Bexdad û Şingal.. dûrxistin û paşguhkirin
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Parlamentoya Iraqê di 22yê çileya 2025an de qanûneke bi navê “qanûna efûya giştî” derxist, ku tê de efûyek li ser girtiyên bi tawana sûcên cuda, di nav de jî kesên ku di nava komên çekdar de şer kirine û beşdarî operasyon û şerê li dij hêzên Iraqê, sivîl û hêzên Amerîkayê bûne.
Her wiha qanûna efûyê, bi hezaran girtiyên di navbera salên 2004 û 2018an yên ku bi tawana beşdarbûna nava rêxistina El-Qaîde û DAIŞê û komên cîhadîst yên din û yên ku beşdarî êrîşan û kiryarên xerabkirinê bûne, digire nava xwe. Di heman demê de, ji nava kesên ku efûyê digire nava xwe jî, bi sedan kesên ku sûcên kuştinê û sebî yên ku derheqê êzidiyan pêk anîne dema ku rêxistina DAIŞê ya terorîst êrîşî Şingalê di tebaxa 2014an de kir, ku di encamê de, bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran sivîlên êzidî jî hatin revandin. Li gorî qanûna efûyê, wê kesên tawanbarkirî bi sûcên şer ku heta niha tên lêpirsînkirin an jî dedgehkirin, her wiha dê careke din hukumê bidarvekirinê di ber çavan re derbas bike.
Rêveberiya Xwseriya Demokratîk a li Şingalê jî bi daxuyaniyekê qanûna efûya giştî şermezar kir û da zanîn ku ev efûya giştî li ser sûcên terorîst ên hovane ku rêxistina DAIŞê ya terorîst pêk aniye. Rêveberiyê Xweser anî ziman ku ev yek dihêle birîna civaka êzidî ji nû ve vebe, ku heta niha di bin bandora komî de ne ku êzidî di havîna sala 2014an de, rastî wê hatin. Di daxuyaniyê de, hate piştrastkirin ku êzidiyên zirar ji êrîşa rêxistina DAIŞê dîtin, li benda parlamentoya Iraqê bûn ku heqê wan bi dest bixe bi rêya dadgehkirina tawankarên ku di êrîşa li dij Şingalê de beşdar bûn û itîrafê bi jînosîda ku pêk hat, bike, her wiha kesên zirardîtî qerebû bike ku beşek mezin ji wan derveyî Şingalê ne û li kampên koçberiyê êş û azaran dikşînin.
Ji aliyê xwe ve jî, çalakvan û siyasetmedarê êzidî Hisên Hacî pişrast kir ku pêkhateya kurdên êzidî li navçeya Şingalê, ji helwesta bloka siyasî ku deng da ku ji bo erêkirina qanûna efûyê, gelek aciz in, di demekê ku parlamentoya Iraqê heta niha red dike bi qirkirina derheqê êzidiyan di sala 2014an de li ser destê rêxistina DAIŞê ya terorîst, nas bike. Hisên Hacî got ku di demekê de 13 dewletan li cîhanêm qirkirina êzidiyan nas kir, heta niha parlamentoya Iraqê red dike ku bikeve hûrgiliyên vê qirkirinê û vê qirkirinê nas nake jî, ji bilî ku berpirsên vê qirkirinê ceza nake û heqê hemwelatiyên êzdî nade.
Di vê çarçoveyê de, blokên siyasî yên sunî parêzer erkdarkirin ji bo dosyaya girtiyan û yên ku ceza li ser wan hatine birîn bişopîne, da ku ji efûya giştî sûdê werbigirin û hejmareke mezin ji wan were berdan, ku hejmara wan jî bi hezaran e û piraniya wan jî sunî ne ji xelkê parêzgehên Nînewa, Enbar û Selahedînê ne. Beriya vê jî, Encûmena Nûnerên Iraqê di 15ê tebaxa 2016an de, li ser qanûna efûya giştî deng da, ku di encamê de wê demê rê li ber kesên ku hukum hatiye birîn vebû ku ji nû re daxwaz bikin ku ji nû re bên dadgehkirin, lê pêwîstiya wê bi erêkirina komîteyeke taybet ji Encumena parêzgehê hebû bo jinûvedadgehkirinê. Lê qanûna efûyê ya nû hişt ku jinûvedagehkirin pêk were bêyî pêwîstiya erêkirina encumena taybet.
Bi derxistina qanûna efûya giştî ji aliyê parlamentoya Iraqê ku wê bi sedan kesên ku beşdarî kuştin û sebî û koçberkirina êzidiyan bûne ji zindanê werin derxistin û çavgirtina li ser sûcên ku van kesan pêk anîne û red dikin ku di aliyê qanûnî de qirkirina li dij êzidiyan nas bikin, helwesta desthilatdariya Iraqê ya neyînî (blokên siyasî di parlamanetoyê de û hikûmet) ji êzidiyan diyar dibe. Her wiha diyar dibe ku niyeta wan heye karûbarê êzidiyan û herêmên wan paşguh bikin û mafên wan nedin wan û li ser siyasetên xwe bimîmin. Ji ber helwesta Bexdadê ya neyînî û eşkere ji êzidiyan, êş û azara êzidiyan wê dewam bike, ji ber ku xwesteka xelkê wê dê bimîne, xwestekên qerebûkirina qurbaniyan û garantiya vegera koçberan, pêkanîna edaletê bi cezakirina kesên ku jînosîde bi kar anîn.
Derbarê dosyaya vegerandina koçberan li herêmên wan jî, hikûmeta Iraqê heta niha vê mijarê dirêj dike û red dike ku bendên ku Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê di 24ê kanûna 2024an de derxistiye pêk bîne. Li gorî wan bendan, divê zêdetirî 10 hezar malbatên êzidî yên di kampên Herêma Kurdistanê vegerin cih û warê xwe li Şingal di 2024an de. Di heman demê de jî, aliyên peywendîdar ên di wezaretê de, red kir ku her malbatek dema bixwaze ji kampên li herêma Kurdistanê derkevin û biçin Şingalê 4 milyon dînarê iraqî (derdora 3 hezar dolarên amerîkayî) ku ji wan re hatibû veqetandin bide wan, her wiha diviyabû ku hin pêdiviyên sereke yên malan jî ji wan re peyda bikirane.
Hikûmeta Iraqê siyaseta xwe derbarê êzidiyan û Şingalê de tund e û red dike ku qirkirina ku êzidî rastî hatine nas bike û mafê wan nade wan ku wanqerebû bike û wan aran bide da ku koçber vegerin deverên xwe yên resen, her wiha bi awayekî eşkere jinûveavakirinê paşguh dike û zemîna wan saz bike mîna rê, dibistan, nexweşxane, firne, kehreba, av û avakirina malên ku di operasyonên rizgarkirina deverê ji DAIŞê hatin rûxandin.
Diyar e ku siyaseta heyî ya ku ji aliyê hikûmeta navendî ve tê meşandin, di çarçoveya “Peymana Bexdadê” de ye, ya ku Bexdad û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Tirkiyayê di 10ê cotmeha 2020î de îmze kiriye. Armanc jê ew e ku rewşa li Şingalê di aliyê rêveberî û leşkerî de bikeve bin serweriya wan bi rêya avakirina komîteyên hevbeş ji Bexdad û Hewlêrê û bi dûrxistina Rêveberiya Xweser û YBŞyê. Diyar e ku balkişandina li ser aliyên leşkerî û ewlekarî û aloziya di navbera Bexdad û Hewlêrê de li ser rêvebirina herêmê û srweriya li ser îradeya gelê Şingalê, yek ji sedemên paşguhkirina ku êzidî rastî wê tên.
Ji bilî ku Bexdad bi awayekî zanebûn dosya Şingal û êzidiyan paşguh dike, fişartên Tirkiyayê yek ji sedemên sereke ku ya pêkanîna siyasetên cudekariyê derheqê Şingal û xelkê wê de ye. Enqera taybet piştî serdana Erdogan di nîsana 2024an de li Bexdadê, dikarîbû ku bihêle Iraq hin biryarên din ên stemkar derheqê Şingal û êzidiyan bide, ji wan jî qutkirina peywendiyê di navbera Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl û redkirina hevkariyê bi nûnerên Şingalê derbarê projeyên pêşketin û bernameyên ji nû ve avakirina herêmê, bidin û bistînin. Di heman demê de jî, hikûmeta Iraqê di 6ê tebxa 2024an de, biryara qedexekirina Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan û Eniya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê da, bi bihaneya ku ew girêdayî PKKyê ne.
Tirkiya ji 2015an ve bi sedan êrîşên esmanî bi balafirên şer û dronan li dij zemîna Şingalê û Hêzên Berxwedana Şingalê û Hêzên Ewlehiyê pêk anîne. Her wiha Enqerayê torên sîxuriyê û bo komkirina agahiyan li ser erdê ava kir ku destwerdan di kuştina bi dehan kesayetên sivîl û leşkerî li Şingalê kir, (Zekî Şingalî, Seîd Hesen, Pîr Çeko, Zerdeşt Şingalî, Merwan Bidil, Menal Mardîn û hwd). Dewleta Tirkiyayê hewl dide nimûneya Rêveberiya Xweser li Şingalê birûxîne bi rêya bombebarana berdewam ji zemînaê re û armanckirina kesayetên siyasî û kadroyên leşkerî, bo ku rewşeke tirsê di nav gel de peyda bike û nehêle ku gel bibe hevkarê vê rêveberiyê û bidehhezarên koçberan ji xelkê Şingalê venegirin warê xwe yên ku li kampan e li Dihokê û bajarên din ên Kurdistanê. (Binêre: Tariq Hemo: Şingal di bin agirê Tirkiyayê de. Navenda Kurdî ya Lêkolînan 31ê cotmehê 2024).
Biryara efûya giştî ya ku dê bi sedan tawankaran serbest berde yên ku di êrîşa li dij Şingalê û kuştin û sebîya êzdiyan de beşdar bûn, her wiha israr dikin ku itirafê bi jînosîda êzdiyan nekin û her tiştê ku di pişt itirafê re tê ji maf û terxankirinaqerebûyan û programên jinûveavakirinê, ku hikûmeta iraqî û girseyên siyasî di parlementoyê de bi israr ku êzdiyan dûr bixin û wanb paşgih bikin, bi taybet Tirkiya jî wan dûr dixe û êzdî û Rêveberiya Xwser û hêzên xwecihî yên ku parastina xelkê deverê dikin, dozeke ewlehî dibîne û hikûmeta iraqî hevkariyê bi Enqerayê re dike ku bi dû rêveber û leşkerên êzdî bikeve û rê li wan teng bike. Ev yek dide xuyakirina ku hikûmeta iraqî girseyên siyasî di parlementoyê de rê li êzdiyan teng dikin bi rêya qanûnên stemkar ku dûrî mafên hemwelatîbûnê ne. Ev siyaset dihêle ku Şingal û xelkê wê yê êzdî di bin bombebarana Tirkiyayê de bimîne û projeyên jinûveavakirinê aloz bibin û bi dehhezarên koçberan venegerin gundên xwe, bi vê yekê êş û azarên êzdiyan mezintir dibin û dihêle li ew koçberiyê hilbijêrin û ji deverên xwe û tevahiya Iraqê, bê veger koçber bibin.