Erdogan û Netanyahu: Osmaniya nû, yan Rojhilata Navîna Nû?
Nivîskar: Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Serokkomarê Tirkiyayê wekî her car hewl dide ku derfeta heyî bi kar bîne û geşedanan neçar bike ku li gorî hesabên wî û vê yekê jî veguherîne siyaseteke ji bo desthildariya xwe xurt bike. Bi gotineke din, sûdê ji şerê heyî li Xeza û başûrê Lubnanê werbigire û nîşan bide ku ev metirsiyeke hebûnê ye Ii ser Tirkiyayê. Di encamê de jî, pirsgirêkên aborî û civakî yên mezin ku welatiyên Tirkiyayê ji ber sedema Erdogan û partiya wî rastî van pirsgirêkan hatin, veşêre. Di heman demê de, hilbijêran ji ber van pirsgirêkan di hilbijartinên xwecihî de ku di dawiya adara 2023yan de pêk hatin Erdogan û partiya wî ceza kirin, di vê çarçoveyê de CHPyê %37,7 bi dest xist û AKPyê jî tenê %35,5 bi dest xist.
Erdogan dibîne ku şerê li Xezayê yê li dij Tevgera Hemasê û li Lubnanê li dij Huzbellahê, dibe ku bibe baştirîn bone û derfteke zêrîn, da ku windakirina alîgiriya partiya xwe rawestîne û hewl bide ku rikberê xwe CHPyê ku girîngtirîn şaredariyên li welat di destê wê de ne, nehêle bi pêş bikeve û alîgirên xwe zêde bibin. Li ser vî esasî, Erdogan hewl dide ku ji nû ve tiştên girîng li pey hev rêz bike bi balkişanda li ser “dagîrkeriya Îsraîlê dibe ku li dij Tirkiyayê pêk were”. Erdogan jî bi vê îdîaya xwe, xwe dispêre daxuyaniyên ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê “jinûvexêzkirina Rojhilata Navîn” gotibû. Di vê guhartina mezin de, ango şerê li Xeza û başûrê Lubnanê û rûbirûna bi Îranê re û milîsên wê li Yemen, Iraq û Sûriyayê û îşareta Îsraîlê ya bi êrîşa li dij rejîma Sûriyayê, Erdogan wiha texmîn dike vê yekê ji xwe re wekî xaleke rizgarkirinê bi kar bîne, da ku xwe ji paşdeçûyîn û xerabbûna di hundirê Tirkiyayê de xelas bike û daxwazên CHPyê yên pêkanîna hilbijartinên pêşxwest ên serokatiyê di sala 2025an de li şûna dema wê ya diyarkirî 2028an de ku Erdogan wê li dervayî rikberiyê be, rawestîne. Di encamê de jî, Erdogan wê derfetekê bide rejîma xwe da ku rewşê ji nû ve di ber çavan re derbas bike û nexşeya hevalbendiyan ava bike, her wiha dibe ku hin qanûnan biguherîne, bi vî awayî ji şerê herêmî yê heyî sûdê wergire, her wiha dixwaze tişê ku diqewime di ser cemawerê siyasî û tevahiya Tirkiyayê re bibe.
Di vê çarçoveyê de, Erdogan xeteke germ bi opozîsyonê re vekir û êdî tevger dike ku pêşdeçûyîna Îsraîlê ber bi Anadoyayê bi rastî dest pê kiriye (Erdogan di gotina xwe li pêşiya parlamentoyê di cotmehê de, da zanîn ku herêma Yayladagi ya li ser sînorê Tirkiya-Sûriyayê ye, tenê 170 kîlometer dûrî sînorê Lubnanê ye). Bi vî awayî jî, divê partiyên siyasî li Tirkiyayê nakokiyên xwe deynîn aliyekî û divê welatî rewşa xwe ya jiyanî û aborî ya xerab ji xwe jibîr bikin û xwe amade bikin û li peyî Erdogan bisekinin da ku Tirkiyayê ji plana guhartinên stratejîk a Îsrîlê rizgar bikin. Erdogan beriya niha bi çend mehan xîtaba xwe li dij hikûmeta Îsraîlê tund kir, lê heta niha têkiliya wê ya aborî bi Îsraîlê re gelekî baş e. Di vê çarçoeyê de, Erdogan şerê Hemasê yê li dij derbasbûna leşkerî ya Îsraîlê li Xeza, bi şerê hêzên Tirkiyayê “Qwaî Millî” ya li hemberî artêşa Ewropayê hevrûkirin kir, ku bi navê “Şerê Serxwebûnê yê sala 1919an” tê naskirin. Her wiha Erdogan da zanîn ku Tevgera Hemasê “parastina Anadolyayê” dike, lê hevkarê wî di desthildariyê de Bahçelî jî serokê MHPyê ya tundraw li ser axaftina Erdogan zêde kir û got: “Doza îro ne Beyrût e, lê Enqera ye û armanca dawî Anadolya ye”. Di heman demê de, Bahçelî daxwaza “bikaranîna hêzê ji bo rawestandina Îsraîlê kir.”
Rewş ew e ku hikûmeta Tirkiyayê, ji bilî hesabên wê yên navxweyî û tiştên ku çêdibin bixe berjewendiyên xwe da ku di desthildariyê de bimîne û xurtbûna hêza opozîsyonê rawestîne, bi hêza bersivdayîna Îsraîlê û şerê bi hev re li dij Hemas û Huzbellahê şok ma. Bi vê yekê jî, diyar bû ku şer li gorî planeke baş tê birêvebirin, da ku herdu tevgeran tune bike û jêdera wan zuha bike, her wiha hebûna îsraîlî ya zelal û hertim li Xeza û başûrê Lubnanê garantiya nebûna herdu rêxistinan dike. Li ser asta herêmî jî, Tirkiyayê dît ku Îran lawaz bûye û nikare hevalbendên xwe li Xeza û Lubnanê rizgar bike û Îran tenê bi bersivdayînên bêbandor li dij Îsraîlê sînordar ma, ku tenê pê rûyê xwe spî dike heta ku bi bigihêje çareseriyên siyasî û lihevkirinên bi Tilebîb û Washington re. Her wiha, Enqera ditirse ku ev belavbûna Îsraîlê veguhere stratejiyeke derbasbûnê û sazkirinê ku Xeza, Dufa Xerbiyê û Başûrê Lubnanê derbas bike û beşên din ji herêmê bigire nava xwe, nexasim Sûriyayê ku hebûneke wê ya leşkerî û rêveberî ya mezin ay Îranê û milîsên wê li Sûriyayê heye.
Hin aliyên hikûmetê û saziyên lêkolîn û ragihandinê yên Tirkiyayê dibêjin ku derketina Îranê ji Sûriyayê, wê li pêşiya projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bibe derfetek (ku li ser erdê ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Şerê li dij DAIŞê ve tê destekirin) da ku pêş bikeve
Tirkiya bi awayekî eşkere dibêje ku niyetên îsraîlê yên dagîrkirina Şamê û rûbirbûna hebûna îranî heye û dixwaze wê ji qada Sûriyayê derxe. Di vê çarçoveyê de, hin aliyên hikûmetê û saziyên lêkolîn û ragihandinê yên Tirkiyayê dibêjin ku derketina Îranê ji Sûriyayê, wê li pêşiya projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bibe derfetek (ku li ser erdê ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Şerê li dij DAIŞê ve tê destekirin) da ku pêş bikeve û herêmên ku piştî derketina milîsên Îranê tê de valahî çêbibe, bigire nava xwe. Erdogan dema ku ji Albanya û Sirbîstanê vegeriya ji rojnamevanan re got: “Îsraîl wê were Bakurê Sûriyayê dema ku Şam dagîr bike, ev yek jî tê wateya ku leşkerên îsraîlî wê werin ser sînorê Tirkiyayê û ev yek jî wê bihêle ku tevahiya nexşeya Sûriyayê parçe bibe”, û iftîrad kir, di gurkirineke zelal de, ku piştgiriyeke îsraîlî ji “tevgerên cudaxwaz re heye.
Tirkiyayê gavên xwe lez davêje, da ku rê li pêşiya çi pêşketineke li Sûriyayê bigire ku ev pêşketin planên wê yên destwerdanê û dagîrkirin û guhartina demografiyê û komên çekdar ên girêday wê, tevlîhev bike. Tirkiyayê vê yekê hemû dike, da ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û HSDê lawaz bike. Li ser vî esasî jî, Enqere Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Tirkiyayê General Selçuk Bayraktar Oglu tevî gelek fermandarên payebilind ên di artêşê de, rêkirin Efrîna dagîrkirî da ku rewşê ji nêze bişopînin “di çarçoveya êrîşên Îsraîlê yên zêde li dij Lubnan û Sûriyayê”, li gorî ku Berdevkê Artêşa Tirkiyayê ragihandiye. Piştî pêşketinên dawî li herêmê û diyarbûna hêza leşkerî ya Îsraîlê ku Îran û hevalbendên wê lawaz kirin û li Tilebîbê behsa “guhartin û jinûvexêzkirina herêmê ji nû ve tê kirin” Enqere hest dike ku berik ji bin wê tê kişandin. Ji ber ku Tirkiyayê êdî ne wekî hêzeke herêmî ya destê wê dirêjin di guhartin û xêzkirinên li herêmê de, di nava rewşê de ye. Êdî hêzeke mezin derket û li ser erdê encaman bi dest dixin û hevkêşiyan diguhere û behsa nexşeyên nû dike, Enqera jî winda bû û êdî kes behsa projeya “Osmaniya Nû” nake piştî axaftina Netanyahu ya derbarê “Rojhilata Navîna Nû” ku girêdayî serkeftin û destkeftiyên leşkerî li ser erdê ye. Ev hêza derketiye (Îsraîl) hêzeke wê ya mezin ya nuklerî heye û di aliyê teknîka leşkerî ya nûjen de li ser asta cîhanê gelekî pêşketiye û bi awayekî eşkere îstixbaratên wê dikare her tiştî bike. Lewra, diyar bû ku hêzek ji ya Tirkiyayê mezintir li herêmê heye û nexşeyên wê jî hene, ji ber vê yekê jî êdî cîhan behsa nexşeyên wê dike (Îsraîlê), lê behsa projeya Tirkiyaya Erdogan nakin.
Tirkiyayê di heman demê de hesûd dibe û ditirse jî. Hêzek li Rojhilata Navîn heye li ser 7 eniyan şer dike. Zemîna operasyonên xwe bi derbasbûnên teknîkî û îstixbaratî dike û ji erd û ezman ve lê dide. Îranê di nava mala wê de bombebaran dike û gefan dixwe ku wê debrasî Beyrût û Şamê jî bibe. Ev rastî jî ku Tirkiyayê bibe lîstikvanekî paşguhkirî. Lê li vir Erdogan dîsa xwe ji bîr nekir ku xwe bisipêre Rûsya û Îranê û daxwaz ji wan kir ku bikevin tevgerê, da ku tu guhartinek di nexşeya hêzan de li Sûriyayê çênebe, lê bi berdewamî rê bidin ku dagîrkerî, bombebaran û xerabkirinê li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne.
Di van bûyeran de û da ku bide xuyakirin ku ew li ser rêya “rêxistinkirina hundirîn” e û xwesteka wê ya aştî û lihevhatinê heye, careke din hikûmeta Tirkiyayê “dosyaya kurdî” vekir. Ji vir bûyera silavdayîna Dewlet Bahçelî ya girseya DEM Partî pêk hat û li bara “aştiya hundirîn û têkiliya dîrokî ya ji berî hezarên salan” axivî. Tevî ku dozeke mezin bi qasî doza kurdê bi silavdayîn û hin gotinan hat kutkirin, tevî wiha jî hin jêdera bi bîr xist ku têkilî di navbera hikûmeta Tirkiyayê û serokê kurd Ebdullah Ocalan de çêbûye (yê ku ji 1999an de di Îraliyê de girtî ye û hikûmeta Tirkiyayê ji berî derdora 40 mehî ve têkiliya malbat û parêzerê wî pê re qut kiriye), bi armaca begera li giftûgoyê, lê rastiyeke din heye hê li cihê xwe ye, ew jî ew e ku artêşa Tirkiyayê operasyonên xwe yên leşkerî li din hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê berdewam dike û rojane bi rêya dron û topavêjê Hêzên Sûriyaya Demokratîk û armancên sivîl û leşkerî bombebaran dike, her wiha fişarê li kadroyên DEM Partiyê di hundirê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê de dike.
Berpirsyarê mezin ê Partiya Karkerên Kurdistanê Murad Qeraylan li bara van nûçeyan axivî, bang kir ku bi cidî li wan neyê nêrîn, her wiha amaje bi wê ywkê kir ku tevgera hikûmeta Tirkiyayê bi armanca dûrxistina çavan li ser rewşa têkçûyî ya Tirkiyayê ye û da ku welatiya bi mijarên din mijûl bike. Her wiha paşketina asta jiyanî ya welatî û zêdebûna xerckirina leşkerî bi seba şerê li dij gelê kurd û tevgera wî, bi ser de jî krîzên civakî û siaysî yên mezin. Qeraylan bal kişand ser berdewamiya êrîşên leşkerî li dij tevgera kurdî li hundir û dereyî Tirkiyayê û berdewamiya dûrxistina serok Ocalan û astengkirina siyasetmedarên kurd û fişara li DEM Partiyê û çi diyardeyên çand û nasnameya kurdî li Tirkiyayê. Her wiha Qeraylan got ku hevalbendiya MHP-AKPyê ya ji berî 10 salan ve artêşeke ji 100 hezar nandozan ava kir ku baş tê fînansekirin da şerê Partiya Karkerên Kurdistanê bike, her wiha artêşa fermî û tevgerên istixbaratê ya ku barê milyaram davêje ser gencîneya dewletê. Qeraylan zelal kir ku di 9 mehên borî de, artêşa Tirkiyayê 3318 êrîşên asmanî bi rêya balafirên şer û helekopteran pêk anîne û bi tank û topan derdora 71 hezar êrîşî li deverên çiyayî li Herêma Kurdistanê pêk anîne, ew jî di çarçoveya operasyonên li dij Partiya Karkerên Kurdistanê de. Qerayêan berdewam kir û gor ku xerckirina ku hikûmeta Tirkiyayê li ser şerê li dij gelê kurd xerc dike bi dehên milyarên dolaran e, ew e sedema paşketina aborî û asta jiyanî ya welatiyan û paşguhkirina xizmetguzariyan, ku amaje bi wê yekê kir ku wezîrê gencîneyê Mihemed Şîşmek vê rastiyê nas dike lê newêre ji Erdogan û Bahçelê re bibêje.
Xuya ye ku tu nêt û planên Tirkiyayê tunene ku giftûgoyeke rastîn û cidî bi Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê re pêk bîne. Pêşketinên vê dawiyê yên li bara daxuyaniya Bahçelî û axaftina bi Ocalan re, bergiriyên qestî ne di çarçoveya “plana awarte” ya tirkî de ye, ku bi lez bo bûyerên vê dawiyê li deverê hat. Erdogan û Bahçelî dixwazin li ser desthilatê bimînin û opozîsyon û welatiyan bi “gefa hebûnê” mijûl bikin, ku wê bi serê Tirkiyayê were heger Îsraîl ber bi Beyrût û Şamê ve bi pêş ve çû û Îran û milîsên wê qels kir. Ew dozeke nû ye ku Erdogan û hevkarê xwe dixwazin propogandayê jê re çêkin da ku pê pêşketina siyasî ya opozîsyonê rawestînin û çavan ji ser paşketina aborî bigirin û ji nûv re “metirsiya kurdî” bidin xuyakirin, ku dê vê carê di xeyalê tirkî de xurt bibe, ji ber xweşkirina ji milîsên îranî re û pêşketina haleta şer a îsraîlî!