Navenda Kurdî Sûriyaya nû nîqaş dike.. hêvî û astengî

Bername bi zimanê erebî jî heye العربية

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyek bi zimanê erebî di 18ê çileyê de bi sernavê “Sûriyaya nû.. hêvî û astengî” organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Şoreş Derwîş ve hate birêvebirin, akademisyen û damezrîner û rêveberê giştî yê Navenda Rojhlat a Lêkolînan (ORC) Dr. Semîr El-Teqî, mijara borî nirxand.

Bername bi pirsa li ser awayê hikûmeta nû piştî zêdetirî mehekê li ser têkçûna rejîma El-Esed  hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, Dr. Semîr El-Teqî destnîşan kir ku faktorên aramiya herêmî hebûn ew jî di encama peymanên Sochî û Astanayê bûn û wiha dewam kir: “Ev lihevkirin di destpêkê de, xwe dispartin hevalbendiya tirkî-rûsî, ku armanca Rûsyayê ya sereke ji vê yekê, Tirkiya ji NATO û Yekitiya Ewropayê vekişîne û li ser projeyeke mezin dixebitî ew jî ku petrol û gazê ji Tirkumanistan û Kazaxistanê derxe û derbasî bendera Cîhan ya li ser Deryaya Navîn bike. Lê di aliyê piratîk de projeya firotina petrolê ya Rûsyayê têk çû, piştî ku Ewropayê sê salan nekirî. Lê ya herî girîng, ku destûra Amerîkayê ya ji bo Rûsyayê bi dawî bû, piştî ku Rûsya kete Ukranyayê, bi gotineke din rola rûsî wekî lîstikvanekî sereke di di navbera dewletên herêmî de bi dawî bû. Ji aliyekî din ve jî, lihevkirinê îranî-îsraîlî li ser rêvebirina Şerê Sar di 7ê cotmehê de bi dawî bû û Îsraîl gihaşt encamekê ku ew ê ewlekariya xwe êdî radestî tu lihevkirinan neke û ew ê aşitiya îsraîlî li herêmê feriz bike. Di encama vê yekê de jî, li Xeza an jî Lubnanê, Îsraîlê destekftiyên siyasî û leşkerî qezenc kirin. Her wiha, xala herî dawî ya faktorên ku hişt ev bûyerên dawî çêbibin, têkçûna Kamala Haris di hilbijartinên Amerîkayê de bû. Bi gotineke din, bi hatina Trump dibe ku careke din rol ji Rûsyayê re di herêmê de tê destnîşankirin. Di encama vê xeteriyê de, dosyaya Heyet Tehrîr El-Şam û Tirkiya ji aliyê Biden ve, hate ser madeyê û kete piratîkê. Têkçûna rejîma Beşar El-Esed wekî tiştê ku li Bexdadê çêbû, ku artêşa Sûriyayê bi rêya jihevxistina xalên wê yên sereke bi fermanan ji hev hat xistin bêyî berxwedan.

Dr.Semîr El-Teqî destnîşan kir ku şaştiya herî mezin ku Beşar El-Esed kir, nikarîbû li gorî daxwaza Rûsyayê biçe ew jî avakirina hikûmeteke hevbeş bi opozîsyonê re û ji aliyekî din ve jî li dij Îranê di şerê Xezayê de sekinî, ango desthilatdariya wî nebû beşek ji berxwedana Îranê.

Derbarê rewşa heyî piştî derbasbûna zêdetirî mehekê, El-Teqî got: “Gelek dewletên ereban, Ewropa û navdewletî li kiryarên Ehmed El-Şeri temaşe dikin, ango wê binêrin ku wê welat bi awayekî rast bi rê ve bibe an na û wiha dewam kir: “Tevî ku El-Şeri deriyên dîplomatîk bi awayekî berfireh vekirin, lê ev serdanên ku çêbûn tenê serdanên çavdêriyê bûn û di nava xwe de tu itîrafkirineke bi hikûmeta demkî û ne jî tu destekdayîneke dirêj, neanî. Ev yek jî di kongreya Eqeba ya li Urdunê diyar bû.”

Li ser pirsa gelo wê hikûmeta nû rêbazê rejîma El-Esed berdewam bike derbarê xwespartina hêzên derve, Dr. Semîr El-Teqî wiha bersiv da: “Çi rejîmeke dîktator a di aliyê aborî de têkçûyî, nikare bi hêza aboriya xwe bijî, lê belê pêwîstiya wê bi dahateyeke hêsan heye, rejîma El-Esed jî xwe spart veberhênana siyaseta xwe ya derve wekî çavkaniyekî dahatiyê. Mînak, dema ku El-Esed beşarî şerê 1976an bû, di aliyê aborî de qezenc kir û pereyên mezin bi dest xistin, lê aboriya Sûriyayê bi awayekî tam têkçûyî bû. Ji aliyekî din ve jî derbarê axaftina El-Şeri li ser ewlekariya neteweyî ya Kendavê, ew nikare valahiya ku Hafiz El-Esed di herêmê de çêkiriye bi rêya şiyanên xwe yên îdeolojî dagire. Sedemên vê yekê gelek in, ji wan bi hejmar  hêzên xwe û cewherê îdeolojîk ya şoreşgerî ya îslamî ku ne li gorî hemû rejîmên ereban in. Ji aliyekî din ve jî, gelê Sûriyayê avakirina xîlafeteke îslamî ku ne li gorî cehwerê olî yê civaka Şamê ye, qebûl nakin.”

El-Teqî anî ziman ku pêwîst e Ehmed El-Şeri di du dozan de bixebite, a yekê dabînkirina aşitiya xelkê ku divê ev yek bi awayekî dildarî be, a duyem jî pêwîstî bi danûstandinên demdirêj bi her pêkhateyekê re hene beriya lidarxistian kongreyeke niştimanî û wiha dewam kir: “Bê van herdu dozan, ne pêkan e ev kongre bi ser bikeve û îhtîmalên mezin ên têkçûna vê kongreyê hene. Pêwîst dike ku meylên îslamperestî yên tundraw di hundirê Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê de, werin tasfîyekirin. Her wiha pirsgirêkeke din a mezin heye, ew jî ku El-Şeri hemû rengên partiyan û saziyên civaka sivîl red dike.”

Derbarê pirsa li ser helwestên rojava, Dr. El-Teqî da zanîn ku ji mafê Ewropaytê daxwaza bi veguhestina demokratîk û diyaloga niştimanî bike, ji ber ku rejîma heyî ne rêjîmeke rewa ye, destpêkê ew tenê serwerî li ser ji sedî 50 ji axa Sûriyayê dike.

Her wiha derbarê siyaseta Amerîkayê li ser Sûriyayê û tedbîrên siberojên ên Trump ên derbarê rola Îran û Tirkiyayê li herêmê, Dr. El-Teqî ev nirxand kir: “Cîhan pir alî bûye, lê heta niha jî Washington ew aliyê herî serwer e, lewra bûyerên piştî 7ê cotmeha 2023yan êdî baweriya Washingtonê bi Îranê nema. Ji aliyekî din ve jî, li gorî texmînan du doz hene ku wê Trump bi Netanyahu re were rûbirûyê hev, doza yekê pêwîstîya Trump bi Siûdiyê ji ber sedemên ne girêdayî Îsraîlê û ne jî girêdayî Rojhilata Navîn, ev yek jî pêk nayê heta ku mijara çareserkirina herdu dewletan Filistîn û Îsraîlê nekeve piratîkê. Ji ber ku Washington piştî bûyerên Xezayê li herêmê êdî tam felec bûye, êdî nikare însiyatîfan pêşkêş bike, însyatîfa yekem piştî bûyerên Xezayê, destûr da Tirkiyayê bikeve hundirê Sûriyayê û rêjîmê birxûne. Her wiha, Washington neçar e ku Netanyahu bide rawestandin û êdî nehêle ku helwesta xwe ya derbarê Xeza û Dufa Xerbiyê dewam bike. Doza duyem jî ew e ku Washington yekser bi Îranê re nakeve şer.”

Têkildarî hebûna Amerîkayê di Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de, Dr. Semîr El-Teqî diyar kir ku tekane tiştê di destê Washington hebûna ala xwe di rojhilatê Firatê de ye, ev yek jî hebûna wê dabîne dike di awayê dawî yê avabûna Sûriyayê de û wiha domand: “Tu serokekî Amerîkayê cesaret nekir ku vekişe, ji ber metirisyên vegera rêxistina DAIŞê ku hikûmeta heyî nikare li beramberî rêxistina DAIŞê bisekine. Her wiha, derbarê biryara vekişandina ji rojhilatê Firatê, divê lihevkirin di navbera saziyên Amerîkayê wekî Pentagon, Kongres û serokatiyê de, hebê. Ji aliyekî din ve jî, dubarekirina senaryoya vekişanda bêsedem ji Efganistanê, wê bihêle ku qetilkirin li herêmê çêbibe. Ev yek jî piştrast dike ku di dema heyî de, tu vekişandina Amerîkayê ji herêmê tuneye. Lê ji aliyekî din ve jî, Tirkiya bû dewleteke girîng ji bo NATOyê, her wiha neçar e ku careke din li pey rojava biçe, piştî ku prsgirêkên mezin bi wê re derxistin. Piştî ku Rûsya kete şer bi Ukranyayê re, Tirkiya roleke stratejîk lîst û mirov dikare bêje ku Tirkiya, Fransa û Almanya, kargeha paşîn in ji Ukranyayê re.”

Derbarê hundirê Sûriyayê bandorên daxwaza El-Şeri a avakirina rejîmeke totalîter, akademisyen û nivîskar Dr. Semîr El-Teqî da zanîn ku El-Şeri ku nikare serwerî li tevahiya axa Sûriyayê bike, dikeve berjewendiyên gelê Sûriyayê, ji ber ku hêza leşkerî ya El-Şeri tuneye ku vê yekê bike.

Dr. El-Teqî  got  ji ber rewşa bi girêk a Sûriyayê nahêle ku dewleta navendî dewam bike, her wiha ji aliyê leşkerî ve jî ne ji mafê rejîmeke ne rewa ye ku çek tenê di destê wê de be û feriz bike çekê ji hêzên din vekişîne û wiha dewam kir: “Pêwîstiya Sûriyayê bi artêşekê tuneye, lê belê pêwîstîya wê bi parêzvanên niştimanî heye da ku li hemberî îhtîmala derketina rêxistina DAIŞê re bisekinin, her wiha pêwîstiya Sûriyayê bi polîsên xwecihî yê ji ewladê welat hene.

Di dawiya bernameyê de, Dr. El-Teqî tekez kir ku pêwîst e sûriyayî ji siyaset û têkoşîna bo avakirina bingehê pevrejiyanê venekişin. Her wiha barekî zêdeyî hêza xwe hilgirin, ku Sûriya di bin barê siloganên mezin de şkest, ev yek jî li bara Hêzên Sûriyaya Demokratîk jî, ku pêwîst e siyasetên nerm bimeşîne li gor stratejiyên wê yên heyî di avakirina dewleta welatîbûnê de.

Akademîsyen û nivîskar tekez kir ku ereb dê piştgiriya Sûriyayê nekin heger lihevkirin û aştiya xwecihî li deverê pêk neyê. Ji çareyên herî serkeftî bo Sûriyayê ew e ku beşek be ji pêkhateya jeo-aborî ya herêmî ku pirên wê bi Îsraîl û Tirkiyayê re hebin û di heman demê de rola pira hizirî û şaristanî bilîze. Her wiha got ku ji ber vê yekê, çi nasandina Sûriyayê di çarçoveya projeyeke împeratorî ya erebî yan jî îslamî bê aqilî ye, li gor têgihaştina me ji niha re, dê Sûriya bibe baxçeyê paş ji Ewropayê re.