Sînorê Îran û Îsraîlê

By Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye ألعربية

Dê nekeve warekî berfireh ê şîrovekirinê, ne jî ji nirxê bûyerê ye ku wekî wê hê çênebûye, heger êrîşa îranî ya vê dawiyê ya li dij Îsraîlê bi “êrîşa spîkirina rûyê xwe” bê wesfkirin, ji bilî wesfkirina wê bi “şano”yê. Dibe ku kesê  ev wesf lê kirine dixwestin ku encam rûxîner be, ev yek jî piçûkkirineke eşkere ye û xwendineke dilxwestinî ji rastiyê re ye, an jî dibe ku derbirînek be ku ji tîma din hatiye (ku ereb tê de ne, her wiha rojavayî jî) û dibe ku Îran rengek ji rengên “xizmetkariya siyasî” ya berçav bi lîstikvanên navdewletî re pêk tîne, ku li ser bingehê parvekirina deverên desthilatê li gor planên ku li ser hatiye lihevkirin, hatiye avakirin. Ev tev de di çarçoveya hewldanên Îranê de ye yên bo avakirina hêzeke herêmî ku dixwaze di tevahiya devera erebî de berfireh bibe.

Tiştê ku çêbûye, tevî hemû axaftin û analîzkirina derbarê tiştê ku rûdaye, êrîşa Îranê cara yekem û bi awayekî yekser bû ku bi rêya bi sedan balafirên dron û mûşek, kûrahiya Îsraîlê hedef girt. Êrîşeke rasteqîn û yekser bû piştî bi dehan salan ji gef û daxuyaniyên dijwar, ku lûtkeya wan gef û daxuyaniya “tunekirina Îsraîlê li ser nexşeyê” bû. Lê her çiqas ku Îsraîlê û hevalbendên xwe li pêşiya mûşek û balafirên dron sekinîn û piraniya wan di esman de xistin xwarê, heta ku beriya bikevin atmosfêra Îsraîlê û “qubeya hesinî” ya Îsraîlê jî moşek û balafirên din ên mayî xistin xwarê, lê name gihaşt. Bi xwe re diyar kir ku rejîma Îranê dikare hedefgirtineke yekser pêk bîne û bi rêya bi sedan balafiran (balafirên ku dikarin serikên bombekirî yên wêranker hilgirin).

Tehranê êrîşa Îsraîlê ya li dij rêveberên ji Pasdaran li baylozxaneya Îranê li Şamê, bê bersiv nehişt ku cara yekemîn e Îran bersiveke wiha dide. Îran li vir rikberiyê dixwaze  û dixwaze ku cihê xwe wekî lîdereke eksenek ku tê de dewlet û milîsên çekdar hebin ku wekî artêşên sîstematîk kar dikin û serwerî li ser şiyan û qadên mezin bike, mayînde bike. Rikberî vê carê çêjeke xwe ya din hebû, di demekê de ku şerê li Xezayê dewam dike û dewletên erebî û îslamî nikarin destwerdanê bikin. Lewra, di hesabên Îranê de, ev êrîşa yekser  nameyek ji “aliyan” re ye ku “navend” bi hêz e û dikare bi xwe destwerdanê bike û diyarkirina şiyanên leşkerî ku bi sedan kilometer derbas dike, da ku bigihêje kûrahiya dijmin. Her çiqas ku Îranê berê di kûrahiya Îranê de êrîş pêk anîne, bi rêya rêzeteqîn û kuştinên li dij navendên lêkolînê û zanyarên nuklerî yên îranî, lê atmosfêra heyî û şerê germ ê li Xezayê û meyla navdewletî ku binpêkirinê li dij sivîlan rexne dike û daxwaza Îranê ku Îsraîlê wekî jihevketî bide nîşandan ku dezgehên ragihandinê yên Tehranê propogandeya vê yekê dikin, vê yekê hişt ku Îran destwerdanê bike û rêzebalafirên dron û mûşekên ku dûr diçin, li dij kûrahiya Îsraîlê biavêje û vê carê ne wekî her car bû ku tenê digot: “Bersiva Komara Îslamî ya Îranê dê cih û demeke destnîşankirî de be!”.

Di hesabên Îsraîlê de, êrîşa Îranê wekî ragihandina şer e ku nayê efûkirin. Ji ber ku êrîşa leşkerî gefan li dewleta îbranî dixwe û gotina ku ew “dewleteke biewle ji bo gelê cihû ye” bêwate dike, ku êdî li dervayî Îsraîlê diyardeya dijminahiya li dij samîtîzmê zêde bûye. Êrîşa Îranê tevî her tiştê li ser hate gotin (ku ne navendên bajaran û ne jî navendên girîng hedef girtine û li gorî daxuyaniya wezîrê karê derve yê Îranê Emîr Ebd El-Lehiyan ku Tehranê derbarê êrîşê, Amerîka agahdar kiriye), pêvajoyeke nû ji pêvajoyên şerê di navbera Îranê ku rêveberiya eksenek dijberî Îsraîlê û hebûna wê li herêmê dike û di navbera dewleta îbranî de ye, ku ji bo wê ewlekariya welatiyên wê tişta herî girîng e.  Her wiha Îsraîl dizane ku milîsên ku ji Îranê piştgiriyê digirin, êdî li ser wê bûye metirsiyeke stratejîk, ne wekî artêşên ereban e ku berê siloganên wekî “Îsraîlê biavêje deryayê” bi navê wan dihate gotin.

Texmîn ew e ku êrîşa leşkerî ya Îranê wê bê bersiva Îsraîlê di kûrahiya Îranê de, nemîne. Ji bilî ku hikûmeta Îsraîlê dixwaze ewlekariya welatiyên xwe yên îsraîlî bi giştî û cihû bi taybet wekî tiştekî sereke bihêle da ku destkeftiyên siyasî jî li pey  vê yekê qezenc bike, lê derbasbûn û êrîşa dîrokî ya Îranê ku cara yekem pêk tîne, dê bê bersiva ku şiyan û pêşketina dewleta îbranî li dij gefan bide xuyakirin, nemîne. Her wiha bi hevrûkirina bi êrîşa Îranê ya yekser re, ku windahî li nava Îsraîlê çênebû, wê bersiva Tilebîb herî zêde bi baldar û balkêş be û wê di aliyê leşkerî de be. Mirov dikare vê yekê jî ji êrîşên dewleta îbranî ya hûndir û dervayî Îranê, fêm bike.

Bê gûman, Amerîka û aliyên rojavayî û gelek dewletên ereban, naxwazin ku şerekî giştî li herêmê rû bide, ku dibe ev yek veguhere şerekî mezin yê vekirî û nedîspilînkirî, lê tiştê çêbû sînorê agahiya borî derbas kir. Tiştê ku çêbû sînorê “bersiva wekhev” derbas kir, li deverekê ku hemû yekîneyên wê yên siyasî xwe dispêrin hêzê bo garantiya ewlehî û seqemgîriyê. Tiştê ku çêbû, derketina ji “rêzikên pevçûnê” bû, xuya dike ku dê dorpêçkirin û rêxistinkirina wê bi awayê ku hin dewlet di vê kêferatê de dixwazin, bi ser nekeve. Her wiha heger di dorpêçkirina şer di sînorê gengaz de, bi ser ketin dê ne tiştekî suprîz be an jî bûyereke dîrokî ya mezin be..