Rewşa ragihandin û rojnamegeriya kurdî (herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê) wek mînak

By Tariq Hemo

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) di 22.04.2024an de bi boneya cejina Rojnamegeriya Kurdî û salvegera 126an ya derçûna rojnameya KURDISTAN li Qahîreyê, komcivînek derbarê rewşa ragihandin û rojnamegeriya kurdî de lidar xist. Di komcivîna ku bi riya Zoomê hat amadekirin de, hejmarek rojnamevan û medyanasên kurd beşdar bûn.

Bi dirêjahiya 4 saetan, rewşa ragihandina kurdî hat nîqaşkirin. Gelek tecrube û nerîn derbarê xîtab û şêweyê ragihandina kurdî de hatin gotin û danûstandinek befireh li ser naverok û şêweyê çêkirina nûçeyan, ravekirina bûyeran û nirxandina rewşa siyasî ya kurdan li hemû beşên Kurdistanê, hat kirin.

Di komcivînê de li ser 2 astan hat axaftin. Asta yekem: Gelo ragihandina kurdî dikarîbû pirsa kurd, siyaset û kiryarên dagîrkeran û tekoşîna kurdan ya ji bo azadî û nasnameyê, ji bo cîhanê û raya giştî rave bikira? Derbarê sedemên kêmasî û qisûra ragihandina kurdî de, bi taybet ya ku bi zimanên biyanî weşanê dike, nerîn û nirxandinên cuda hatin kirin. Asta duyem: Ragihandina bi zimanê kurdî, çiqasî dikarîbû rewşa gelê kurd û Kurdistanê vebêje, kurdan agahdar û hişiyar bike, vîn û hestek netewî ava bike û nêzîkatiyekê çêbike. Li ser vê mijarê jî beşdaran tecrube û nirxandinên xwe gotin.

Di dawiya komcivînê de NKL çend xalên mîna encamname derixist, ku dikarin mîna kurtahiya vê komcivîna dirêj bên dîtin. Ev xal mîna pêşinyar jî ji bo tevahiya sazî û dezgehên ragihandinê yên kurdistanî (li vir bi taybetî yên herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê) werin pêşkêşkirin. Li jêr emê xalên girîng, ku mîna encamname hatine qebûlkirin, rêz bikin:

  • Divê zimanê kurdî di hemû dezgeh û saziyên fermî yên herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê de were bikaranîn û pêşxistin. Hemû belge, biryar û daxuyanî bi zimanê kurdî werin derxistin û belavkirin.
  • Divê herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê li ser ragihandinek profsyonal a bi zimanên erebî û inglîzî ji bo diyarkirin û şîrovekirina rewşa heremê û pêşveçûnên siyasî, civakî û tekoşîna li dijî terorê, bixebite.
  • Divê aliyên pêşverû li herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê, mîna mafên jinê, parastina hawirdorê, destekdayîna kêmol û kêmnetewan, belavkirina hizra wekhevî û tolaransê, wek mijarên sereke bên girtin û bi awayekî sîstematîk ji bo raya giştî ya cîhanê werin pêşkêşkirin.
  • Divê beşên ragihandin û rojnamevaniyê li zanîngeh û instîtutan werin vekirin. Divê ev beş hîndekariyek zanistî li gorî demê bidin û rojnamevan û medyanasan perwerde bikin.
  • Divê profisyonalî, ne propagandeyek beloq, esas were girtin.
  • Divê herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê ajansek fermî a ku bi navê heremê diaxife, ava bike û bi riya wê hemû daxuyaniyên fermî, nûçeyên girêdayî sazî û dezgehan, bi gelek zimanan, belav bike. Ev ajans dibe jêdera sereke ji bo hemû alavên ragihandinê û rojnamevanan be.
  • Divê dezgehek pêwendîdar hebe, ku karibe riya agahîstendin û nûçewergirtinê ji bo hemû rojnamevan û peyamnêran li heremê vebike.
  • Divê aliyên têkildar li herema Bakur – Rojhilatê Sûriyê bernameyek alîkariyê ji bo xwendevanên tezeyên master û doktorayê (çi li heremê û çi li derve) pêşkêş bike, ku ew bi riya vê alîkariyê karibin tezeyên xwe li ser mijarên cûr bi cûr li heremê çêbikin. Di hemû warên aborî, civakî, tekoşîna li dijî terorê, dagirkeriya dewleta tirk, mafên jinê, parastina hawirdor û kêmol û kêmnetewan de, dikarin lêkolînên zanistî werin kirin.
  • Divê bi awayekî fermî destek ji bo medya dîjîtal were kirin.