Washington li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di navbera “rastbûnasiyasî” û nezelaliya “avakirina netewe” de (2)

FERHAD HEMΠ

Mebest ji gotara berê ku armancên Amerîka li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi herdu şêwayên xwe “hişk (dijwar) û hem jî nerm” ronî bibin, ew bû ku bi lez û bez rêgezên sîyaseta Amerîkî li gorî guhertinên navdewletî, navçeyî û herêmî, û erkên van faktoran ji bo paşeroja pêşbînîkirî pêk bînin, ji bo ku li herêmê xebata xwe bidomîne. Û ji ber ku berdewamiya kar bi tena serê xwe êdî têrê nake ji bo sivikkirina bêhêvîtiya civakî, beramberî metirsiyên hebûnî û qirkirnê yên ku li herêmê diherike (bandora şer, ewlekariya xwarinê û jîngehê, xirabûna aborî, çandî û derûnî, û  koçberiya girseyî), êdî divê ji nû ve xwendina ezmûna Rojavayî, ji aliyê rexneyî ve li gorî salên borî, ji bo veqetandina kêmasiyan ji avantajan bûye pêdiviyek lezgîn..

Di serî de û li gorî rastiyên dorhêlê yên tevlihev, û veguhartinên demkî û bêserûberiya wê ya dîrokî, ne hêsane ku bersivên têrker ji hemû mijarên germ re werin dayîn. Ji bilî nebûna çavkaniyên lêkolîn û zaniyarî dankên ji dil û cidî. Li gorî vê yekê jî, pêbaweriya ji bo ronîkirina nakokiyan armanceke me ye ku em ronî bikin.

Em ê xwe bi çar nakokiyên sereke re mijûl bikin: Daxwaza rastbûna siyasî, prensîpa avakirina neteweyê, xefika kurdan û rêbazê ewlehiyê. Ev babet dê gelemperî li ser meyla rastbûna siyasî û prensîpa avakirina neteweyê bi rêvekirina saziyên leşkerî û dîplomatîk ên Amerîkî û Rojavayî were vehilandin, û her wiha rêxistinên nehikûmî, pispor, teknîsyen, û şêwirmendên fermî û nefermî, digel alîkariya mirovî, îstîqrar û bernameyên başkirina lez were analîzkirin. Her wekî din, “xefika Kurdî û nêzîkatiya ewlehiyê” em ê, di gotareke paşîn de cûda  bikin.

Rastbûna siyasî 

Pirsgirêka rêbazê an jî ya ku bi gotin û kirinê “gotûbêja zanînê” tê binavkirin,ji bo rûbirûbûna qeyranên Bakur-Rojhilatê Sûriyê diqewimin, li ser maseya pêş a nakokiyên Rojava de cih digire. Koka vê dubendiyê vedigere serdestiya “rastbûna siyasî” ya ku vegotina rastiyê tenê bi ya serê xwe dike.

Xuya dike ku rastbûna siyasî meyleke xwe ye exlaqî heye, ku bi parastina kêmneteweyan, komên neçar û nasnameyên bêderfet  û nûnertiya çandî û siyasî radibe, bi rêya mekanîzmayên desthilatdariya nû, rêxistinên nehikûmî û desthilatdariya pispor, şêwirmend û lêkolîneran tevdigere, ew hewl dide nakokiyên siyasî, civakî, çandî û aborî aram bike û wan di qada mafên mirovan de û bi tenê exlaqê takekesî kontrol bike, bêyî ku bixebite ji bo tevgerek tekoşîna siyasî ya rêxistinî biafirîne da ku di rewşên bûne sedema guhertinek madî û berçav. derketina wan awayên serdestî, îstîsmar û dûrketinê ku îdiaya meyla rastdariya siyasî dikin û berpirsên wê jî îdia dikin ku ew li dijî vê yekê şer dikin.

Ji derve de ev meyl xuya dike ku li dijî rejîmên totalîter in, ên ku hebûn û axaftinên xwe li ser yên din ferz dikin, wekî fîlozofê Slovenî Slavoj Zizek nîşan dide. Zimanê postmodernîzmê li ser zimanê pispor û pisporan bi pêş dixe, pirî caran bi vê hevkêşeyê: “Bê gûman, ger hûn wiha tevbigerin, wê baş be. Di dawiyê de, hûn azad in çawa hilbijêrin û tevbigerin.”

Bê guman, ev formul ji gotinên hişk û zuha çêtirin wekî “bixwazî an nexwazî, divê tu wisa tevbigerî”. Li gorî Çîçek, ev gotinên nerm di analîza dawî de vê mebestê vedişêre: “ji ber ez pisporim, ji we çêtir dizanim ku hûn çi dixwazin û gerege çi bikin û divê hûn bi vîna xwe ya azad bi ya min bikin.”

Gorî ku fîlozofê Avusturyayî Robert Paffler dibêje  di pratîkê de, rastbûna siyasî hemwelatiyan vediguherîne wekî zarokan “dûrxistina karîna wan, dîtina wan ji bo rûbirûbûna şert û mercên jiyanê bêçarne û nikarin xwe îfade bikin, û her dem hewce ne ku werin parastin û cerdevaniyê li ser wan ferz bikin.” . Di vekolîneke hîn rasteqînî de, rastbûna siyasî prensîba rastiyê yekdestdar dike, û ji şêwazên din ên zanînê re ne vekirî ye. Bi vî awayî, ew ne bê îdeolojîke û ne bêçînayetî ye, çanda takekesî ya serdest ava û ferz dike.

Ji ber qelîteya aloziyên li Sûriyê diqewimin  bilindin, ku bandora xwe li hemû aliyan  heye wekî siyasî, dîrokî, civakî û avhewa hildigirin nav xwe, lewma ne mimkûn e ku pirsgirêkên civakê li ser mijarên sade yên zanistî û matematîkî werin veguheztin. Tiştê ku wekî çareseriyek teknokratî, zanistî, an jî heya exlaqî tê pêşkêş kirin, bi gelemperî encama nerînên îdeolojîk e ku ji ber berjewendîyên teng yên civakî û çînayetî têne rêvebirin. Ev nêzîkatî ji hêla Jurgen Habermas ve bi tundî hate rexne kirin, ku qada gihîştîhinek kes tenê rêve bibin, divê hemwelatî wekî xwe azad û zane werin dîtin, ne ji komek piçûkên ku divê bêne perwerde kirin da ku rabin ser astê ew dixwazin wekî ku niha îdeolojiya dimeşînin.

Bi mînaka ku niha li ber çav e, kêşeya avê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna wê weke çekeke şer ji aliyê Tirkiyê ve, bi vê mînakê mirov dikare rastbûna siyasî pênase bike. Bala xwe bidinê ku ew dever wekî selika xwarinê ya Sûriyê tê naskirin, û demekê ji deman jê re “Kaliforniya Rojhilat” dihat gotin.

Li gorî gelek raporên dem demkî yên ku ji hêla saziyên navneteweyî ve têkildarî avhewa û ewlehiya xwarinê hatine weşandin, herêm di her astê de ber bi qeyranek jîngehê ve diçe, ji ber ku ji sedî 60 ê çavkaniyên ava çem û newalan li ser erdê  Tirkiyê re diherike tê, yên din di navbera avên bin erdê û baranan têne belav kirin. Ji ber ku germahiya gerdûnî asta ziwabûnê derxistiye asta metirsîdar, li gorî çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk ji bo rêgirtina li kaniyên binerdê yên ku ber bi Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve diçin, li aliyê xwe ve bendavan ava dike.

Ji ber av sedemeke jiyanî ye ji bo vejandina çandinî, sewalkarî, vexwarinû tora hilberîna alektrîkê bi hev ve girêdayî ye, tê hişyar kirin ku herêm paş de vedigere, û  çandiniyê nikare xwe li ber vê zuhabûnê bigre. Zaniyarî piştrast dikin ku dê encamên vê krîzê mezin û hovane bin, ji ber ku pêlek koçberiya girseyî dê gundewaran ber bi bajarab ve herin hundurîn, an penaberî li derveyî welat zêde bibe, ji bilî  belavbûna nexweşiyên kronîk ji ber zêdebûna kanalîzasyonê û kêmbûna ava vexwarinê. Her wiha windakirina debara jiyana cotkar û ajalvanan dê rê li ber Şam, Tehran, Enqere û komên tundrew veke ku hewcedariya van koman bi kar bînin û wan ber bi cîhaneke şaş, tundî û rêxistinên tundrew bibin, ev rewş jî ewlekariya herêmî û hem jî navneteweyî tehdîd dike.

Bê dudilî dê bandorên krîzê li ser ewlehiya xwarin û vexarinê ya herêmî ji bo peydakirina nan de li gorî şert û mercên zordar ên navneteweyî diyar bibe. Encamên wê li vir nesekinin, lê îhtîmal e ku serhişkiya civakî zêde bike û şerên navxweyî yên herêmî derxe holê, cihêrengiya neteweyî û olî bîne ber komkujiyan û koçkirina bi darê zorê zêde bibe. Her wiha herêm ji pêkhatiyên resen vala bibe. Di dawiyê de, welatê ku bi çandiniyê navdar e dê bibe çolistaneke  jibîrkirî, hinek bibêjin hebû û hinek bibêjin tinebû.

Ev kêşeyên hevgirtî ne ji texmînê ne, lêbelê rastiyên wekî mirêkê  berbiçav in, û çareseriyên patchwork û veguheztina pirsgirêkan qebûl nakin. Di heman demê de nikare pirsgirêkê bi pînan çarebike û  sedemên sereke yên li pişt wê paşguh bike. Di vir de dê êdî  îdeolojîka “rastbûna siyasî” were, û sedema qeyîranê bike nezanîna cotkaran, nebûna çanda nûjenkirina çandiniyê û nebûna cûrbecûr tovan, û dê perspektîvan bide ku enerjiya xebatê ber bi karê ne pêwîst ve bibe. wek başkirina toreyên avê berî şerê Sûriyê destpêbike.

Û carinan bi awayekî sembolîk karê belavkirina avê bi depoyanli xelkê belav dikin, tenê ji bo çend rêxistinên sivîl ku budceya xwe rewa bikin. Dema ku ji bo protestokirina qeyrana avê daxuyaniyên riswa yên medyayê hatin dayîn, ew bê helwest man di bin navê bêalîbûn,û serxwebûna îdiakirî, bi vî şêwayî jî jiberpirsiyariya rasterast a Tirkiyê dûr dikeve.

bê watekirina mijarên hebûn û tinebûnê bi awayî dabeşkirinên biçûk ku ji bo astengên naskirî nav de windabibin, ev nêzîkatiya “rastbûna siyasî” ya kûrbûna pirsgirêkên herêmî kûrtir dike. Li şûna lêgerîna li çareyênnexweşiya krîzê bigerin, nexweşiyên kronîk û kujer li gorî rêbazê  xwe bi ” hebên serêşê” an “jankerkirinê” têne temirandin. Bi vî awayî, xwe wek bavê çarekirina pirsgirêkên civakê nîşan dide, dixwaze bi van gotinan civakê reform bike: pêşxistina jêhatîbûnê, bihêzkirina kapasîteyan, bihêzkirina enerjiyan, parastina zayendî, hilgirtina pevçûnan û pêvajoyên kêmkirina aloziyê…û hwd.

Cilatîniya avakirina netewe 

Rêbazê Amerîka û Rojava  ji vê kêşeyê bi gelemperî derdikeve, nakokiyên rastênhev in ku bi vîna siyaseta derve û helwesta redkirina beşdariyê di avakirina netewe de ye, bi taybetî piştî têkçûna ezmûnên Efxanistan û Iraqê. Alîgirên vê nêrînê tekez dikin ku dûrxistina ji avakirina neteweyekê ji bo siyaseta derve ya Amerîkayê derseke dîrokî ye. Li gorî nêrîna wan avakirina neteweyê wek kelemek siyasî ye ku nabe Amerîka xwe nav werke, ji bilî lêçûna zêde ya çavkaniyên darayî û mirovî ji bo karekî bêwate û dawya xwe nîne.

Richard Haass dîplomatê navdar ê Amerîkî di pirtûka xwe ya bi navê “Cîhan di nav tevliheviyê de ye”  destnîşan dike ku dibistanên felsefî yên siyaseta derve ya Amerîkî bi gelemperî li ser ramana avakirina neteweyê têne dabeş kirin an na. Dibistana Wilsonî ya “îdealîzmê” pirsa teşekirina xweza û şert û mercên navxweyî yên civakên din wek armanca sereke ya Amerîkayê li cîhanê dibîne. Armanc dibe ku rêzgirtina ji mafên mirovan re, belavkirina demokrasiyê, an kêmkirina êşên mirovan be. Xebatên serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jimmy Carter, Ronald Reagan û George Bush Jr. bi vê felsefeyê ve hatine girêdan. Îro jî yên  girêdayî vê xetê hene.

Dûyemîn kevneşopiya serdest a siyaseta derve ya Amerîka li ser bingeha “ekola realîst” dimeşe, ku di dîrokê de bi siyaseta Serok Rêtçard Nêkson û Corc Boşê bav re girêdayî ye. Li gorî vê kevneşopiyê, Balkêşî ne li ser çawaniya dewlet bi civaka xwe re dide û distîne, lê girîngî ew e ku ev dewlet li derveyî sînorên xwe  polîtîkayên çawa kartînin. Di piratîkê de , ev dabeşkirin ne sedî sede, û dibe ku ji herdu aliyan jî “îdealîzm û realîzmê”  di nav xwe de bihewîne, li gorî  armancên stratejîk ên giştî û şert û mercên pêwîst.

Li hember vê yekê, parêzvanên avakirina neteweyê dibêjin welatên ku ji pevçûnê derdikevin neteweyê ava nekin dê di nav kirîzê keve. Ew dibêjin avakirina netewê hewildanên hemû aliyên cuda cuda nav xwe de dihewîne  û dibe sedema damezrandina sîstemên nû yên siyasî û rêvebirî, avakirina civaka sivîl û bihêzkirina statûya jinan li welatên ku pevçûn lê heneyan jî nû ji pevçûnan derketine.

Tevî vê yekê jî, siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, piştî têkçûna ezmûnên Iraq û Afganistanê, coşa xwe ya ji bo ramana avakirina neteweyê winda kir. Nêzîkatiya Amerîkayê dişibihe nêzîkatiya Brîtanyayê ya li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, armanca sereke ya Konferansa Qahîreyê ya di sala 1921 de di bin serokatiya Winston Churchill de ew bû ku “bi lêçûnek herî kêm li herêmê bimîne”.

Îro Amerîka li Rojhilata Navîn bi heman erkê re rûbirû ye, Ji hewldanên mezintir dûr disekine, wek çêkirina pêkhatiyên diyarkirî û bikêrhatî, û di heman demê de dev ji wan bernade ku bi xwe xwe rêve bibin . Ew her demne li ser tiştê ku dikare ava bike siyasetê dike, lê li ser tiştê ku divê jê were dûr xistin difikire. Ango ji tirsa lêçûnên giran û ketina hêbeta siyaseta derve, divê krîz bê birêvebirin, ne pirsgirêkên heyî.

Lê tiştê ku kesek naxwaze qalê bike ji ber travmaya Afganîstanê û bêhêvîbûna ji têkçûna avakirina neteweyê dûr dikeve, ew giranî vedigere nerazîbûna gelek xêrxwazan, di nav de Amerîka jî, ku alîkariyê bi riya hukûmeta Afganî rêve bibin. Di şûna wan de, wan rêxistinên sivîl ên navneteweyî û peymankarên taybet tercîh kirin, di heman demê de çarenûs û yekdestdariya dewlemendiya darayî di destên şerxwazan de hiştin ku ji rêveberiya siyasî ya giştî dûrxistin. Ev dersa divê ji ezmûna Afganîstan û Iraqê bê derxistin û divê êdî ji dubarekirina wê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dûr bê girtin.

Rêvebirina krîzê û destûdarên wê

Bê şik û guman hebûna hêzên Amerîkî li ser erdê ji bo Bakur-Rojhilatê Sûrîyê şertek pêdivî ye. Lê hebûna wê ya bi vî rengî garantî nade ku ezmûna Rêveberiya Xweser jiyan bike yan jî berjewendiyên wê yên ewlekarî û stratejîk biparêze. Ji bo vê yekê, ya ku berdewamiya wê li herêmê misoger dike,  tevkariya wê ya geşepêdana ciddî  bi gelên herêmî û saziyên Rêveberiya Xweser re ye diyar dibe.

Dema ku tîma Serok Joe Biden hate ser desthilatê, gelê xwecihî û Rêveberiya Xweser hêviyên xwe li ser wî bilind kirin ku dê hewcehî û kêşeyên heyî hilgire ser xwe. Lêbelê, heta niha jî  gurûpa wî nekiriye bi pêşvebirina plansaziyekepêşketî û demdirêj xelkê herêmê piştrast bike. Her wiha hevpeymaniya navdewletî bi awayekî eşkere ragihand ku hêzên wê ji deverê venakşin heta Şam rêkeftineke siyasî bi Rêveberiya Xweser re pêkneyîne.

Rêbazê  tîma Biden ji çarçoveya “rêvebirina krîzê” derneket û bi awayekî demkî nakokî ji holê radikirin. Rêvebiriya Amerîkayê li şûna  armancên xwe li Sûriyê li gorî kêşeyan bixebite, bi rêvebirina neyînî ya operasyonên kêmkirina geşdana şer yên demkî, çarçoveya armancên xwe yên nerm teng kir û dibe sedem ku rojane Tirkiyê li eniyên leşkerî bi Hêzên Sûriya Demokratîk re gefan dixwe. Nemaze di pêkanîna agirbesteke dem dirêj de, ji aliyê ezmanî û bejayî ve, li gorî danûstandinê  bi aliyê Tirkiyê re binket,  tercîh dike ku çarçoveya operasyonên xwe tenê li dijî El Qaîde, DAIŞ û milîsên Îranê sînordar bike. Bi vî awayî hemû erkên xwe yên têkildarî binpêkirina mafên mirovan, yasayên navneteweyî, mafên nasnameyên neteweyî, çandî û olî û berpirsyariya tawanên şer, paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebiyedê pêk neaniye.

Stratejiya rêvebirina aloziyê, ku tê wateya rewşê wekî heyî biparêze fetisiye, ji ber kombûna kêşeyên şerê li dijî terorê û rewşa mirovî ya xerabûyî dijwartir bûye. Bersiva ku ji hêla rêveberiya Biden ve hatî pêşniyar kirin bi gelemperî di nav ramanên bêhêz û projeyên alîkariyê yên tirsonek de ye, di forma destekdayîna alîkariyê, piştevaniya aramiyê, zû başkirinê, û birêvebirinê de ye.

Ne xerîb e, dema ku behsa amûrên pêkanîna van armancan tê kirin,ku Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî kanalên dravdanê bi taybetî ji ajans, rêxistinên sivîl ên navneteweyî û hin komên herêmî yên ku ji fikarên hewcedariyên civakî dûr ketine peyda dikin. Bi vî awayî û  bi rengekî zelal zîhniyeta simsariyê xurtir dike, rêya gendelî, rêveberiyeke çewt, destavêtinên fatûreyan, binavkirinên nirxên sexte, rola navbeynkariyê û nepotîzmê dest pê dike.

Wekî din, ev rêxistin ji ofîsên xwe yên li pişt sînoran geşedanên rewşa herêmê dişopînin û li Hewlêr, Tirkiye û welatên Rojava belav bûne, êdî xelkê herêmê ji nêzîkatiya Rojavayî nerazîbûna xwe nîşan, li gorî lêkolîner Fabrech Balanche dibêje, vê nêzîkatiyê komek lordên piçûk afirand ku ne mimkun e ev kom tirsa pirsgirêkên civakî yên metirsîdar hîs bike, belê, berjewendiya wê di domandina qeyranê de ye ku wek xwe mayîn de be, ji bo  şert û mercên xwe yên madî bi berdewamiya komkirina deravan bihêz bikin, û gelê herêmê bikartînin da ku ji êşa wan sûd werbigrin.

Tevî kêm û qusûran û bertekên şer,Bakur-Rojhilatê Sûriyê(Rojava) destkeftieke rast bi dest xist, ji ber ku wê nirxa gerdûnî ya çalakiya siyasî bilind kir û hem di warê siyasî û hem jî di warê berevaniyê de beşdarî rawestana li hember zilma rejîma Sûriyê û rêxistinên tundrew bû.Bi vê yekê re, di warê birêvebirina şaredariyên herêmî, meclîsên welatiyan û komeleyên civaka sivîl de mîrasekî pratîkî ava kir. Her tim hewl dide ku serweriya hiqûqê di nava saziyên xwe de (qanûndanîn, dadwerî û rêveberî) xurt bike.

Di encamê de ev sazî bûne hîmên rêveberiya giştî li herêmê, di heman demê de erka parastina civakê hildigre ser xwe. Lê leza kombûna rojane ya aloziyan, bi taybetî xirbûna ewlehiya xwarinê, enflasyona aborî, bandorên astengkirina herikîna avê, ziwabûn û berdewamiya operasyonên artêşa Tirkiyê, vê yekê hişt ku karîgerî û şiyana wê ya lihevhatinê lawaz bibe bêyî jibîrkirina kêşeyên navxweyî, kêmasî û kelûpelên xwe, ku em ê di rojên pêş de ronî bikin.

Bi wateya nêzîkatiyên Washington û Brukselê di van hemûyan de xwedî para mezin in. di serî de û berî her tiştî, ji ber sedemên metodolojîk, siyasî û teknîkî, Wezareta Derve ya Amerîka, ajansêm geşepêdana navdewletî û rêxistinên nehikûmî red kirin ku rasterast bi Rêveberiya Xweser re danûstandinê bikin, her wiha çarçoveya hevkariya bi hevpeymaniya navdewletî re tenê di çarçoveya ewlehiyê de ma. Ji ber vê yekê, wê dest bi piştgirîkirina komên çêkirî û dijî-rêveberiyê kir, ku gefê li karûbarên giştî û pêşeroja civakê dixwe. A dûyemîn, zihniyeta rastbûna siyasî û helwestên avakirina netewêdudilî bûne,di van demên dawî de bi rengekî fedok behsa hevkarî û diyaloga li ser mijarên girîng tên kirin.

Li gorî ezmûnên berê yên siyaseta Amerîkayê li Iraq, Afganîstan û welatên din ên ku bevçûnan re rûbirû mane, şêwazên xwezaya vê fikrê û kiryarê bi gelemperî dibe sedema astengkirin û zivirîna derdor xwe, û bi vî rengî bêhêvîbûna siyasî û bêhêziya pratîkî xurt dike.

Ji bo derketina ji vê tunela tarî, gereg e ji mîrasê Rêveberiya Xweser û saziyên wê sûd were girtin û ew nêrîna xelkê wek zarok û xwe jî wek bav bibînî neyê qebûlkirin. Berovajî wê divê li ser nirxa gerdûnî ya wekheviyê, azadiya giştî û taybet, dadmendiya civakî û wekheviyê di danûstandinê de îsrar bike û di her peymaneke hevbeş a bi Rojava re ew krîterên pêwîst bihesibîne û bi şertê pejirandina planeke geşepêdana stratejî ya berfireh bi awayekî beşdar û înteraktîf, ku siyaseteke rastîn a nûavakirinê ji xwe re bike armanc, û projeyên binesaziyê yên girîng di nav xwe de bihewîne di bin sîwana “bersîvdayîna lezgîn ji bo rûbirûbûna xetereyên hebûn û tinebûnê.”

Çîrok hemû ev e? Bê guman na. Nêrîna Rojava ya derbarê pirsgirêka Kurd û siyaseta dewleta Tirk a zordar û dagirker li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê rastî kêşe û nakokiyên gelek mezin tê, Ev mijarana dê di gotara bê de, bêne destnîşan kirin.

 

Werger ji erebî: Heysem Mislim