Sûriya û Îran: Têkiliyên stratejîk yên demdirêj ku mirûzên piştî sala 2011an xêz kir

By Şoreş Derwîş

Gotar bi zimanê erebî jî heye

Mirov nikare têkiliyên Îran û Sûriyayê di neynîka sala 2011an de û salên piştî wê de binirxîne, bêyî ku bi salan vegere paşde ku cewherê van têkiliyan bişopîne, ku ji beriya şoreşa Îranê ya sala 1979an de dest pê kir. Her wiha, ev têkilî xurtir bû piştî ku Ruhalah Xumeynî rêjîmeke tiyokrat ava kir ku Amerîka û Îsraîlê kir dijminên herî pêş ên komara îslamî. Tevî ku têkiliya Sûriya û Îranê di gelek pêvajoyên xurtî û qelsiyê re derbas bû, lê ev têkilî her ji bo herdu aliyan stratejî ma û ji têkiliyeke teknîkî an jî berjewendiyeke nêzîkzêdetir e. Lewra, wê bi sûd be ku bi dehên salan paş de vegerin û çavdêriya demê bikin da ku xwezaya vê têkiliyê nas bikin û têkiliyên ku van herdu rêjîmêm ku ji hêla teşe ve ji hev dûr in û lê berjewendiyên wan ên herêmî yek in, nas bikin.

Destpêk: Sûriya hevalbendekî stratejîk peyda dike

Di destpêka salên 60î de, têkiliya Sûriyayê bi oposizyona Îranê ya dijberî desthildariya Şah Mihemed Riza Behlewî re dest pê kir, ji ber ku Sûriyaya “pêşverû” desteka tevger û partiyên li dij rejîmên hevalbendên Îsraîl û Amerîkayê di berjewendiyên wê de bû. Lê ev têkilî bi piratîkî bi desthilstdariya serokê Sûriyayê yê wê demê Hafiz El-Esed re bi pêş ket, ku nefret ji desthildariya Şah dikir yê ku li kêleka Îsraîlê disekinî û girêdayî Amerîkayê bû, nexasim piştî ku El-Esed di serdana xwe ya li Tehranê ya sala 1975an de, nikarîbû bihêle ku Şah siyaseta xwe ya alîgir bi Îsraîlê re li ser hesabê ereban, biguhere. Ji ber vê yekê jî, êdî ev serdan bû deriyê ku Sûriyayê destek da oposizyona Îranê û sûd ji guhartina rejîmê li Îranê li gorî berjewendiyên xwe, girt.

Hafiz El-Esed dilê wî bo Îranê paqij nebû çaxa ku Îrana Şahinşahî li tenişta ereban bû di şerê itoberê de sala 1973, ku Îranê dixwest dîmenê herêmî biguhêre û xwe nêzî Sûriyayê bike da ku fişarê li opozîsyona li Libnanê bike, piştî ku îmam Mûsa El-Sedir li Libnanê bû xwedîhêz û ji tevgera şîî ya li Îranê bû pişt. Sedirê ku li Qimê hate dunyayê û li Necef û Ezher xwendina xwe kir, wê bibe yek ji kesayetên girîng ên têkiliya di navbera Sûriya û Îranê û serdana wî ya ji bo Sûriyayê di sala 1972yan de û piştre fetweya ku sala 1973an de ku elewiyên li Libnanê wekî şîî bi nav kirin, ev yek bandor li ser elewiyên li Sûriyayê jî kir, ku şîî û sinî bi hev re elewî wekî “muhertiqan” bi nav kirin. Di encamê de, Sedir dikarîbû ku elewiyan bixe cîhana şîî, berovajî siniyan ku helwesteke hişk li beramberî vê komê girtin.

Lê têkiliya El-Esed, ne li ser esasê mezhebî wekî ku sinî ev têkilî şirove dikirin, lê li ser esasê berjewendiya Sûriyayê ya beisî xelasbûna ji desthilatdariya Şah bû. Ji ber vê yekê, Şamê passport û destûrên mayînê û veguhastinê dida oposizyona Îranê yên şîî, çepgir û kurdan. Her wiha, bi şoreşa Îranê re, Sûriyayê bi coş destek da guhartina rejîma Şah û yeke welatê ereban bû ku piştgirî da şoreşê, ne tenê li ser asta rejîmê, lê belê rewşenbîrên sûriyayî pesnê şoreşa Îranê dan û ji wan Edonîs û Nîzar Qebanî.

Beriya ku Xumeynî were ser desthilatdariyê, Sûriya û Iraq bi çavekî dijminahî ya îdeolojî ya girêdayî Amerîkayê didîtin û li kêleka Îsraîlê disekine û Îsraîlê nas dike, temaşe dikirin. Lê beisî piştî serkeftina şoreşa Îranê, nexasim bi şerê Kendavê yê yekem 1980-1988an, di du rêyên cuda de meşiyan. Îran, li gorî îdeolojiya beis a iraqî, teşeyekî mecûsî yê kevnperest ku hewl dide şoreşa xwe derbasî Iraqê bike û divê were rûxandin, lê Şam Tehranê wekî hevalbendeke nû di şerê dorpêçkirina Îsraîlê de didît, ji ber vê yekê siyaseta redkirina “şerê beisî” û dijberiya “dijminahiya Sedam Hisên”, hilbijart.

 Têkiliya Îran-Sûriyayê ezmûnên dijwar derbas kirin

Tevî lihevkirina sûrî-îranî, lê têkiliya di navbera herdu welatan de, rastî du ezmûnên rasteqîn hat. A yekê, derketina Hizbulahê ya ku ji Îranê piştgirî digirt û mezinbûna rola wê li ser hesabê tevgera Emel a hevalbenda Şamê ya bandordar , ji ber vê yekê  têkiliyên di navbera herdu welatan de ji sala 1986 heta 1989an de, aloziyeke biçûk çêbû. Lê Libnan, wekî laboratûra têkiliya di navbera du hevalbendên nû de, nebû qada rikberiyê, bi qasî ku bû qada bijartina hevlabendên nû yên baweriyan bi wan bêhtir bê, bêhtir ji komikên filistînî. Her wiha, stratejiya El-Esed piştî derketina Misirê ji çarçoveya şerê ereb û Îsraîlê piştî lihevkirina Camp David di adara 1979an de, baweriya bi hevalbendê xwe yê nû (Îranê) derxist holê.

Ezmûna din a têkiliyê, di pêvajoya beşdarbûna Sûriyayê di danûstandinên eşkere bi Îsraîlê re li Medrîdê sala 1991ê bi serpereştiya Amerîkayê û piştî wê jî danûstandinên veşartî li Osloyê. Her wiha, peywendî û danûstandinên ku piştre di sala 1999an de û sala 2000î de pêk hatin, dema ku danûstandin di navbera herdu aliyan de, li bajarê Shepherdstownê yê amerîkayî li wîlayeta Virginiayê dest pê kir û serokê Amerîkayê yê wê demê Bill Clinton û wezîra wî ya derve Madeleine Albright serpereştiya van danûstandinan dikir. Di wê demê de, ev rêze peywendî û hewldanên danûstandinê, baweriya Îranê bi rejîma El-Esed a bav re û ne jî dema ku Beşar El-Esed hewl da danûstandinan sala 2001ê vejîne û ragihand ku Şam amade ye bi hikumeta Ariel Sharon re bikeve danûstandinan û hewldanên xwe di sala 2004an de jî nû kirin, xerab nekir. Di van rêveçûyînên dirêj ên danûstandin û peywendiyên bi Îsraîlê re, têkiliya Îran û Sûriyayê xerab nebû.

Şerê Kendavê yê yekem û duyem

Di dema şerê Kendavê yê yekem de, têkiliya Îranê bi Sûriyayê di cîhana wê ya erebî de giran bû, nexasim ku dewletên kendavê ku piştgirî didan Sedam Hisên û wekî “parêzvanê dergehê rojhilat” bi nav dikirin. Lê têkiliya bi Sûriyayê re jî li ser Îranê giran bû, ku li dij koma Ixwan El-Muslimîn disekinî û ew di sala 1986an de bi revandina baylozê sûriyayî Eyad El-Mehmûd çend saetan tawanbar kirin û ragihand ku ew girêdayî rejîma Sedam Hisên in. Ev helwesta tûj a rêjîma Ayetulah “yê tiyokrat”, girîngiya rêjîma Şamê “ya sekular” di terazûya têkiliyan de dide xuyakirin li hember Ixwan El-Muslimînan. Ev tev de têkiliya xweş a bi komê re û bandorbûna şîiya siyasî bi hizirên Ixwan El-Muslimîn, derbas kir, her wiha tecrûbeya Niwab Sefewî damezrînerê “Fîdaiyan Îslam” yê bi hizirên Seyid Qutub bandor bûye û derbasbûna Xumeynî bo cîhana siyasî li ser destê Sefewî.

Berî şerê kevdavê yê duyem, Tehran û Şam ji rola mezin a Sedam El-Hisên tirsiyan, pişî ku di şerê xwe de bi ser ket, şerê ku da xuyakirin ku şerê wekaletê ye bo “neteweya erebî” û hewl da encamên wê keysbaz bike. Ji wê El-Esed guh da mijara herêmî û careka din di sala 1990î de serdana Tehranê kir, ew yekemîn serdan bû piştî xistina hukimê Şah û piştî wê gelek hevdîtinên fermî, lihevkirinên aborî, leşkerî û ewlehî pêk hatin. Çaxa ku Sedam Hisên êrîş bir ser Kwêtê, xuya bû ku mentiqê Hafiz El-Esed yê tirsa ji tundiya Sedam Hisên rast bû, her wiha “ragihandina Şamê” ya ku di adara 1991ê de hatibû îmzekirin li bara hevkariya di navbera dewletên erebî de u ji hêla wezîrên karên deve ve hat derxistin, dorpêçkirina siyasî ya li ser Şamê vekir, çaxa ku rastbûna aliyê Sûriyayê xuya bû ku dixwest Îranê ber bi xwe ve bîne tersî ku şerê wê bikin. Ev nêzîkbûna sûriyayî-erebî, derfetek da El-Esed da ku metirsiyên li hember Îranê kêm bikin û pirtûkeke din bixwînin ku navê wê “metirsî ji Sedam Hisên e”.  Îran ji beşdabûna Sûriyayê ya di şerê Kwêtê de li tenişta Washingtonê “şeytanê mezin” gihaşt û tu lome li hevalbendê xwe yê sûriyayî nekir.

 Zimanê aborî û parastina hevbeş

Tiştê ku şopa hevpeymana sûriyayî-îranî xurt kir, hevbeşiya aborî bû, aboriya Îranê ya dorpêçkirî û qels di Sûriyayê de bazareke nûhatî ya pîşesaziya kîmyayî û hawirdekirina otobus û tirimbêlan dît. Di demên pêş de dê Îran kargeheke otombîlan li Sûriyayê ava bike, di serdema Beşar El-Esed de. Xuya dikir ku dê pêşerojeke baş li pêş bazirganên îranî hebe. Ji hêla xwe ve jî Sûriyayê madeyên xav bo Îranê rê kirin ên mîna fisteqên helebî, hevrîşm û fosfatê, ku qaseya bazirganî ji destpêka 2000ê ve heta berî sala 2011an giha 3 milyar dolarî û piştî sala 2011an vegeriya 2 milyar dolarî.

Ji bilî hêla siyasî/stratejî, hevkariyeke leşkerî ku ji pêşekên herdu aliyan bû, hebû. Ku Sûriya dê ji sala 2004an ve rêzelihevkirinê leşkerî îmze bike û lihevkirineke parastinê ya hevbeş di hezîrana 2006an de îmze bike û lihevkirineke hevkariya leşkerî di 2007an de îmze bike piştî pêngava dagîrkeriya amerêkayî-brîtanî ji Iraqê re. Hebûna Amerîkayê, cîranê nû li Iraqê bû metirsiyeka nû li ser herdu cîranan, vê yekê hişt ku kedeke leşkerî û ewlehî ya mezintir bê kirin da ku Amerîkayê bi rêya fînansekirina opozêsyon û “berxwedana” iraqî dorpêç bikin û cîhadîstan derbas bikin da ku şerê Amerîkayê bikin. Çêkirina çirava iraqî yek ji karên sereke yên herdu rêjîman bû, ku armanca wan ew bû ku cih li amerîkayiyan teng bikin û bihêlin ku xwe vekişînin, her du rêjîman hest kirin ku dê dora wan jî bê dema ku George Bush got ku rêjîmên dîktator dê mîna kevirên domînoyê bikevin. Ev derbirîneke bibandor e di siyaseta amerîkayî de piştî ku destê Yekîtiya Sovyetê ji ser rêxistina komunîst (WARSO) li Ewropayê rabû.

 Hizbulah reheke din a têkiliyê ye

Şerê tîmeha 2006an ne tenê hişt ku Hizbulah di hundirê Libnanê de biçe asteke din, lê belê rola Sûriyayê di Libnanê de vejand piştî ku Şam rastî fişarên hundirîn ji Libnanê dihat û fişarên din ên ku Amerîkayê bi rêya qanûna “darizandina Sûriyayê û vegerandin serokatiya Libnanê” ew bi rê ve dibir, ku di 12ê kanûna pêşîn a 2003yan de û bi biryaya Encumana Ewlehiyê ya hejmar 1559 sala 2005an hat erêkirin ku bang li tevahiya hêzên biyan yên li Libnanê kir ku derkevin û Libnan serxwebûna xwe bi dest bixe.

Şerkirina Hizbulahê bi Îsraîlê re hişt ku cihekî xwe yê kûr di hundirê civaka sûriyayî de çêke, heta bi civaka sinî jî. Ne tenê wiha lê belê heta bi komika Ixwan El-Muslimîn jî êdî alîgiriya Hizbulahê kir û di 2007an de hewl da bi rêya serokê Cebheya Karê Îslamî li Libnanê, Fethî Yekin  ku lihevkirinekê bi rêjîmê re çêkin û tiştê borî ji bîr bikin û bihêle ku endam û serekên komikê vegerin Sûriyayê. Paşê Yekin jî daxuyanî da ku “helwesta wî mîna helwesta Murşidê giştî yê Ixwan El-Muslimînan e, Mihdî Akif, yê ku komploya li dij rêjîma Sûriyayê red dike, ji ber ku di rûyê Îsraîl û Amerîkayê de radiweste”.

Di rasteqîniyê de, çalakiyên Hizbulahê yên li dij Îsraîlê û hewlestên Tehranê yê li dij “cîran” ê amerîkayî, şîiya siyasî û çekdar nêzî Sûriyayê kir. Ji ber wê tiştekî normal bû ku sûriyayiyan didît ku payeya Hesen Nesrelah bilind bû û wêneyên wî li tenişa yê Beşar El-Esed li ser otobusên giştî û otombîlan dihatin danîn. Şopa wijdanî ya şerê tîrmehê hişt ku wêneyekî cuda yê şîayê li Sûriyayê peyda bibe, ew jî bi awayekî mezin bi şerê navxweyî yê Sûriyayê re belav bû û nema peyda bû.

 Dûmahî

Dê ne karekî hûrbîn be heger em aliyê dîrokî yê têkiliyên îranî-sûriyayî paşguh bikin, têkiliyên ku rêjîmên herdu welatan bi dirêjahiya 30 salî komî hev bûn, her wiha dê ne karekî hûrbîn be heger em bibêjin ku destwerdana îranî di şerê navxweyî yê Sûriyayê de karekî hawarî bû û jixweberiyeka siyasî bû an jî tûşiyeke nehesabkirî bû, an jî em bibêjin ku “paytexteke erebî dagîr dike”, wekî çawa aliyên ku li dij berfirehbûna serdestiya Îranê ne li deverê, ji ber ku Sûriya di xeyalê stratejî yê Îranê de, qadeke jiyangîr û navenda parastina rêjîma îranî ye.

Di demeke sala 2012an de, serokê Iraqê yê berê, Celal Telebanî dît ku heger em li xwezaya rêjîma Sûriyayê binêrin, em ê bibînin ku tevgera xwepêşandanan nikare rêjîma El-Esed birûxîne, a jê girîngtir jî rola Îranê li Sûriyayê, wî dît ku Tehran dê bi hemû hêza xwe hewl bide rêjma El-Esed nekeve. Ango Îran û pê re jî Hizbulah dê li tenişta rêjîma Sûriyayê bin, heta ku neçar ma lêçûnên darayî yên ku lê xerc bibin ji aboriya îranî ya ku di salên borî de bi dest xistibû mezintir be, ne tenê wiha heger cihê xwe li Xezayê ji dest bide û hevalbendê yê sinî yê tekane (tevgera Hemasê) jî bi bin bikeve ew dê dest ji rêjîma El-Esed bernede. Ji ber ku têkiliya bi tevgerê re tektîkeke îranî ya nîvstratejî ye, lê têkiliya bi rêjîma sûriyayî re ji bingehê xwe de stratejî ye û dibe ku çarenûsa Îranê li deverê, li ser beravê deryaya Spî û li nêzî Îsraîlê, diyar bike.