Hikûmeta Tirkiyayê destdanîna ser şaredariyên ku nemazedên DEM Partiyê di hilbijartinênê xwecihî yên dawiya adara 2024an de bi dest xistibûn, berdewam dike. Piştî biryara destdayîna ser şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê, desthilatdariya Tirkiyayê îradeya cemaweran li Dêrsim û Belorê desteser kir û du qeyûm li wir bi cih kirin piştî ku Cewdet Konak û Persen Orhan li Dêrsimê ji kar xistin (DEM Partî) û Mistefa Sarîgul (CHP) li Belorê. Di heman demê de dadgeha Tirkiyayê hukimê 9 salan bi karê giran li Mihemed Sedîq Akêş, hevserokê Şaredariya Colemêrgê birî, piştî ku ew di 3yê hezîrana borî de ji kar xist û qeyû, li şopa wî bi cih kir.
Ev bergirî piştî çend hefteya ji axaftina serokê Tirkiyayê Receb Teyyib Erdogan tê, ya li bara “çareya siyasî” bi kurdan re, berî wê jî hevkarê wî Dewlet Bahçelî, serokê partiya MHPyê, ku bang li serokê tevgera kurdî Ebdulah Ocelan kir da were parlementoyê û “bidawîbûna terorê û jihevketina rêxistinê” ragihîne û qezencê ji “mafê poşmaniyê” bigire da ku “biratiya hezarsalî di nav kurd û tirkan de” bi cih bike û “hevgirtina dîrokî” li Tirkiyayê zêde bike, li gor axaftinên wî. Gelek şêrovekar û rojnamevanan lêkolîn li bara “pêvajoya nû” ya ku Tirkiya tê re derbas dibe, pêşkêş kirin, ku pala xwe dan pêşketinê dawiyê li deverê ya şerê di navber Îsraîl û Tevgera Hemas û Hizbulahê de, her wiha derbeyên pevguhêr yên di navber adewleta ibrî û Îranê de û axaftina serokwezîrê îsraîlî Benjamin Netanyahu li bara “Rojhilata Navîn a Nû” û şîroveyê cur bi cur li bara guhartiha nexşeyên deverê ya bê û guhartinên di sînorên navdewletî de.
Partiya Karkerên Kurdistanê li ser zimanê berpirsyarên xwe (Mistefa Qereso, Cemîl Bayik û Dewran Kalkan) şiroveyên berfireh li bara arezû û sedemên li paş xweavêtina Bahçelî û Erdogan bo banga “çareya siyasî”, pêşkêş kirin, ku tekez kirin ku mîna van daxuyaniyan tenê “bergirî” ne dii nava stratejiyeke berfirehtir de ku temenê wê sed sal e ku tê de Dewleta Tirkiyayê (niha: hevalbendiya Erdogan/Bahçelî) dexwaze tevgera kurdî têk bibe û wê ji hêla siyasî û leşkerî qels bike. Ji ber wê, dê siyaseta tirkîkirin û pişavtina neteweyî ya derheqê gelê kurd de, bi ser bikeve. Berpirsyarên Partiya Karkerên Kurdistanê bang li gelê kurd kir ku li ser rêya berxwedanê bimînin û xwe bi niwênerên xwe yên hilbijartî bigirin, çi parlementer çi jî serokên şaredariyan, her wiha asta xwepêşandan û isyanên sivîl bilind bikin bi rêya redkirina rewabûna qeyûman û xutkirina hevalbendiyê bi hêza demokrat a tirk û sandîkeyên çaksazî û komeleyên mafî û hemû çalakiyên li dij rêbazê dîktatorî û olîgarî yê ku Erdogan û hevkarê xwe Bahçelî li ser dimeşin.
Em dikarin tiştên hevbeş di nava daxuyaniyê berpirsyarên Partiya Karkerên Kurdistanê destnîşan bikin, ku bang kirin çi daxuyaniyeke tirkî ya fermî hebe bi pêkanîna berguriyên rastî ve girê bidin û gavên rastî li ser erdê, di serî de helwesta ji serok Ocelan bi rêya rahiştina tecrîda ku li ser wî hatiye ferzkirin û rê bidin malabt û parêzerên wî ku serdana wî bikin û rawestandina siyaseta tengkirin û bidûvketina DEM Partiyê û parlementerên wê û û serokên şaredariyên wê. Her wiha rawestandina bombebarankirina zemîna Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, li tenişta piştgiriya komikên çekdar ên opozîsyona Sûriyayê yên ku tawanên qirkirina nijadî û koçberkirinê derheqê gelê kurd de li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî pêk tînin, her wiha jîngehê xirab dikin û mal û baxçeyên welatiyên kurd desteser dikin.
Ji bilî wiha, daxuyaniyên serekên dewleta Tirkiyayê dimîne gotinên vala yên bêwate û banga radestbûnê dikin ne aştiyê, pêwîst e bawerî pê neyê kirin û dibe ku kemîneke kujer be nabe ku kes tê wer bibe. Tevera kurdî dixwze eniyeke demokrat a hundirîn ava bike li dij hevalbendiya Erdogan/Bahçelî ku planên vê hevalbendiyê yên berfirehkirina operasyonên şer û çewisandina kurdan, birûxînin. Ev tev de, da ku bûyerên şer bidin ber rûyê xwe û li ser desthilatê bimînin, herdem jî bi rêya alîkariya saziyên dewleta kûr ji dadgeh, saziyên ewlehî û artêşê, da ku vê hevalbendiyê bi cih bikin û wê bikin pêwîstiyeke neteweyî ya parastina Tirkiyayê ji paçebûnê.
Dibe ku jikarxistina herdu serokên şaredariyên Îsînyort û Belorê yên CHPyê ji hêla hikûmeta Tirkiyayê ve, dide xuyakirin ku planeke temam li gel hevalbendiya Erdogan/Bahçelî heye ku armanca wê li tenişta berfirehkirina operasyonên şer û çewisandina kurdan li hundir û derveyî Tirkiyayê, ew e ku CHPyê tevgav bike ya ku rikbera herî mezin e ji desthilata hevalbenda hakim re (di hilbijartinên şaredariyan de yên sala 2024an rêjeya %37.77 bi dest xist li beranber %35.49 ji AKPyê re) da ku di hilbijartinên bê de bi bin nekeve, tevî ku nevûdengiya wî bi paş ketiye bi seba binkeftina mezin a rêvebirina aboriyê û paşketina berdewam a asta jiyanî li gel welatiyan. Kesê ku bergiriyên tevgavkirina CHPyê dişopîne, dê nas bike ku Erdogan rêya tundiyê ji her alî ve hilbijart û dê pêvajoya bê li Tirkiyayê heta sala 2028an, ango hilbijartinên serokatiyê, dê nearamiyek li Tirkiyayê hebe, her wiha dê operasyonên bidûketinê yên berdewam li dij rikberên Erdogan ên gengaz ên li ser serokatiyê hebe, di serî de Mensûr Yawaş û Ekrem Îmamoglu, herdu kesayetên sereke di CHPyê de.
Zelal e ku Erdogan rêya tundî, bidûketin û desteserkirinê derheqê rikberên xwe de hilbijart, bi alîkariya saziyên dewletê ku di salên borî de karîbû destê xwe dirêjî wan bike û wan bike alavên çewisandinê pê rikberên xwe bitirsîne. Ew pêvajiyek e dişibe pêvajoya piştî hilbijartinên hezîrana 2015an çaxa ku Erdogan û partiya xwe piraniya parlementoyê ji dest da wekî yekemîn car ji sala 2002yan ve (rêjeya 40%.9 bi dest xist) ji ber wê encam red kirin û kiryarên tolhildanî kir û bûyerên teqandinê li xwepêşandan û navendên HDPyê pêk anîn ku rewşeke teror û tirsê li wîlayetên Kurdistanê belav kir, ku Ehmed Dawûdoglu paşl ew wiha wesf kir “lênûsên terorê yên ku heger vebin dê xwediyên wê nikaribin çavên xwe bixin çavên xelkê”, wê çaxê neteweperest ber bi xwe ve anîn, bi taybet girseya MHPyê û pê rêjeyek nêzî nîvî bi dest xist di hilbijartinên nû de yên ku di mijdara 2015an de li dar xist.
Siyaseta hevalbendiya AKP/MHPyê ya li benberî kurdan Ekrem Canalp qeyûmê ku ji hêla Erdogan ve bo rêvebirina şaredariya Batmanê hatiye erkdarkirin piştî jikarxistina herdu hevserokan Gulîstan Sinok û Yeşîl Îşik, ew puxte kir. Çaxa ku di cih de tevahiyê gotinên ku bi kurdî hatine nivîsîn rakir û li cihê wê bi tirkî nivîsî “Yek welat, yek al, yek netewe”. Ew mandelekirin, pişavtina neteweyî û tunekirin e. Her wiha, di têgihaştina niha ji ajendayên Erdogan re, şêwazek/bihaneyek e ku wê bi kar tîne da ku li dij rikbera xwe CHPyê bi kar bîne û wê xayin bike da ku ji hêla siyasî ve wê tune bike û wê ji rêya serokatiyê bide alî.