“Vegera bi dildarî ya gelê Sûriyê”û Projeya Reformê ya  Rojhilatê Anatolyayê

HISÊN CIMO

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan projeya”Vegera bi dildarî ya milyonek sûrî” ragihand. Ev veger wê aliyên wê yên diyar hebin, ku dikeve çarçoveya felsefeya ewlekarî ya dewleta Tirkiyeyê ku mîrasa wê ya endezyarkirina nifûsê ya ku vedgerê zêdetirî 100 salan ku wê demê dewlet di bin serweriya Komeleya Ithad û Tereqî de bû. Aliyên ku sûrî lê vegerinê bi 13 bajar û bajarok diyar in ku Erdogan jê Ezaz, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê diyar kirin. Ne diyar e ku Efrîn jî di nava vê projeya niştecihkirina nû de ye an na. Lê bi her awayî beşekî mezin ji endezyariya nifûsê li Efrînê hate pêkanîn û zêdetirî 700 hezar kesên ji Ereb û Turkmen li gundên Kurdan hatin bicihkirin. Projeya nû jî berdewamiya projeya”Reforma Rojhilat e” ku di destpêka damezirandina Komarê de pêk hat.

Dibe ku yek ji tiştên balkêş ku alîgirên komên çekdar yên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyeyê fêm nekirine, ew e ku yek ji yên herî baş ku li ser “Projeya Reforma Rojhilat”di destpêka damezirandina Komarê sala 1923`an nivîsandin e, lêkolînerekî Kurd Ugur Umît Ungor ku li Holandayê dimîne. Ugur Umît Ungor jî beşdarî lêkolîna rojnamevanî ya bi bandor a derbarê kuştina bi dehan girtiyan li taxa Tedamin a li Şamê bû.

Giringiya balkêş ku Ungor ji belgeyên dîrokî û qeydên daxuyaniyên taybet ên girêdayî projeyê berhev kirine, ew e ku proje bi awayekî yekbûyî û sûcdar eşkere derxist holê, li şûna nezelalî û nepenîtiyê ya ku wê demê gotegot û mezinkirina rastiyanwekî ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze ji bo bide diyarkirin ev yek ji tiştên navdar ên Kurdan ku mezin dikin. Dewleta Tirkiyeyê hewl dide ku planên qirkirinê yên ku pêk hatine û yên ku têne pêkanîn di çarçoveya mezinkirinê de ango teoriya girêdayî dîrokê û mezinkirina hîn bûyerên ne sereke yên Kurdan, bike yek .Nêrînên Ungor derbarê vê mijarê wiha ye( Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950)

Projeya Reforma Rojhilat çi ye?

Kurdan sed salan encamên karaset ên ji vê projeyê ku komek akademisyen û di serî de akademisyenê kurdê tirk Ziya Gok Alp amade kirine, kişand. Piştî lêkolîneke akademîkî bername bi salan hate dayîn û bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn sala 1914`an de ev proje kete meriyetê, lê ji dawiya şerê serxwebûnê û ragihandina Komarê sala 1923`an, ev proje veguhirî “bernameyekî dewletê”.

Ev bername di 8`ê Îlona 1925`an de, wekî polîtîka fermî ya dewletê hate erêkirin. Mustefa Kemal encûmeneke taybet ji bo amadekirina raporeke berfireh li ser”Reforma Rojhilatê Anatolyayê”erkdar kir. Ismet Înonu jî serokatiya”Ecûmena Reforma Rojhilat” kir, her wiha gelek efserên payebilind ên artêşê û rayedarên dewletê jî bûne endamê wê encûmenê. Di heman demê de, ev proje wekî dewamiya serkeftina lezgîn a ku bloka  Înonu û Fewzî Çeqmeq li dijî bloka serokwezîrê yekemîn ê Tirkiyeyê Fethî Ukyar, pêk anîn.

Wê demê, endamê encûmenê Mustefa Ebdullqadir Renda di hefteyekê de rapora xwe nivîsandin û di 14`ê Îlona 1925`an de jî radest kir. Li gorî wê rapora meydanî: Hejmara niştecihên rojhilatê Firatê 1,360,000 kes in, ji wan 993 hezar Kurd in, 251 hezar Tirk in û 117 hezar jî Ereb in. Her wiha, belavkirina nijadî ya parêzgehên rojhilat dişopand û bi heseret behsa “Desthilata Kurdan a aborî û ya ziman”li piraniya parêzgehên herêmên rojhilatdikir.

Renda hizira bihev re jiyankirina kurdî tirkî ya ku mamosteyê wî Ziya Alp li gorî rêgeza mayîn  wê ji gelê pêşketî re be, red kir. Di heman demê de, li gorî nêrîna Renda pêwîst e tirk li eksanên stratejîk werin bicihkirin. Li eksanê Diyarbekirê, hate xwestin ku bi rêya Urfayê ji niştecihkirin Eyntabê li Diyarbekirê were pêkanîn. Mirov dikare li pirtûka Ugur Umit Ungor vegere da ku hîna zêdetir dateyên mekanîzmeyên pêkanîna vê sûcê, nas bike.

Plan ew bû ku bajarê Amedê û tevahiya herêma Diyarbekirê, heta sala 1950`î bibe bajarekî tirkî ango bajarekî tirkan, bajarekî ku kes têde nebêje ez Kurd im. Lê ji ber aloziya aborî ya cîhanî di sala 1929`an de û piştre astengiyên aborî di heyama Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, xezîneya dewletê têrê nedikir ku van projeyan dewam bike. Lê di pêkanîna benda”B”ji projeyê hate berdewamkirin û di encamê de, rojavayê Firatê hate tirkkirin.

Gelo têkiliya Sûriyê bi projeyê re çi ye?

Sala 2018`an Tirkiyeyê projeya”Reforma Rojhilatê Anatolyayê”derbasî hûndirê Sûriyeyê kir û bi rêbazê Mexolî herêma Efrînê dagir kir. Li Efrînê, hemû çavkaniyên debara jiyanê ya Kurdan wêran kir û koçberên sûrî li mal û gundên Kurdan bicih kir û zêdetirî 300 hezar Kurd jê koçber kir.

Sala 2019`an, Tirkiyeyê êrişeke dagirkerî ya nû pêk anî û herêma Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Di encamê de, zêdetirî 200 hezar kes ji wê herêmê koçber bûn. Erdogan, herêma Serêkaniyê û Girê Spî di nava herêmên bicihkirina nû de, diyar kirin.

Di rastiyê de, Tirkiyeyê di sed salan de ku bi awayekî eşkere nehate vegotin, piraniya herêmên Kurdan ên rojavayê Firatê yên di hundirê Tirkiyeyê de(Adiyeman, Mereş, Eyntab û Melatiya) kirin tirkî. Li van wîlayetên navborî rêjeya Kurdan raste ne ya herî zêde bû, lê ne rêjeya herî kêm bû jî. Bû nimûne, li Eyntabê rêjeya Kurdan ne kêmtirî ji %60 bû. Lê niha rêjeya ku bi kurdî diaxivin dibe ku bigihêje tenê %20 û ev yek jî ji bo herêmên din jî derbasdar e. HPD`ê dema ku li herêma”B” a projeya Reformê ango rojavayî Firatê xebatên xwe berfireh kirin, “Xetên sor” yên Komarê derbas kirin. Ev yek jî ji sedemên sereke yên ne eşkere ku Tirkiyeyê ji şerê Kobanê heta roja îro vegeriya şer.

Hemû şerê Tirkiyeyê yên îro jî girêdayî vê plane ne, di nav de jî hemleya ku artêşa Iraqê di van rojan de li dijî Şengalê pêk tîne. Avakirina hikûmeta Iraqê wê taloq bimîne, heta ku serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî beşê erka xwe pêk bîne, her wiha heta bidawîbûna hemleya Tirkiyeyê (Pençe kilidi).Hemleya Şengalê û Pençe kilidi encama bazirganiyeke herêmî ye ku aliyên kurdî jî bi bawerî tevlê bûne. Ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirkiyeyê heta niha beşê projeya Reforma Rojhilatê Anatolyayê yê girêdayî taybet bi Herêma Kurdistanê aktif nekiriye. Kesên Başûrê Kurdistanê birêve dibin jî xeyal dikin ew ê ji vê projeya ku ji 100 salî ve dewam dike, rizgar bikin û tu girêdana wê bi derketina PKK`ê re tune ye.

Mekanîzmeya pêkanîna bernameya”Reforma Rojhilat” di hûndirê Tirkiyeyê de bi paşde ket, piştî ku hêzeke wê ya xweser çêbû ku pêwîstiya wê meşandina eşkere nema.Bernameyên endezyariya civakî bi saziyên ewlekarî û bi alîkariya kûjer a Çepgirên Şoreşger ên tirkî, bûne yek. Çepgirên tirk jî wekî alaveke veşartî ku zimanê tirkî kiriye zimanê siyasetê, civak û hunera şoreşgerî di hûndirê malên Kurdan ên rojavayê Firatê de.

Di pirtûkeke li ser stranên gelêrî yên li herêma Mereş a bi zimanê kurdî, nivîskar Elî Xasî di pêşgotinê de behsa pirsgirêka ziman li herêma Mereşê di navbera Kurdan de dike, ku rêjeyeke mezin bi zimanê kurdî neaxivin an jî bi awayekî lawaz bi zimanê kurdî diaxivin. Xasî û bi awayekî ji nişkevê vê mijarê rêxistinên çepgir ên radîkal ku li dijî dewletê serîhildane sûcdar dike, ji ber ku van rêxistinan neçar kirin ku zimanê tirkî bikin zimanê civînan û civakê. Nivîskar behsa bûyerên ku ew bi xwe bû şahid ku çawa zimanê kurdî û yê ku pê diaxive rastî heqaretê hatin û ji civînên partîtî yên şoreşgerî hatin qewitandin, dike. Di heman demê de, di wan civînan ku diviyabû veşartî û şoreşgerî be, stranên kurdî qedexe bûn. Di encamê de, rêjeyeke mezin ji Kurdên ku di nava çepgira radîkal de bûn, êdî bûne Kurdên bê ziman.

Nêrîneke ji aliyekî nû ve, dibe ku sedemên ku hîştin komên çepgirên kurdî û tirkî ji çepgira tirkî ya neteweyî qut bibin û PKK`ê were damezirandin, derxistin holê. Lîderê PKK`ê Ebdullah Ocalan her tim dûbare dike ku çepgirê tirkî, îdeolojiya dewletê ya neteweperestî ya ku aliyê din red dike, ji xwe re esas girtine. Tevî vê yekê jî, pirsgirêka ziman bandora xwe li ser tevgera nû ya altirnatîf jî kir. Ebdullah Ocalan yê dîlgirtî, di hevdîtina xwe ya bi parêzerên xwe re di 5`ê Gulana 2011`an de, behsa projeya”Reforma Rojhilat”kir û dibêje:”Pêvajoya valakirina herêmê ji Kurdan ne tenê li Serhedê pêk hat, lê belê ev polîtîka li Malîtiya, Elezîz, Adiyeman, Eyntab û Mereşê jî pêk anîn. A rast ev polîtîka li hemû herêmên rojavayî Çemê Firatê pêk anîn. Ev planeke hevgirtî û berfireh e. Her wiha, ev plan heta 100 salan hatiye amadekirin. Bê ku ev kiryar werin dîtin, ne pêkan e roja me ya îro werin fêmkirin û  ne pêkan e ku siyasetê bikin”.

Efrîna Sertac!

Tişta ku Erdogan kiriye projeya Reforma Rojhilat ji hûndirê sînorê Tirkiyeyê derbasî derva sînor kir. Di sala 2016`an de, operasyona”Diri Firat” destpê kir û bajarên Ezaz, Cerablûs û Babê dagir kirin. Yek ji armancên ku wê demê rayedarên Tirkiyeyê eşkere kirin avakirina bajarekî ji bo milyonek kesî û armanc ji vê yekê jî bicihkirina nifûseke mezin di navbera herêma Efrînê û Kobanê de. Ev jî pêvajoya yekemîn a gihandina sertacaKurdana li herêma rojavayê Firatê bû. Herêma navborî(Rojavayê Firatê) ew  herêma ji başûrê Melatiya heta Efrînê ye. Ji ber ku Efrîn depoya dawîn a  mîrasa siyasî û civakî ya Kurdan li tevahiya rojavayê Firatê ye. Di vê çarçoveyê de, “Diri Firat”pêveka nû ya bernameya”Reforma Rojhilat”ku dewleta Tirkiyeyê derbasî beşê Sûriyê yê li rojavayê Firatê kir. Bi vê yekê jî, dewleta Tirkiyeyê tişta ku di 100 salan bi Kurdên rojavayê Firatê yê di hûndirê Tirkiyeyê ya niha de kiriye, temam bike.

Projeya guhartina demografiya Efrînê dikeve çarçoveya plana Reforma Rojhilat ku Komîteya Lêkolîna Rojhilat amade kiriye. Vê komîteyê, bingehên projeya ku navê wê bû”Reforma Rojhilatê Anatolyayê”danî û mebest jê jî Bakurê Kurdistanê ye. Proje dabeşî du beşan bû; Beşê yekê(A) rojhilatê çemê Firatê û beşê duyemîn(B) rojavayê çemê Firatê.

Ji ber çalakiyên îstixbaratî yên bi plan, di 90 salan de nasnameya çandî ya Kurdan derbeyeke mezin xwar. Di heman demê de, partiyên çepgirên şoreşgerî yên tirkî jî bi rêbazên ku hatine eşkerekirin jî, roleke mezin a xerab di mayîndekirina zimanê tirkî wekî zimanê civakî lîstin. Her wiha, piştgirî ji Terîqetên Neqeşbendiyê yên rojavayê Firatê re hate pêşkêşkirin û bi vê yekê jî êdî Adiyeman bû navendeke Terîqeta Mala Neqeşbendiyê ku ew jî Neqeşbendiya sîxûr e û ji cewherê Neqeşbendiya Kurdistanî cûda ye.

Tirkiyeyê bi rêbazekî, beşekî mezin ji projeya tirkirinê li parçeyê Kurdistanê yê di hûndir sînorê wê yê li rojavayê Firatê pêk anî. Eger em bala xwe bidinê nexşereya civaka Kurdan û çanda kurdî li rojavayê Firatê, em ê bibînin ku tekane  herêm ku vê qirkirinê rizgar bûbû Efrîn e, ji ber ku li dervayî sînorê Tirkiyeyê ye. Lê Efrînê ne tenê herêmeke kesk e ku niştecihên Kurd têde dijîn, êdî veguhirî navenda hafîzeya çandî û civakî ya Kurdan li rojavayê Firatê, ji Melatiya heta Siwasê heta Efrînê. Dibe ku ev dane ya derbarê egera dagirkirina Efrînê ji gelek şopînerên ku li siyasetên rojane digerin(avêtina topekê, wêneyê Ocalan, PKK..hwd) ne rast be. Lê dewleta Tirkiyeyî bi vî rêbazî nafikire.

Ev rastî jî dibe ku beşekî mezin ji Kurdan haya wan ji van rastiyan tune be, lê ji bo dewleta Tirkiyeyê ev mijar tu caran ji bala wê neçûye. Ji ber ku hesabên wê li ser esasê qirkirina navendên destpêkirina li dijî Tirkkirina pêk hatî ye û Efrîn jî depoya çandî ya Kurdan rojavayê Firatê ye û kûrahiya wê ya çandî ber bi bakur ve ango ber bi Eyntab, Mereş û Adiyeman ve diçe, ne ber bi başûr ve diçe. Aliyê başûr ji bo Efrînê aliyekî di aliyî çandî de mirî ye. Lewra, çi destpêkirina çandî li dijî Tirkkirinê li rojavayê Firatê be, bê gûman wê ji Efrînê be, ji ber ku ew tekane navenda kurdî ya xwe ragire li rojavayê Firatê ye, li kêleka wê jî civaka Kurdan li Şehbayê bakurê Helebê .

* Werger ji erebî: Kendal Cûdî