Gelo bi rastî  “rûpeleke nû” ye di navbera Tehran û Hewlêrê de?

By Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di rewşa herî baş de, êdî Îran bi Herêma Kurdistanê re wekî namedank dide û distîne. Dema ku Îran bi siyaseta Amerîkayê re pev diçe, yekser dron û mûşkên xwe rê dike û herêmên kurdan armanc dike û li Sûriyayê li dij HSDyê êrîşan pêk tîne. Lê dema ku têkiliya xwe bi Amerîkayê re baş dibe an jî aramî çêdibe, serdana Herêma Kurdistanê dikin û an jî nûnerên Herêma Kurdistanê pêşwaz dikin û zimanê dron û mûşekan, radiwestîne.

Ji bilî mijara “namedankê”, siyaseta Îranê wekî Tirkiyayê ye ku naskirina hebûneke siyasî û destûrî ya kurdên Iraqê ji operasyonên çewisandina kurdan li welatê xwe cuda dikin. Lê di cewherê xwe de,  siyaseta Îranê di têkiliya xwe bi Herêma Kurdistanê re, xwe naspêre rêzgirtina dualî an jî qezencên aborî, lê belê Îran zêdetir giraniyê dide bêciriyê –an jê tersî wê- lihevkirina bi amerîkayiyan re du yek ji odeyên têkilyan yê di navbera herdu dewletan de, ku ew jî di vê demê de Herêma Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de jî, kesayetên fermî yên Îranê jî daxwazên xwe bi mijarên ewlekarî ve vedişêrin wekî dûrxistina partiyên kurdistanî yên îranî yên dijberî wê ji sînorê Iraq-Îranê ku ev yek jî beriya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêk hat. An jî bi rêya pêşkêşkirina mijarên dispilîna sînor û qaçaxtiyê û koçberiya ne rewa, ku ev hemû jî pêwîstiya wê bi danûstandinên fermî tuneye.

Têkiliya aloz bi Herêma Kurdistanê re ku derbasî rûpeleke nû bû, bandoreke yekser li rewşa navxweyî ya Iraqê jî kir, di demekê de ku Dadgeha Federal a Iraqê hin biryarên xwe betal kirin û ev yek jî giraniya Îranê ya di nava Iraqê de, diyar kir. Nîşaneya hevaltiyê an jî diyariya Îranê, bi rêya hin biryarên ku Dadgeha Federal a Iraqê betal kirin, ku ev biryarên dadgehê zirar dane cihê PDKyê û li Bexdad û Herêma Kurdistanê xiste nava aloziyê. Di heman dema “diyariyê” de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hefteya borî de serdana Tehranê kir, Dadgeha Federal fermana rawestandina mekanîzmeya belavkirina kursiyên parlamentoyê û îbtalkirina “kota” kêmneteweyan û kêmkirina endamên parlanetoyê bo 100 kesî tenê, da. Ev yek rastî bertekên hevrikê PDKyê, YNKyê hat ku serokê wê Bafil Talebanî li Washintonê ye, di demekê de ku rewşeke alîbûnê heye û li ser herdu lîstikvanên sereke guhartina rêzikên lîstokê hat ferzkirin, an jî serrastkirina wan bi rêya serdanên bilez ên li dewletên bibandor di dosyaya Iraqê de.

Îbtalkirina biryarên Dadgeha Federal, dê  derfeteke xurt bide PDKyê da ku dema hilbijartinên ku tê payîn di roja 10 meha bê de were lidarxistin, bi paş bixe û ev yek jî hişt ku hevrikê wê YNK giliyekî pêşkêşî Dadgeha Federal bike û tê de nerazîbûna xwe li ser daxwaza serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya paşxistina dema hilbijartinan, nîşan da. Lê tevî giliyan û nerazîbûnên kurdan ên dualî, partiyên kurdan dizanin ku saeta Dadgeha Federal li gorî dema Tehranê diçe, ji ber ku Tehran tenê dikare bandorê li hemû biryarên Iraqê yên derbarê Herêma Kurdistanê bike, ku berê jî çavdêran kurdan biryarên dadgehê wekî “siyasetkirî­” bi nav kirin. Her çiqas ev biryar siyasî bin jî, lê bandora Îranê tê de heye, lewra rêya kurt a îbtalkirina bandora vê siyasetê bi lihevkirina bi Îranê re ye, bê ku li bihaneyên qanûnî bi Bexdadê re bigerin ku tu bandorê nakin, di demekê de ku parçebûneke siyasî li Iraqê peyda ye.

Dibe ku YNK ya herî zêde ji rewşa lihevkirina di navbera Tehran û Hewlêrê de zirar bibîne, eger ku berjewendiyên Silêmaniyê di ber çavan re derbas nekin. Her wiha, îbtalkirina biryarên dadgehê, wê cihê PDKyê xurt bike û were ser dikê. Ji ber vê yekê jî, dibe ku razîkirina YNKyê ji aliyê Tehranê ve, jinûveavakirian têkiliyan di navbera herdu partiyên kurdan de ku Washingtonê nikarîbû ev yek pêk anîba û Tehran vê têkiliya jihevketî lihev bîne ji çaxa “hevkariya stratejî” ya di navbera wan de. Eger ev yek pêk neyê, wê siyaseta têkiliya Tehranê bi PDKyê re û paşguhkirina berjewendiyên YNKyê, wekî derbeyeke li dij Silêmaniyê be, ku hêvî dikir derbasî pêvajoya hilbirîna biryarên Dadgeha Federal bibe û bi awayekî xurt vegere ser dikeya siyasî ya kurdistanî.

Dibe ku serdana Bafil Talebanî ya li Washingtonê û israrkirina wî li ser pêkanîna hilbijartinên palamentoyê di dema wê de, kûrahiya valahiya di navbera herdu partiyên kurdî dide xuyakirin û diyarkirina dema hilbijartinan dibe lûtkeya rûbirûbûna heyî. Her wiha, daxuyaniya Bafil Talebanî ya derbarê dubarekirina redkirina ku YNK bibe alavek ji bo kuştina kurdên din, ku îşareta redkirina destekdayîna Tirkiyayê di şerê wê yê li dij PKKyê de, piştrast dike ku YNK naxwaze pirsgirkên xwe bi Enqerayê re kêm bike, li ser hesabê beşdariya di şerê kurdan de û Silêmaniyê bibe qereqoleke tirkî ya pêşketî.

Dûrketina partiyên kurdistanî li ser nîqaşên navxweyî derbarê jinûvexêzkirina hevkariyê û zindîkirina lihevkirina siyasî, dihêle ku Bexdad û Tehran serweriyeke wan a kurdî di nava Herêma Kurdistanê de çêbibe û sûdê ji nakokiyên navxweyî yên kurdistanî digirin, bi awayekî ku nakokî gur bibin û bê hewldanên çareserkirinê. Her wiha, aliyên kurdî nabin xwedî biryarên serbixwe yên derbarê kurdan, herçiqas ku Washington valahiya di navbera herdu partiyên sereke de, dagire.

Hîna zû ye ku besa guhartina rêbazê Îranê were kirin, bê tu sedemeke berjewendiyên wê û “rûpela nû” ku di navbera Tehran û Hewlêrê de hate vekirin, ji ber ku helwesta Îranê xwe dispêre aramiya bi Amerîkayê re. Ev yek jî bi rêya rawestandina êrîşên komên girêdayî Îranê li dij baregehên Amerîkayê li herêmê û biryara  rêveberiya Jeo Biden a redkirina siyasetên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê dirêjkirina şerê Xezayê û berfirekirina çarçoveya wê, diyar dibe. Di vê lihevkirina îranî-amerîkayî de li Rojhilata Navîn, dibe ku rola Washington nêzî rolên wê li Iraqê piştî Sedam Hisên be, dema ku Amerîkayê derfet da Tehranê ku di xêzkirina rewşa siyasî hundirê Bexdadê de, bi serbestî tevbigere. Lê vê carê, wê rola Tehranê di nava Herêma Kurdistanê de hestyar û bi erêkirina Amerîkayê be. Lê bi şertê ku ev rol gelekî baldarî be da ku partiyeke kurdî hêrs nebe dema ku nêzî partiyeke din bibin. Ev yek ji bilî ku, derfet heye ku têkiliya Îranê bi Herêma Kurdistanê re xerab bibe, ku Tehran vegere siyaseta  gefxwarinên li dij Herêma Kurdistanê careke din. Ev mijar jî, girêdayî rewşa lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de ye, ku rêbazên herdu lîstikvanên kurd li herêmê derbas dike.