Ji bo ku “Sûriyaya nû” nekeve şerê hemû li dij hemûyan!
Nivîskar: Dr.Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Rastiya îro li “Sûriyaya nû” dibêje ku Heyet Tehrîr El-Şam bi mîrate û îdeolojî û operasyona xwe, ew ji 8ê kanûnê ve bajarên sereke di nav de paytext hikum dike. Di encamê de jî, ew di dîmena fermî de li pêş e ku bi de facto yan jî hikûmeta veguhastinê tê wesfkirin. Heyet Tehrîr El-Şam ev veguhartina mezin fêm kir, lewra di demeke bilez de, rengê xwe guhart û kete cihê dewlet û saziyên wê. Di vê çarçoveyê de, hikûmetek ava kir ku wezîrên wê tenê ji Heyet Tehrîr El-Şam pêk tên û cihên payebilind ên seweriyê radestî kesayetên cîhadîst ên ji Heyet Tehrîr El-Şam kir. Her wiha, nasname da fermandarên meydanî û şervanên ne sûriyayî, her wiha payeyên leşkerî jî dane hinek ji wan û erka avakirina artêşê û saziyên ewlekarî û polîsê radestî beşekê ji wan kir. Ji aliyekî din ve jî, hevdîtinên ku Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Colanî) bi şandeyên erebî û navdewletî re kir, derfeteke nû da Heyet Tehrîr El-Şam ku di hundirê sazûmaniya dewleta Sûriyayê de kûr bibe: Projeya veguhartina mezin a Heyetê ji bo dewletê, an jî dewlet bibe Heyet Tehrîr El-Şam. Ji bo zemîna vê projeyê ku di piratîkê de dewam dike, El-Şeri got pêvajoya veguhastinê “dibe ku heta 4 salan jî dirêj bike”, ev dem jî li gorî ku fermandarê Heyet Tehrîr El-Şam texmîn dike, dibe ku têrê bike armanca xwe pêk bîne.
Kêfxweşiya gelê Sûriyayê bi têkçûna lezgîn a rejîma berê û reva serokê wê Beşar El-Esed û vekirina deriyên zindan û girtîgehan ên tirsanek û pêla azadiyê ku bi awayekî jinişka ve çêbû, bêyî sînordarkirina azadiya nêrîngotinê û helwesta derbarê rejîma zordar, talankirin û bêdengkirinê, hişt ku Heyet Tehrîr El-Şam were qebûlkirin ji ber ku wê rejîm hilweşand û sûriyayî ji serdema wê rizgar kirin ku ji temenê gelk nifşan de ye. Vegera bi dehhezaran koçber û hilweşandina desthilatdar îstixbarat û dewleta ewlekarî û xîtaba “lêborîn” û “dilovaniyê” ku di saet û rojên destpêkê yên desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam derket holê, gelê Sûriyayê meylek li gel wan çêbû ku derfetekê bidin kesên ku “azadkirin” ji bo rêvebirin û desthilatdariyê. Ev hest heta li gel çînên ku berê piştgirî didan rejîmê jî derket holê. Tu kes piştgirî neda rejîma zordar û kevn û serokê wê yê reviya ku dev ji şer berda bê tu îşaretan û bê ku agahî bide kesên nêzî xwe û malbata xwe. Heyet Tehrîr El-Şam ji van hemû rastiyan sûd wergirt û hewl da ku vê yekê bike berjewendiya bicihkirina desthilatdariya xwe, ji ber ku ew desthilatdariya nû ye û altirnatîfa rejîma El-Esed e ku gelê Sûriyayê demeke dirêj bû ku li benda vê yekê bû.
Piştî çend hefteyan ji seweriya Heyet Tehrîr El-Şam li ser Koşka Serokatiyê ya li Şamê, bûyerên çewisandin û şopandina kesên ku ew tawanbar kirin ku ji rejîma berê be, an jî “şebîh” in ku ev jî wesfeke sûriyayî ye cihêwaz û bandorker e (global e û neqanûnî ye). Di vê çarçoveyê de, dîmenên provokasyon û heqaret li dij pêkhateyên sûriyayî û vîdyoyên binpêkirin an jî heta tasfîyekirina kesan ji bo sedemên cuda, hatin belavkirin. Ev yek jî tirsa ku di destpêkê de hate avêtin an jî paşguhkirin careke din bû rojev, derbarê cehwerê Heyet Tehrîr El-Şam û rewşa komên di nava Heyetê de ku dihêle rewşa dispilînê pir zehmet be. Bi derbasbûna rojan re, dengên ku behsa lêborîn û efûyê û “biçin hûn azad in” dikirin kêm bû û dengê cîhadîstên xwecihî û biyanên ku behsa tolhidan û cezakirinê li ser bingeha “xweda we pîs kir û em bi ser xistin” zêdetir bû. Her wiha, kiryarên kuştin, binpêkirin, koçberkirin û talaniyê li gelek herêmên di bin serweriya tabûrên Heyet Tehrîr El-Şam de belav bû, nexasim taybet li herêmên ku piraniya niştecihên wê elewî ne.
Di aliyê teorîk de, El-Şeri behsa sîstema Şûra ya îslamî kir ku rejîma altirnatîfa demokratî û hilbijartinan e ya ku di encama wê de hikumet û parlamenter qanûna derdixe. Lê di aliyê piratîk de, Heyet Tehrîr El-Şam li ser xeta xwe di hundirê sazî û dewletê de bi awayekî asoyî kûr dibe. Taybet jî di “dewleta kûr” de, ew jî saziyên artêş û ewlekariyê (ku diparêze û diçewisîne) û sîstema dozgeriyê (ku biryarê dide) û metodên perwerdeyê (ku zanebûnê çêdike) û saziyên ragihandinê (ku rê dide û raya giştî ava dike). Di vê demê de jî, El-Şeri bi razîkirina hevalên xwe di Heyet Tehrîr El-Şam de li ser pêvajoyê, mijûl e. Her wiha, nîqaş derbarê rê û rêbazên mayîndekirin, derbasbûn û taloqkirina biryarên lezgîn ên girîng tê kirin, beriya ku rewş bistewe û pêwîstiya bi di berçavan re derbaskirina hestyariya erebî û pêwîstiya mezin bi derve bi destwerdana di jinûveavakirina Sûriyayê de û peydakirina jêderên jiyanê bo milyonên sûriyayiyan yên ku di bin xêza xizaniyê de ne. Li ser vî esas jî, bi awayekî ne zelal behsa dewleta sivîl û demokratîk tê kirin ku ev yek daxwaza piraniya gelê Sûriyayê ye, ne dewleteke şerî û hukumê xwedê ku endam û rêveberên Heyet Tehrîr El-Şam ên xwecihî û biyanî daxwaza wê dikin. Diyar e ku heta niha di hundirê Heyet Tehrîr El-Şam de biryara dawî nehatiye girtin û lihevkirin li ser nîşaneyên pêvajoya demkî ya heyî nehatiye kirin. Aliyêk heye dixwaze bêhna fireh be, aliyê din jî bi coş e û guhartineke lezgîn dixwaze, mîna çûyîna ber bi Şamê ve ya ku “hukumê îmamê biserketî0 bi cih kir, piştî “derxistina milk ji destê El-Esed”.
Li bendamyîna li ser dosyayên desthilatdariyê û awayê rêveberiya dewletê di hundirê Heyet Tehrîr El-Şam de, wê têkiliya di navbera navendê li Şamê û aliyên din ên Sûriyayê yên rêveberî û pêkhateyan, aloz be û dê parçebûyî be. Di demekê de ku Heyet Tehrîr El-Şam bi awayekî eşkere û zelal behsa nêrîna xwe ya derbarê daxwaza pêkhateyên Sûriyayê û nenavendiya rêveberî nake û bi domdarî behsa xalên giştî ne bi date dike û axaftinên derbarê diyaloga bi aliyên sûriyayî re (HSD wekî mînak), alava ragihandinê ya nêzî desthilatdariya nû û ragihandina ku ji aliyê Tirkiya û Qeterê ve tê fînansekirin bi taybet, hemleyên reşkirin, derew û xîyanetê dimeşînin. Hinek ji van hemleyan jî digihêje bangên faşîst ên qirkirina etnîkî derheqê pêkhateyên Sûriyayê yên ku daxwaza nenavendiyê dikin ku garantiya taybetmendiyên wê dike û rêvebeirya herêmên xwe bi kadroyên xwecihî dabîne dike, dûrî dest û hizirên biyan ên xwedî yekreng, tundraw û hişk. Taybet hemleyên ku ji aliyê ragihandina Sûriyayê ya kirêkirî ku ji aliyê biyanî ve tê fînansekirin, li dij pêkhateyên kurdan (herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê) û durzî (parêzgeha Siwêdayê) û elewî (berava Sûriyayê) û xiristiyan (herêmên hundir), pêk tê. Her wiha daxwaza van pêkhateyên navborî jî bi awayekî tam tê redkirin û bang li Heyet Tehrîr El-Şam dikin ku bi operasyonên leşkerî van bangên nenavendî û taybetmendiya etnîk, an jî olî an jî mezhebî, tune bikin. Ev dengên ku saziyê Heyetê wan paşguh dikin, bêhtir bilind dibin li bara xayinkirin, gurkirin û banga şerê navxweyî yê sûriyayî. Ew elîtek e ji rojnamevan û çalakvanan, ji wan berê di ragihandina “şoreşê” de bûn berî guhartinê (ku Tirkiya û Qeter rê dide ber wê û wê fînanse dike), ji wan jî beşek bûn ji alava propogandayê ya rêjîmê û “kewiand” ango nêrîna xwe ji nişka ve guhart û heman faşîsî meşand û heman bêhestiya niştimanî, mirovî û exlaqî di hundirê haleta rêklamê ya ku idia dike nêzî rêjîma nû ye.
Bangên ku ji desthilatdariya demkî ya li Şamê dixwazin ku diyaloga bi pêkhateyan û herêmên rêveberî yên Sûriyayê re red bike û şer dipejirîne û dixwaze rejîmeke yekalî navendî totalîter li ser bingehê hukumekî pir tund û mezhebperest ku piraniya suniyên sûriyayî wê red dikin, ev dengên ne niştimanî ne û xêrê ji Sûriyayê û gelê wê re naxwazin.
Ew guhartineke metirsîdartir e ji faşîzma kevn a rêjîma borî. Ew dixwaze “Sûriyaya nû” xirab bike û wê bike mîrnişîneke tarî û dwleteke têkçûyî ku xelkê wê pev bişin û di şer de hev bikujin ku her kes li dij her kesî. Rêdayîna van dengan di berdewamkirina xayinkirin, şer û qirkirina nijadî wekî binpêkirina qurbaniyê sûriyayiyan tê dîtin ku li dij rêjîma borî derketin û hinan ji wan jiyana xwe li ser kir bo dewleteke li ser bingehl azadiyan, zagon û hemwelatîbûneke rastî. Her wiha bidûketina van dengan û tawanbarkirina wan bi tawana gurkirina kuştinê û komkujiyê, pêwîstiya Sûriyaya bi peymaneke rûmetê ya ragihandinê heye ku xêzên serke yên karê ragihandinê nîgar bike di bin banê berjewendiya niştimanî ya ku hemû xelkê Sûriyayê dihewîne.
Meyla faşîst a eşkere li gel hin kesên ku di ragihandinê de kar dikin, an jî yên ku li ser medyaya civakî beradayî ne, parçebûnê di nav pêkhateyên Sûriyayê de çêdike, ew pêkhateyên ku ji dewleta “îmamê serkeftî” metirsîdar in ku mîrnişêna Afganistanê ji xwe re nimûne dibînin. Tunekirina hin pêkhateyên Sûriyayê yên nijadî, olî û mezhebî û derxistina wan ber bi derveyî cografiya Sûriyayê û girêdana wan bi dijminê derve bo rewakirina kuştina gewdî, rasteqîniyeke şaş û nexweş û pîkopat diafirîne ku di berdewamiya şer de karekî “şoreşê” dibîne û paqijkirinek e ji Sûriyayê ya ku ew xelay dikin; tarî yekalî, navendî û dîlgirtiya hizirên tund û tunekirina aliyê din. Ji desthilata nû tê xwestin ku bi dû van dengan bikeve û rê nede “xwepêşandanên” ku hin derdikevin bang li jînosîdê û “rizgarkirina” deverên sûriyayî ji xelkê wê dikin, tenê ji ber ku ji pêkhateyeke din in û hizira wan cuda ye.
Her wiha pêwîstî heye ku hemû daxwazên ku banga şer û tunekirina hin pêkhateyan ji nexşeya Sûriyayê dikin, bên belgekirin. Pêwîst e bi dû van dengan were ketin li derve û hundir ji ber ku banga şer dikin û pêkanîna tawanên li dij mirovahiyê. Hevgirina hêza demokrat û sekular û dengên li dij hizira tarî û faşîzma neteweyî, li tenişta bidûketina rêxistinên mafên mirovan ên qanûnî ji dengên ku tundiyê gur dikin, ew e ya ku em dikarin we bispêrin wê bo xelaskirina Sûriyayê ji şerê navxweyî û kaoseke giştî û şerê hemû li dij hemûyan.