Êzdiyên xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê

By Tariq Hemo

Ji sala 2011an ve, pêkhateya kurdên êzdî azer û zordariyeke mezin li Sûriyayê jiya. Li ser destê komên çete yên çekdar, rastî komkujî, talankirin û derbiderkirinê hatin. Sedemên armancgirtina êzdiyan ji wê yekê dihat, ku ew wek netewe (kurd) û wek ol (ne misilmanên sinî) bûn. Komên çete yên kirêkirî û ji aliyê dewleta tirk ve dihatin destekgirtin, gelek êrîş birin ser gundên êzdiyan li heremên Efrîn û Serê Kaniyê. Bi dehan welatiyên êzdî kuştin û revandin. Dema ku hîmên xweseriyê hatin bicihkirin, YPG û YPJ ava bûn, ciwanên êzdiyan jî tevî nava refên hêzên xweparastin û berxwedanê bûn. Her wiha di nava sazî û dezgehên xweseriyê de jî, êzdiyan cihê xwe girtin û bûn beşek ji vê rêveberiya gelerî ya nû.
Dewleta tirk ya ku di sala 2018 an de Efrîn û di sala 2019 an de Serê Kaniyê, dagîr kir, bi rêya çeteyên xwe, komkujî li dijî êzdiyan pêk anî. Her wiha destdirêjî li parastgeh, goristan û ziyaretên wan ên pîroz kir. Çeteyan gundên êzdiyan destser kirin û bi awayekî sîstematîk êzdî ji Efrîn û Serê Kaniyê koçber kirin. Bi dehan gundên êzdiyan hatin wêrankirin û desteserkirin. Ev yek komkujî bû. Bi dehhezaran êzdî derbider bûn û neçarî koçberiyê li heremên din yên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û li Ewropa, bûn. Vê rewşa nû, pêdiviya bi karekî rêxistinkirî yê mezin li ser êzdiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê feriz kir. Diviyabû tevahiya êzdî li welat û derve werin rêxsitinkirin, da ku karibin mafên xwe biparêzn û doza xwe ji bo tevahiya cîhanê ragihînîn. Diviyabû hemû cîhan kiriyarên çeteyên dewleta tirk bibhîze û bibîne û li gorî wê helwestê bisîtne.
Ji bo ku êzdiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê li jêr saziyeke giştî ya siyasî û civakî xwe bidin ser hev, di sala 2020 an de Yekîtiya Êzdiyên Sûriyayê (YÊS) hate avakirin. Ev rêxsitina nû mîna sêwaneke giştî ji 9 mal, komel û rêxistinên êzdiyan li welat û derve pêk hat. Her weha bi sedan ji kesayetiyên civakî, olî û akadîmî jî cihê xwe di nava vê sêwanê de girtin. YÊSyê karekî mezin girt ser milê xwe. Di warên siyasî û civakî de xwest nûnertiya êzdiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê bike. YÊSyê armanca xwe kir ew yek, ku karibe li ser astên navnetewî, sûriyayî, kurdistanî û li ser asta xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê, maf û berjewendiyên êzdiyan biparêze. Xwerseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê jî YÊS wek nûnera êzdiyan nas kir û deriyên xwe li pêşiya vê sêwanê vekir. Di warên siyasî û civakî de, mal û komeleyên êzdiyan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û endamên YÊSyê, bûn muxatebê xweseriyê û bi karûbarê pêkhateya êzdî hatin erkdarkirin.
Li ser asta navnetewî, YÊSyê cihê xwe di gelek dezgeh û komîteyên ku ji aliyê Netweyên Yekbûyî (UN) ve ji bo pirsa Sûriyayê hatine avakirin de girt û wek nûnerê êzdiyan li Sûriyayê hat qebûlkirin. YÊSyê Li gel Geir Pederson, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyayê, hevdîtin pêk anî û bi awayekî peryodîk tevî hemû hevdîtin û civînên derbarê Sûriyayê bû. Her wiha hevdîtin bi gelek aliyên ewropayî jî kir û dosyayên derbarê zilm û zordariya ku dewleta tirk û çetyên wê li Efrîn û Serê Kaniyê bi serê êzdiyan anîye, pêşkêşî aliyên pêwendîdar kir.
Vê dawiyê YÊSyê şandeyek ji 5 kesên rêveber şand Bakur-Rojhilatê Sûriyayê, da ku ji nêz ve rewşa êzdiyan bişopîne û hevdîtinan bi xweseriyê û partî û hêzên kurd, ereb û siryanî pêk bîne. Ev şande ji aliyê xweseriyê ve hate pêşwazîkirin û ji bo nîqaşkirina rewşa êzdiyan û beşdarbûna wan a nava sîstema xweseriyê hat qebûlkirin. Serdana şandeya YÊSyê dengekî baş veda û di alavên ragihandinê de gelek hevdîtin û şîrovekirin çêbûn. YÊS bi rêya vê şandeyê xwest bibe pirek di navbera welat û derve de.
YÊS sêwaneke giştî ya hêz û rêxisitinên civaka êzdiyên Sûriyayê ye. Ew aliyekî siyasî û civakî yê serbixwe ye. Ew ji bo xwe maf û berjeweniyên êzdiyan di çarçoveya xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û sûriyayeke demokrat de, esas digire. Bi rêya beşarbûna piraniya qatên civakê di nava komîteyên ku YÊSyê ava kiriye, ev rêxsitin bûye aktoreke beriz, ku bi rastî nûnertiya vê pêkhatiyê dike û li welat û derve berjwendiyên wê diparêze û pirsgirêkên hundrîn ên civaka êzdî çarser dike. Her weha YÊS ji bo xweseriyê jî dibe pişt û li ser asta navnetewî û Sûrî helwesta xweseriyê xurt dike û dide diyarkirin, ku xweserî êzdiyan diparêze û hemû taybetmendiyên wan nas dike. Ji ber vê yekê divê xweserî alîkariya YÊS bike û di warê siyasî, aborî û civakî de wê bide pêş.

Bi rêya vî karê rêxistinkirî yê civakî, bi dehan hezar êzdiyên li welat û derve (bi taybet Almanya) dikarîbûn xwe birêxsitin bikin û ji bo misogirkirina hebûna xwe, parastina mafên xwe û girêdana bi welat re, bibin bersev, aliyekî xwedî giranî û biryar…