Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan beriya bi çend rojan ji rûxandina rejîma Şamê, name ji serokkomarê Sûriyayê Beşar El-Esed re dişand. Wî dixwest lihevkirinekê li gel El-Esed pêk bîne û têkiliyan vegerîne qonaxa beriya 2011an. Erdogan bi mehan hewl da hevdîtinekê li gel El-Esed li dar bixe. Ji bo pêkanîna vê hevdîtinê, navbênkariya serokê Rûsyayê Putin xwest. Wî ji bo ku ev hevdîtin û lihevkirin pêk were, sozên naskirina rejîma El-Esed, geşkirina têkiliyên aborî û çewisandina hêzên opozîsyonê dabû. Armanca Erdogan ew bû, ku bi rêya normalîzekirina têkiliyan bi El-Esed re, bi milyonan penaberên sûriyayî ji Tirkiyayê derbixe û wan vegerîne Sûriyayê û bi vê yekê re, têkçûna AKPyê ya li hemberî CHP û DEM Partiyê rawestîne û karibe artêşa Şamê li dij HSD û xweseriyê bide xebitandin.
Jixwe El-Esed ev hewledanên Erdogan red kir û xwest ku dewleta tirk beriya ku Şam deriyê diyalogê bi Enqerayê re veke, hêzên xwe ji Sûriyayê vekişîne û dawî li dargîrkiriya xwe bîne. Tevî vê helwesta El-Esed, Erdogan bêhêvî nedibû û her heftî daxuyaniyek ji bo sazkkirina têkliyan bi Şamê re dida. El-Esed jî xwe serkeftî didît. Di wê demê de ew ji aliyê yekîtiya ereban ve hatibû qebûlkirin. Welatên ereb dixwestin wî ji nû ve hembêz bikin û bi vê yekê wî ji Îranê dûr bixin. El-Esed di çend hevdîtinên welatên ereban de amede bûbû û wiha hêvî dikir ku dê li ser desthilatdariyê bimîne.
Êrîşa HTŞyê ya ku di 27 mijdarê de dest pê kir hemû hesabên li heremê tevlihev û serobino kir. Ev êrişa ku HTŞ û komên çekdar yên bi wê re hevkar, pêk anî dikarîbû di çend rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus û Şamê ji destê rejîma El-Esed derxe. HTŞ di 8 kanûna pêşîn de Şam jî girt dest xwe. Artêşa El-Esed şer nekir û li ber xwe neda. Bi sedan û bi hezaran leşkeran çek danîn û reviyan an jî xwe radestî çekdarên HTŞ û cîhadîstên biyan kirin. El-Esed ji Şamê reviya û rejîm hilweşiya. Ev guhertinek mezin bû û ne di hesabê kesekî de bû. Serokê HTŞyê Ebû Muhemed El-Colanî (Ehmed Hisên El-Şeri) derbasî Şamê bû û xwe mîna hakim ragihand. Hikûmetek demkî ava kir. Di van her 3 heftiyên dawî de, bi şêweyekî balkêş ew ji aliyê gelek şandeyên navdewletî hat serdankirin. Qebûlkirinek ji bo wî peyda bû. Wî jî sozên xweguhertinê da. Heta çi radeyê ew semîmî ye û dixwaze dewletek li gorî rêbazên demokrat û mafên mirovan ava bike, ev yek ne diyar e. Lê ew niha wek derfetekê ji bo bidawîanîna şer û lihevkirineke navxuyî tê dîtin.
Rejîma AKP/MHPyê hewl dide pêşiyê li guhertinên muhtemel ên li Sûriyayê bigire. Ew dixwaze Şamê bigire dest û li wir bibe aktoreke sereke. Bi gotineke din, dewleta tirk dixwaze cihê Îran û Rûsyayê li Şamê bigire. Di serdanên ku wezîrê karê derve Hakan Fîdan û berpirsê MÎTê Ibrahîm Kalîn a ji bo Şamê de diyar bû ku ew desthilatdariya El-Şeri wek rejîmeke girêdayî xwe dibînin. Rejîma AKP/MHPyê dixwaze ji tevahiya cîhanê re bide xuyakirin ku wê El-Şeri anîye ser desthilatdariya Şamê û ji ber vê yekê mafên wê yê destwerdanê heye. Eger mirov li datayên serdana Fîdan û Kalîn temaşe bike, mirov vê hizirê baş fêm dike. Enqera dixwaze Şamê ji xwe re bike dûvik! Hewl dide rê li ber guhertinee bingehîn bigire. Şamê wek dema ku li jêr desthilatdariya El-Esed de bû, bihêle.
Destwerdana rejîma AKP/MHPyê li Şamê çend armancên xwe yên mezin hene. Ev armanc dewleta tirk sala 2011an diyar kiribû, ew jî nenasîna nasnameya kurd di destûra bingehîn de û redkirina forma xweseriya demokratîk. Niha Enqera li van xwestekan, daxwazek nû zêde kiriye, ew jî ragihandina rejîma nû ya Şamê şerekî berfireh li dij HSDyê. Erdogan jî daxuyaniyên şer dan. Wek ku ew serokê Sûriyayê be, xeber dide. Dibêje nabe HSD bimîne û xweserî jî divê ji holê rabe. Dibe ku di rojên li pêşiya me de ew serdana Şamê bike. Dê Erdogan hewl bide vê serdanê wek “serkeftinekê” diyar bike û xwe mîna sultanekî osmanî, ku serdana waliyê xwe li Şamê dike, bide xuyakirin. Erdogan hêvî dike ku bi rêya berizkirina rola rejîma xwe li Şamê, ew dikare carek din dengan zêde bike, li ser desthilatdariyê bimîne û rê li ber guhertinê bigire.
Niha helwesta El-Şeri tê pirsîn. Gelo ew dê rê bide Erdogan ku Sûriyayê bi Tirkiyayê ve girê bide û dagîrkeriya xwe bike beşek ji “hevkirineke stratîjî” ya 2 welatan? Gelo dê El-Şeri qebûl bike ku Erdogan ê ku beriya çend hefteyan parsêya têkiliyan li gel El-Esed dikir, Sûriyayê dewrî welayetek Tirkiyayê bike û şerekî navxuyî li vî welatî geş û gur bike? Her çiqas ku HTŞ û El-Şeri niha wek hikûmeteke demkî kar dikin û soza guhertinê û avakirina welatekî serbixwe û azad didin, lê ew ê rastiya vê helwestê di dema serdana Erdogan xuya bibe. Eger hat û daxwazên Erdogan yên şerê li dij gelê kurd, HSD û xweseriyê qebûl bûn, ev tê wateya ku HTŞ û El-Şeri peyayên AKP/MHPyê ne û ne xwedî îradeyek azad in. Eger hat û rê nedan destwerdanên dewleta tirk û li ser diyaloga bi kurdan, HSD û xweseriyê israr kirin, ev tê wateya peydakirina îradeyeke nû ya avakirina welatekî ku dixwaze bi aramî û aşîtî bijî.
Rastiya têkiliyên HTŞ û dewleta tirk çi dibe bila bibe, li vir helwesta HSDyê ya herî girîng û diyarker e. HSDyê vê dema dawî helwesta xwe baş diyar kir. Tekez kir ku ew hêzek niştimanî ya tevahiya pêkhateyên Sûriyayê ye, ku welatek azad û demokrat dixwaze. Her wiha berxwedanek lehengiyane li eniya şer kir. HSDyê dikarîbû hemû operasyonên şer ên çeteyan têk bibe û derbeyan li komên çekdar yên girêdayî dewleta tirk bixe. HSD dide xuyakirin ku ew xwedî hêz û îradeyeke berxwedanê ya bê sînor e. Ev nameyek e ji bo dewleta tirk û ji bo desthilatdariya Şamê ya nû jî. HSD vê xweseriyê û nişticihên wê diparêze. Dê rê nede tu dagîrkeriyeke nû. Li dij her cureyên êrîşan ên dewleta tirk û çeteyên wê, dê berxwedanek mezin û bêsînor bê kirin.