Bo pêkanîna silogana “destpêkê Amerîka” di siyaseta derve ya Amerîkayê de, çar sal têrê nakin
Donald Trump di wîlayeta xwe ya pêşî de silogana “destpêkê Amerîka” û “careke din Amerîkayê gewre bike” derxist. Ev silogan hê jî pêngava hilbijartinan de dihat bikaranîn ku tê de Trump li beramber Kamala Harris bi ser ket. Di wîlayeta Trump ya pêşî de (2016-2020) ev silogan hat wateya pêkanîneke tund, ku kaoseke mezin di mezintirîn sazî de derket di dîroka çêkirina siyaseta derve de.
Berî serkeftina Trump di hilbijartinên vê dawiyê de, lêkolîner David E. Singer di di rojnameya “New Yourk Times”ê de li bara wateya “destpêkê Amerîka” di wîlayeta Trump ya duyem de gotareke dirêj nivîsî.
Bi rastî Trump siyaseta derve ya ku bi kar dikanî, puxteya wê destpêkê Amerîka” bû. Ew wekî rûxandinekê bû di pêvajoya çêkirina siyasetên Amerîkayê de, li gor Singer yê ku tercîh dike ku dê serokatiya Trump ya duyem dê vegera “serdema merasîman” be yên girêdayî siyaseta dever ya Amerîkayê, ne girêdayî tu pêvajoyeke siyasî ye, di demeke ji metirsiya navdewletî ya mezin de.
Piraniya tiştê ku trump gotin, di hemleya xwe ya vegera ser kursiyê amajeyê bi wê yekê dike ku dê di wîlayeta xwe ya duyem de heman tiştî pêk bîne, ew dibîne ku nekarîna wî ji pêşbînîkirinê re çeka wî ya cihêwaz e. Ew bi vê yekê kêfxweş e, ku ji encumena edîtoriya rojnameya “The Wall Stereet Journal”ê di cotmehê de got ku ew neçar dimîne bi rêya hêza leşkerî ya Amerîkayê gefan li Çînê bixwe li bara mijara Taiwanê ji ber ku serok Şî Cî Pîng “rêzê ji min re digire û dizane ez kesekî dîn in” ku peyveke kirêt berî gotina “dîn” bi kar anî wekî tekezkirina axaftina xwe.
Derveyî nêrînên pisporên siyaseta Amerîkayê, ji wan jî Singer, serkeftina Trump ya duyem tekez kir ku serkeftina wî cara yekem ne şaştiyek bû di rêbazê Amerîkayê de piştî Şerê Cîhanê yê Duyem. Binkeftina Harris tê wateya ku dema Joe Biden dawiya jênerevîn bû ya serdemekê ku tê de Amerîkayê garantorê rijd ê ewlehiya rojavayî bû. Wekî ku rojnamevanê amerîkayî Bob Woodward kifş dike di pirtûka xwe ya dawî de ya bi navê “Şer”, qenciya Biden bû ku “şaştiya Barack Obama” veneguhart a sistiya li benaber dagîrkirina Rûsyayê ji Kirimê û hin beşên rojhilatî ji Ukranyayê di sala 2014an de û nekir rêbazeke siyasî, ku Biden bû kelem li beranber planên leşkerî yên Rûsyayê.
Tiştê ku encamê tekez kir ew e ku Trump ne ji ber dengê hilbijêrê amerîkayî yê tengezar hat hilbijatin, lê belê ew teşegirtineke civakî ye ku ji berî dehên salan dihat avakirin û di Trump de giha teşeyê xwe yê niha, dê di pêvajoyên bê de jî hê belîtir bibe. Ji ber ku piraniya bûyerên cîhanî li ser rêyên siyaseta Amerîkayê ya derve ne, kêferata deve bi xurtê di hundirê Amerîkayê de xurt dibe di navbera rêbaza jêvegirtin û “vegera welat” û avakirina hevalbendiya û cîhangeriyê.
Dibe ku zehmettirîn tiştên ku trump tê re derbas bibe di herçar salên bê de, mîrateya Biden e di siyasetên derve de. Xilasiya ji peyman û pevgirtinên Biden li Ukranya û Rojhilata Navîn dibe ku dema serokatiya Trump tevî bibe, bêyî ku tevan pêk bîne, li vir jêdera “kaos”a gengaz ya siyaseta derve ya Amerîkayê ye ya di demên bê de, ku Singer navê “serdema merasîman” lê kir, em jî dikarin jê re bibêjin “destpêşxeriyên xweber”.
Bê guman kesên komarîs niha amajeyê bi wê yekê dikin ku di dema Trump de Amerîka ne di nav du şerên derve de bû û nearamiya bi Çînê re ne wekî niha bû. Lê dema ku Trump serok bû, alîkarên wê di destpêka betlaneyê de xwe amade dikirin ku wan dizanîbû serokê wan yê li Koşka Spî dê li ser Twitterê guhartinên siyasî binivîse, piştî ku bi rêya telefonê bi yek ji danerên sereke an jî serekekî biyan axivî, bi vê yekê xwe di ser Wezareta Derve an pisporên ewlehiya neteweyî re diavêt.
Bi vî awayî Trump biryara da hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyayê bikşîne û çaxa ku nas kir ku ew rastî fenûfûtan hatiye ji hêla Erdogan ve, bi awayekî beşî ji biryara xwe vegeriya.
Singer lê zêde dike: “Bi vî awayî di betlaneya dawiya heftiyê de, Trump biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyayê da, piştî axaftineke telefonê bi serokê Tirkiyayê re Receb Teyyib Erdogan, ku alîkarên wî matmayî man. Dema ku Trump nas kir ku bûye qurbanê fenûfûtên serokê Tirkiyayê, yê ku dixwest bi dûv kurdan bikeve di operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet de, bi awayekî beşî bi paş de vegeriya û belav kir “heger Tirkiya tiştekî bike ez bi zanebûna xwe ya gewre ya ku mîna wê di dinyayê de tuneye dê bibînin dervayî sînor e, ez dê aboriya Tirkiyayê ji binî ve birûxînim.” Piştî serkeftina Trump, Singer careke din nivîsî bi awayekî zelaltir ku serkeftina Trump serdema piştî Şerê Cîhanî yê Duyem bi dawî dike ji serektiya Amerîkayê.
Ser dirêjahiya çar salên borî, Biden got ku wîlayeta Trump ya yekem tenê binkeftinek bp di dîroka amerîkayî de. Hilbijartinan tekez kir ku serokê hilbijartî, Trump ne ji derve ve ketibû siyaseta Amerîkayê.
Singer dibêje: “Tenê çar meh derbas bûne di ser daxwaza Biden ya ji hevalbendên Amerîkayê yên di NATOyê de ku werin Washingtonê da ku şahiyê bi bîranîna 75an a hevalbendiya wan bikin, ku ew sembola serdemeka serokatiya Amerîkayê ji cîhanê re, ku di rojekê ji rojan de pesnê wê hat dayîn ku ew stûna demokrasiyê ye û baştirîn rêbaz e bo parastina aştiyê di navbera hêzên gewre de.”
Trump xwesteka xwe ya serperiştiya rûxandina vê sîstema cîhanî veneşart. Di wîlayeta xwe ya pêşîn de, rastî jî nizanîbû çawa pêk bîne, her wiha tevgerên wî rastî redkirinê dihatin ji hêza saziyên kevn ve. Niha, da zanîn ku ew niha zana ye û planên wî hene.
Heger Trump sozên hemleya xwe pêk bîne, dê serdema bazirganiya azad heta asteke mezin bi gumrikan bê veguhartin, “xweştirîn gotin di zimaê îngilîzî de”, wekî ku dibêje, lê di rastiyê de vê rêbazê destwerdan di desada mezin de kir.
Singer amajeyê bi hevkêşeyeke merckirî dike. Pêkaniya silogana “destpêkê Amerîka” heta asteke mezin xwe dispêre çaxaniya tevlîkirina xîtaba xwe ya xwevegit bi xwesteka xwe ya sirûştî ku ew lîstikvanê sereke be di serdema xwe de.
Hal Brands, dîroknivîsê Şerê Sar di Zanîngeha “Johns Hopkins” de dibêje: “Di dema wîlayeta wî ya pêşîn de Trump bi piranî diaxivî wekî ku wî dixwest kevneşopiya serperiştiya Amerîkayê bi dawî bike. Ev yek gelek hevalbendên Amerîkayê nearam dike, ku bi tirs in dema bê kopiya herî zelal a destpêkê Amerîka be, pê re jî pirsgirêkên ku dê seqemgîriyê têk bibin, wê werin.”
Cudahiya serke ya ku Trump wê gewde dike ev e: Serokên Amerîkayê ji Harry Truman heta Biden li hevalbendên Washingtonê nêrîn wekî ku hêzek in ji Amerîkayê re. Trump van hevalbendiyan wekî giranî dibîne. Ew radigihîne ku ew tênagihêje bê çima Amerîka parastina hin dewletan dike ku Washington di tengasiyeke aborî de ye bi wan re. Di wîlayeta xwe ya yekem de ragihand ku ew red dike ku Ewropa dîwar bû li pêşberî Yekîtiya Sovyetê, di pişt wê re jî Rûsya. An jî Japonya balafirhilgira Amerîkayê bû di zeryaya Aram de; an jî Koreya Başûrî klîda hewandina Koreya Bakurî ye.
Akadîmîsyen Peter Pfeffer yê ku di serdema Bush de di Encumana Ewlehiya Neteweyî de kar kiriye, di gotareke xwe de di kovara “Foreigen Affairs”ê de got ku “Cewherê rêbaza Trump di siyaseta derve de hê nehatiye guhartin. Lê awayê ku dê pê hewl bide teşeyê wê yê cihêwaz pêk bîne bi awayekî mezin hatiye guhartin: Cîhana niha metirsîdartir e ji cîhana çaxa wîlayeta wî ya yekem”. Ew têbîn dike ku hemleya Trump tijî “rastiya efsûnî bû: xwedîtineke xeyalî û wesfên bêbingeh ku nadin xuyakirin ku bi rastî asta gefên li ser Amerîkayê fêm dikin.”
Shane Goldmacher û Lisa Lerer di “New Yourk Times”ê de nivîsandin ku serkeftina Trump tê wateya hatina serdema nebaweriyê bo neteweya amerîkayî. Di xîtaba serkeftinê de ya ku li wîlayeta Florîdayê da, Trump ragihand ku ew serokê gewretirîn tevgera siyasî li cîhanê ye”.
Trump soz da ku dê welat ji girêdanên bi kêferatên derve xelas bike, ew jî çûyîna ber bi xwevegiriyê ye ku cemawerekî wê yê nû çêbûye piştî şerê li Ewropayê di navbera Rûsya û Ukranyayê de ku sê sal çêbûye, her wiha Rojhilata Navîn jî li ser qiraxa şerekî berfirehtir e.