Gelo hebûna Siûdiyê li Sûriyayê planeke Qeter û Tirkiyayê ye?

Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 

 

 Wall Street Journal: Riyad bi rêya bikaranîna alîkariyê, hewl dide li pêşiya tevgerên Enqerayê raweste

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Erebistana Siûdî di peywendiya bi hikûmeta demkî li Şamê xwe pêş dide, da ku di demeke kurt de cihekî xwe li paytexta Sûriyayê çêbike û da ku ev qad ji Qeter û Tirkiyayê re neyê hiştin.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya “Wall Street Journal” raporek derbarê rêveçûyînên pêşbaziyê yên serweriya li ser Sûriyayê weşand. Di vê çarçoveyê de, Siûdiyê, Urdun û Qeter alîkariyên mirovahî û alîkariyên enerjiyê ji xelkê Sûriyayê yên ku ji şer bêzar bûne, rê dikin. Li gorî rojnameyê, dewletên erebî pala xwe didin wê yekê ku pêkanîna wê dikeve xizmeta armancên tektîkî û stratejî mîna rêgiritina li ber madeyên hişbir û şervanên tund di rêya sînorê Sûriyayê re, her wiha rawestandina di rûyê desthilata rikberan de mîna Tirkiya û Îranê.

Pisporê karûbarê Sûriyayê yê fransî  Fabrice Balanche got: “Hikûmetên li herêmê ji bingehê îslamî yên hakimên nû bi fikar in, di heman demê de jî ji ber alîgiriya wan, dibe ku bandorekê li ser xelkê wan çêbike. Her wiha ew dixwazin ku kursiyeke xwe di Sûriyaya nû de bi dest bixin.”

Çawaniya avakirina nîşneyên welat ên siyasî piştî rûxandina bi lezgîn û ne texmînkirî ya rejîma El-Esed, bandoreke xwe ya berfireh li ser herêmê heye. Zêdetirî 10 salên ji şer, aliyên bibandor ên biyan, di nav de herdu aliyên ku desteka sereke didan serokê têkçûyên Îran û Rûsyayê, pişgirî didan komên çekdar da ku berjewendiyên xwe yên rikberiyê pêk bînin, her wiha Sûriya jî veguhezî qada şerê bi wekaletê.

Komcivîna dewletên ereban jî endamtiya Sûriyayê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyayê di sala 2011an de rawestandin, lê Siûdiyê pêşengitiya hemleya nûkirina têkiliyan di salên dawî de kir.

Di valahiya ku têkçûna El-Esed çêkir de, dewletên nû yên ereban  alîkariyê di jinûveavakirinê de û kêmbûna xwarin û enerjiyê li Sûriyayê, didin. Ev tevger jî ku li gorî analîzvanan dehfdayî ye bêhtirî ku ji dilovaniyekê be. Di rojên dawî de, Siûdiyê pireke mirovahî ji bo Sûriyayê vekir, di vê çarçoveyê de xwarin û alîkariyên tenduristî derbasî Sûriyayê kir. Her wiha, Siûdiyê pêşniyaz kir ku polîsên sivîl ên Sûriyayê perwerde bike û li şûna petrola Îranê yê ku di bin cezayan de ye, petrolê bişîne Sûriyayê da ku aloziya enerjiyê li Şamê kêm bibe. Ev pêşniyaz jî hîna di nîqaşê de ne.

Her wiha li gorî rojnameyê, gelek dewletên ereban di nav de jî, Siûdiyê û Îmarat ditirsin ku komên îslamî yên wekî El-Qaîde û DAIŞ û Ixwan El-Mislimîn derkevin. Her wiha van dewletên ereban, ji serîhildanên Buhara Ereban ên di sala 2011an de ku di encamê de serokên Tunis, Misir û Lîbyayê têk çûn, hewl didin ku îslama siyasî li herêmê belav nebe. Her wiha di encama valahiyê de li hin cihan, ji aliyê komên îslamî ve hatin dagirtin, di nav de Ixwan El-Mislimîn li Misirê ku piştre di encama derbeyeke leşkerî de, têk çûn. Ji wê demê ve, Siûdiyê û Îmarat bi milyarên dolaran dane Misirê ji bo destekdayîna Ebdulfetah El-Sîsî generalê ku piştre bû serok.

Wezîrê karê derve yê Sûriyayê yê nû yekem gera xwe di hefteya borî de çû Siûdiyê, beriya ku biçe dewletên din ên erbena di nav de Qeter, Îmarat û Urdunê.

Tevî vê yekê jî, Tirkiya girêdanên xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên li dij El-Esed re hene, ev yek jî dihêle ku destpêkeke baş bi hikûmeta nû ya Sûriyayê re li şûna Siûdiyê çêbike.  Piştî çend rojan ji reva El-Esed ji Sûriyayê, Tirkiya rayedar û karsaz rêkirin Şamê û ragihand ku ew ê alîkariyê di avakirina enerjiyê li welat pêşkêş bike, li gorî daxuyaniyên rêveberiya Sûriyayê ya nû û Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyayê.

Her wiha, li gorî rojnameyê, Riyad hewl dide ku bi rêya bikaranîna alîkariyê wekî rêbazekî ji bo li pêşiya tevgerên Enqerayê li Sûriyayê, bisekine. Di vê çarçoveyê de, Mamosteyê têkiliyên navdewletî di fakulteya Londonê ya aborî de Fewaz Circis got: “Armanca Siûdiyê ew e ku hevsengiya roleke girîng a ku Tirkiya li Sûriyaya nû dilîze, çêbike”. Her wiha, Circis bi berdewamî destnîşan kir ku Riyad dixwaze ku Sûriya careke din veneguheze tundî û aloziyên civakî, ku ev yek wê gefê li ser aramiya herêmê çêke.

Di heman çarçoveyê de, Qeterê heta demeke dirêj destek da komên dijberî El-Esed û tev li Siûdiyê û dewletên din ên erebî nebû dema ku wan dewletan bi Sûriyayê re sala 2023yan têkiliyên xwe çêkirin. Rayedarên Rojhilata Navîn jî gotin ku Dewha peywendiyan bi hikûmeta nû ya li welat re çêdike, da ku enerjiyê peyda bike û alîkariya darayî pêşkêş bike.

Ji aliyekî din ve jî balafirên rêwitiyê yên Qeterê û taybet Kompaniya Balafiran a Niştimanî ya Dewleta Kendavê, yekemîn kompaniya navdewletî ku rêwîtiyên balafiran ên bazirganî bi Şamê re çêkir, piştî qutbûna 13 salan. Ji aliyekî din ve jî, Urdunê tevî pirsgirêkên xwe yên aborî, pêşniyaz kir ku kehrebeyê bide Sûriyayê û danûstandinan dike da ku têkiliyên xwe bi hikûmeta nû re berfireh bike.

Her wiha, berpirsê karûbarê siyasî di Encûmena Hevkariya Kendavê Ebdulezîz El-Iewîşq, di rojnameya “Ereb News” de nivîsand û got ku Encûmena Hevkariya Kendavê xwe amade dike da ku alîkariyên fenî ji bo jinûveavakirina saziyên dewletê û alîkariyên ji bo jinûveavakirian rêyan û jinûveavakirina kehrebe, dibistan, nexweşxane û malan li Sûriyayê, pêşkêş bike.

Lê nêrîneke din derbarê têkiliyên hikûmeta nû bi Siûdiyê re heye, ku ew jî ji aliyê rojnameya “Wall Street Journal” ve nehate gotin ku tenê hin pisporan rewş di aliyê klasîk de şirove kirin. Nêrîn ew e ku dewletên herêmê rikberiyê bi hev re dikin li ser serweriyê. Lê rewş li Sûriyayê di dema niha de ya herî bi girêk e, ji ber ku li gorî texmînan û çavdêrên rewşa li Şamê û siyasetên herêmê, Qeter û Tirkiya li gorî dînamîkên nû li Sûriyayê tevdigerin, ji nava wan jî hewl didin ku Siûdiyê derbasî qada Sûriyayê bikin û rê li pêşiya wê vebikin bi rêya ku destûrê bidin fermandarê desthilatdariya demkî ya Ehmed El-Şeri ji bo ku girîngiyê bide Siûdiyê û razîbûnê ji Siûdiyê qezenc bike, ku diyar bike ew xwedî serwerî ye di Sûriyaya nû de. Armanca Tirkiya û Qeterê ew e ku bihêlin Siûdiyê derbasî nava rewşa Sûriyayê bibe û dûrî eksna ku bi çavekî gûman li desthilatdariya nû dinêrin, bixin. Her wiha, armanc dikin ku Riyadê dûrî naveroka daxuyaniya Eqebe bixin, ya ku çarçoveyeke erebî destnîşan kirin bo danûstandina bi desthilata nû ya Şamê re bi rêya garantiya Neteweyên Yekbûyî û di bin banê biryara 2254an de û serperiştiyeke erebî li ser pêkanîna Şamê ji rêzikên daxuyaniya Eqebayê re.

Lê pirsa xwe dide der, gelo çima Qeter û Tirkiya di Sûriyayê de ji Siûdiyê natirsin? Li gorî çavkaniyên siyasî ku texmîn dikin, sedem ew e ku Siûdiyê tu nêrîneke xwe ya stratejîk di Sûriyayê de tuneye û her tiştê ku dike, di dawiya de wê bikeve destê Qeter û Tirkiyayê.

Bi her halî, dewletên ereban lez nakin ku hikûmeta Heyet Tehrîr El-Şam bi rê ve dibe, hembêz bikin. Îmaratê di vê hefteyê de, bi xêrhatina şanda Sûriyayê kir, lê tu alîkariyên aborî yên eşkere pêşniyaz nekirin li gorî ku Wall Street Journalê ragihandiye. Di vê çarçoveyê de, şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Îmaratê Enwer Qirqaş di civîneke çapemenî de di nîvê çileyê de li Ebû Zebî got ku kokên îslamî yên hakimên nû û girêdanên wê yên berê bi komên tundraw re, “gelekî bi fikar e”. Her wiha, anî ziman ku eger endamên tundraw serweriyê bikin, “Ev hemû wê me ber bi aloziyeke din ve bibin li herêmê.”