Ehmed Karamûs: Em ê konferanseke kurdistanî îsal li dar bixin

Navenda Kurdî ya Lêkolînan hevdîtineke taybet bi Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs re derbarê rewşa li Kurdistanê, yekîtiya neteweyî û serdana şanda KNKyê ya dawî li Amerîkayê, çêkir.

Bername ku ji aliyê endamê navendê ve Tariq Hemo ve hate birêvebirin duh di saet 20:00ê bi dema Ewropayê û saet 21:00 bi dema Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî zindî hate çêkirin û li ser malperên tevna civakî yên navendê hatin weşandin.

Hevserokê KNKyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana şanda KNKyê ya li Amerîkayê û got: “Di nava salekê de ev cara duyemîn e şanda KNKyê bi awayekî fermî serdana Amerîkayê dike. Serdan li ser daxwaza hin saziyên Amerîkayê bi xwe pêk hat, ango saziyên fikirî û zanistî ku lêkolîn li ser tevahiya cîhanê û taybet Rojhlata Navîn dikin, serdana me pêk hat. Sala par di meha îlonê de serdana me pêk hat. Piştî serdanê, taybet êrîşên dewleta Tirkiyayê li dij Rojava ji Kobanê heta Dêrikê pêk hatin û hemû saziyên xizmetguzarî bûne armanc. Ev jî zirareke mezin gihandin xelkê sivîl.”

Serdana Amerîkayê gelekî girîng bû

Ehmed Karamûs di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku Amerîka li Rojhialta Navîn e û li Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, lewra berjwendiyên me û Amerîkayê yên hevbeş hene  û divê em vê rewşê li gel wan binirxînin û taybet tehlûkeyên ku pêk hatine ji bo gelê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Serdana me di asta dewlet û hikûmet, kongres û kesayetên li Amerîka xwedan gotin û nêrînên cuda cuda pêk hat. Ji bo me ev serdan gelekî girîng bû, taybet ku di heman rojan de, serdana Erdogan ji bo amerîka di rojevê de bû, lê Amerîka em pêşwaz kirin û me bi hev re rewş nirxandin û ev jî bo me gelekî girîng bû. Ji xwe tê zanîn serdana Erdogan nedihate qebûlkirin. Diyar bû ku siyaseta dwleta tirk bi serkêşiya AKP û MHPyê îro li tu dereke cîhanê nayê qebûlkirin.”

 Başûrê Kurdistanê û hewldanên yekrêziyê

Karamûs di nava nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: “Em wekî KNK û tevgerên kurdistanî tevî ku rexneyên me li ser şêwazê rêveberî û desthilata Herêma Kurdistanê heye jî, lê serkeftina Başûrê Kurdistanê ji bo herçar beşên Kurdistanê wekî derftekê dibînin. Ew statuya li Başûrê Kurdistanê di berjwendiyên herçar parçeyên Kurdistanê de ye. Lê hin aliyên desthilatdar an jî beşek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, em siyaseta wan qebûl nakin û rexneyên me li ser siyaseta wan a têkiliyên bi hin dewletan re û siyaseta wan a navxweyî hene. Lê dema gef û metirsî li Başûrê Kurdistanê hebe, em ê statuya Başûrê Kurdistanê biparêzin û ev jî destkeftiya gelê Kurdistanê ye. Lê di nêrîna me de em du artêş du rêveberî qebûl nakin û hewl didin ku li gel hevdu tev bigerin û Başûrê Kurdistanê biparêzin. Sal bi sal jî destkeftiyên kurdan li Başûrê Kurdistanê di bin gefê de ye. Dewleta Tirkiyayê jî hevkara dagîrkirina Başûrê Kurdistanê ye û em jî weke saziyeke neteweyî em van hewldanên dagîrkeriyê dinirxînin û hewl didin piştgiriyeke navdewletî wergirin. Lewra me dîpolomasiyeke dubeşî ava kiriye; yek li dewletên Ewropa û yek jî dîplomasiya navxweyî ye û li ser vî esasî jî kar û xebatên xwe dikin, da ku em helwesteke tekane li dij hewldanên dagîrkeriyê derxin holê. Me ev mijar li gel dost û hevalên xwe nîqaş kirin. Şandên me bi şev û roj kar dikin li Rojhilata Navîn, Iraq û Rûsya û hwd, kar dikin  û em hewl didin ku rola xwe pêk bînin.”

Karamûs anî ziman ku ew ne li dij in ku Başûrê Kurdistanê têkiliyên aborî bi dewletên cîran re çêke, lê dema ku ev têkilî li ser hesabê tevgerên kurdan be û mîrasa kurdan be, ew qebûl nakin û wiha domand: “Divê ev têkilî ne li dij partiyên kurdî û hêzên siyasî yên kurdan be.  Em li dij şêwazên peywendî û hevkariya bi vî rengî ne ku nebin hevkarê artêşa dagîrkeran li dij hêzên kurdan. Em ne li dij têkiliyên aborî ne. Peywendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanî ya îro li gel Tirkiyayê û rêkeftinên ku îmze dike û pêşengiya hêzên dagîrker dike û hevkariyê dike, em wê hevkariyê qebûl nakin. Kîjan rêxistin be PKK dibe PDK dibe YNK dibe dema ku li dij berjwendihyên Kurdistanê bin, em qebûl nakin. Lewra em di hewldanekê de ku em rêkeftinekê di nava xwe de çêkin, ji bo derxistina helwesteke stratejîk ji bo yekitiya neteweyî.”

 Konferanseke kurdistanî wê were lidarxistin

Karamûs eşkere kir ku ew ê di dawiya vê salê de konferanske kurdistanî li dar bixin û ew ê vexwendnameyê ji bo hemû hêzên kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê û diyasporayê rê bikin, da ku tev lê bibin û wiha domand: “Me biryar daye ku PDKya Başûr jî beşdarî konferansê bikin û bi hemû hêzên Rojhilat û Bakurê Kurdsitanê re peywendî bikin, da ku tev li vê konferansê bibin. Eger konferans çêbû û hin hêz tev lê nebûn, em ê ji bo raya giştî ragihînin  ev konferans wê bibe destpêka ku rewşa Kurdistanê were guhartin. ew kesên ku beşdar nebin, divê di nava raya giştî ya beşên Kurdistanê de werin teşhîrkirin, ji ber ku ji bo berjewendiyên gelê kurd kar nakin. Em bi israr in ku vê konferansê li dar bixin. Em ê vexwendinê ji hemû hêzên kurdî re rê bikin. Lê em li ser mijara ENKSyê hinekî dudil in, ji ber bi rastî ENKS îro bi tevahî ketiye kontrola dagîrkeriya Tirkiyayê û MITa wê û em jî tu berjwendiyên kurdan di ENKSyê de nabînin, lewra hîna ne diyar e ku em ENKSyê vexwînin an na.”

Her wiha hevserokê KNKyê Ehmed Karamûs rewşa Tirkiya û Bakurê Kurdistanê nirxand û da zanîn ku Tirkiya bi hemû şêwazên xwe di nava kirînzeke aborî û siyasî  û civakî de ye û got: “Tirkiyayê hemû derfetên dewletê serferber kiriye ji bo têkbirina tevgera kurdan bi hemû şêwazên xwe. Gelê kurd berxwedaneke bêhempa di demên dawî de nîşan dan, taybet di pîrozkirina Newrozê û hilbijaritnên şaredariyan de. Tirkiya dizane çareserî wê bi rêbazê siyasî be ne bi rêbazê leşkerî be. Her wiha, fikir û hizirê rêzdar Ocalan ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirka kurd û Rojhilata Navîn, îro li tevahya cîhanê raman û hizira Ocalan tê nîqaşkirin û ev tecrîda li ser Ocalan ku wê bikeve meha 39, sedema wê jî ew e ku ji raman û felsefeya  Ocalan ditirsin. Dewleta Tirkiyayê naxwaze fikir û ramanên Ocalan bikeve nava gel. Ji ber wê sedemê jî Tirkiya di nava kirîzeke kûr de ye çi ya aborî çi jî ya civakî. Tirkiya wê nikaribe bi vî rengî berdewam bike û di demên pêş de wê bi awayekî demokratîk ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

 Gefên li dij kurdên diyasporayê   

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser gefên li dij kurdan li welatên Ewropa û diyasporayê û ev nirxandin kir: “Li dij kurdên diyasporayê gefên berfireh hene, ji aliyekî ve fişarên îstixbaratî ne û ji aliyekî din ve jî nîjadperestên ku bi qasî hejmara kurdan li Ewropayê hene gefan li kurdan dixwin. Wekî mînak di Newroza îsal de, êrîş li dij kurdan li Belçîkayê û taybet derdora Brukeselê pêk hatin û ev jî tehlûkeyeke mezin bû. Her wiha, êrîş li Belçîkayê ji aliyê nîjadperestên tirk û îslamperestan ve pêk hatin ku di nava wan îslamperestan de dibe ku hêzên wekî DAIŞê û Cebhet El-Nusra hebin. Ev jî gefeke li dij kurdên diyasporayê. Lewra civaka kurd û kurdistanî bi hemû pêkhateyên xwe rûbirûyê tehlûkeyên gelekî mezin dibin, lê tenê rê û rêbazek heye ku em karibin di bin sîwaneke hevbeş de em xwe birêxistin bikin û li hebûna xwe xwedî derkevin. Em wekî KNK ev roleke mezin dikeve ser milê me, ku bi dehan kordînasyon di bin sîwana KNKyê de ne. Di vê çarçoveyê de me dest bi projeyeke berfireh kiriye ku hemû saziyên kurd li Ewropayê ku bikaribin di bin kordînasyonekê de kar bikin û danûstandinên wan hebe û projeyên cuda cuda pêşkêş bikin, da ku em hebûna xwe biparêzin. Li asta siyasî jî, em van tiştan ji hemû welatan re dibêjin.”