Çeperên piskolojî yên sûriyayî.. ji çaxa serxwebûnê ve qelsiyeke niştimanî ye

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Tu berdêl ji pîlotê di hêzên esmanî yên sûriyayî re tuneye yê ku bi bermîlên teqîner şêniyên sivîl ên bajarê xwe bombebaran kir. Dibe ku ev rewş a herî aloz be heger em bînin bîra xwe ku bermîlên teqîner an jî bombebarana esmanî, taxên rojhilatî yên Helebê di dema desthilata çekdaran de ji meha tîrmeha 2012an heta meha dawiyê ji 2016an da ber xwe. Ev alozî û tevlihevî ji wê yekê tê ku ev pîlot li kolîjeya esmanî fêr bûn û perwerde bûn ya ku li Helebê ye, ev yek dihêle meriv pirsekê bike: Ev pîlot çi qasî dûrî di rewşeke dûrî pikolojiyê ye ji devereke ku lê jiyaye, do kolanên wê re derbas bûye, li xwaringehên wê xwariye, çay û qehwe li kafeteryayên wê vexwariye, li taxên wê razaye û danûstandin bi xelkê wê re kiriye û derbasî malên wan bûye?..

Bo hevrûkirina vê mijarê, em dikarin tekez bikin ku pevçûna navxweyî li Sûriyayê 2011-2024 ne mîna Şerê Navxweyî yê Spanyayê bû 1936-1939, çaxa ku pevçûna çekdar di navbera alîgirên komarê û alîgirên şahnişînê de îdyolojî bû û bi awayekî çekdar di navbera çepgirî û rastgiriyê de ku pêkan e bira şerê birayê xwe bike û cîran şerê cîran bike, lê belê ya Sûriyayê teşeyekî din girt, rast e ew di navbera rêjîm û opozîsyonê de bû, lê rêjîma sûriyayî, tevî ku alîgirên wê her etnîk û olan bû, lê bingeha alava leşkerî-ewlehî ya wê di destê elewiyan de bû, tekez ev yek jî bi zanebûn û lêkolîn hat avakirin ji hêla navenda biryarê di rêjîma sûriyayî.

Dîmenekî din heye ku di ser xelkê Şamê re derbas bûye, di dema 2012-2018an de çaxa ku Xûta rojhilatî ji Çiyayê Qasyûn bi topavêjê dihat bombebarankirin, ku navendên leşkerî yên Pasvanên Komarê lê hebû, her wiha rewşeke tekane ku xelkê Idlibê, Cisir El-Şixûr û Erîhayê tê re derbas bûn, çaxa ku bazara sebzeyan bi balafiran hat bombebarankirin di nav çûnûhatinê de, paşê diziya bajar û bajarokan piştî ku diket destên wan de, ku ev yek ji hêla artêşê ve pêk dihat. Li Kesebê sala 2014an, li Dêra Zorê sala 2017an û li Şamê sala 2017an xelkê Şamê dîtin ku barhilgirên leşkerî alavên malan bar kirine û ji Xûtata Rojavayî dihatin.

Em dikarin vê yekê temam bikin, bi heman awayî, çaxa ku kaxezên tiştên ku li navendên ewlehiyê çêbûne, vebin, ku bi dehhezaran bi êşkence, birçîkirin û neguhdana tenduristî hatine kuştin, ev tev de ji bilî kuştinên rêxistinkirî ji girtiyan re, ji ber wê kesê ku ji zindanan dernekin di kanûna pêşîn a 2024an de piştî ketina rêjîmê, hejmara wan derdora sed û deh hezaran e, her wiha ji girtiyên 1979-1985an derdora heft hezar kesî dernekitin, piştî spîkirina zindanan sala 2005an, ev kes windayî ne di zindanên sûriyayî de û tekez e ku tev de mirî ne.

Di sala 2013an de, ewlekarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki Mon ev gotin got: “Tu rêjîm mîna ya sûriyayî tuneye ji hêla tiştê ku bi serê gelê xwe de aniye.” Ev gotin hovîtiya rêjîma sûriyayî dide xuyakirin, lê ev rêjîm bingeheke wê ya civakî ya xurt hebû û pê re heta dawiyê ma ku beşekî mezin ji elewî, xiristiya, îsmaîlî, durzî, bazirgan, karsazên bajarên mezin ên sunî û piraniya çîna navîn ji suniyên bajarên mezin. Balkêş e ku rêjeya alîgiriya rêjîmê di nav kurdan de nayê bibîrxisitin.

Ev bingeha civakî ya rêjîma sûriyayî ya borî, ku ew ji etnîk, ol û çînan pêk tê, tu dijberî nedan xuyakirin li bara tiştê ku rêjîmê di navbera salên 2011-2024an de kir, lê belê gelek kesên alîgirên rêjîmê hin bihaneyan pêşkêş dikin. Di hin rewşan de komên alîgirên rêjîmê, di bin serperiştiya wê de, an bi xwenebihîstinê, komkujî li dij gund û bajarokên cîran pêk dianîn, wekî tiştê ku bajarokê Holê di gulana 2012an de pêk hat, Humus û gundewarên wê rewşeke tekane bû, ew devera sûriyayî ya tekane ye ku lê pevçûnên gelêrî rû dan, ku ev yek li bakjarên beravê pêk nehatin. Tê tercîhkirin ku ev yek e sedema nearamiya niha li Humusê piştî ketin rêjîmê.

Ev tiştê borî wêneyekê dide me li bara çeperên piskolojî ku sûriyayiyan parçe dike, ku ji encama wê hizirên siyasî, siyaset û kiryar derdikevin, ku di dema agirgeha sûriyayî 2011-2024an de derket û “xelk hesin in” û “hesin bi rêya agir tê naskirin”. Li vir em dikarin van çeperan lêkolîn bikin, ku rêjîma sûriyayî ya ku xwediya “lîstoka tisnadina kêmneyeweyan e”, li ser werîsê elewî-sunî lîst, heta bi lîstoka tirsandina kêmneteweyên xiristiyan ji “suniyan”, em dikarin bibêjin ku heta asteke mezin di van herdu rewşan de bi ser ket, heta bi carinan di navbera muxakifên rêjîma El-Esed de. Li vir, em nikarin çepera piskolojî ya di navbera alîgirê sunî ji Beşar El-Esed re û muxalifê wî ji îslamîst û çepgiran şirove bikin, ku ew pêhtirî çeperekê ye û ji hêla berjewendiyan ve hatiye kolan, ne ji hêla tirsê ve.

Her wiha, hin çeperên piskolojî yên sûriyayî yên din hene, ji wan çepera erebî-kurdî, lê di gewdeyê civakî de cihê ku lê kurd û ereb tevlihev in tuneye, li bajarê Heleb, Hesekê, Qamişlo yan jî taxa Rukun El-Dînê li Şamê, lê belê aliyên vê çeperê şovenîst û neteweperest in û bi piranî ji rewşenbîran in, ne li gel xelkê normal in, lê ev çepera piskolojî li gel çepgirên ereb ne jî li gel rewşa niştimanî ya kurdî PYD an jî peçgiriya kurdî tuneye, an jî li gel Partiya Demikrata Kurdistanê ya Sûriyayê ya rehmetiyê Hemîd Derwîş. Li Sûriyayê kurd û ereb di rewşeke baştir de dijîn ji rewşa kurdên Iraq, Tirkiya û Îranê. Zulma ku rêjîmên sûriyayî ji sala 1958an de li dij kurdan pêk anî li ser asta neteweyî, çandî, siyasî û rêveberî, lê têkiliyên civakî tersî wê bûn.

Lê bi gişî, ev çeperên piskolojî yên sûriyayî, ji wan ên kevn mîna çepera piskolojî ya di navbera bajarên Şam, Heleb, Dêra Zorê û gundewarên wê, qelsiya rewûa niştimanî li Sûriyayê ji çaxa derketina fransiyan di sala 1946an de, dida xuyakirin, her wiha rûxîna dewleta niştimanî ya sûriyayî ya ku di wê demê de ava bû, dide xuyakirin. Her wiha dide xuyakirin ku pêwîst e dewleteke niştimanî ya sûriyayî ya nû ava bibe. Heger ku ev qelsî di agirgeha 2011-2024an de xuya kir, ev tê wateya ku ew ne ji encama wê bû, lê belê ew berî niha bi xurî veşartî bû, heger ne wiha ba dê Sûriyayê ev qas êzingên navxweyî bo agirgeha xwe encam nedaba, ya ku dewletên herêmî û cîhanî ji bo ku xwarina xwe li ser agirê wê bipêjin, hatin.