Xewnên Bahçelî li ser keleha Helebê
Nivîskar: Hisên Cimo
Di 12ê mijdara 1918an de, yekemîn koma hêzên fransî derbasî Kustantînopolîsê bûn da ku bajar dagîr bikin li ser bingehê agirbesta Modrosê ya ku berî wê bi çednd rojan hatibû îmzekirin di 30ê cotmehê de.
Serekê MHPyê, Dewlet Bahçelî berî çend rojan derket û bûyera danîna aleke Tirkiyayê ya piçûk li ser keleha Helebê bo çend deqeyan anî ziman û vê yekê dibîne ku ev tekezkirin e li ser nasnameya kelehê ya tirkî, li bajarekî kevnar ku komeke ji tirkan berî hezar salî li bin sûra wê rawestiyabûn, gelek ji wan jî navên wê nas nakin, ne jî dizanin bê çawa tê bilêvkirin. Gelo pêkan e bajarekî tirkî hebe û çaxa ku tirk gihan deverê wekî koçber, nizanîbûn navê bajar bi lêv bikin?
Di heman xîtabê de, Bahçelî şervanên kurd bi gotina kêzikan wesf kir. Ev di demekê de ku tê gotin ev mêr daxwaza aştiyê dike di navbera kurd û tirkan de. Ji ber wê, berî ku em bikevin nav hûrbîniyên xwena bahçelî ya li ser keleha Helebê, pêwîst e em bi bîr bixin û dubare bikin ku dahatina xîtaba nefreta siyasî ya tirkî bo Sûriyayê, dê welat bike nimûneya kuştina li ser nasnameyê, paşê dê bibe welatekî tecrîdkirî û warê tawanan, gelekî hêsan e ev yek pêk were ji ber hejmara mezin a dewletên herêmî yên ji vê guhartinê ne razî ne û li qetekê digerin û ew dê ji xîtaba nefretê ya tirkî çêtir nebînin da ku hundirê Sûriyayê birûxînin.
Bi her halî, her al dikare bê bilindkirin, mîna ala Tirkiyayê, li ser sûra keleha Helebê, wekî gaveke rêxistinkirî û amadekirî û ev qas heyecana hestyarî jê re navê. Gelekî pêkan e jî ala Azerbîcanê bo çend deqeyan bê bilindkirin. Lê tekez, Heyet Tehrîr El-Şamê bala xwe da vê yekê û di cih de al daxist. Heger ne wiha ba, dê “şoreşgerên Enqerayê” ala Bahçelî bi qasî ya opozîsyonê li ser eniya kelehê bilind kiriba, wekî çawa ku li Efrîna dagîrkirî û Izazê dikin.7
Metirsiya vegotina Bahçelî di çarçoveya çêkirina krîzekê de tê, piştî ku hêdî hêdî qels dibû, ew jî berfirehbûna cografî û derketina ji sînorên Peymana Lozanê ye û siwarbûna Mîsaqa Milî ya ku ew bi xwe wesîqeya regezan e ne ya cografî ye. Sînorên Lozanê Mistefa Kemal ew xêz kirin û hişyarî da tirkan ku wê derbas nekin, di xîtabekê di sala 1926an de. Ev xelata gelê tirk ê mayî bû, piştî ku nêzîk bû bê tunekirin. Têrê dike ku em bîranînên Cemal Paşa, serekê artêşê li Sûriyayê bixwînin, ku ew her çend deqeyan parastina kurd û tirkan dike li dij êrîşên rûsî li ser eniya Qewqaz û mafê hevbeş ê herdu gelan di herşeş wîlayetan de (Amed, Bidlîs, Wan, Erzerum, Xarbêt û Sêwas).
Cemal Paşa di sala 1917an de çaxa ku li Sûriyayê bû, dest bi nivîsîna bîranînên xwe kir û berdewam kir heta kuştina wî li Tiblîsiyê sala 1922yan li ser destê şorşgerekî ermen. Wî û Mistefa Kemal demeke leşkerî bi hev re li Sûriya û Helebê qedandiye, ku Mistefa Kemal wekî serekê artêşa heftem kar kir di rojên dawî yên Şerê Cîhanî yê Yekem de. Ev artêş nû bû di hundirên “El-Saîqayê” de her wiha artêşa şeşem jî tê de bû li Rafîdeynê û artêşa çarem li başûrê Sûriyayê di bin rêveberiya generalê alman û serperiştiya Cemal Paşa de.
Gotinên Miftefa Kemal bi xwe amajeyê bi astengiyên metirsîdar dike di dema vekişandina ji Sûriyayê. Rewş ne aram bû, dilê gel jî ne bi vê artêşê û rêveberiya wê re bû. Mistefa Kemal bixwe rastî êrîşeke gewdî hat li Helebê, bi zorê xwe rizgar kir û vekişiya bajarokê Qitmayê yê kurdî, ku li wir stasyona trênê ev veguhast Edenayê li Anadolê.
Eniya başûrî bi tevahî rûxiya, tu piştgiriya gel ji hêzên osmanî re tunebû û metirsîdartirîn rewş di şerê giştî de nehat çarekirin, ew jî kêferata di navbera xelkê û artêşê de li ser nan û dermanan.
Mistefa Kemal di bîranînên xwe de dibêje ku wî bixwe “biryara dîn” a vekişandinê da. Bi her halî, fermana vekişandinê tenê bi nav bû, ji ber ku rewşeke revê ya giştî ji artêşa osmanî hebû û giha derdora 300 hezar kesên revyayî ji artêşê.
Rêveçûyîna dem û cografiyê ya vekişandina girîng heta gihan Helebê, û hevrûkirina wê kêliyê bi kêliya ala Tirkiyayê li ser keleha Helebê di mijdara 2024an de, ku ew kêliyeke çêkirî bû wekî ku me bi bîr xist û dişibe wê yekê ku sîxurekî Tirkiyayê tev li alê çû ser sûra kelehê û wêne li ser kişandin. Ala Bahçelî ne rehet bû, ji ber ku çend kêliyan tenê li wir ma, heger al bi awayekî herdem vegere ser kelehê, ew dawiya Heyet Tehrîr El-Şam e.
Çaxa ku eniya şer ya tirkan li Filistînê hat rûxandin, fermanek ji fermandariyê giha hêzên tirkî ku bilez dest ji cihên xwe berdin û bi lez berê xwe bidin Derayê. Di fermana fermandariyê de ew yek hebû ku di dema vekişandinê de di rê de li tu tiştî nesekinin, da ku bigihêjin Derayê ya ku wekî girêka xetên hesinî bû, ji ber rêveberiya artêşa tirkî ji wê yekê ditirsiyan ku ew dever bikeve destên Birîtanyayê.
Hêzên tirkî bi lez tev geriyan û vekişandin dest pê kir û şev û roj dimeşiyan. Di nav wan hêzên vekişiyayî de, efser Mistefa Kemal, rêveberê artêşa heftem bû.
Pitî vekişîna artêşê heta Derayê, vekişîn heta Şamê berdewam kir, di nava vê vekişînê de, Mistefa Kemal rastî kaos û binkeftinê hat di nav hêzên xwe de û nikarîbû kaosê rawestîne.
Çaxa ku Sultan Paşa El-Ereş bi hêzên xwe re derbasî Şamê bû li taxa Meydanê û dest danî ser berî hatina hêzên birîtanî, Mistefa Kemal ê ku li Otêla Vîktorayayê ya fermandariya artêşa osmanî bû, hat neçarkirin ku vekişe.
Hevdemî wê hêzên birîtanî-erebî gihan Şamê û ala erebî bilind kirin, ku bi vê yekê qerebalixeke mezin çêbû di nav kesên ku ev bûyer dîtin de. Mistefa Kemal jî ev yek dît û bi lez ji otêlê daket, li tirimbêla xwe siwar bû û bi pasvanên xwe re ji Şamê derket û berê xwe da bakur, li paş wî tabûreke din ji artêşa El-Saîqayê pir di rêya xwe de dirûxandin da ku pêşketina hêzên birîtanî-erebî aloz bike.
Hêzên osmanî ji Şamê ber bi bakur ve vekişiyan bi rêya sikeyên hesinî û rêyên bejayî. Hêzên birîtanî li ser erdê û li esîmanan bi dûv wan de bûn. Hin hêzên tirkî rastî kuştinê hatin di vekişandina ber bi Şamê de.
Agir bi her deverê diket, ji ber ku tirk û almanan çi tiştê ku nikarîbûn veguhêzin, dişewitandin, mezintirîn teqîn û agir, teqandina embara cebilxaneyê li devera El-Qedem li Şamê bû.
Leşkerê alman û tirk rastî diziya çekan û kuştinê hatin ji hêla komikên xelkê xwecihî. Li Beelbekê, komekê xelkê bêhtir ji tirênekê talan kirin, her wiha li Dumer, Dûma û her wekî din jî rastî talankirinê hatin, bi taybet li devera Sergayayê.
Gelek ciwanên Gundewarên Şamê çekên leşkerên tirkan ji wan distandin û heger kesekî ji wan li ber xwe bida dê rastî guleyan bihata û bihata kuştin.
Li Sergayayê li Zebedanîyê, tiving dibû sedema kuştina xwediyê xwe yê leşker, ji ber ku çekdarên ji Al El-Şimat di rojên vekişandinê yên dawî de şev û roj di newala xwe de bûn û ji her leşkerê ku tê re derbas dibû dixwestin ku tivinga xwe bavêje û jiyana xwe pê xelas bike. Herger bêje na, tê kuştin. Li newala Sergayayê komkujeyekê rû da ku Eqîd El-Şimat û komika xwe pê rabûn, ku tabûreke ji almanên hevalbendên Tirkiyayê kuştin ên ku karîbûn jiyana xwe xilas bikin ji ber ku rêya sikeya hesinî girtibûn û di vekişandina xwe de ketin kemînekê û red kirin ku çekên xwe radest bikin, ji ber wê hata dawiyê şer kirin û tu kes ji wan sax nema. Newal bi termên wan tirjî bû.
Rêbir û keleş li derdora Şamê çêbûn da ku bi dûv hêzên tirkî û almanî bikevin û çek, kelûpel û pereyên wan ji wan bistînin. Van rêbiran şer bi artêşa tirkî ya vekişyayî re kir û gelek ji wan kuştin, her wiha gelek zêr, zîv û xişir û mişir ji wan bi dest xistin.
Di 15ê cotmeha 1918an de hêzên tirkî ji Humusê vekişiyan û gihan Hemayê, Mistefa Kemal li mala hikûmetê li Hemayê niştcih bû. Trîn di Hemayê re derbas dibû û leşker û xelk hildigritin ber bi Helebê ve, bi sedan an jî bi hezaran ji leşker û malbatên efseran û karmendên tirk li ser banê tirênê ne ji ber ku rê di hundir de nemabû.
Munîr El-Rîs di pirtûka xwe ya bi navê Şoreşa Sûriyayê ya Mezin de ya di sala 1969an de derket, bi bîr dixe ku gunehê mirov bi kesên vekişiyayî dihat û bandor li hestên hemayîyên muhafezekar û oldar dikir, di rûyê wa nde xemgînî xuya dikir, ji ber ku didîtin ku dewleteka misliman a ku 400 salî bi ereban re jiya bi navê olê, bi bin dikeve.
El-Rîs kêliyekê bi belge dike ku tenê li Hemayê çêbûye ne li bajarekî din, ew jî rêxistina bajar di bin fermana serekên civakî de û neêrîşkirina li dij hêzên osmanî, dibêje: “hemayiyan tol ji têkçûyiyên ku ji heman olê ne, hilnedan, tevî ku wan kuştin, xizankirin, birçîkirin kir û welatê erebî xirab kirin, ji ber wê tirk li Hemayê di dema vekişandinê de rastî tu bûyerên kirêt nehatin, ji bilî bûyerekê tenê, ew jî di rêjên dawî yên vekişandinê de li stasyonê.”
Mistefa Kemal sê şevan li mala hikûmetê li Hemayê ma, di sibeha roja sêyem de 17ê cotmehê, xelkê Hemayê li ser daxuyaniya Mistefa Kemal rabû ku bi rêya radyoyê spasiya xelkê Hemayê kir li ser aramiya wan û hestên wan ên paqij ku di dema vekişandinê de xuya kir û bi gotinên xweş xatir ji wan xwest.
Piştî derketina Mistefa Kemal ji Hemayê û piştî 2 saetan, tabûra siwaran ji artêşa El-Saîqayê, ku ew dawîtirîn tabûra leşkerî bû ji bajar derket, pira El-Zahiriyê teqand, ku ew pireke hesinî ye li ser Çemê Asiyê trên di ser re derbas dibe. her wiha berî wê pireke trênê di navbera Humus û Hemayê de teqand li gundê “Hir Binefse”.
Di çaxê niştecihbûna Mistefa Kemal li Hemayê, ferman da ku embara genim ku li nêzî stasyonê ye, ya taybet bi artêşê bo eşîreyên bedû bê vekirin da ku tiştê ku bixwazin jê rahêjin û bibin malên xwe. Di wê demê de, xelkê li wan dinêrî bêyî ku tev bigerin.
Munîr El-Rîs tercîh dike ku tirkan aramî di dema vekişandinê de ji gel kirî, bi tiştê ku ji gel standibû. Di çaxa ku ereban embar vala dikirin, du balafirên îngilîzî ji der wan re derketin, herdu balafiran dît ku li tenişta stasyonê xelk kom bûne, stasyon bi xwe jî armanca balafirên birîtanî bû, ji ber wê bombe li wan barand.
Munîr El-Rîs bûyera firotina embarên artêşê li Hemayê bi bîr dixe, bi rêya efser Qola Gasî serekê leşkerkirinê li Hemayê, ku ew berpirsyarê embarên artêşê bû li Hemayê, di meha îlonê de sala 1918an.
Piştê Hemayê, hêzên tirkî yên vekişiyayî gihan Mierayê, ya ku 19ê cotmehê de jî jê vekişiya û rêya xwe ber bi Helebê ve berdewam kir. Ev hêz, nikarîbûn bêhna xwe bistînin ji ber veguhastinên lomî, pêvajo bi dûv pêvajoyê de, bajar bi dûv bajar de.
Li Helebê, hêzên tirkî û efserên alman û tirk ên mezin kom bûn, di serî de Von Sanders, fermandarê giştî. Efser jî li otêla Baronê daketin, a ku bû navenda rêvebirinê. Di wê demê de, Marşal Von Sanders ji hikûmeta tirkî re got ku êdî ew nema kar dike, hikûmetê berêlê wî Mistefa Kemal erkdar kir, ji ber wê Sanders û efserê alman ji Helebê derketin ber bi Tirkiyayê ve.
Di 5ê cotmehê de Mistefa Kemal giha Helebê. Ji wir, nameya xwe ya xezeb di dawiya şer de bo Stenbolê nivîsî: “Pêkan bû vekişandin hinekî rêxistinkirî ba heger ne ehmeqekî wekî Enwer Paşa ne rêveberê giştî yê operasyonan ba.”
Mistefa Kemal qezenc ji pereyên zêrî yên ku hikûmeta tirkî bi Subhê Beg re rê kiribû, kir. Da ku efser Cemal Mirselînî li eşîreyan belav bike, lê Mirselînî nikarîbû ji ber ku ji eniya şer hatibû, ji ber wê Subhî li Helebê dan destê Mistefa Kemal û Mistefa Kemal mûçeyê sê mehan da leşkerên xwe û ew têr kirin berdêla ku bide eşîreyan. Her wiha Mistefa Kemal di bîranînên xwe de bi bîr dixe ku pere li xelkê belav kir li Helebê û soz da wan ku dê çekan ji wan re peyda bike.
Bi vê yekê, derfet çêbû ku artêşa xwe amade bike, lê berî ku hêzên birîtanî-erebî derbasî Helebê bibin, kaos belav bû û hin bedûyên ji Iniza êrîş kirin û şer li kolanan çêbû û Mistefa Kemal bixwe rastî êrîşê hat dema di tirimbêlê de bû. Her wiha embar, nexweşxane û malên hikûmetê rastî êrîşan hatin û çi tişê ku destên wan giha wê talan kirin, ji ber ku ev sazî pasvanên wê tunebûn. Wî bixwe li kolanan şer kir çaxa ku xelkê avahiyên giştî dagîr kir.
Hewl da xeteke parastinê li bakurê Helebê li nêzî gundê Misêlemiyê ava bike û hêzên tirkî yên vekişandî li wir kom kir. Hêzên wî derdora 5500 leşkerî bû. Di şerekî piçûk de li ber xwe da, lê piştî ku ereb û bedû lê kom bûn, neçar ma dest ji Helebê berde û berê xwe bide bakur, ku li devera Efrînê xeta parastinê ya dawî çêkir, li gel stasyona Qitmê.
Bedewiya dest danî ser zindana Helebê û kesên girtî rizgar kirin, hinek efserên ereb ji artêşê reviyan û tev li hêzên erebî bûn, paşê artêşa birîtanî û erebî derbasî Helebê bû di 26ê cotmeha 1918an de.
Piştî vekişîna Mistefa Kemal ji Helebê, îngilîz bi dûv Mistefa Kemal û hêzên wî ketin û xwestin derbeyekê lê bidin berî ku bigihêjin çiyayê Torosê û xwe lê bi cih bikin.
Mistefa Kemal ji vê bidûvketina bi lez tengav bû û artêşa wî piştî Humus, Hema û Helebê, hatibû rêxistinkirin, ji ber wê êrîşeke dijber pêk anî û artêşa birîtanî vegerand heta dergehên Helebê, paşê vekişîna ber bi Çiyayê Torosê berdewam kir, di heman rêya ku hemû dagîrkerên ji bakurê Sûriyayê hatin de, ji “Hîrekil” dest pê bike, yê ku çîrokek li ser wî derket dibe ku ne rast be, ku got: “Bi xatirê te Sûriyaya bedew, bi xatirê te em nema hev dibînin.”