Enqera û projeya “Sûriyaya nû”: Desthilat, tirkkirin û biservekirin

Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Hikûmeta Tirkiyayê bi demê re ketiye nava pêşbirkê da ku ji guhartina ku di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de li Sûriyayê çêbû bi ketina rejîma Sûriyayê û Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê hatin ser desthilatdariyê li Şamê, sûdê wergire. Bi windabûna serweriya Îranê û Rûsyayê û parçebûna ereban a rşkere, Enqera dibîne Sûriya ji bo wê bûye qadeke serwerî ya vekirî û dibîne ku ji mafê wê ye Sûriyayê di aliyê, siyasî, aborî, civakî û çandî de bi rê ve bibe û bibe felek ku çi hikûmet û rêveberiya Şamê li dora wê bigere.

Enqera armanc dike ku ew di dewleta cîran de (Sûriya) xwedî desthilatdarî û gotina dawî be. Ji rojên yekê ya ketine hêzên opozîsyonê li Şamê, piştî ku serokê berê Beşar El-Esed reviya û rejîma wî tevî saziyên leşkerî û ewlekarî hatin rûxandin, hikûmeta Tirkiyayê dest bi fêmkirina ev bûyera mezin kir û bi awayekî lezgîn hewl dide ku li gorî wê xwe saz bike. Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Tirkiyayê bi xwe di aliyê piratîk de wê destek dida komên opozîsyonê û demeke dirêj Heyet Tehrîr El-Şam û hikûmeta wê li Idlibê diparast, ku heta niha li parêzgeha Idlibê bi dehan baregeh û nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirkiyayê hene.

 Destdanîna li ser aboriya Sûriyayê

Enqera şandên fermî yên wekî wezîrê karê derve û serokê desteya îxtixbaratê û nexasim wezîrê karê derve Hakan Fîdan di nava çend rojan de du caran serdana Şamê kir û bi Ehmed El-Şeri re (Ebû Mihemed El-Colanî re) li qesra komarê hevdîtin pêk anî. Di heman demê de jî, hikûmeta Tirkiyayê dosyayên aborî yên mezin vekirin û behsa projeyên jinûveavakirina Sûriyayê kir, her wiha jinûveavakirina xeta trênê ya El-Hîcar ku Siûdiyê bi Sûriyayê û Tirkiyayê re girê dide, avakirina rêyan di navbera bajarên Sûriyayê û Tirkiyayê de û jinûveçêkirina balafirgehan û benderan û lêgerîna li gaz û petrolê û dirêjkirina xetên wê yên navdewletî û serpereştiya li ser sektora darayî û bankê ya Sûriyayê.

Çapemeniya Tirkiyayê jî bal kişand ser sektorên aborî yên Sûriyayê ku Tirkiya dixwaze demeke dirêj veberhênanê tê de bike, ev yek jî di çarçoveya stratejiya Enqerayê ya destdanîna li ser aboriya Sûriyayê û veguhere lîstikvanekî sereke di projeyên jinûveavakirinê de (Hakan Fîdan bang li civaka navdewletî kir ku cezayan li ser Sûriyayê rakin) pêk tê. Li gorî raporên çapemeniyê, Enqera dixwaze ku dest deyîne li ser hemû peymanên girêdayî sektora avakirinê, her wiha jinûveçêkirina rêyan, toreyên peywendiyê, av, kehrebe û stasyonên enerjiyê. Ji aliyekî din ve jî, Tirkiya di sala 2023yan de bi nirxê 2 milyar dolar, kelûpelên xwe derbasî Sûriyayê kirin. Sûriya jî bi awayekî sereke di aliyê pêwîstiya wê bi kelûpelên cuda de, xwe dispêre Tirkiyayê, ango ji madeyên xwarinê bigire heta madeyên avakirinê ji Tirkiyayê peyda dike.

Wezîrê veguhastin û binesaziyê yê Tirkiyayê Ebdulqadir Oraloglu eşkere kir ku welatê wî armanc dike bi Şamê re bigihêje lihevkirinê dcerbarê xêzkirina sînorê deryayî di Deryaya Spî de. Di vê çarçoveyê de, Tirkiya dixwaze ku rewşa tevlihev û nearam a li Sûriyayê keysbaz bike, da ku peymanê pêk bîne û Sûriyayê neçar bike dev ji serweriya xwe li ser beşên mezin ên peravan ji bo Tirkiyayê, berde û di encamê de jî Sûriya yedekên gazê yên mezin ji sala 2010an ve hate eşkerekirin, winda bike. Di heman salê de (2010) lêkolînerekî amerîkayî li herêma geliyê Şamê di Deryaya Spî de ku Misir, Lubnan, Sûriya, Îsraîl û Tirkiyayê digire nava xwe lêgerînek çêkir û eşkere kir ku 3450 milyar meter sêgoşe ji gaza xwezayî û 1,7 milyar bermîlên petrolê di wî geliyî de hene. Ev yek jî hişt ku Tirkiya girîngiyê bide xebatên lêgerînê û keşifkirina li derveyî sînorê ava xwe, lê ev yek jî ji ailyê Yûnanistan, Qubiris, Îsraîl û Misirê ve hate redkirin. Hikûmeta Yûnanistanê jî ragihand ku ne ji mafê Tirkiyayê ye ku peymanên rast di aliyê qanûnî de bi desthilatdariya veguhastinê bi Şamê re çêbike û çi peymanên ku were çêkirin ne rewa ye. Her wiha hikûmeta Yûnanistanê bal kişand ser niyetên dewleta Tirkiyayê û got ku Tirkiya dixwaze mafên serweriyê yê Yûnanistanê binpê bike û derbasî ava niştimanî ya li girava Girît û Qubrisê bibe. Di heman demê de jî, Îsraîl û Yûnanistan di 23yê kanûna pêşîn a 2024an de, peymana dirêjkirina “xeta kesk” îmze kirin, ev xet jî toreyên kehbreyê ne di bin deryayê de ku wê bibin dirêjtirîn xet di cîhanê de, ku ji Îsraîlê dest pê dike heta Qubristê û ji wir jî heta Yûnanistanê û heta dewletên Yekitiya Ewropayê.

Şopînerên siyaseta Tirkiyayê li Rojhilata Navîn û dosyaya destwerdanên leşkerî û berfirekirina serweriyê li glek welatên ku tê de şerên navxweyî çêbûn, dibînin ku Enqera hewl dide sûdê ji guhartina li Şamê bigire û derfeta hebûna hevalbendên xwe di desthilhilatdariyê de bi kar bîne, da ku peymanên aborî pêk bîne ji bo ku qezinciyên mezin bi dest bixe. Tirkiya niha hewl dide tiştên ku di sala 2019an de pêk anî dema ku peymanek bi hikûmeta niştimanî ya Lîbyayê re (bi serokatiya Ebdulhemîd El-Dibîba ku beşên ji Lîbyayê di destê wê de ye) çêkir ji bo lêgerîna li ser gaz û petrolê, dubare bike. Li gorî wê peymanê, maf ji Tirkiyayê re hate dayîn li “Perava hevbar” ku rûbera wê zêdetirî 7500 kîlometer çargoş ye dest bi lêgerînê bike. Ev yek jî li ser hesabê Qubirsa yûnanî, ango bi 20% zêdetir ji rûbera ku Yûnanistanê pêşkêş kir. Beriya wê jî Tirkiyayê red kir ku li ser peymana Neteweyên Yekûbyî ya girêdayî qanûna deryayan a sala 1982yan îmze bike. Ev qanûn jî wekî lêvegereke navdewletî ya sereke ye derbarê xêzkirina sînorê deryayî. Her wiha li gorî heman peymanê, maf dide giravên yûnanistanî da ku li herêmên aborî wekî dewletên din lêgerînê li ser petrol û gazê bike, di nav de jî kendav û girêkên kevirî yên bêşênî ku bi çend kîlometreyan dûrî beravên Tirkiyayê ne û bi sedên kîlometreyan dûrî beravên Yûnanistanê ne.

Her wiha, Tirkiyayê careke behsa xeta gazê ya Qeterê kir, ku ji Qeterê dest pê dike heta Siûdiyê, Urdun, Sûriya, Tirkiya û dewletên Ewropayê. Enqera dibêje ku ev xet dikare li şûna gaza rûsyayî, gazê bide bazarên Ewropayê. Lê lêkolînerê di Peymangeha “Burkell” ya Lêkolînan li Brukselê George Tsichmann, eşkere kir ku tu niyetekî Ewropay ya xurt di projeya xeta gazê ya Qeterê de tuneye, ji ber planên Yekitiya Ewropayê hene ku heta sala 2050 bi awayekî tam dev ji gazê berdin û êdî bi awayekî giştî û tam xwe bispêrin enerjiya nûkirinê. Tsichmann  ji rojnameya “Handelsblatt”ê ya almanî ya taybet bikarûbarê aborî re got ku Ewropa ji sala 2030î ve, dê nema fînanseya xetên gaza xwezayî bike û dê giraniyê bide pêşxistin û berfirehkirina aliyên enerjiya nûkirinê.

 Tirkkirin û baregehên leşkerî

Dewleta Tirkiyayê bi awayekî leşkerî destwerdana Sûriyayê kir, piştî ku xwepêşandên daxwaza guhartinê dikin  veguherîn xwepêşadanên çekdarî û derketina komên çekdar û ji sala 2012an ve bi artêşa Sûriyayê re ketin şer. Beriya wê jî,  Enqera opozîsyona Sûriyayê pêşwaz kir û hêza wî kir yek û rola koma Ixwan El-Mislimîn û komên îslamî, cîhadî û neteweperestî çalak kir, ku van hêzên borî jî nêrîna Tirkiyayê ji bo siberoja Sûriyayê esas girt, ango itîraf bi nasnameya neteweyî ya kurdî nakin û hemû rengên rêveberiya nenavendî, red kirin.

Dewleta Tirkiyayê 3 operasyonên dagîrkirina axa Sûriyayê pêk anîn, bi wan operasyonan re qikirina etnîkî û koçberkirina kurdan bi darê zorê pêk hat. Dewleta Tirkiyayê operasyona dagîrkiriyê ya yekem bi navê “Mertalê Firatê” bi nav kir, ku dewleta Tirkiyayê dibêje wê li dij rêxistina DAIŞê pêk aniye, lê di encamê de dewleta Tirkiyayê herêmên Cerablus, Ezaz û Babê li bejahiya bakurê Helebê dagîr kir (tebaxa 2016-adara 2017an). Operasyona dagîrkiriyê ya duyem jî di bin navê “Çiqila Zeytûnê” de pêk hat û di encamê de kantona Efrînê dagîr kir (çile-adara 2018an ). Operasyona sêyemîn a dagîrkeriyê bi navê “Kaniya Aştiyê” bû ku di 9ê cotmeha 2019an de pêk hat û di encamê de dewleta Tirkiyayê herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin bi hevkariya komên çekdar yên bi navê “Artêşa Niştimanî”. Ev hêza bi navê qaşo “Artêşa Artêşa” jî dewleta Tirkiyayê di sala 2017an de ava kir û milîsên oposîzyona çekdarî di bin sîwana wê de kom kirin û li dij gelê kurd û Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi kar anî. Di heman demê de jî, li hersê herêmên borî yên dagîrkirî dewleta Tirkiyayê bi sedhezaran kurd koçber kirin û li cihê wan xelkê ji herêmên hundirîn ên Sûriyayê di malên kurdan de bi cih kirin. Her wiha, baxçe û erdên kurdan jî li ser rêveberên komên çekdar belav kir.

Her wiha desthilata dagîrkeriya Tirkiyayê siyasetên tirkkirinê yên plankirî li deverên dagîrkirî yên ku di hersê operasyonên xwe yên leşkerî de bi dest xistin, pêk anî û qeyda sivîl a şêniyên resen guhart û karta nasname û malbatê ya sûriyayî ji wan kişand û bi ya tirkî guhart. Danûstandina bi ziman û lîreyta tirkî ferz kir û xizmetguzariyên tenduristî, perwerde, post, xurdekarî, kehrebe, av û telefon bi deverên tirkî ve girê da. Her wiha minhacên dibistanan ên sûriyayî bi yên tirkî hatin guhartin.

Desthilata Tirkiyayê hin beşên zanîngehên tirkî yên mîna Zanîngeha Heranê li Rihayê li bakurê Sûriyayê vekir. Eşkere ye ku bi rêya ferzkirina sîstema perwerdeyê ya bi zimanê tirkî armanc jê afirandina nifşekî dilsozê çanda Tirkiyayê ye. Her wiha desthilata Tirkiyayê giraniyê dide sembolên neteweyî yên tirk û ala Tirkiyayê û wêneyên serokê tirk Receb Teyyib Erdogan li ser dibistan, nexweşxane û tevahiya navend û qadan tê hildan. Her wiha Tirkiyayê hakimek bi tenê erkdar kir bo rêvebirina deverên dagîrkirî li bakurê Sûriyayê berdêla 7 waliyan ku berê ew erkdar kiribûn, ev jî tê wateya “yekkirina” van deverên sûriyayî û girêdana wan bi Tirkiyayê. (Binêre: Dagîrkeriya Tirkiyayê ji Serê Kaniyê û Girê Spî re: bicihkirina jînosîdê û tirkkirinê. Navenda Kurdî ya Lêkolînan 29 cotmeha 2023yan).

Di 30ê mijdara 2024an de, Tirkiyayê ferman da komikên Artêşa Niştimanî ku operasyoneke leşkerî ya bi navê “Şefeqa Azadiyê” pêk bînin bi armanca dagîrkirina deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk de. Di encama vê operasyonê de ya ku bi piştgirî û alîkariya artêşa Tirkiyayê pêk hat, deverên Şehba, Tilrifet û Minbicê hatin dagîrkirin û çekdarên girêdayî Enqerayê binpêkirin û tawan derheqê sivêln kurd û xelkên ku bi tawana hevkariya saziyê Rêveberiya Xweser hatin tawanbar kirin, pêk anîn. Ji encamên vê operasyonê jî, koçberkirina bi dehhezaran koçberên kurd ên kantona Efrînê yên ku li kampên Şehbayê bûn û ber bi deverên Hesekê û Reqayê ve çûn. Di koçberiyê de jî binpêkirin û dizî pêk hatin ji hêla çekdarên Artêşa Niştimanî ve.

Heta niha jî komikên girêdayî Tirkiyayê êrîşên mezin pêk tînin bi armanca kontrolkirina Bendava Tişrînê û Pira Qereqozatê, her wiha Tirkiya hêza xwe kom dike û gefê dixwe ku dê operasyoneke leşkerî ya mezin pêk bîne bo dagîrkirina bajarê Kobanê û gundewarên wê.

Li Idlibê, ku “Hikûmeta Inqazê” ya girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam desthilatê dike, bi dehan baregehên dewleta Tirkiyayê hene ku bi sedan leşker, çekên giran, radar lê hene. Lihevkirinên di navbera Tirkiya û Rûsyayê de û avabûna deverên kêmkirina şer li bakuravayê Sûriyayê, di çarçoveya Astanayê de, hişt ku glopa kesk bigihêje Tirkiyayê da ku baragehên leşkerî li parêzgeha Idlibê ava bike.

Li gor rapora Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan, li deverên kêmkirina şer 7 lîwayên leşkerî yên hêzên tirkî li 49 baragehên leşkerî hene. 13 baregeh li gundewarê Helebê yê rojavayî, 30 li gundewarê Idlibê, ji wan 11 li gundewarê Idlibê yê rojhilatî û 13 li gundewarê Idlibê yê başûrî, 6 li gundewarê Idlibê yê rojavayî û 3 li gundewarê Hemayê û 3 li gundewarê Laziqiyê. Bi wan baregehan ve bi dehan xalên leşkerî pê ve girêdayî ne da ku piçtgiriya lojîstî bo hêzên Tirkiyayê bikin, her lîwayek ji 1500 leşkerî pêk tê. Ango hejmara giştî ya hêzên tirkî li wan deveran digihêje 10 hezar û 500 leşkerî.

Raporê amaje pê kir ku her baregehek bi dehan leşker, dibe ku bi sedan jî, bi pisporiyên cuda hene (endezyarî, hêzên taybet, top avêj, têkilî û îşare) ku bi tank, topavêj, zirîx û dijbalafir, mayinrahêj, alavên têkilyên leşkerî û burcên telefonê yên tirkî, piştgirîkirî ne. Hêzên tirkî van baregehên xwe bi 200 tank, 400 zirîx, 800 leşkerhigirên zirîxkirî û bi dehan otombîl an, piştgirî dike. Li gor raporê, piraniya hêzên tirkî li başûrê rêya Heleb-Laziqiyê ne ya bi navê “M4” ku derdora 25 baregehên leşkerî ne. ango bêhtir ji nîvê baregehan li derdora vê rêyê ne. (binêre: Tirkiya hebûna li Sûriyayê bi 10 hezar leşker û û bi dehan baregehên leşkerî tekez dike, Rojnameya El-Şerq El-Ewset 3yê sibata 2023yan.

Paşê, piştî ketina rêjîma Sûriyayê û hatina Heyet Tehrîr El-Şamê li ser desthilatê li Şamê, hikûmeta Tirkiyayê bi awayekî lezgîn karê xwetekezkirina li ser erdê û belavbûna leşkerî li
Sûriyayê kir, bi rêya avakirina baregehên leşkerî li hundirê Sûriyayê. Axaftina li bara bajarên Hema, Humus û heta Şama paytext hat kirin. Wezîrê parastinê yê Tirkiyayê Yeşar Guler di axaftinekê bi rojnamevanan re de di 15ê kanûna pêşîn a 2024an de bal kişand ser xwestekên Enqerayê yê pêkanîna lihevkirineke giştî bo perwerdekirina leşkerî û hevkariya parastinê bi Sûriyayê re.

Di encamê de Tirkiya dosyaya serperiştiya avakirina artêşa Sûriyayê bi dest bixe. Istixbaratên Tirkiyayê dosyaya têkilya bi desthilata nû ya Şamê, bi rê ve dibe, ji hêla hevkariya ewlehî û serperiştiya li ser avakirina artêş û saziyên ewlekariyê ya ku Şam armanc dike wê ji nû re ava bike. Hin jêder dibêjin ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê hin şêwirdar rê kirine ku li paş perdeyê kar dikin da ku alîkariya hikûmeta Sûriyayê ya demkî bikin di rêveberiya hikûmetê de û jinûveavakirina saziyan û xurtkirina desthilatê, her wiha da ku serperiştiya tevlêkirina komikên sûriyayî li nav artêşa Sûriyayê ya nû bikin, di nav de komikên “Artêşa Niştimanî” û komikên din mîna Heyet Tehrîr El-Şam û him komikên îslamîst yên din ku red dikin xwe bibişêvin. Li gor rojnamevanê tirk Sînan Birhan, hikûmeta Tirkiyayê dê baregeheke leşkerî li Şamê û yeke din a deryayî li Tertûsê ava bike.

Puxte

Tirkiya hewl dide bibe dewleta raspêr li ser Sûriyaya nû û garntiya rêjîma nû bike û bandorê lê bike û wê li gor berjewendiyê tirkî yên bilin tev bigerîne. Raspêriya tirkî hêla leşkerî û aborî bi awayekî taybet dihewîne, ji bilî hêlên civakî û çandî û bikaranîna rola “hêza şayîk” bi ketina nava civakên Sûriyayê û nava hêza siyasî û komikên çekdar ên cur bi cur de. Enqera dixwaze ku Sûriyaya Nû wekî baxçeyekî û bazareke nû be jê re. ne dûr jî ku hikûmeta Sûriyayê wezaretekê bi navê “Wezareta Karûbarên Sûriyayê” ava bike. Em dikarin van xalên li jên wekî puxte bi cih bikin:

Yekem: Tirkiya dibîne ku wî opozîsyona sûriyayî piştgirî kir bo salên dirêj û parastina wê kir û bi milyonên koçberan hewand, her wiha wê serperiştiya operasyona leşkerî ya dawî “Dûrxistina Êrîşan” kir. Ji ber wê, ew xwediya qenciyê ye di serkeftina leşkerî û rûxîna rêjîma Sûriyayê û revîna El-Esed e. Ji vir, kesê ku desthilat li Şamê bi dest xist, hevalbendên Enqerayê ne li Sûriyaya Nû.  Ev yek di rêya serdanên wezîrê karê derve û serokê istixbaratê bo Şamê hat xuyakirin û hevdîtina wan bi El-Şeri û serekên hikûmeta demkî, her wiha diyardeyên şahiyê yê ku bi wan serdanan re hat.

Duyem: Tirkiya bi lez li bara lihevkirina xêzkirina sînorê deryayî bi hikûmeta demkî re axivî, ku hesabê xwe dike ji guhartinekê. Ev lihevkirin dê maf bide Tirkiyayê ji hêla lêgerîna li gaz û petrolê ku ber guhartina li Şamê tu carî di xewnan de nedidît, ku ev yek helwesta wê li pêşiya rokberên wê Yûnanistan, Qubris, Îsraîl û Misirê xurt dike. Her wiha, avakirina baregehên leşkerî yên stratejî li Hema, Humus, Şamê û serperiştiya jinûveavakirina artêşa Sûriyayê û saziyê leşkerî, bi vê yekê xistina hişmendiya leşkerî ya tirkî di nava saziyên serokatî yên sûriyayî de. Li vir, Tirkiya dixwaze bikeve şopa rola Rûsya û Îranê, ango bi gotineke din avakirina dewletekê di hundirê dewletekê de ku bi rêya wê karibe serdestiyê li Sûriyaya Nû bike.

Sêyem: Sûriya bike korîdorek bo xetê gazê û rêyên bazirganiya navdewletî, ku ev xet li bender û balafirgehên Tirkiyayê bi dawî bibe û Tirkiya bi awayekî serekê qezencê jê bibîne û para mezin jê bixwe. Niha axaftin li bara boriyeke gazê ya qeterî û rêya geşepêdanê ya ku ji kevdavê û Iraqê tê, tê kirin.

Çarem: Tirkiya tirkkirinê li deverên ku ji sala 2016an de dagîr kiriye û lê hikûmeteke demkî ava kir bi cih bike û “Artêşa Niştimanî” ya girêdayî wê li ser hikûmeta nû ya li Şamê ferz bike. Her wiha vekirina şaxên zanîngeh û peymangehên tirkî li Sûriyayê, ku di encama wê de dê bişaftina çandî çêbibe û dê qezencê ji kadroyên sûriyayî yên ku li Tirkiyayê xwendine bike yan jî yên ku li deverên ku Enqerayê di operasyonên leşkerî de di salên 2016, 2018 û 2019an de dagîr kir, xwedine.

Pêncem: Bihêle ku Şam Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk rewa nebîne, ji ber wê bimînin dijmin û kurdan tev li hukumê nekin û rewakirina destûrî bi neteweya kurdî li Sûriyayê red bike. Enqera dixwaze ku tu rola kurdan li Sûriyaya Nû tunebe, ew berdewam desthilata Şamê gur dike û fişarê lê dike da ku şerê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya
Demokratîk bike.