salî de, bi “tevahiya ereban” ve girê bide, lê bê ku hewldanên xwe bi ser bikevin an jî hewldaneke bi zanebûn bike da ku siloganên yekbûnê yên ku pêk nayên, sivik bike. Li hemberî wê, nasnameya sûriyayî ya xeyalkirî bû erebî bêyî ku nîqaşên nasnameyê bên kirin. Û li gor pîvna pirbûn û hindikbûnê, nasnameya Sûriyayê bû erebî û heta astekê jî bû îslamî li gor destûrê. Vê yekê jî hişt ku kurd û suryanên aşûrî ji daîreya hevkariya saziya sûriyayî werin dûrxistin û çanda wan wekî çandeke şaxî ji çanda Sûriyayê bên dîtin. Bi heman awayî, li ermen û çerkezan wekî mîvan li wan tê temaşekirin, tevî ku beriya damezrandina Sûriyayê wekî dewlet, ew li Sûriyayê bûn. Eger ku ermen û çerkez berovajî kurd û suryanan in, ku heta roja îroj wekî başek ji çanda sûrriyayî li wan nayê nêrîn.
Rewşa heyî ew e ku xerabbûna berdewam a civaka sûriyayî ji adara 2011an û vir ve, girîngiya hizira nasnameya Sûriyayê, derxist holê. Lê, xebatên teorîkî yên ku di vê çarçoveyê de hatine dayîn, heta niha rastî bandorên neyînî tê, ji nava wan jî, jinûvehizirandina di nasname û siyaseta wê wekî xwewestandina di hizirîna wê de tê dîtin, an jî nîqaş tê taloqkirin heta ku parlementoyeke hilbijartî bê avakirin ku karibe bingehê nasnameya sûriyayî ava bike ku êdî metirsiya hukumê kesên pir li kesên hindik nemîne. Dibe ku ev mijar jî dibe pirsgirêkek û li pirsgirêkên siyasî yên Sûriyayê zêde dibe.