Teror û demokratî.. du nêzikatiyên nakok ên rêveçûyîna aşitiya kurdî-tirkî
Nivîskar: Serkîs Qeserjiyan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Hevdemî pêşketinên dosyaya Sûriyayê û herêmî bi reva Beşar El-Esed û hilweşîna rejîma wî li Şamê, çav li guhartina rewşa siyasî ya kurdan li Tirkiyayê ye, taybet ku rêveberên siyasî daxuyanî dan û tedbîr girtin.
Tevî ku şertûmerc cuda ne, bandorên însyatîfa kurdan a muhtemel a hikûmeta Tirkiyayê, ku bi banga MHPyê bi rêveberiya Devlet Bahçelî hate destpêkirin, mirov nikare ji rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê qut bike, di demekê de ku Enqera gefên xwe li dij Rêveberiya Xweser dewam dike.
Pêvajoya aşitiyê heta niha yekalî ye
Hikûmeta Tirkiyayê îşaretan dide ku ew amade ye beşdarî metoda nû ya çareserkirina doza kurdan bibe ku bi navê “siyaseta çareseriyê” tê binavkirin. Lê ev siyaset heta van kêliyan jî ne wekî diyalogeke demokratîk a rasteqîn e, lê belê bi awayekî yekalî tê meşandin ku pêwîstiya wê bi diyalog û nîqaşeke rasteqîn heye. Ev yek jî metirsiya têkçûna çareseriyên pêşniyarkirî dide.
Lê li beramberî vê yekê jî, tevgera siyasî ya kurdî kesayetên wekî Ehmed Turk nûnertiya wê dike, bersiva însyatîfên dawî da. Di vê çarçoveyê de, gelek rêveberên kurdan bi awayekî çalak beşdarî danûstandinan bûn, ev yek jî nîşan dide ku ew amade ne bi çarçoveya siyasî ya heyî re, bidin û bistînin.
Heta niha jî tevgera siyasî ya kurdî di vê pêvajoya siyasî ya heyî de rêyeke muhtemel a ber bi demokratîk û aşitiyê ve dibîne. Tevî meylên desthilatdarî ku hikûmeta Tirkiyayê nîşan dide, lê heta niha nûnerên kurdan bawer dikin ku diyalog û danûstandin dibe ku encamên erênî pêk bînin.
Di demekê de ku hikûmet ya ku gelek caran Bahçelî nûnertiya wê dike, şaredariyên kurdan qedexe dike û siyasetmedarên kurdan dixe girtîgehan, lê di heman demê de hewl dide diyalogê bi tevgera siyasî ya kurdî re pêk bîne. Ev dualîbûn pirsan derbarê niyetên hikûmetê yên rasteqîn û derfeta pêkanîna lihevkirinê di van şertûmercan de, derdixe holê.
Ji aliyekî din ve jî di demekê de ku tevgera kurdî bi tena xwe berpirsyartiya pêkanîna demokratiyê li Tirkiyayê girtiye ser milê xwe, lê kesê ku daxwaza vê yekê dikin rola opozîsyona demokratîk a berfirehtir li welat paşguh dikin, ku di avakirina rêbazeke hevbeş a hemû kirdeyên siyasî dihewîne, bêkêr e, di nav de jî niwênerên kurd, di xîtaba girêdayî çaksaziyên demokratî de.
Bê guman, doza kurdî ya bi girêk li Tirkiyayê ne “mijara terorê” ye yan jî tenê mafên hemwelatîbûna wekev e, lê belê astengiyeke sereke ya sîstema rêveberiya demokratîk li Tirkiyayê ye û hewldana wê ya pêkanîna aşitiya navxweyî û derve. Ji ber vê yekê jî, çareserkirina doza kurdan bi awayekî xurt girêdayî gelek pirsgirêkên civakî ye ku îro rastî Tirkiyayê tên.
Di aliyê teorî de, ji bo rejîma desthilatdar li Tirkiyayê zehmet e ku aloziyên girêdayî kurdan û daxwazên maf û naskirinê, çareser bike. Her wiha, mirov nikare doza kurdî dûrî dozên berfireh ên di civakê de wekî hejarî, zulim û têkçûna sîstema dadaweriyê û siyasetkirina dadweriyê cuda bigire dest, ku di encama vê yekê de jî zulima hikûmetê ya bi zanebûn li dij çînên paşguhkirî di nav de jî kurd, derket holê.
Lê ji ya van hemûyan girîngtir, mijara nakokiyên berdewam yên di hundirê Tirkiyayê de û bi dewletên cîran re, nexasim Sûriyayê ku hewldanên ji bo çareserkirina doza kurdî asteng dike. Mirov dikare bibêje ku ev nakokî piraniya wan di heman kiryarên desthilatdariyê de ne ku kurd paşguh kirin.
Her wiha, guhdayîna teng li ser PKKyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyayê ya heyî û bi giştî konseya dewletê, lê kilîta çareseriya doza kurdan di çareserkirina sîstema demokratîk a giştî de ye. Ev yek dihêle ku çaksaziyên ku armanca wê xurtkirina demokratiyê ye û garantiya edalet û wekheviya civakî ye, pêwîstiyek be bo pêşketineke biwate derbarê doza kurdî de, her wiha nepabendiya bi rêzikên demokratiyê di hewldanên çarekirina doza kurdî de tiştekî bêkêr e.
Nêrîna aşitiyê ya hikûmeta Tirkiyayê û opozîsyona wê
Tevî destpêkirina pêvajoya aşitiyê ya ku ji sala 2015an ve rawestiyaye, lê daxuyaniyên Bahçelî yên dawî tê de rengekî ji gefê hebû, li şûna ku avaker be. Di vê çarçoveyê de, bikaranîna gotinên wekî “sebra me neceribînin” metirsiyê bi xwe re tîne derbarê astengiyên muhtemel ên nerazîbûnê, di astmosfêreke siyasî ya tengijî de ku bandorên dîrokî yên mîna van xîtaban hene di welatekî de ku nearamî lê peyda ye heta gihaşt tundiyê.
Rêveberê PKKyê Ebdulah Ocalan, roleke sereke di pêvajoya aşitiyê de dilîze. Lewra, hevalbendiya desthilatdar û aliyê kurdî, Ocalan wekî navbeyankarekî muhtemel ne ji bo jihevxistina PKKyê ku wekî tê gotin, lê belê ji bo danûstandina bi DEM Partiyê re, dibînin.
Lê ya herî girîng jî, derbaskirina bandora Ocalan ji sînorê Tirkiyayê yê heyî re û ev bandor digihêje Bakurê Sûriyayê û Iraqê û hundirê Îranê.
Dînamîkên guhartinê yên li Rojhilata Navîn ji bo Enqerayê derfet û astengiyan çêdike, lewra Enqera hewl dide ku rola xwe di vê rewşa jeopolîtîk de diyar bike. Dibe ku hikûmeta Tirkiyayê di pêşketinên heyî yên li Sûriyayê di aliyê hilweşandina El-Esed an jî paşdeçûyîna serweriya Îranê li herêmê piştî têkçûna Hemas û Hizbelahê û gefên Amerîkayê li dij Tehranê û îhtîmalên şer dema ku Trump bigihêje Koşka Spî, derfetekê ji bo jinûveavakirina serweriya xwe ya herêmî bibîne. Her wiha, dibe ku pêvajoya aşitiyê jî wekî rêbazekî ji bo xurtkirina helwesta xwe, bi kar bîne.
Li beramberî vê yekê jî, diyar e ku bandora CHPyê di doza kurdan de sînodar e, ji ber ku hikûmeta Erdogan ya ku tê de kesên dilsozê MHPyê hene, ew biryarê derheqê Ocalan û PKK û doza kurdan de heta asteke mezin didin.
Lewra, ev rastiya siyasî dihêle ku CHP nikaribe çalak tevbigere, ev yek jî ihtîmala eniyeke yekgirtî bo mafên kurdan tune dike.
Opozîsyona Tirkiyayê herdem ragihand ku ew piştgiriyê dide hin daxwazên kevn ên gelê kurd li Tirkiyayê, wekî naskirina mafê zimanê kurdî û xurtkirina rêveberiyên xwecihî. Lê ev piştgirî tenê di nava sînorê ragihandinê û daxuyaniyên destekdayînê di dema hilbijartinan de man, lê gelek ji dozên din jî hîna nehatine çareserkirin. Her wiha, di atmosfêrê siyasî yê heyî de, nîqaşên dosyayên kûr tuneye, wekî daxwazên dîrokî yên rewa wek naskirina kurdan wekî “hêmanekî damezrîner” ê dewletê.
Tevî ku çareseriya doza kurdan dibe ku wekî pêşketineke erênî be, lê şertûmercên siyasî yên giştî li Tirkiyayê nîşan didin ku derfeta pêkanîna demokratiyeke rasteqîn di demeke nêz de, tuneye.
Elîteyên tirk ditirsin ku beşdarbûna tevgera siyasî ya kurdî bi hikûmetê re, wê bihêle ku sîstema serokatî xurt bibe, li şûna xurtkirina nirxên demokratîk ku tevgera kurdî bi salan e hewl dide pêk bîne. Her wiha, elîteyan îşaret pê kir ku divê siyaesetmedarên kurd di dema danûstandinan de hevsengiya hûrbîn pêk bînin, nexasim ku tecrubeyên kurdan ên berê siya xwe davêje ser stratejiyên niha û xwestekên siyasetmedarên kurd bêyî ku pêkaniya pêşketinê tune bike heger pêvajoya siyasî bi zanebûn û giştî pêk hat.
Tevî pêşketina pêvajoyê û hevdîtinên DEM Partiyê bi kesayetên siyasî û nûnerên partiyên parlamentoyê, Bahçelî bi awayekî tund ragihand ku tu “pêvajoya çareseriyê an jî vekirineke nû” tuneye derbarê doza kurdan li Tirkiyayê. Her wiha, Bahçelî destnîşna kir ku çi diyalog an jî danûstandin derbarê PKK û xebatên wê de, divê bi çavekî ewlekariya neteweyî were dîtin, ne wekî dozeke nijadî an jî siyasî, her wiha got doza kurdan “pirsgirêkeke terorê” ye û ne pirsgirêkeke civakî an jî siyasî ye.
Bahçelî girniyê dide “nearamiyên nijadî û etnîkî li Sûriyayê” û hişyahriyê dide ku pevçûnên berdewam û hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gefê li ewlehiya neteweyî ya Tirkiyayê dixwe û bang kir ku bên tunekirin da ku bandorê li Tirkiyayê nekin.
Li beranberî wê, serokê CHPyê Ozgur Ozêl hewlesteke wî ya din heye, ku bang li diyalogê dike bi hemû partiyên siyasî re bo çarekirina doza kurdî di bin banê parlementoyê de. Daxuyaniyên Ozêl dide xuyakirin kiu partî pabendî pêvajoya zelal û giştî ye û tekez kir ku pêwîst di çarekirina dozên niştimanî de parlemento amade be, wekî daxwaza Ocalan di daxuyaniya wî ya dawî de.
Nearamiya heyî li deverê û tevliheviyên doza kurdî roleke mezin di avakirina siyasetên hundirîn û derve yên Tirkiyayê de dilîze, bi taybet hevdemî helwesta Bahçelî ya tund û têkçûnên dîrokî yên insiyatîfên aştiyê.
Di vegotina li bara ewlehiyê de ya Bahçelî û daxwaza diyalogê ya Ozêl, parçebûna siyasî ya hundirîn xuya dibe.
Demokratî pêwîstiyeke girîng e bo bicihkirina aştiyê
Bi rêya vedîtina xîtaba siyasî û rola kesayetên sereke û pêwîstiya girîng a çaksaziyên demokart, pawîstiya bi jinûvenirxandina çawaniya danûstandina bi doza kurdî re di çarçoveyeke berfirehtir ji siyaseta Tirkiyayê re, mezin dibe. Analîzkar dibînin ku siyaseta heyî dişibe hewldanên berê çaxa ku AKPyê hewl da desthilata xwe bi cih bike û pêwîstiya wê bi siyasetmedarên kurd û bingeha wan ya gelêrî ya berfireh çêbû.
Kesên pispor bi guman in li bara pêkaniya ku pêvajoya aştiyê ya nû demokratiyeke rastîn pêk bîne li Tirkiyayê. Ev kes amajeyê bi wê yekê dikin ku handerên hikûmetê xuya dikin ku ew desthilatê bi cih dikin bêhtir ji çarekirina doza kurdî.
Li tenişta têkilya aloz di navbera partiyên siyasî yên cuda li Tirkiyayê û bandora nêrînên wan ên cuda li bara doza kurdî li ser raya giştî, nepêşketina çarekirina doza kurdî nearamiyên civakî zêde dike û dibe kelem li pêş pêkanaîna yekbûna civaka tirkî ya pirnijad.
Di dawiyê de, hê jî “rêveçûyîna çareyê” pêwîstiya wê bi çarçoveyeke berfiehtir heye ji çaksaziyên demokratî wekî mercekî bingehîn bi çareyeke berdewam ji doza kurdî re. Bêyî pêşketineke demokratî ya rastîn, dê asoyên çarekirina doza kurdî qels bimînin, ew jî pêwîstiya wê bi giştîkirina hemû gelan, aliyên siyasî, nijadî û olî heye û nûnertiya di pêvajoyên siyasî de bo garantiya guhdarkirin û rêzgirtina dengê hemû welatiyan, bi taybet komikên paşguhkirî mîna kurdan.