Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û xewna Sûriyaya azad û demokrat!

By Tariq Hemo

Gelê Sûriyayê yê ku sala 2011an li dij rejîma diktator a Şamê ji bo bidestxistina mafên demokratî û azadiyê û avakirina welatekî ku bi zagon û dadê bi vê re biçe, serî hilda, îro ketiye rewşeke dijwar. Ew serîhildan û xwepêşandanên aşîtiyane, hemû piştî bikaranîna rejîmê ya çek û dijwariyê têk çûn û berbelav bûn. Hemû dengên sivîl, demokrat û yên ku dewleteke nûjin a layiq dixwestin, hatin tesfiyekirin. Gelek welatan, di serî de Tirkiya û Qeter destê xwe dirêjî nava karûbarê Sûriyayê kirin û komên çekdar ava kirin. Ew xwestekên azadî û dawîanîna li diktatorî û totalîrizma rejîmê, vala hatinderxistin û dewrî şerekî navxuyî bûn.

Ji opozisyona ku Tirkiyayê bi xwe ve girêda, komên çete û cîhadîst derketin. Rejîmê jî alîkariya Îran û komên çekdar yên girêdayî Tehranê xwest.  Li Sûriyayê bi sedan komên çete û cîhadist peyda bûn, ku şerekî qirêj meşandin. Li dij gelê Sûriyayê bi giştî û li dij kurdan bi taybetî, êrîşên teroryane pêk hatin. Çete û cîhadistan xwestin sîstemeke totalîter ava bikin. Li jêr rêveberiya dewleta tirk û bi taybetî piştî hevkariya AKP/MHP ya 2015, şerekî dijwar û komkujiyên mezin li hemberî kurdan hatin kirin. Dewleta tirk xwest bi rêya hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyayê ya ku dawî li şerê xwe yê li dij rejîma Şamê anî û komên cîhadîstên global, kurdan qir bike û xweseriya Rojava ji holê rabike. Rejîma AKP/MHP bi dehan komên çekdar ên opozisyonê komî ser hev kir û ji wan di sala 2017an de sêwanek bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ava kir. Bi rêya vê “artêşê” Efrîn di sala 2018 an de û Serê Kaniyê û Girê Sipî di sala 2019 an de dagîr kir û kurd derbider kir. Jixwe dewleta tirk di sala 2016an de jî heremên Bab, Izaz û Cerablusê dagîr kiribû.

Niha dewleta tirk bi rêya çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” nêzîkî 9.000 kmji axa Sûriyayê dagîr kiriye. Li van herêman dewleta tirk baregehên leşkerî ava kiriye û dest bi avakirina sîstemeke perwerdekirinê ya bi armanca tirkîbûna nifşê nû kiriye. Her wiha hemû heremên dagîrkirî, dewrî heremekê kiriye û ew bi waliyekî ku li Tirikyayê rûniştî ye, girêdaye. Ev hemû kiriyar nîşanên pilana dewleta tirk ya qutkirina van hereman ji axa Sûriyayê ne. Wiha xuya ye ku Enqera dixwaze van hereman ji Sûriyayê bibire û tevî serwerî û ceyografiya Tirkiyayê bike. Jixwe niha gelên heremê li ser destê serçeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê”di rewşeke dijwar û kambax de dijîn. Li wan hereman zagon nîne. Jin tê peliqandin. Esrar û fehûş bi pêş ketiye. Her roj pevçûnên çeteyan çêdibin û bi dehan çete û sivîl tên kuştin. Li wir dewleta tirk û çeteyên wê mîrgehên tarîstanê, mîna Afganistana Talîban û Xezaya Hemasê, ava kirin. Jixwe MITa tirk bi hezaran ji ciwanên wan hereman wek “çeteyên kirêkirî” dişîne welatên mîna Lîbya û Azerbîcanê. Gelek ji van çeteyan wek dîl ketine destê hêzên lîbî û ermenî û li pilana qirêj ya dewleta tirk, mukur hatine.

Li dij çeteyan û dagîrkeriya Tirkiyayê, gelê wan hereman xwepêşandanan li dar dixe û daxwaza bidawîanîna li serweriya çete û tirkan, dike. Gelê Sûriyayê gihaşt wê baweriyê, ku heremên li jêr dagîrkeriya Tirkiyayê, ne “heremên azad in” mîna ku dewleta tirk û çeteyên wê dibêjin. Lê ew heremên dagîrkirî ne û li derveyî qanûnê ne. Li wir serweriya serçeteyan heye û her kesê ku nerazîbûnê nîşan bide, tê têkbirin. Vê dawiyê jî, dewleta tirk serçeteyek bi navê Mistefa Sêjarî girt û ew avêt girtîgehê. Li gor hin çavkaniyan, ev Sêjarî li dij hin aliyên siyasta Tirkiyayê derketiye û nerazîbûn nîşan daye. Girtina Sêjarî, yê ku gelek xizmet û xulamtî ji dewleta tirk re kiriye û li jêr ala wê axa welatê xwe dagîr kiriye, nîşana wê yekê ye, ku dewleta tirk dixwaze hemû kesên li derveyî kontrola xwe bêbandor bike. Jixwe MIT niha “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ji nû ve organîze dike. Serçeteyên erebên sinî dide aliyekî û kesên ji pêkhateya turkmen li cihê wan erkdar dike.

Pilana dewleta tirk ew e, ku “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” tam têxe bin kontrola hêzên pêkhateyan turkmen û kesên erebên sinî bide aliyekî. Jixwe sêwanên siyasî yên mîna “Itîlaf” û “Hikûmeta Sûriyayî ya Demkî” hemû li jêr desthilatdarî û kontrola kesên ji pêkhateyan turkmen in, ên ku hemwelatiyê Tirkiyayê ne û girêdayî MITa wê ne. Wek gava pêşîn a tevlîkirina heremên dagîrkirî ji bo axa Tirkiyayê, bêbandorkirina pêkhateya ereb e û berizkirina turkmenan e, tê pilankirin. Wiha dê turkmen bi awayekî fermî xwesteka veqetîna ji Sûriyayê û tevlîbûna axa Tirkiyayê bikin.

Hêz û kesayetiyên serbixwe yên sûriyayî, yên li derveyî opozisyona  girêdayî Tirkiyayê û rejîma Şamê, hemû niha li xwe vedigerin, pêşveçûnan tînine ber çavên xwe û rewşa nû dinirxînin. Ew dizanin ku opozisyona girêdayî Tirkiyayê xwefiroş e û bûye alava parçekirina axa Sûriyayê. Her wiha dizanin ku rejîma Şamê jî ne hikûmeteke niştimanperwer e û ew bi rêya hevkariya bi Îran û Rûsyayê re, Sûriya radestî îradeya van herdu welatan kiriye. Îran bi rêya komên çekdar yên girêdayî wê, serweriyê li beşekî mezin ji axa Sûriyayê dike û li wir gotina wê derbasdar e.

Li meydanê tenê Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD mane. Ev aliyekî sûriyayî yê niştimanperwer û welatparêz e. Ew ne girêdayî tu hêzan û dewletan e. Ew aliyekî sûriyayî yê ji bo welatekî demokrat, azad û serwer têdikoş e. Ew aliyekî ku hemû pêkhateyan mîna hev dibîne, nejadpersetî û tundrewiyê red dike. Ew aliyekî ku jinê diparêze û dide pêş û sîstemeke layiq dide rûnişandin. Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD aliyê sêyem temsîl dikin. Ew in yên ku bi rastî nûnertiya serîhildana gelê Sûriyayê ya 2011an dikin. Ew welatekî azad, demokrat, wekhev, mafên jinê û hemû pêkhateyan diparêze û li gorî zagoneke layiq dimeş e, dixwzin. Ji ber vê yekê, em dibînin ku sempatiya Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD li nava gelê Sûriyayê û hêz û kesayetiyên serbixwe de, zêde bûye.

Di vê qonaxê de divê Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD konsepteke niştimanî ya sûriyayî bi pêş bixe û kongreyeke giştî ji bo tevahiya hêz û kesayetiyên sûriyayî yên hundir û derve, li dar bixe. Ev kes dikarin cihê xwe di nava MSDyê de bigirin û ji bo tevahiya Sûriyayê sîstema xweseriya herêmî, mîna ya Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê, qebûl bikin. Divê Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD, ji bo vê gavê bikevin nava liv û tevgerê û van hêz û kesan bicivîne ser hev. Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û MSD bûne hêviya gelê Sûriyayê û nûner û berdevekê serîhildana gelêrî ya 2011an. Wan Sûriya parast û rê li ber dagîrkeriya hêzên cîhadist girt. Wan şerê navxuyî red kir û nebûn peya û çeteyên hêzên derve. Wan bihevrejiyan esas girt û biratiya hemû pêkhateyan kir rastiyek. Heremek ji bo hemû gelê Sûriyatê ava kir û bingeha sûriyayeke mezin a demokrat û azad, ava kir. Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê xwedî li xwîn û keda welatparêz û demokratxwazên sûriyayî derket. Ew niha xewna wan dike rastî.