Tirkiya di navbera du rabirdûyan de asê maye!
By Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Heta sala 2006an jî, pîrozkirina salvegera leşkerên ku di şerê Çanaqkaleyê ya li Dardanele de hatin kuştin, nebûbû rojev. Lê girînîdayîna bi zanebûn a bi bîranîna vî şerî, serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyib Erdogan gaveke din ber bi avakirina cîhaneke paralel avêt ku Mustefa Kemal hewl da xurt bike. Ji ber ku heta beriya vê dîrokê tirkan derbarê avakirina cihekî an jî avahiyeke sembolîk wekî yê Mustefa Kemal li Enqerayê ku tekane nîşaneya neteweyî ya hemû tirkan e, baldar bûn. Lê ji ber ku damezrînerê komarê derbarê avakirina peykerê leşkerê nenas wekî Fransayê ku peykerek ji bo leşkerên Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ava kir, baldar bû, ji ber ku Mistefa Kemal şkandina sîwana ku li dor wî hatiye rêsandin, red dikir, ji ber ku dîrok li gorî wî mêrên gewre ava dikin, ne leşkerên nenas. Lê tevî vê yekê jî, cihê Gallipoli û Çanakaleyê ji bo wî tiştekî taybet bû û di pirtûkên dibistanan de hate bicihkirin, ku dîroka vê herêmê û erdîngariya wê ji bo xwendekaran bû dersek û erkek ku divê ezber bikin.
Bi rêya balkişandina li ser Çanaqkaleyê wekî bûyereke navendî, xîtaba Erdogan li ser hesabê zimanê Ataturk ê li hemberî Osmanî an Selçûqiyan pir baldar bû, berfireh bû. Di vê çarçoveyê de, peyva “şehîd” a ku serokkomarê heyî pir bi kar tîne, peyva “canbexş” ku Mustefa Kemal belav kir ji dema ku li Berqa ya Lîbyayê efser bû û bi hevalên xwe re firqeya “efserên canbexş” damezirand, ji holê rakir. Efserên canbexş jî dendika destpêkirina “Teşkîlat Mexsuse” (firqeya tyabet) bû di şerê Balkanê de ku piştî maceraya Lîbyayê bi demeke kurt, hate destpêkirin. Bi her halî jî, Erdogan peyva “cîhad” di dema pesndayîna “şehîdan û şerkerên berê” de bi kar anî. Lê eger ku bernavkên ku mislimanên Hindistanê bi kar anîn di destekdayîna Mustefa Kemal beriya damezrandina komarê ku xîlefeyê dawî Mihemedê Şeşmîn 1922yan ji cih rakir, wateyên olî di nava xwe de dihewandin wekî “Sêf El-Îslam (şûrê îslamê)” û “nûkerê xîlafetê” destpêkirina bernavkê “mucahid” sala 1919an de, lê Mustefa Kemal û mirîdên wî ev bernavk ji holê rakirin, lê tenê bernavkê “El-Xazî” yê xwedî wateyeke olî hiştin, ku piştê wê ew wekî “El-Xazî”yê tekane û yê dawî di dîroka komarê de ma.
Tevî ku em rûbirûyê belavbûna xîtaba olî ne ku di xîtaba siyasî ya tirkî de di gelek serdemên siyasî de cihgiritye û li dervayî zimanê Ataturk e, lê tiştên ku kesên ku hewl dan pevguhartinê di ziman û têgehên siyasî yên tirkî de çêbikin û bi wan re çênebû, yên wekî Celal Bayar, Necimdemîn Arbakan û Torget Ozel herçiqas ku atmosfêrên wan ên siyasî cuda bûn, lê Erdogan hêdî hêdî pêk anî û piştî ku hemû saziyên dewletê xist bin serweriya xwe û herdem jî bi rêya tevlîkirina di navbera neteweyî û olî de. Lewra, Erdogan wekî kesekî ku ferhenga toraniyan ji bo rûbirûna kemalîzimê baş bi kar tîne derket holê, nexasim heger em li zimanî siyasî yê di gelek tiştan de tê bikaranîn xwezaya befirehxwaziyê ya Erdogan zêde bikin, a ku bi xurtî piştî sala 2015an xuya kir, ku li gor mereqa toraniyê ye lê tersî têgihên Ataturkê anadolî ye. Dibe ku gotina Erdogan di yek daxuyaniyên wî yên hêrs de ku “Tirkiya nikare di sînorê xwe yê heyî de bijî”, li gorî nêrîna toraniyan a berfirehbûnê ya dîrokî ye ku herdem Mustefa Kemal û radeyeke kêm jî paşmayiyê wî Îsmet Înanu li dij wan şer dikirin û sînor ji gotinên wan ên vala re datanîn.
Erdogan di xîtaba xwe ya giştî de bi rêya bikaranîna têgehên ji mîrasa olî ya îslamî ku pêvajoya pêşwazîkirina gelê Sûriyayê yê ku ji şerê navxweyî reviyane bi “muhacerîn” bi nav kirin yên hatine welatê “Ensar”, gihaşt lûtkeya tundrawiyê. Her wiha bihcihkirina zimanê olî du aliyên wê hebûn. Ji aliyekî ve, derketine ji zimanê fermî yê dewletê û ji aliyekî din ve jî, qutbûna ji têgiha pêşwazîkirina penaberan e û dayîna mafê koçberiyê bo wan a ku xwedî rehendên qanûnî yên navdewletî ye.
Erdogan ne tenê ji xeyalên Ataturk ên ji bo Tirkiyayê hatine çêkirin bi rêya bikaranîna zimanê taybet derket, lê belê giha asta jinûveafirandina vexwarineke fermî bo tirkan. Di vê çarçoveyê de, Erdogan di xîtabeka xwe de bal kişand ser girîngiya dew ku dew wekî vexwarineke “gelêrî” bi nav kir û got “mixabin di salên destpêkê yên komarê de, vexwarineke alkolîk wekî vexwarineke gelêrî ya tirkî hate pêşkêşkirin, lê vexwarina me ya gelêrî dew e”. Ev yek jî bicihkirineke eşkere bû li şûna iraka (mey) ku Mustefa Kemal wekî vexwarineke niştimanî bi nav kiribû. Ev rûbirûna nerm û tevgera Erdogan ya ku dew li pêşiya gel vexwar, têkbirina semboliya Ataturk a siyasî û ya di nava wijdana civaka tirkî de maye.
Detayeka din jî heye ku Erdogan hewl da di wijdana gelêrî de, bi cih bike. Wekî Mustefa Kemal “mêrê ku gelek navên wî hene” li gorî binavkirina Klaus Kreiser, bê sedem bernavkên Erdogan hatin lêkolînkirin. Dibe ku ya herî balkêş jî, parlamentoya tirkî piştî dagîrkirina Efrînê sala 2018an de, daxwaz kir ku bernavkê “El-Xazî” li Erdogan were kirin. Xuya dike ku alîgirên serok xweşiya xwe dîtin dema ku bernavkê “El-reyis” ya ku ji zimanê erebî hatiye, li meqamê serokatiya komarê kirin. Ev fêlbaziya sembolîk a alava serokkomariyê ya propogandeyê, Erdogan ji qalibê serokkomarê derxist ku di aliyê bernavkan de wekî Mustefa Kemal bibe, ev mijar jî gelekî dijwar e di komarê de ku hemû serokên wê jibilî Îsmet Înanu ku bi “serokê neteweyî” hate binavkirin, parastina navê fermî yê vê erkî kirin. Her wiha, dibe ku ya mijarê zehmet bike jî, pirbûna bernavkên Mustefa Kemal e. Ji ber ku ew “serokê hetahetayê ye”, “ xilaskar”, “rizgarker”, “zizgarkerê mezin”, “mamoste” û “El-Xazî” “dermanker” û “dermankerê mezin” ku ji aliyê Celal Bayar dema li ser Mustefa Kemal diaxivî di xîtaba erkdarbûna serokwezîrî bi kar anî, ku di zimanê erebî de jî beramberî wê gotina “reyîs” heye. Her wiha ji bilî wan jî ew “muşîr” e. Ev bernavka leşkerî di dîroka Tirkiyayê de, tenê Mustefa Kemal û hevreyê xwe Fewzî Çeqmaq wergirtin. Li kêleka bernavka “reyîs” ku di aliyê gelêrî de tê bikaranîn, hewldana pevguhartina navê fermî: Serokkomar bi “serokê Tirkiyayê” ku burokratên qesra komarê hewl dan bi kar bînin da ku Erdogan bi nav bikin, vê yekê çavdêrên xwestekên serok tengezar kirin û hişt ku qesr vê bernavkê bikşîne.
Bi her hal, Erdogan dikarîbû zimanê xwe yê taybet di siyaseta Tirkiyayê de bi kar bîne û bi rêya destwerdana di vexwarina gelê xwe de, her wiha lixwekirina hin bernavkan ku dişibin ên Mistefa Kemal, golek li hemû serokwezîr û serokên komarê yên berî xwe anî, ji çaxa mirina Mistefa Kemal ve. Lê bê hemdî xwe hişt ku tirk dabeşî du cîhanên cuda bibin ku di rabirdûyê de mane; a yekê kataloga Mustefa Kemal û nêrîna wî ya jiyan, civak, siyaset û aborî re û li ser vî esasî pîvan dike û cîhana din jî ku Erdogan çêkir ew jî vegera li cîhanên selçûqî an jî osmanî an jî toraniya kevn. Di encamê de, îslamîzekirina Tirkiyayê erkeke ne pêkan e, wekî çawa ku vegerandina Tirkiyayê bo ataturkiya resen jî ne pêkan e. Di herdu rewşan de jî, Tirkiya di navbera du rabirdûyan de asê maye ku mizginîya Tirkiyaya sêyem a pêşketî û modernîte nade ku karibe nimûneya dewlet-netewetyê, hilweşîne.