“Rêgezên Îranê” ji bo Rojhilata Navîn a nû!

By Hisên Cimo

Amerîka bi rêya hemû platformên xwe yên bi bandor di raya giştî de, hewl dide ku êrîşa Îranê ya mezin a li dij Îsraîlê ya bi sedan mûşek û balafirên dron, wekî serkeftina sîstema parastinê ya Îsraîlê û hevalbendên wê bide diyarkirin, da ku vê êrîşa wêranker vala derxe. Ev jî rast e, eger ku armanca Îranê ji vê êrîşê ku zirarên madî bide Îsraîlê. Lê daxwaza serokê Amerîkayê Biden ku nehêle Îsraîl bersivê bide pêk nehat, tevî ku Washington nêrîna “serkeftina Îsraîlê” di yekem êrîşa Îranê ya yekser li dij wê, xist rojevê. Di vê çarçoveyê de, di berbanga 19ê nîsanê de Tilebîbê  êrîşeka bi mûşek û balafirên dron, li dij baregehên Pasdarên Îranê li Esfehanê, pêk anî.

David Ignatius di rojnameya “Washington Post”ê de bi sernavê “Serkeftina balkêş derftek da Îsraîlê” nivîsand, ango piştî 6 mehên bêhêvî li Xezayê, di dawiyê de Îsraîlê serkeftineke girîng li dij dijminên xwe bi dest xist, bi rêya bersivdayîna teknolojiya xwe ya leşkerî ya bilind  ji êrîşa mûşekan a Îranê re. Her wiha, David Ignatius anî ziman ku serkeftina balkêş ku Îsraîlê di bersivdayîna Îranê de bi det xist, dibe ku di şoka şerê Xezayê de, bibe xaleka veguhartinê.

Di heman demê de, berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn di encûmena neteweyî ya Amerîkayê de Brett McGurk jî got: “Êrîşa Îranê senaryoya herî xerab bû, lê di encamê de  ji bo Îsraîlê baştirîn senaryo bû.”

Her wiha, rayedarên amerîkayî jî ji bo nêrînên xwe bidin ragihandinê ketin pêşbirikê û dane zanîn ku derdora ji sedî 50 ji mûşekên balîstîk ku Îranê avêtin, di destpêkê de têk çûn an jî beriya ku bigihêjin armancên xwe têk çû, her wiha nîvê din ê mûşekan jî bi awayekî serkeftî rê li ber wan hate girtin. Di heman demê de, rayedarekî amerîkayî jî tinazên xwe bi şiyanên mûşekên îranî kir.

Di heman çarçoveyê de, generalê karbes Frank McKenzie ku rêveberiya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di operasyona kuştina Qasim Suleymanî de dikir, ragihand ku Îran di warê leşkerî de têk çû, ji ber ku nikarîbû zirarekê bide Îsraîlê bi rêya êrîşa xwe ya balafirên dron û mûşekan û wiha got: “Îranî îro lawaz in ne wekî duh in, herçiqas ku bibêjin, her kes dizane ev êrîş têk çû û ev jî nûçeyên baş ji bo Îsraîlê ne.”

Nimûneyên nêrînên borî hewl didin ku Îsraîlê razî bikin ku bersiva êrîşa Îranê nede. Lewra, ji bo rêveberiya Biden îsrara Îsraîlê ya bersivdayînê wê bêhêvî be, ji ber ku rayedarên amerîkayî hêvî dikin ku bêbandorkirina êrîşa bi mûşekan a Îranê wekî diyarkirina hêzê ye û piştre hêvî dikin ku şerê Xezayê, hinekî aram bibe. Her wiha, Biden  piştî êrîşa Îranê şîret li serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir û got: “Piştî vê serkeftinê bisekine û baş bihizire”.

Walter Russell Mead di rojnameya “Wall Street Journal”ê de, bi sernavê “Divê Îsraîl bi vê serkeftinê razî nebe” nivîsand û got: “Biden derbarê Rojhilata Navîn de îro jîrtir bûye, ne wekî çileya 2021ê… Îro Biden dizane ku ne hêsan e bi Îranê re li hev bike û dûrî Rojhilata Navîn bikeve û eger ku Amerîka hêvî dike rola xwe di xetên pêşî ên li herêmê de bi paş de vegere, divê bixebite da ku koalîsyonê xurt bike, ji bo hewldanên Îranê yên tund ku li herêmê bibe serwer, têk bibe.”

Lê, çawa ev koalîsyon were avakirin?

Amerîka li ser asta herêmê zêdetir bal kişand ser hevkariyeke hinekî fermî di warê parastina esmanî de, li şûna avakirina kopiyeke NATO a Rojhilata Navîn, da ku sîstema balafirên dron û mûşekan a îranê ku pêş dikeve, lawaz bike, ku heman çek bûn gef li Îsraîlê xwarin. Lewra, kedên ji bo avakirina sîstemeke parastinê ya esmanî ya temamker li herêmê, vedigere bi dehan salên borî. Ev însyatîf piştî peymanên Îbrahîm a sala 2020î rastî zexmeke mezin hat, ku rêveberiya Trump tê de bû navbeynkar û di encamê de têkiliyên fermî di navbera Îsraîl û Îmaratê û Behrên de, hatin avakirin.  Piştî wê bi du salan, “Pantagon” Îsraîl ji rêveberiya xwe ya Ewropayê, veguhestin rêveberiya navendî ku dewletên mayî yên Rojhilata Navîn digire nava xwe. Ev gav jî hişt ku hevkariyeke leşkerî ya mezintir bi hikûmetên ereban re di bin serpereştiya Amerîkayê de, were çêkirin. Lewra, li gorî Dana Stroul ku heta kanûna 2023yan mezintirîn berpirsê sivîl di Pantangonê de bû û berpirsê Rojhilata Navîn bû, veguhestina Îsraîlê ya nava Rêveberiya Navendî, wekî guhartinek di rêgezên lîstokê de bû û ev jî pevguhartina agahiyên îstixbaratî û hişyarên pêşwext di nava dewletan de, hêsan kir.

Lê li gorî analîzeke ku “Wall Street Journal”ê weşandiye, heta niha hevkariya ereban û Îsraîlê lawaz e û dewletên ereban ên ku beşdarî vê koalîsyona lawaz bûne, naxwaze ragihîne ku beşdarî bersivdayîna êrîşa Îranê bûye û ew dibîne ku şerm e heger aliyekî bibijêre. Her wiha, yek ji efserên kevnar ên îstixbarata navendî û serokê berê yê têkoşîna li dij terorê bi wekaletê, Bernard Hudson dibîne ku piştî rawestandina çend mehan di navbera Washington û Hûsiyan li Yemenê, êrîşa şemiya borî dide diyarkirin ku Îran li Rojhilata Navîn nêzî tevtayiya ewlehî dibe û bersiva Amerîkayê gefê li karîna leşkerî ya Îranê bi awayekî mezin dixwe û got: “Ev şirove ji hevalbendên Amerîkayê yên herêmî nayê windakirin, ku divê bi awayekî zêde tedbîrên xwe yên ewlekarî yên taybet bi xwe bigirin, di demekê de ku sîwana Amerîkayê ya parastinê kêm dibe.”

Îsraîl dizane ku Îran ev tedbîra mezin (êrîşa bi mûşek û balafirên dron) bi rêya hedefgirtina Îsraîlê ya yekser girt, wekî bersiva êrîşa Îsraîlê di nîsanê de ku di encamê de rêveberên îranî li Şamê hatin kuştin, da ku rêgezên nû deyîne. Her wiha, eger ku Îsraîl tiştekî neke û şîretên Washingtonê di berçavan re derbas kir, ev yek wê metoda Îranê ya xêzkirina sînorên nû ku cara yekem “xeta sor a Îranê ya eşkere” digire nava xwe, xurt bike. Lewra, wê ev yek bihêle ku Îsraîl di carên bê de  ku êrîşan li dij  berjewendiyên Îranê pêk bîne, baş bihizire.  Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant ji amerîkaiyan re got ku pêwîstîya Îsraîlê bi bersiveke pir mezin heye, da ku karibe li Rojhilata Navîn be û parastin tenê têrê nake ku Îranê rawestîne.

Nirxandina Amerîkayê a ters a ji êrîşa Îranê lîderên Îsraîlê razî nekir, lê bi awayekî tund bandor li bijardeyên Tilebîbê kir. Di vê çarçoveyê de, herî kêm Îsraîl du caran ji dema êrîşa Îranê, ji êrîşa li dij Îranê bi paş de vegeriya. Mirov dikare vê yekê jî bi fişarên Amerîkayê yên nenormal şirove bike, da ku rê li ber şerekî herêmî bigire û şer tenê di hundirê Îsraîl û Xezayê de, sînordar bike, ji ber ku “sînorê şer” ê ku Washington ji Îsraîlê re xêz dike, dihêle ku di planên xwe yên vekişandina ji Rojhilata Navîn piştre berdewam bike.

Bi salan e ku rayedarên îsraîlî bi awayekî eşkere û veşartî, îşaret pê dikin ku herçiqas ku Îran rastî derbeyeke bihêztir hat, di warê bersivdayînê de zêdetir hişyar dibe. Lê êrîşa Îranê, ev mentiq serûbinî hev kir. Di vê çarçoveyê de, şirovekara ewlekarî  û seroka berê ya lêkolînan di Mosadê de Sima Shine ji rojnameya “New York Times”ê re got: “Ez texmîn dikin ku em di hesaban de şaş bûn. Îsraîl wiha texmîn kiribû ku Îran rêbazên wê yên baş ji bo tolhildanê tune ne.  Hestekî xurt hebû ku naxwazin beşdarî şer bibin. Lê ya balkêş li şûna vê vekê, Îranê nimûneyeke bi temamî nû afirand.”

Lê tevî vê yekê jî, êrîşên Îranê şerê bi wekaletê ku bi salan di navbera Îsraîl û Îranê de dirêj kir, veguherand rûbirûna yekser. Her wiha, piştrast kir ku li gel Tehranê hêzeke mezin heye û tenê bi destekdayîneke mezin a hevalbendên Îsraîlê wekî Amerîkayê, dikare bersiva vê hêza Îranê were dayîn. Ev yek jî asta zirara ku bigihêje Îsraîlê bê vê parastinê, dide diyarkirin.

Li gor ku analîzkarê îranî Elî Fayiz ji “New Yourk Times”ê re got, biryara Tehranê a bersivdayînê, vê carê pir bi xezebê dehfdayî bû.

Aaron David Miller, analîzkarê di Saziya Carnegie ya Aştiya Navdewletî de ku ew komeke lêkolîmkirinê ye navenda wê li Washingtonê ye, dibîne ku “Îsraîlê di salekê de du şatiyên stratejî yên mezin kir: berî 7ê ctomehê berpirsyarên îsraîlî ketin şaştiyeke mezin û tê gihaştin ku tevgera Hemasê ji ser Îsraîlê vegeriya. Paşê Hemasê êrîşa herî bixwîn di dîroka Îsraîlê de pêk anî. Ji ber wê dema ku mijar birxandina metirsiyan be, Îsraîl tê çû. A duyem ew e ku wan karîna “Hemasê” analîz nekir di 7ê cotmehê de, her wiha xuya dike ku di çawaniya bersivdayîna ya ji bo derbeya 1ê nîsanê de şaş bûn.”

 Koalîsyoneke xeyalkirî

Îsraîl hewl dide ku koalîsyoneke herêmî ya eşkere li dij baragehên ewlehî û stratejî yên Îranê li deverê, ava bike. Du wezîrên Îsraîlê piştî çend saetan ji êrîşa Îranê li bara vê mijarê axivîn. Wezîrê girêdayî hêla navîn Bînî Gants berî civîna wezîrên şer li Îsraîlê got: “Em dê koalîsyoneke herêmî ava bikin û em ê bihêlin ku Îran di dem û cihê guncav de bigihêje cezayê xwe.”

Mîna wî, wezîrê parastinê Yûaf Galant jî got ku derfet li gel Îsraîlê heye ku koalîsoneke stratejî li dij “vê gefa mezin a Îranê” ava bikin”.

Lê tişta girîng di avakirina vê koalîsyonê de ew e  ku gelo dê xwe bispêre hebûna Amerîkayê ya li deverê yan na. Li gor daneyan, heta niha û berî bersiva Îsraîlê ji êrîşa Îranê re, hewldana Amerîkayê ya veguhastina giraniya xwe ya stratejî bo devera Okyanûsa Aram, rastî keleman tê ew jî ji ber gefa mezin a li ser Îsraîlê. Dibe ku Amerîka careke din li planên xwe yên demdirêj vegere yên derketina ji Rojhilata Navîn, di nav de jî jinûvebinavkirina hebûna xwe li bakurrojhilatê Sûriyayê da ku bikeve çarçoveyeke stratejî de, ne tenê di hundirê çarçoveya şerê li dij DAIŞê de be. Guhartineke bi vî rengî ji hêla biryarderiya amerîkayî ne hêsan e  û pêwîstiya wê ji nû ve bi erêkirina Kongresê heye da ku devera Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (Rêveberiya Xweser) bikeve nav stratejiyê seqemgiriya nêzî hevalbendan-dewletên nêzî Amerîkayê yên mîna dewletên kendavê û Urdin.

Tunekirina kaosê li Rojhilata Navîn girêdayî erêkirina Amerîkayê ji rastiya nû re ye, ew rastiyeke ku Îranê ew afirandiyem ne Amerîkayê. Ji ber ku xetên Amerîkayê yên ku di destpêka şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de ragihand, têk çû, ew jî ku nehêle êrîşeke derve li dij Îsraîlê pêk were û nehêle ku şer berfireh nebe. Gotina Biden a ji Netenyahû re ya “hûn bi ser ketin” dê vê têkçûnê bi ser nexe. Pêwîstiya Amerîkayê bi nûkirina şêwaz û alavên sînordarkirina kêferatan li Rojhilata Navîn heye. Heta ku dîplomasiya amerîkayî xwe bispêre alavên kevn di rastiyeke nû de, ev yek dê bi ser nekeve, ji wan xwespartina baragehên ji saln 90î de piştî bidawîbûna Şerê Sar, mîna dîtina Tirkiyayê ya wekî endameke hevsengiyê li bernber Îranê, vê dîtineke pûç e, ji ber ku sînorê kêferatê di navbera Îran û Tirkiyayê de pir hişk û zelal e û nepêkan e ku nearamî di navbera wan de çêbibe, ku ev yek di dirêjahiya salên şer ên li Sûriyayê de tê ketezkirin.

Alavên kevn hişt ku heta niha Îran di kêferata li deverê bi ser bikeve. Rastî jî, hewldanên Washingtonê yên “serdema nû bo hevrikiya stratejî bi Çînê re” ji ber Rojhilata Navîn, rastî keleman tê.

Berî 8 rojan ji êrîşa tevgera Hemasê, şêwirdarê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ku tiştên erênî yên li Rojhilata Navîn çêdibin bilêv dikin ku vê yekê dihişt Amerîka giraniya xwe bide deverên din, mîna hevrikiya bi Çînê re, got: “Rojhilata Navîn di gewretirîn demeke seqemgîriyê re derbasdibe”.

Piştî êrîşa Hemasê, ofîsa Sullivan kopiyeke nû ji gotarê şand ji seredîtoriya “Foreign Affairs”ê (hejmara mijdar-kanûa yekem). Di kopiya nû de gotina “Rojhilata Navîn di gewretirîn demeke seqemgîriyê re derbasdibe” jê hatibû rahiştin. Lê  hê jî Sullivan bi israr e ku gewherê stratejiya amerîkayî ya destjêberdana deverê, neyê guhartin û nivîsî: “Krîza li Rojhilata Navîn rastiya ku dibêje pêwîstiya Amerîkayê bi serdemeke nû ya hevrikiyê heye, naguhêre, bi taybet bi rêya bersivdayîna destdirêjiya li ser hêza gewre”.

Lê wî ev gotin berî êrîşa Îranê ya yekser li dij Îsraîlê nivîsî. Dibe ku guncav be em pirsa Potomac Wach a di “Wall Street Journal”ê de di dema hizirîna di bijareyên Amerîkayê de, li ber çavan raxin: “Geli wê çi bibe heger êrîşa bê li dij Îsraîlê bi hev re ji Hizbulah li Libnanê, ji Sûriyayê û her wiha ji Îranê bi hev re were êrîşkirin?”