Bendava Tişrînê.. Xeta yekem a parastina“Sûriyaya nû”
Nivîskar:Dr.Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) ji dawiya kanûna 2024an ve, li pêşiya êrîşên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî” ku dewleta tirk di aliyê balafir û topan de destekê dide wan, disekine û nahêle ku bi pêş ve werin û Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê ya stratejîk dagîr bikin. Di encamê de, hevkêşeyên nû li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ferz kir û li pêşiya bû astengî bo beşdarbûn û rola siberojê di “Sûriyaya nû” de.
Tiştê ku HSD dike, bikaranîna teknîkên nû yên parastinê, her wiha êrîşên bi balafirên dron ên bi navê “Birûsk” di paş xetên dijmin de, êrîşkirina bi rêya toreyên tunelan li dij komên ku Tirkiya wan dixe tevgerê, ew xwegirtina li cihê xwe ye û şikandina êrîşên komên çekdar e.
Ji destpêka operasyona “Dûrxistina Êrîşan” ku Heyet Tehrîr El-Şam di 27ê mijdara 2024an de dest pê kir û drebasî Helebê bû û baregeh û xetên parastinê yên artêşa rejîma Sûriyayê ya berê hatin rûxandin, dewleta Tirkiyayê bi awayekî lezgîn destwerdan kir da ku guhartinên heyî keysbaz bike ji bo derbeyê li HSDyê bixe û hewl dide ku bajar û herêmên din ê Sûriyayê bi dest bixe. Li ser vî esasî jî, Operasyona “Şefeqa Azadiyê” dest pê kir ku Tirkiyayê derfetên mezin dane vê operasyonê da ku axên din ên Sûriyayê dagîr bike. Di çarçoveya ev rewşa nû de û ji bo ku rûbirûyê “Odeya Rêvebirina Operasyona Leşkerî” nebe, HSD ji Tilrifet, Şehba û Minbicê vekişiya. Her wiha, piştre jî ji bajarên Dêra Zorê, Meyadîn û Bûkemal vekişya, bi hêviya ku “desthildariya demkî ya nû” derbasî wan herêman bibe. Lê “Odeya Rêvebirina Operasyona Leşkerî” derbasî hersê bajarên parêzgeha Dêra Zorê bû, lê Tirkiyayê bi rêya komên xwe yên çekdar derbasî hersê bajarên girêdayî parêzgeha Helebê bûn.
Vekişîna HSDyê ji Minbic, Tilrifet û Şehbayê, piştî şêwira bi Koalîsyona Navdewletî re û di çarçoveya lihevkirinên bi serpereştiya Koalîsyona Navdewletî û Amerîkayê taybet pêk hat, ku li gorî wan peymanan diyardeyên leşkerî nemînin û ew hersê herêman radestî rêveberiyeke sivîl a ji xelkê wan herêman were kirin. Lê dewleta tirk li gorî peymanê tevnegeriya û israr kir ku wan herêman radestî komên çekdar bike û di encamê de jî hemleyên dizî û talaniyê û kuştina li ser nasnameyê pêk hat. Di vê çarçoveyê de, komên girêdayî dewleta Tirkiyayê sûcên li dij mirovahiyê li Minbicê taybet pêk anîn û kesên sivîl bi bihaneya ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin hemû kuştin. Ev rêbazê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê jî dema ku bajarekî an jî bajarokekî ku berê di bin rêveberiya saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de bû, dagîr dikin pêk tînin. Piştî Minbicê, dewleta Tirkiyayê texmîn kir ku wê pêşveçûyîna leşkerî hêsan be û pêkan e ku herêmên li rojhilatê Firatê dagîr bike û HSDyê jê derxe, lewra behsa dagîrkirina bajarê Kobanê û cihê stratejîk ên wekî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê, kir.
Bi ketina nava Şamê re di 8ê kanûna 2024an de ji aliyê Hêzên Heyet Tehrîr El-Şam ve û rûxandina rejîma berê û reva serokê wê Beşar El-Esed pêşketinên girîng çêbûn. Beriya wê jî helwesta Heyet Tehrîr El-Şam derbarê kurdan de li taxên Şêxmeqaûd û Eşrefiyê li Helebê û nexwest ku bi hêzên kurdan li wan herdu taxan re bikeve nava şer û behsa “Sûriyaya nû” kir û dest bi peywendiya bi HSDyê re kir ku ji bajarê Dêra Zorê, Meyadîn û Bûkemalê vekişiya û radestî “Rêveberiya Operasyonên Leşkerî” kir ku piştî têkçûna hêzên rejîma Sûriyayê ya berê û milîsên Îranê û reva bi hezaran leşkeran ber bi Iraqê ve, HSDyê ji bo ku DAIŞ wê valahiyê tijî neke û depoyên çekan bi dest nexe, HSDyê derbasî parêzgeha Dêra Zorê û hersê bajarên wê bû. Piştî van pêşketinan û Tirkiya û komên girêdayî wê red kirin ku herêmên derbasî bûnê radestî “Rêveberiya Operasyonên Leşkerî” an jî desthildariya nû li Şamê bikin, HSDyê rêbaza parastina hişk bi kar anî û xwe li ser erdê girt li beranber êrîşên komikan û artêşa Tirkiyayê. Suprîz bû ku HSDyê di berxwedan û şkandina êrîşên berdewam de rêbazekî leşkerî yê hevgirtî kifş kir li beranber êrîşên komikan û balafirên şerê û topavêjên Tirkiyayê.
HSD di lêdana alav û endamên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê, teknîkên nû bi kar anî. Di vê çarçoveyê de, çek û rêbazên nû derketin holê, da ku êrîşên komên çekdar têk bibe û zirarê bide wan. Di encama berxwedanî û isrê de, HSD di cihê xwe de ma û nehişt ku komên çekdar bi pêş ve werin, her wiha dewleta tirk neçar kir ku hesabên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike, nexasim ku komên girêdayî Enqerayê zirarên mezin dîtin û bi sedan ji wan hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha, bi dehan tank û panzêrên wan hatin rûxandin (ku piraniya wan bi balafirên Birûskê hatin rûxandin û bi dîmen hatin belgekirin). Di heman demê de, HSD dibêje ku ew li pêşiya komên çekdar û alava şer a dewleta Tirkiyayê paş de naçin ku di çi dibe bila bibe, her wiha HSD behsa “şerê gelê şoreşgerî” dike. Komên girêdayî dewleta Tirkiyayê jî tevî destekdayîna leşkerî ya mezin ya artêşa Tirkiyayê, nikarin bi pêş ve werin.
Bi berxwedana li Bendava Tişrînê û bejahiya Minbicê, HSD wekî hêz û aktorekî mezin û bibandor di Sûriyayê de, derket holê. Ev yek bandor di aliyê siyasî de jî kir, ku di encamê de hevdîtin di navbera Fermandarê “Rêveberiya Operasyonên Leşkerî” û Fermandarê HSDyê General Mezlûm Ebdî çêbû û Ebdî ev hevdîtin bi erênî bi nav kir. Ji bilî girîngiya Bendava Tişrînê (çavkaniya enerjî û û avê ku ewlehiya xwardemeniyê pê ve girêdayî ye, li tevahiya herêma rojhilat), ne pêkan e ku HSD li pêşiya komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê paş de vekişe û li gorî fermandarên HSDyê wê parastin û xwegirî dewam dike, bi rêya “bikaranîna tektîkên leşkerî yêb nû yên herî xurt”, eger ku dewleta Tirkiyayê di aliyê leşkerî de bi keve Kobanê, ku sembola cîhanî ya berxwedana kurdan a efsaneyî ya li dij rêxistina DAIŞê.
HSD îro hevkêşeyên nû feriz dike, ku fedekariyên şervanên kurd, ereb, suryan û ermen rastiyeke nû diafirînin. Ji aliyekî din ve jî, êdî destekdayîneke navdelwetî ya cara yekemîn bi vî rengî heye. Di vê çarçoveyê de Serokê Fransayê û wezîrê derve yê Fransayê û wezîra derve ya Almanyayê û rayedarên di rêveberiya Amerîkayê de, pesnê rola HSD û Rêveberiya Xweser û têkoşîna kurdan di Sûriyayê de, dan. Ev yek jî hişt ku hebûneke mayînde bike ku nabe HSD were paşguhkirin, ku HSD herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji DAIŞê rizgar kirin û hêzeke leşkerî ya ji hemû pêkhateyan ava kir ku hejmara xwe zêdetirî 100 hezar e. Di heman demê de, HSD niha bi paytextê re nîqaş dike li ser dosyayên wekî tevlêbûna artêşa Sûriyayê ya nû û sazkirina nenavendiyê û belavkirina dewlemendiyê û hwd. Berxwedana cihêreng a HSDyê hîna zêdetir bû aktorekî çalak û bandor di Sûriyayê de. Li ser vî esasî jî, helwestên navdewletî derbarê HSDyê de çêbûn û piştgirî dane HSDyê û gelek dewletên herêmî û navdewltî wê wekî bandorkera seqemgîriyê dîtin, ji ber rêbaza wê ya exlaqî û mirovahî û parastina wê ji hemû pêkhate û samanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re, her wiha şerê li dij DAIŞê û parastina girtîgehên ku endamên DAIŞê tê de ne.
Dibe ku berxwedana mezin û pêşketina karînên leşkerî yên parastinê, her wiha fişara navdewletî ya ji ber berjewendiya neteweyî ya her dewletekê û lihevkirina giştî li ser şerê li dij terorê, her wiha dilsoziya wijdanî û rêzgirtin û heta bi heyraniya kesayetî (li ser asta serokên welatan, wezîrên derve û fermandarên artêşan), hişt ku bawerî bi mafê ku HSD parastina wê dike were û bihêle ku desthilata veguhastinê li Şamê rê diyalog û guftûgoyê bigire di çarçoveya niştimanî de, vê yekê kesekê wekî Hakan Fîdan (wezîrê derve yê Tirkiyayê û serokê istixbarata wê yê berê) neçar kir ku di 10ê kanûna duyem de “ji ser helwesta xwe vegere” ya ku gefa rûxandin û komkujiyê dixwar û got ku “Enqera dê derfetê bide rêveberiya Sûriyayê ya nû da ku meseleya hebûna çekdarên kurd çare bike.”