• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Kurdên Almanyayê û hevkariya AKP/MHP û cîhadistan!

May 10, 2024
Kurdên Almanyayê û hevkariya AKP/MHP û cîhadistan!
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî agahiyên nefermî, hejmara kurdan li Almanyayê 1,3 milyonî derbas dike. Kurd ji her 4 parçeyên Kurdistanê û ji Yekîtiya Sovyetê ya berê ji salên 1960î de wekî karker, xwendevan û penaber li welatê Almanyayê bi cih bûne. Kurd xwediyê bi sedan komele û rêxistinan in. Her wiha bi dehhezaran jî karsaz, zanyar, pispor û kesayetiyên ku di civaka alman de xwedî post û peywirên bilind, hene.

Di warê integrasyonê de kurdan heta radeyeke mezin xwe isbat kirine. Ew bûne beşek ji jiyana civakî, aborî û zanistî ya vî welatî. Her çiqasî ku kurd rastî hin cureyên nijadperestiyê jî tên, lê ew wek civak bûne beşek ji hevgirtin û pêşketina jiyana hundurîn a Almanyayê.  Mirov dikare bibêje ku kurd, wek neteweyeke ku piraniya wê li ser ola îslamê ne, ji hemû neteweyên misilman (tirk, ereb, afgan..) zêdetir inegre bûne û pirsgirêkên wan yên integrasyon û redkirina nirxên civaka alman, nînin. Jixwe di warê xwendina bilind de jî, neteweya kurd li pêş e. Li gorî hin rapirsan, rêjeya xwendina akademîk a kurdan (êzdî, elewî û sinî) li bermaberî neteweyên din, zêdetir e.

Kurdên ku ji ber şerê li Kurdistanêd û siyaseta nijadperest a rejîmên dagîrker, welatê xwe terk kirine, li Almanya jî rastî gelek şêweyên nijadperestî û dûrxsitinê tên. Di serî de dewleta alman ji ber têkiliyên xwe yên siyasî û aborî bi dewleta tirk re, rê li ber naskirina kurdan wek neteweyeke serbixwe, digire. Ew bi esrar e, ku kurdan wek yek netewe nas neke û wan mîna welatiyên Tirkiya, Îran, Iraq û Sûriyayê, dibîne. Vê yekê kurd ji mafên nasname û hîndekariya ziman, bêpar kir. Her wiha siyaseta fermî ya Almanyayê li ser daxwaza dewleta tirk ya mafxwer û sitemkar, kurd kirmînalîze kir û dike. Ew rêxistinên kurdan wek “terorîst”, “derveyî qanûnê” û “qedexekirî” dibîne. Hemû alîgirên doza azadiya Kurdistanê, li jêr van katagoriyan qeyd dike û li dij wan dikeve nava tevgerê. Bi salan e ku siyaseta fermî ya alman vê neheqiyê li kurdan dike û rê li ber mafên wan yên derbirîna siyasî digire. Bi taybet xistina navê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya nava lîsteya “rêxistinên terorîst” , kurd kermînalîze kir û ji gelek mafan bêpar kir.

Dewleta tirk ya ku li ser siyaseta Almanyayê bandoreke mezin dike, bi hemû hêza xwe xebatê dimeşîne, da ku kurdan tengav bike û rola wan bi sînor bike. Bi rêya saziyên fermî yên dewleta tirk û rêxistinên îslama siyasî, dewleta tirk li hemberî kurdan karekî birêkûpêk dimeşîne. Jixwe bi rêya istixbaratên xwe, ew komele û kesayetên kurd dorpêç dike û bi tawana “endametiya PKKyê” di warên siyasî û hiqûqî de tengav dike. Her wiha ew çavdêriya kurdan dike û gelek caran jî bi rêya ajanên xwe (çi MIT û çi Gurên Boz) hewldana tesfiyekirina wan dike.

Di vê dema dawî de, dewleta tirk û hevalbendên wê yên cîhadîst, bi awayekî eşkere gefan li kurdan dixwin. Di xwepêşandanên cîhadîst û selefiyan de, yên ku dixwazin li Almanyayê “Dewleta Xîlafetê” ava bikin, gef li kurdan tê xwarin. Her wiha ev cîhadîst di tevna civakî de, li dij kurdan kampaniya dijminayetî û gefên qirikirinê, dixwin. Ev hêzên cîhadîst, kurdan wek asteng dibînin. Ew dixwazin tola DAIŞê ji kurdên li Almanyayê dijîn, bistînin. Jixwe wek ku tê zanîn, piştî sala 2015an ku Angela Merkel deriyê Almanyayê, bi awayekî derveyî qanûnê, li hemberî “penaberan” vekir, hejmara cîhadîst, selefî û nijadperestên ereb li Almanyayê gelekî zêde bû. Ev kes jî dixwazin kurdan terorîze bikin û vîna wan ya azad bişkînin.

Li hemberî metirsiyên heyî, karê tarî yê dewleta tirk û êrîşên cîhadîst û alîgerên DAIŞê û bêdengiya dewleta alman, divê kurd hayedar bin. Divê kurd xwe baş bi rêxistin bikin û karibin hemû planên şerxwaz ên alîgerên AKP/MHP û DAIŞê dişîfre bikin û ji bo raya giştî ya alman diyar bikin. Komên çete yên girêdayî deweta tirk, ne tenê gelê alman û sîstema demokrat a Almanyayê a ku dixwazin hilweşînin û li şûna wê Xîlafetê ava bikin, armanc digirin, lê ew her wiha kurdan jî armanc digirin û dizanin ku kurd dê sîstema demokrat biparêzin û rê li ber planên avakirina xîlafeta tarîstanê, bigirin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Tags: AKP/MHPAlmanyayêcîhadîstdewleta tirkkurd

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN