Ataturk di xeyalên naziyan de

By Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî peyda dibe ألعربية 

Pirtûk: Ataturk di xeyalên naziyan de (Atatürk in the Nazi Imagination)

Nivîskar: Stefan Ihrig

Wergera ji îngilîziyê: Hozan Hadî

Weşanên NEQŞê û Weşanxaneya Şilêrê

Hejmara rûpelan: 558

Di vê pirtûkê/lêkolîna kûr de, akadîmîsyan û mamostayê beşê dîrokê di Zanîngeha Heyfayê de û edîtorê hevkar di “Kovara Lêkolînên Holokostê” de Stefan Ihrig qaseya bandorbûn û heyraniya rastgir û rastgiriya tund a nazî bi tecrubeya Tirkiyayê ya di destpêka sedsala 20em de, dide xuyakirin. Bi taybet herdu demên 1919-1923 û 1933-1938 û dema bi dû de ya ku dê di 1945an de bi dawiya Şerê Cîhanê yê duyem bi dawî bibe. Ew jî bi rêya xwespartina ser alavên ragihandinê yên çapkirî û agahiyê giştî û avakirina nêrîna kesayetên sereke yên girîng, ku bi vê yekê gihaştin jinûveavakirina nêrînên berbelav ên di wê demê de li bara nimûneya tirkî.

Pirtûka ku ji 6 beşan û beşekî pêşgotin û yekî din paşgotin, pêk tê, dê bi zelalî xuya bike ku çawa Hitler xwe wekî şagirdekî Mistefa Kemal Ataturk dida wesfkirin û çawa wêneyekî ne rasteqîn ji Tirkiyayê re hat xêzkirin û siyasetên Tirkiyayê û “çareyên tirkî” ji xwe re anîn da ku bibe katelogek an jî ferhengek ku dê nazî bo fêrbûnê lê vegere, bi taybet tiştê ku behsa sîstema “volkischî” ya nû dike ku nûnertiya tevgereke gelêrî bi serektiya serokekî tenê dike ew jî “fuhrerê” tirk Ataturk e. Her wiha tiştê ku bi dûv wê de hat ku Almanyayê teqlîda siyaseta Tirkiyayê dikir ya komkujiyan ermenan û jinûveavakirina civakî û avahî ya ku bi navê “Afbaw” tê naskirin, heta tu bigihêjî herdu mijarên tevgav û lîwayê Îskenderonê di rojnamegeriya nazî de wekî beşekî ji xwestekên almanî da ku deverên almanî axêv ên li derveyî sînorê xwe desteser bike.

Wergera hevgirtî û rêsandî ya ku Hozan Hadî ew pêşkêş kiriye rê li ber xwînerên erebî vedike ku pirtûkê bixwînin, bi ser de jî xwe westandiye û hin têbinî nivîsîne tê de hin têgih û gotinên ku di pirtûkê de derbas dibin, şîrove dike.

Em dikarin amajeyê pê bibin ku pirtûk yekemîn lêkolîneke akadîmî ye ya ku bi rêbazeke kronolojî ya xwe spartiye bi hezaran gotar û bi dehan pirtûk, bi taybet pirtûkên jiyannameyê yên ku li bara jiyana Atatur û Hilter di wê serdemê de bûn, hatiye nivîsîn. Ev yek rê li ber xwîner vedike da ku ji nêz ve xeyalên naziyan bibîne ku tijî nûçeyên Tirkiyayê û xwîngermiya nazî ya pir bi serkeftina nimûneya ataturkî û nêrînên Ataturk ên li bara Tirkiyaya wî ya nû. Bi vê yekê ev yekemîn pirtûk e ku vê têkiliyê bi hûrbînî analîz dike bêhtir ji pirtûkên din ên ku amaje bi vê têkiliyê kirine bêyî ku bigihêjin vê asta bilind ji hûrbîniyan.

Di vê lêkolîna dirêj de cihê pêşkêşkirina hin hûrbîniyên ku di pirtûkê de hatine de heye, her wiha em dê bixin çarçoveyeke vegotinê de da ku xwîner karibe bi berfirehî mijarên pirtûkê nas bike bêyî ku pirûkê bi tevahî bixwîne. Her wiha vê lêkolînê hewl daye ku dûbarekirinê kêm bike ku gelek caran di beşên pirtûkê de derbas dibin û dibe ku  nivîskar bi vê dubarekirinê dixwest hizira sereke ya ku li sernavê pirtûkê ye, tekez bike.

 

Naverok

Destpêk: Çûyîna “Enverland”ê

Beşa yekem: Waneyên tirkî ji bo Almanyayê

Wekî bûyereka çapemeniyê ya Weimarê ya mezin, Şerê Serxwebûniyê yê Tirk, 1919-1923

Beşa duyem: Enqereya li Munichê

Derbeya Hitlerî û Tirkiya

Beşa sêyem: “Stêrka di tarîtiyê de” ya Hitler

 Heyraniya naziyan a bi Ataturk û Tirkiyaya nû

Beşa çarem: Fuhrerê tirk

Hagiyografiya naziyê û perwerdeya neteweyî

Beşa pêncem: Tirkiyaya nû

Nêrînên naziyê der barê dewleteka volkisch a modern da

Beşa şeşem: Şerê Cîhanî yê Duyem û Tirkiya

Spanyayeke din?

Dûmahî: Pêşî li kevir, paşê li axê

 

Destpêk: Çûyîna “Enverland”ê

Di destpêka pirtûkê de Stefan Ihrig vedigere sala 1908an. Wê çaxê Tirkên Ciwan (Jon Turk) gefan dixwin. Diyar dikin ku heger Qanûna Bingehîn a 1878an cardin bingeh neyê girtin, dê ber bi Konstantînopolîsê ve bimeşin. Vê yekê  hişt ku “Siltanê sor”, xwînmij û bednav “Evdilhemîdê Duyem”, serî ditewîne û kêferat heta sala 1909an dom kir, ew sala ku Enwer Paşa (yek ji serekên Tirkên Ciwan) tê de ber bi paytextê ve çû piştî ku derbeya dijber a ku sultan pê rabûbû, têk birin.

Di wan deman de Ewropayê çavdêriya bûyrên 1908-1909an dikir û bi taybet Almanyayê. Neteweperestên alman şoreşa Tirkên Ciwan pîroz kirin û Enwer Paşa wekî leheng dîtin. Neteweperestên alman bawer kirin ku tiştên li peravên Bosporusê qewimîne, dişibin tiştên ku di sedsala 19an de li Almanya û Îtalyayê qewimîne û ev pêvajoyeka “bixwevehatina neteweyî” ye. Ji ber vê, navê “Moltkeyê Tirk” li Enwer Paşa û navê “Bismarckê Tirk” jî li Teliet Paşa kirin

Enwer Paşa bi tenê bû sembola Împaratoriya Osmanî ya nû. Navê wî, wekî reklama cixareyên Enwer Beg, li ser otobîsên duqatî hat nivîsîn û li Postamê jî navê wî li pirekê hat kirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem da, li ser trênên almanyayî yên ber bi eniya Rojhilatê ve diçûn, navê “Enverland” (welatê Enwer) hat nivîsîn. Tiştê ku li Almanyayê rû dida “nexweşiya tirkî” bû, ku alman bi heyranê tirkan bûn. berî deh salan ji derbeya Tirkên Ciwan, sikeya hesinî ya Bexdadê roleke mezin di pêkanîna berjewendiyên aborî û xwestekê bûyîna hêzeke gewre de lîst. Her wiha ragihandina împerator Wilhelmê Duyem ku xwe wekî “parêzerê hemû mislimanan” da xuyakirin di dema serdana xwe de bo Împeratoriya Osmanî de, beşek bû ji rêklama almanî ya zû ji Şerê Cîhanê yê Yekem re bû, ku dê tirk tev li “cîhada ku li Almanyayê hatiye çêkirin” bibin. Li tenişa wê jî şandeyên leşkerî roleke mein di nêzîkbûnê de lîstin, ku navê hin serekên alman wekî perwerdekarên artêşa osmanî hatin berzkirin, mîna: Colmor von der Goltz û Liman von Sanders, ev efserên alman tev li “çi tiştê tirkî” bûn di dema kerê xwe de û paşê navê “paşa” bi dûv navê wan ket.

Ihrig di pirtûka xwe de ya ku wê wekî “geşteke fezaya dîrokî” bi nav dike, ji sala 1908an ve, ku hewl da valahiyê dagire, valahiya ku pirtûkên li bara “nêrîna Almanyayê li ser Ataturk û Tirkiyaya Nû” tunene, bi taybet nivîs û pirtûkên nazî; ji ber ku Tirkiyaya Ataturkî/ya nû wekî “ajelekî nenas berz bû ku ji dîktatoriya dozdest, bolşevîk, demokrasiy rojavayî û kevneşopiyên şoreşa Fransyayê” pêk tê, dema derketina wê di navbera herdu şerên cîhanî de bû di rojnamegerî û nivîsên almanî de, di nav de jî xîtabên neteweperstî.

Li gor nivîskar, pirtûk “nêrînên nû derbarê dîroka Almanya û sosyalîzma neteweyî” pêşkêş dike, ew jî bi rêya xwespartina jêderên girîng ên mîna rojname û xwendina bi hezaran gotar, bi taybet gotarên ku di destpêka sedsala 20em de hatine weşandin, ango ji destpêka Komara Weimarê ya ku dema Almanya di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi bin ket, derket, heta dawiya Reicha Sêyem.

Waneyên tirkî ji bo Almanyayê

Berî bidawîbûna Şerê Cîhanî yê Yekem sala 1919an, artêşa osmanî tevlihev bû, ku têk diçû û revîn di nava leşkeran de çêbû û çek bê cebilxane mabûn. Wê çaxê kêmneteweyên xiristyan alên xwe yên neteweyî hildan, “û hin plan hebûn bo damezirandina dewleta Ermenistan a serbixwe û beşên berfireh ji rojavayê Anadolê bo Yûnanistanê bê dayîn, an jî damezirandina dewleteka yûnanistanî ya duyem, an jî dewleta bentî-yûnanî-ermenî li ser beravên deryaya Reş”.  Dema ku artêşa yûnanî bi fermana hevalbendan (Brîtanya û Fransa) berî peymana Aştiyê û radestkirina siltan û hikûmeta wî, Semîrna (Ezmîr) dagîr kir, xewnên wê nêzî rastiyê bûn. xuya dikir ku her tişt di gulana 1919an de hat guhartin, li gor vegotina tirkî ji dîrokê re, çaxa ku Mistefa Kemal Ataturk ji nû ve hêzên osmanî li rojhilatê Anadolê birêxistin kir, ku dê neteweperestên tirk piştî kêferateke dijwar ji nîvê 1919an heta nîvê 1923yan welatekî ji xwe re bi dest bixin, ku di Peymana Lozanê 1923yan de pêk hat û serrastkirina Peymana Severê a sala 1920î.

Tiştê ku pêk hat, di nêrîna almanên têkçûyî de xewneke neteweyî bû. Vê yekê hişt ku alman li nimûneyekê bigerin da ku wan han bide, bi vê yekê navê Mistefa Kemal bi li ser her zimanî û bi her halî nazî bi Tirkiyayê re çêbûn, li gor gotinên serekê ketîbeya Bahoza Nazî, Ernst Rohm sala 1922yan, siyaseta cîhanî “girêdayî têkoşîna Tirkiyayê ya bo serxwebûnê ye ya bi serektiya Kemal Paşa”, her wiha rojnameyan şîroveyên ji hêla nivîskarên nazî û volkichî (tevgera gelêrî) yên li bara bûyerên ku rû didin, hewandin.

Di despêkê de daxwazên fêrbûna ji waneya tirkî tunebûn, lê alavên ragihandinê gotin ku tiştek heyê hêjayî fêrbûnê ye, ji ber wê gelek rojnameyan têgiha “pêşrew” bi kar anî. Rojnameya Volkischer Beobachter gotarrek bi sernavê “Tirkiya-Pêşrew” belav kir, rojnameya giftûgo kir ku Tirkiya “serperisştiya dozê” kir ji ber ku wê ji nûv re peymanên Parîsê (Sêver û Lozan) di ber çavan re derbas kir. Di wan demên bêhêvî de ku serek tê de peyda nedibûn, Tirkiya nûnertiya “cihê tekane” kir, ku hişt xwînerê alman yê neteweperest bigihêje rewşa guncav, bi vê wateyê “Tirkiya çîroka serkeftina neteweyî bû ku dûrî aqilan bû”.

Di sala 1919an de, rojnamegeriya kesên têkçûyî û bêzar, “mêrxazê” xwe dît, Mistefa Kemal bo xwînerê alman bi pênûsa Tia Von Puttkamer hat pêşkêşkirin, ku berê wê Atatur dîtibû, tê de dîroka wî dida xuyakirin ji çaxa “rizgarkirina Kostantînopolîsê (Stenbol) di cenga Galîboliyê de di Şerê Cîhanî yê Yekem de. Rojnameyên din jî li ser rêya wê meşiyan ku rojnameyên din gotar li bara Ataturk û “tevgera serxwebûnê” belav kirin. Rojnamegeriya almanî ji cîhanê re da xuyakirin ku “ku Ataturk bi awayekî baştir nas dikin ji kesên din”. Rojnamegeriya rastgir û rastgiya tund bû “alîgira Mistefa Kemal Ataturk û axêvera fermî bi navê wî” an jî “rojnameyên almanî bûn mîna kekaletên têkiliyên giştî yên ewropayî ku bo kemalîstan kar dikin”, heta astekê ku şîroveyek di rojnameya Deutsche Allgemeine got ku pêkan e meriv li bara Tirkiyayê “rojê hezar carî bixwîne” di rojnamegeriya almanî de.

Lêgerîna li şibandin û wekîtiyan di navbera rewşa Tikiya û ya Almanyayê de bo seba bikaranîna gotin û wêneyên wek hev, mîna bikaranîna gotina kaeser berdêla sultan û “dêra tirkî” berdêla îslamê. Vê yekê girîngiya “pisporên” rewşa Tirkiyayê zêde kir, ên mîna marsalê alman di artêşa osmanî de Liman von Sanders û nandozê alman ê di nav hêzên kemalîst de, Hans Trobst ê ku di rojnameyên nazî de nivîsî û dê di demên bê de bibe kesayeteke sereke di warê nivîsîna li bara Tirkiyaya nû de.

Yek ji pirsgirêkan ew e bû hewldana şîrovekirina hevkariya di navbera kemalîst û bolşevîstan de, ku rastî gelek lêpirsînan hat, her wiha tirsa girêdayî çawaniya vê têkiliyê, gelo ka Kemal Ataturk meyla wî bi ser Yekîtiya Sovyetê de ye an na, paşê axaftina li bara “bolşevîzma neteweyî”, lê nivîsên xwîngerm ên Araturk bi lez ev mesele çare kir û wê wekî tektîkeke ataturkî wesf kir, tevî ku neteweyî bi rengê xwe yê ataturkî bi bolşevîzmê nayê komkirin, ji ber ku nepêkan e “berfeke germ an jî hesinekî textî hebe” wekî çawa ku rojnameya nazî got,  rojnameyan ji sala 1921ê û bi jor de li bara prgmatisma kemalî ya “sax” nivîsîn, dibe ku navê bi dûv têkiliya Ataturk bi bolşevîzmê ket ji encama “nezelaliya bernameya Ataturk bi xwe bû”.

“Têkoşîna li dij hevalbendan” wekî kêferata neteweyî hat dîtin, ne wekî têkoşîna li dij emberyalîzmê, vê yekê hişt ku bêhtir bibin heyranî û hewesdarên Tirkiyayê. Şêwazê ku rojnamegerî dişopand xwe dispart sê baweriyan: Hevalbend emberyalîstên krêt in. Tirk dê serêşê ji hevalbendan re çêkin û di dawiyê dê bi ser bikevin. Her wiha Tirkiyayê qelsiya hevalbendan kifş kir. Ev wane ya herî ku dengên neteweperest ên alman pêwîstiya wan pê hebû, rojnameyan jî bi rijdî ev yek tekez kir, ku Tirkiyaya Dawûd (bindest) li dij Calût (hevalbend) rawestiya, her wiha gotara hevalbendar şermezar kirin a ku dibêje Mistefa Kemal “diz” an jî “serekê nijdevanan” e. Her wiha rojnameyan pesnê Ataturk da û propoganda ji wêneyê “Tirkiyaya nemir” re çêkirin, her wiha bi awayekî berdewam pesnê çekên tirkî hat dayîn ku “tirkan bi çekên xwe tekez kir ku ew dê aştiyeke ku bişibe şermiyê erê nekin.”

Rewşa heyraniyê Ataturk û çekên tirkî derbas kir û ket teşeyê birêvebirina danûstandinan di dema giftûgoya bendên Peymana Lozanê, ku pesnê qaseya “serhişkiya şandeya tirk” hat dayîn, ku pê mêrxasekî nû kifş kirin, ew jî Ismet Înonu serokê şandeya tirkî û “naya Enqerayê” an jî “naya ku cîhan hejand”, vê meseleyên careke din rê li ber wê yekê vekir ku bijareya siyasî ya almanî bê devavêtin ji ber ku serê xwe li ber mercên hevalbendan çimandin di dema îmzekirina Peymana Versaillesê de ku hişt Almanya bi awayekî şerm xwe radest bike. Bi vê yekê israra ser “berxwedana tirkan“ bendekî sereke bû di rojnameyan de. Rojaneya Deutsche Allgemeine tenê li bara “komara herî ciwan” diaxivî û gotina ku dibêje “komarên nû” hene, yên mîna “komara kurdî” mandele kir.

Di nava vê rewşa ku ji hêla neteweyî ve tijî û bifşar e, daxwazên “Enqera Almanya” dest pê kirin, ango pêwîst e Almanya bibe mîna Tirkiyaya nû a ku ji Enqerayê vejiya, paşê li “Mistefayê Almanyayê” bê gerîn, lê nidik dengan çavdêriya tiştê ku dibû dikir, mîna dengê çalakvanê aştiyê yê alman Carl von Ossietzky. Xuya dikir ku van dengan dê pêwîstiyê kesê alman yê bêzar pêk neanîba.

 

Karîkatorek di rojnameya Kladderadatschê de sala 1922yan, tê de Ataturk şûrekî li ser nivîsandî “hêz û hezkirina welat” hatiye nivîsîn, hilgirtiye

 

Stefan Ihrig di dawiya her beşekê de puxteyekê dide xwînerê xwe, di vê beşê de ba kişan dser axaftina li bara ku “şerê serxwebûnê” bûyereke ragihandinî ye pêkan bi rêya wê lêkolîn li bara “bendên cuda cuda yê ku Almanya di wê demê de mijûl kir” bê kirin, hin hûrbîniyan rewşeke hişmendiya wekhev afirand, wekî komkujiya ermenan, ku tê de ermanan cihê cihûyan girt, wekî efsaneya “derbeya di piştê de” ya ku derheqê cihûyan de dihat gotin.

Lê heyraniya dûvdirêj a bi Tirkiyayê li ser dirêjahiya çar salan “xewneke neteweyî bû û pêk hat”, xewnek bû ku bi şûr û şeran pêk hat. Lê rojnameya bi rêya destnîşankirina “waneyên tirkî” “almanyayeka beranber” ava kirin û belav kirin ku “ev tekane rê ye bo rizgarkirina Almanyayê” û “fêrbûna ji Tirkiyayê” tekane rê ye bo xelasiya ji bêzarî û şikbûna bi siyaseta almanî ya wê demê. Dibe ku gotara “Mistefa li ser çemê Rayinê” gotareke rojnamegerî ya zelal bû ku banga fêrbûna ji waneyên tirkî dikir û li ser rêbaza “rêya tirkî” bimeşin da ku careke din Peymana Versaillesê di ber çavan re derbas bikin.

“Enqereya li Munichê”

Rastgiriyê rikberiya Komara Weimarê bi rêya derbeya Hiltler a ku bi bin ket kir, derbeya ku dixwest dest deyne ser desthilatê bi rêya derbeya ku sirûşa wê ji “Mistefa Kemal Ataturk û bûyerên Anadolê bû” bêhtir ji bandora wê bi nimûneya (çûyîna ber bi Romayê ve) a Mussolini, tevî ku li Mussolini wekî qidweyeke baş ji bo naziyan dihat nêrîn. Franz Willing nivîsand ku nazî bêhtir bi Mussolini bandor bûbûn, lê rastgiriya xweparêz, di nav de generalên berz di artêşa Almanyayê de bi Atatur bandor bûbûn.  Hinên din jî gotin ku “Mussolini û Ataturk herduyan alîkarî kir da ku rewşa tevlihevî û krîz dest pê bikin, ku guhartin di nava neteweperestan de çêkir.”

Tirkiya di rojnamegeriya nazî de peyda bû, bi taybet Heimatland û Volkischer Beobachter, tevî ku a dawî dibera tirkan xuya dikir û “komploya kuştina sultan di tîrmeha 1920î de şermezar kir” û xuya dikir ku alîgira Yûnanistanê ye û Atatur wekî bolşevîzmê nû wesf kir, ev yek dawîtirîn dîtina nerênî bû heta rawestîna wê di sala 1945an de, di roja ku rojname ji hêla partiya nazî ve hat kirîn, rojname ji binî ve hat guhartin, sernavên wekî “Tirkiyaya Mêrxas” û “Tirkiyaya qidwe” dest pê kirin û naveroka wê alîgir û heyranên tirkan bûn. Her wiha bang dikir ku “şêwazên tirkan” bên bikaranîn û parastina ataturkiyê kir ku ne pêkan e ew ber bi bolşevîzmê ve biçe.

Lê Heimatland senaryoya wê a dubarekirî ew bû ku bijareya serdest li Komara Weimarê wekî “bindestên xesandî” bide xuyakirin, lê Tirkiya ji kesên xesandî xilas bû. Her wiha gewretiya Ataturk tekez dikir û ew wek kesekî “dilsoz” wesif kir. Hin gotanrên din li bara hin pêşbîniyan axivîn li bara “tevlîkirina hemû deverên tirkîaxêv ku piraniya Asyaya Navîn dihewîne, wekî pêkanînekê ji xewnên Enwer Paşa re”, dibe ku ev pêşbînî biryardariyê dide xuyakirin ya li bara gudana Enwer Paşa ya ku niha li Tirkiyayê nema peyda ye, dibe ku ji vê pêşbîbniyê bê têgihaştin  ku xwesteka neteweyî ya tevlîkirina deverên almanîaxêv heye.

Gotarên herî berz ên kesê nondoz ê ku bi kemalîstan re kar kir, Trobst bû. Bal kişand ser lihevhatina rewşê li Tirkiya û Almanyayê û axaftina li bara “serhildana neteweyê” û heyraniya bi gurza hesinî ya Ataturk û danûstandina wî bi opozîsyonê re û dadgehên wî yên taybet. Trobst li bara siyaseta “hesin û agir” rij bû ya ku derheqê opozîsyonê de dimeşiya, di nav de opozîsyona bêçek jî, ku hatin çewisandin. Trobst heyranê siyseta rûxandinê bû, ya ku divabû kutaker û berçav be û xofdar be. Her wiha banga komkujiyan kir ku divê pê re “eniyeke yekgirtê” ava bibe, ku divê xwînmijên “yûnanî û ermen” ên ku “pêwîst bû bên rakirin û dûrxistin­”. Her wiha Trobst pêşwaziya siyaseta pevguhartina şêniyan kir a di navbera Tirkiya û Yûnanistanê de û siyasetên qewirandina komî.

Vexwedia Hitler ji Trobst re berî derbeya Munichê nîşan e ku gotarên wî hatine xwendin. Hinên nêzî Hitler nivîsandin ku li jêmaleke bîrayê li Munichê li Hitler guhdar kirine li bara “herdu nimûneyên Ataturk û Mussolini” diaxivî, her wiha rojnameyê amaje bi “bêjerê Munich”ê (Hitler) kir ku pesnê Ataturk dide. Tê tercîhkirin ku gotarên mîna “hikûmetekê mîna ya li Enqerayê bidin me” an “pêwîst e çare tirkî be bi pevguhartina Munichê bi Enqerayê ne çûyîna ber bi Romayê ve be” li gor ku rojnameya Heimatlanda nazî idia kir ku gotina “Enqera”yê bû gotineke “nimûneyî” û hizira veguhastina giraniyê ji Berlînê bo Munichê kir.

Beriya derbeya Hiltler bi 5 rojan, rêzegotarên bo almanan nivîsî derketin, di yekê ji wan de wiha hatibû nivîsîn: “bibe Kemal Paşayekî din, berê me bi serkeftinê veke, Almanyayeke ewre û hevgirtî ava bike”. Dibe ku hevoka “bibe Kemal Paşayekî din” yek ji handerên ku bandor li Hitler kiribin.

Hizira Enqera- Munich li gel neteweperestan berdewam kir, deng bilnd dibûn û digtin ku ne pêkan e “çare ne ji beşê sax ê Almanyayê were, ev beş jî Pavarya bû (Munich)”. Her wiha gotinek din hebû digtin ku “di dîrokê de derbas nebûye ku gel piştî dagîrkeriyê ji paytexta dagîrkirî serê xwe hilde” ku amaje bi Stenbol û Berlînê dikirin.

Stefan Ihrig têbîniyekê dinivîse ku “balkêş e ku Tirkiya xuya kir ku ew e ya ku nimûneya îtalî pê hat fêmkirin, ne tersî wê”. Di gotara Hitler de, serokê nazî destnîşan kir ku du rengên derbeyan hene, a yekem “serhildana generalê tirk Kemal Paşa li dij serdestiya Kostantînopolîsê, ku giha asta ku serdestiya pîroz a serekê ola Mihemedî red kir”.. û Ataturk hewl dide “azadiya gelê xwe” bi dest bixe. Di rengên duyan ên derbeyan de Mussolini bi bîr xist. Ihrig giftûgo dike ku pilebendiyeke pîramîdî di hizira Hitler de heye, tê de Ataturk berî Mussolini ye, ku bihane ji xiyaneta Ataturk re danî ya serîhildana wî li dij desthilatê ku ew di “azadkirina welat” de bi ser ket.

Ji ber qelsiya girêdanên naziyan ên zû bi tirkan re, “almanên osmanî” yên mîna Leman von Sanders û “almanên tirk” ên mîna Trobst bandora xwe li hizira nazî kirin, li tenişta hin almanên osmanî yên ku hevbeşê di derbeya Munichê de kirin, ji her aliyan ve, mîna general von Loso, yê ku li Împeratoriya Osmanî (1911-1918) kar kir û destê wî di komkujiya ermenan de hebû, li tenişta Hans Human ê ku li Semîrnayê ji dayîk bû û navbeynkarê sereke bû di navbera Enwer û Teliet Paşa de li balyozxaneya Almanyayê li Stenbolê.  Humas serektiya rojnameya Deutsche Allgemeine kir û bal kişand ser dosyaya tirkî bi awayekî mezin, her wiha ji alîgirên pêkanîna “şêwazên tirkî” bû, li tenişta navên din, Otta von Feldman efserek bû di fermandariya osmanî de û hevkarî di komkujiya ermenan de kir. Dibe ku Ihrig bi rêya vegotina nasnameyên almanên osmanî dixwaze bibêje ku hizira komkujiya cihûyan li labulartorên tirkî pêk hat bi rêya komkujiya ermenan. Wê vê yekê di beşê bi navê “Tirkiyaya Nû” de xuya bike.

Balkêş e ku serokê siberojê yê girtîgeha Auschwitza nazî, Rudolf Hoessî û têkiliya wî bi osmaniyan re, her wiha Heinrich Himmler yê ku xeya dikir ku ew li Tirkiyaya Araturk e, di yek ji nameyên xwe yê bi hevalekî zanîngehê yê tirk re, jê pirsî gelo ka rastî “dest bi pêkanîna waneyên tirkî kiriye an na.”

Nexwe rehendeke kemalî ji bûyerên Munichê yên sala 1923yan heye, ku tecrubeya Tirkiyayê da xuyakirin ku pêkan e derbe li Munichê bi ser bikeve. Li gorî agahiyê ku kom kirine Ihrig texmîn dike ku Hitler “pir bi kesayeta Fuhrer (serok) a li gel Mustefa Kemal Ataturk li ser dirêjahiya du-sê salan dihizirî, berî ku rojnameyên almanî raporan li bara faşîstên îtalî û Mussolini pêşkêş bikin” hevdemî meşa ber bi Romayê ve. Ji ber wê Kemal Paşa bandoreke wî ya sereke hebû di pêşketina hizirên Hitler de yên li bara Fuhrerê nûjen, û li bara kesayeta wî ku xwe wekî serokekî siyasî wesf dikir. Balkêş e ku Mussolini bi xwe jî xuya kir ku ew jî heyranê Ataturk e di gotara “meşa Kemal Paşa ber bi Îzmîrê ve”, tevî ku Mussolini hez dikir ku navê “Mistefa Kemalê Enqeraya Milanî” lê bê kirin, ku amajeyê bi Enqeraya Ataturk û Mîlanoya îtalî dikir. Bi her halî Ataturk bû nimûneyeke sirûşê bo revîsyonîst, neteweperes, sosyalîstên niştimanî yên alman û faşîstên îtalî.

Ji ber ku Hitler xwînerekî xwere bû ji rojnameyan re, “ne pêkan e li Tirkiyayê wekî mijareke raxistî bê nêrîn” di rojnamegeriyê de, ji ber wê “nazî bi Tirkiyayê re mezin bûn”, ew her dem hazir bû, ji ber wê nazî dê vî beşê sîpetiya xwe ji bîr nekin, wekî tiştê ku beşên mayî yên vê pirtûkê dibêjn.

 “Stêrka di tarîtiyê de” ya Hitler

Bi vê hevokê “stêrka di taritiyê de” ku Hitler Ataturk bi nav kir, beşê sêyem dest pê dike û tê de jî Stefan Ihrig biwêja ku wê di ragihandina naziyan de gelek caran dubare bibe, şirove dike.

Di “Şeva kêrên dirêj” de, Ernst Rom yek ji lîderên naziyan ên berz (fermandarê tabûrên Bahoz SA) di çarçoveya operasyonên qirkirinê di nava partiya naziyan de, tê kuştin. Rom di havîna 1933yan de bi Mussolini û Ataturk re rûnişt. Di encamê de, Ataturk Rom eciband, her wiha belgeyek heye nîşan dide ku Ataturk dibîne “ku Hilter ne pêwîst bû ku xwe ji Rom di sala 1934an de xelas bike.” Tev ku Ataturk bi xwe jî gelek hevrêyên xwe yên berê îdam kirin. Di heman demê de, tiştê ku hişt Tirkiya bibe pêşengê Almanyayê, rêbazê “tund û lezgîn” ên bi opozîsyonê re bû.

Di demekê de ku Hitler Enwer Paşa eciband,  Hitler ragihand ku li Almanyayê “kesekî wekî Enwer Paşa tune bû”. Her wiha, Hitler “berxwedana çalak” a li dij Ataturk jî eciband. Di vê çarçoveyê de di kombûneke li bajarê Nurnberge di kanûna 1928an de, Hitler behsa têkçûna Almanyayê di Şerê Cîhanê yê Yekem de kir û bi Tirkiyayê re da ber hev. Hitler Peymana Lozanê bi bîr xist ku di encamê de “Împaratoriya Tirkiyayê ji nû ve rabû ser pêyan û cîhan tev de bi rêzdariyeke mezin behsa dewleta Tirkiyayê dikin”, her wiha “Ataturk karîbû ku dîroka wan a gewre anî bîra gelê xwe ku ew ber bi pêş ve birin”.

Ji bilî piştrastkirina li ser “çarenûsa hevbeş” a alman û tirkan, mijara girêdana xurt a di navbera kesayetên Ataturk û Hitler de, bala rojnameyên  volkichî kişand. Di vê çarçovewyê de, rojnameya Kreutzê di sala 1933yan de di yek ji hejmarên xwe de got “Sosyalîzma neteweyî ya almanî ya Adolf Hitler û Kemalîzma tirkî gelekî girêdayî hev in”. Di heman salê de, dema ku naziyan dest danîn ser desthilatdariyê, gelek têgehên ku behsa nêzikbûna îdeolojî di navbera kemalîzm û naziyan de dikin, derketin holê. Her wiha, rojnameya Freiburgerê wekî rojnameyên din ên rastgir jî nivîsand “Bûyerên wekhev ên ku rû dane, tîne bîra me ku rizgarkerê Almanyayê Hitler, tevgera xwe ne ji Berlînê dest pê kir, lê belê ji  Munichê dest pê kir. Di heman demê de gavên xwe yên şoreşgerî ji Munichê avêt”, dibe ku tekeziya li ser wekheviya di navbera rewşa Enqera û Munichê de, girîngiya gizira wekhevîbûn û cêwîbûnê dide xuyakirin, a ku rojnameyên volkichî û nazî pê tijî bûbûn.

Di tîrmeha 1933yan de, serokê edîtoriya rojnameya “Milliyet”ê ya tirkî hevdîtinek bi Hitler re çêkir. Di wê hevdîtinê de, rêveberê naziyan, Ataturk wekî “Gewrtirîn mêr di sedsalê de ye” bi nav kir û da zanîn ku “têkoşîna serkeftî ya ji bo rizgarkirinê ku dagîrker ]Ataturk[ di oxira avakirina Tirkiyayê de bi rê ve bir, bawerî da ]Hitler [  ku tevgera sosyalîst a neteweyî  wê wekî wê bi ser bikeve.” Di vê çarçoveyê de, tevgera Tirkiyayê “ji bo wî wekî stêrkek geş e.” Piştre jî, tiştê ku Hitler li ser Ataturk gotiye “stêrka di tarîtiyê de” hate piştrastkirin û piştre jî gelek caran ev biwêj hate dubarekirin, nexasim piştî mirina Ataturk di sala 1938an de û dema îmzekirina peymana hevaltiya tirkî-almanî sala 1941ê de.

Hitler di her boneyekê de nameyên pîrozbahiyê ji Ataturk re dişandin û Volkscher Beobachter jî bi awayekî rêkûpêk diweşand. Her wiha di dema hevdîtina baylozê tirkî Husrev Gerede bi Hitler re, ji wî re got ku “ew wekî Ataturk dike”, çawa ku Ataturk Peymana Sêvrê bi cih neanî, ew (Hitler) jî niha Peymana Versaillesê hildiweşîne. Di rojbûna Ataturk de jî, Hitler di civîna ku şandên siyasî û rojnamevanên tirk tê de hebûn, rola “sereke û resen” ku Ataturk ji bo wî lîstiye bi bîr xist. Hitler ji mêvanan re got “Ataturk yek ji wan kesên ku dikare dahatûyên welatekî y ku ji dest daye, ji nûv re kom bike û nû bike, di vê çarçoveyê de Atatruk mamoste bû û Mussolini yekem şagirtê wî bû û ez jî şagirtê xwe yê duyem bûm.” Di heman demê de, di nava mînakên ecibandina Hitler bi Ataturk, di  xîtaba wî ya di gulana 1941an de li pêşiya Reichstage bi boneya hemleya xwe ya li Balkanê bû, ku Hitler bê tu girêdaneke mentiqî di xîtaba xwe de ku Tirkiya bi bîr xist û got “damezrînerê aqilmend ê gewre ji Tirkiyaya nû re, ew yekem kes bû ku nimûneyeke balkêş a serîhildana li dij hevalbendan pêşkêş kir û piştre jî şensê wî nema û felek li serê wî geriya.”

Piştrastkirina li ser formula “ronahiya ji rojhilat” ku di rojnameyên almanî de hate gotin beriya bi deh salan ji hatina naziyan li ser desthildariyê û biwêja Hitler a li ser Ataturk ku “stêrka di tarîtiyê de ye” dê gelekî dubare bûba.  Di vê çarçoveyê de, di dema îmzekirina peymana hevaltiyê di navbera herdu welatan de, careke din biwêja ronahiyê bû rojev. Lewra gotara sereke ya Volkscher Beobachterê  ku tê de behsa têkoşîna kemalîzmê kir got “ji bo çarenûsê û wergirtina rûmetê, ronahiya geş e “ku bawerî dane almanan di dema rizgarkirinê de.

Her wiha heyraniya bi Tirkiyayê şêweyekî dîmenî jî girt ser xwe, di vê çarçoveyê de,  bi boneya dehsaliya damezrandina komara Tirkiyayê, “Tabûra Bahozê” ya nazî li pêşiya baylozxaneya almanî û amadebûna baylozê tirkî ku cilên leşkerî li xwe kirin şahiyek organîze kir û di şahiyê de strana “Horst Wessel” hate gotin ku ew jî sirûda naziyan e, ku beriya sirûda almanî hate gotin. Kûrahiya protokolî di têkiliya herdu tevgeran de jî diyar bû. Her wiha, amadebûna baylozê tirkî Hemdî Arbax di şahiya opera ku “mamosteyên strana Nurnberge”ê amade kirin ji bo Richard Wagner ku kêfa Hitler jê re dihat, balkêş bû.  Sembola protokolî ya dîplomasî ku Arbax li pêşiya Hitler rûnişt, da diyarkirin ku Tirkiyaya nû “beşek ji cîhana îdeolojî” ya Reicha Sêyem bû.

Pîrozbahiya “Tabûra Bahozê” ya dehemîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyayê – li ber balyozxaneya Tirkiyayê ya li Berlînê. Ernst Rohm di wêneyê de bi Balyozê Tirkiyayê re xuya dike.

Di pêvajoya ku rewşa  tenduristî ya Ataturk xerab bû, wezîrê propogandeyê yê naziyan Goebbels li ser nexweşiya Ataturk a xeter nivîsand û got “Nexweşiya Ataturkî pir cidî ye. Lê dê xwezaya wî ya hirçî, di vî warî da ji bo dûrbûna mirineka pêşwext alîkariya wî bike.” her wiha nivîsand ku mirina wî “windahiyeke ku nayê dagirtin”. Her wiha dema ku mir Goebbels nivîsî “Kemal Ataturk mir, mêrekî gewre çû”. Ev gotin jî dema ku Goebbels serdana qesra Dholmah Baghjah li Stenbolê kir hatin dubarekirin û got: “Li vir Ataturk mir, ew mêrekî gewre bû”. Di roja piştî mirina Ataturk de, rojnamegeriya almanî pir bal kişand ser mirina Ataturk û Hitler maneyên sersaxiyê rêkirin, bi renegekî ku tê de xuya bike ku ew ji jidestçûyîneke mezin bo Hitler û rêjîma wî.

Di dawiya vî beşî de, Stefan Ihrig  tiştên ku wî şirove kirine, belge, nivîsên rojnameyan û xîtabên fermî bi bîr dixe. Li ser vî esasî, Ataturk û Tirkiyaya nû wekî “Lêvegerên sabit ên naziyan bûn, ji ber ku beşek ji jînenegariya wan bûn” û “baştirîn kiryarên” cihêreng ji naziyan re pêşkêş kirin. Bi vê wateyê Tirkiya “yekem damezrînerê rastî ê dewleta Volksche a nûjen bû û yekemîn bû ya ku hizira fuhrer pêk anî di şertûmercên demê de pêk anîn. Tiştê ku Ihrig di beşê borî de giftûgo kir “heyraniya îdyolojî ya bi Atatur û Tirkiyaya nû” dide xuyakirin. Amajepêkirna rojnameya Wien Zeutungê ya li bara Ataturk ku ew bi “pêşengê herheyî” wesf kir bondora Tirkiyaya Ataturk di xeyalên nazî û neteweperestên tund ên alman de, dide xuyakirin.

  

“Fuhrerê tirk”

Di vê beşê de yê bi sernavê “Hagiyografya naziyan û perwerdehiya neteweyî”, nivîskarê lêkolînê formulasyonên jînenîgariya pîroz (hagiyografya) a Ataturk di cîhana naziyan de şirove dike û dinirxîne, Ataturk û Tirkiyaya wî ya nû, di Reicha Sêyan da ne tenê wekî “yekî ji me” dihat dîtin, lê belê wekî  “qeyserê tirk” û kesayeta “volkanî” dihat dîtin. Li gorî dîtina naziyan mucîzeya tirkî ji du beşan pêk tê: Şerê serxwebûnê û derketina Tirkiyaya nû a volkichî û bi awayekî berdewam, her wiha bi hezaran gotar bi dehan pirtûk di nav de jî pirtûkênk dibistanan li ser “xeyala almanî” serwer bûn. Di heman demê de, çîroka Ataturk li Almanyayê hate bikaranîn, da ku piştrast bikin ku kes ew “dîrokê diafirînin” ne gel. Di vê çarçoveyê de, di pêvajoyên herdu şerên cîhanî de, herî kêm 4 jînenîgariyên Ataturk li Almanyayê hatin belavkirin, yek ji wan jî ji aliyê  Herbert Melzig ve nivîsandin, ku Melzig bi xwe karmendê di wezareta propogandeyê de bû ya ku ji aliyê Goebbels dihate birêvebirin.

Di cîhana nivîsandinê de di serdema Richa Sêyan de, a ku navlêkirin tê de pir bûn, hewlsan çêbûn ku wêneyekî pîroz ji Ataturk re biafirînin, kesê ku nêrînên wî û naziyê wek hev in, ku dê Ataturk bibe “fuhrerê tirk” û “fuhrerl gewre” û “fuhrerê nemir” her wiha “gewretirîn kesayeta fuhrer di salên piştî şer de. Heman ziman bi wesfkirina Hitler û Ataturk hat bikaranîn. Tiştê balkêş ew bû ku wêjeya tirkî Ataturk bi heman rêbazî pîroz dikir. Di vê çarçoveyê de, Şukru Hanioglu  di lêkolîna xwe ya li ser Ataturk de van taybetmendiyan li wî dike: Pirzane, gewre, cidî, rizgarker û afirîner. Naziyan jî heman gotin çi bo Ataturk çi jî ji bo Hitler bi kar dianîn. Di nivîsên herî tund de, Ihrig hin nêrînên nazî pêşkêş dike bi rêya jêgirtinên ku Ataturk xistin rêza xwedayan, xwedayê ku “li nav mêrên fanî dimeşe” û wî bi Îsa re hevrû kirin. Lê ew di rastiya xwe de di nav kesên kirêkirî, sixur û xinizan de bû.­

Ji wê zêdetir jî, di jînenîgariya Ataturk ya almanî de, dihate gotin ku Ataturk hest bi giyanê “gurê boz” û bi giyanê “turkundum” a nemir (nasnameya tirkî ya nemir), dikir, her wiha xwîna wî jî cuda ye ku hest bi nijandên kêmtir dikir (grîk, ermen û şamî) yên ku serwerî li ser Împratoriya Osmanî dikin. Girîngî dana ser “amrazên arî yên paqij” ên mîna çavên wî yên şîn û porê wî yê kej, sedemeke beraqil bû ku piştgiriya gotinên nivîskaran dikir ew ên ku digotin dibe ku bi rastî jî arî be.”

Her wiha, daxwaz wan gihaşt astekê ku pîvanên din ên wekhev di navbera herdu kesan de peyda bikin, wek ku ew herdu leşker in, ji deverên kêlekî hatine û hizirên wan dişibin hev. Lê rewş, ew e ku çîroka Ataturk bi erka xwe rabû ji ber ku “kopiyek tenê ji bo civaka gelêrî ye”, lewra nameyên taybet ji neteweya almanî re derbarê guhdana tam û danûstandina tund ji muxaleferan re û pêkanîna şerên neteweyî yên giştî.

 

Tirkiyaya nû

Nivîskarê lêkolînê di vî beşî de dîtina naziyan ji dewleta Volksche a nûjen re şirove dike, ku di vê beşê de behsa mijara qirkirina neteweyî ya ermenan û rola “dêra tirkî” ango ola îslamî di komara nû de û siyaseta “Aufbau” (damezrandin  û jinûveavakirin), tê kirin.

Nêrînên naziyan derbarê Tirkiyayê de gelekî dûrî  “objektîfbûnê” bûn, ji ber ku wan di Tirkiyayê de tiştên dixwest bibînin, dîtine û ev yek jî diyar dike ku wêneyê ku Almanyaya nazî çêkir sabit bû û wesfên wê neguhêrbar in. Ji nava wan hêmanan ku wêneyê Tirkiyaya nû xêz kiriye, girêdayî rûxandina Tirkiyaya kevn bû, ku di nava xwe de “qirkirina etnîkî û tunekirina destildariya olî ya li ser civakî” dihewandin.

Di destpêka serdema Reicha Sêyem de, dozên kêmneteweyan di dewleta Osmanî de heta asteka mezin ji holê rabûn, di vê çarçoveyê de piraniya ermenên Anadoyayê ji ber qirkirina etnîkî ya li dij wan hatin kuştin, an jî ji welat derketin. Her wiha, yûnanî jî li gorî Peymana Lozanê, ji ber paşdevegera artêşa yûnanî derketin û kesên mayî jî bi tirkan re hatin pevguhartin. Lê naziyan kurd “ku kêmeteweyeke din a mezin e li rojhilatê Anadolyayê” paşguh kirin û sedema paşguhkirina nivîskarên nazî ji vê “koma acizker” re, ji ber ku balkişanda ser kurdan wê “wneyên lihevhatî yê nijadî yî çîroka serkeftina volkichî ya tirkî, birûxîne­.”

Stefan Ihrig dibîne ku bandora qirkirina komî li ser naziyan dê  çarçoveya vê pirtûkê derbas bike û pêwîstiya wê bi şirovekirineke cuda heye. Lê ev yek nebû asteng ku Ihrig bersiva metoda qirkirinê bide û matmayîbûna Hitler wiha tîne ziman: “Ev kî ye ku îro behsa qirkirina ermenan dike piştî van hemû tiştan?!”. Her wiha, gotineke din a wî heye ku îşaret bi “tunekirina ermenan” dike. Bê gûman, nazî bi qirkirina komî ya li dij ermenan bandor bûn, ji ber ku nazî bi Tirkiyayê re mezin bûn, ango bi qirkirina ermenan re mezin bûn. Di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de, hevalbendan îdîa kirin ku alman “ne tenê ku haya wan ji qirkirinê hebû, lê belê alman teşwîqkarên sereke yê qirkirinê bûn.”

Rojnameyên rastgir bandora tiştên ku rojnameyên çepgir ên derbarê “qirkirinê”an jî “wêrankirina gel” piştrast kiribûn, kêm dikir û hin bihane ji “tedbîrên dîspilînî” pêşkêş dikirin, wekî ku ermenan di şer de “kêr li pişta tirkan xistine” û ew gelekî “bi dek, krêt û zalim in­”. Piştî kuştina berpirsê qirkirina ermenan Telet Paşa li Berlînê ji aliyê Sogomon Tehlirian ve, ev nîqaş li Almanyayê bûne rojev. Her wiha, di sala 1922yan de jî, piştî kuştina du kesên ji “tevgera Tirkên Ciwan”  li Berlînê ji aliyê ermenan ve, ev nîqaş careke din hate vekirin û heta Peymana Lozanê ya sala 1923yan jî dewam kir.

Dijberiya almanî-ermenî wekî “cihûyên rojhilat” pêşkêş dikirin û di vir de divê were gotin ku Hitler kêfa wî ji romanên Karl May “koma rojhilat” re dihat, tê de May dev davêje ermenan. Her wiha nîşandana ermenan tenê wekî “krêt” û “kesên bêfêde” di rojnameyên çapgirî de heta destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyem mijareke asayî bû. Di heman demê de, şibandina di navbera cihûyên Ewropaya navîn û ermenên osmanî hişt ku rastgiriya tund û nazî guh bidin komkujiya ermenan.

Di vê çarçoveyê de, Trobst nivîsî û got: “Tiştê ku bi serê ermenan de hat, dibe ku bi serê cihûyan di siberojê de li Almanyayê jî pêk were” û berê xwe bidin “rêbazên Tirkiyayê”. Di heman demê de, Hitler ermen di xîtabên xwe de, wekî nimûneya “etnîka jêrîn” dida û rola wan wekî roja cihûyan li Almanyayê bi nav dikir. Her wiha, di gotareka xwe de, wêneyek bi kar anî ku tê de neteweya alman newqî asta “neteweya koleyan” dibe û ermen wekî pîvankera asta koletiyê bi kar anî ku wekî cihûyan in. Lewra, yek ji sedemên serkeftina Ataturk li gorî ku di pirtûkên naziyan de hatiye gotin “tunekirina ermenan” bû û ew “wekî bedenekî biyan ê ku nayê tevlêkirin” bi nav kirin. Yek ji nivîskrên jînenîgariyên Ataturk, Fritz Rossler, beşek bi sernavê “Tesfiyekirina Ermenîstana acizkar” nivîsand û dibêje ku tiştê bi serê ermenan de hat, ne çewisandina xiristyanan e, lê belê “tunekirina bedenên biyan ku ji bo jiyanê gef in.”

Ji bilî qirkirina ermenan, nivîsên naziyan zêdetir bal kişandin ser “dêra tirkî” ya ku wiha bi nav dikirin, ku îslam astengê mezin bû ji ber ku li gorî ew bi nav dikin ji aliyê ereban ve hatibû afirandin. Ji ber ku ermen jî bi “krêt” hatin wesfkirin, oldar jî bi heman navî hatin wesfkirin. Lewra Tirkiya bi rastî bû dewleteke neteweyî, dema ku dev ji îslamê berda. Lê Johann von Liers di dema nivîsandina jînenîgariya Hitler sala 1932yan de got derbarê olê de “Hitler ne wekî Mustefa Kemal tundraw bû”, lê rastî nîşan didin ku Hitler kêfa wî ji şerê Ataturk ê li dij “dêrê” re dihat, di vê çarçoveyê de Hitler di axaftina xwe de piştgirî da Ataturk û got: “Leza ku Kemal Ataturk bi kahînên xwe re kar kir, yek ji beşên herî balkêş ên dîrokê ye! Carekê 39 ji wan bi awayekî hêsanî îdam kirin . Ataturk bi temamî ew tune kirin.”

Her dem li aufbau a tirkî (jinûveavakirin) bi çavê heyraniyê dihat nêrîn, ji ber ciwanî û hêza ronesansa vokichî ya ku hilgirtibû, bi taybet çaksaziyên zimanî û rolên nû yên jinê, ku bala xitaba nazî ya li bara Tirkiyayê kişandibû.wêneyên ku ji Tirkiyaya nû hatin xwestekên naziyê didan xuyakirin, ji ber aufbaua tirkî vedana nêrîna nazî bû ya li bara nûjenî û aufbaua wê.

Nivîskarê lêkolînê balê dikişîne ser tengav û siberoja Lîwa Iskenderon, herdu mijar jî bûne rojevên sereke yên şopandina ragihandina almanî ji sala 1935an heta 1939an û armanc jê ku belavkirina armancên revisyonîzm ên naziyan bû, da ku hewl bidin van armancan bikin wekî armancên neteweya tirkî ya vegerandina axa xwe û armancên naziyan ku hewl didin herêmên Sudetenland û Mmelande, Viyana û bajarê Gdanske (tengava Danzige) tevlî nava xwe bikin û raynlandê leşker bikin. Lê bi peymana di navbera Fransa û Tirkiyayê de derbarê Lîwa Iskenderon, rojnameyên naziyan bihane bi kar anîn û îdîa kirin ku ev nêzikbûn mîrasa Ataturk bi rêya tevlêbûna koalîsyona li dij Almanyayê, wêran dike. Her wiha, rojnameya naziyan Volkscher Beobachter îdîa kir ku “Ew ji kemalîzimê û mîrasa Ataturk ji yên ku desthildarî li Tirkiyayê wergirtine ji dema mirina Ataturk, bihtir fêm dike.” Ji ber wê herdu mijarên Tirkiyayê (tevgav û sinceq) beşek ji propogandaya jinûveleşkerkirina raynlandê û tevlîkirina Auwisturayê bû..” li bara siyaseta xwe ya ku dixwest “Anşloş” û “deverên almanî” tevlî bike, Hitler li ser vê rêyê meşiya.

Şerê Cîhanê yê Duyem û Tirkiya

Di vî beşî de, Stefan Ihrig bi vê pirsê dest pê dike “Ma ew Spanyayeke din e? wekî sernavekî şaxî, ji ber ku Şerê Cîhanê yê Duyem têkiliya Tirkiya-Almanyayê aloz kir. Her wiha, têkilî dema ku Ismet Înano di dawiya sala 1938an de bû erka serokatiya Tirkiyayê bi dest xist, Tirkiyayê Peymana anglo–Tirkiyayê sala 1939an îmze kir, beramberî wê jî Enqera peymana hevaltiyê bi Almanyayê re sala 1941an îmze kir ku dê Volkscher Beobachter bi “hevaltiya nûkir” wefs bike û têkoşîna hevbeş di serdema Şerê Cîhanê yê Yekem de. Her wiha, Tirkiya bi serkeftinên almanî yên li dij “Artêşa Sor” kêfxweş bû, ku ev yek derfet da Tirkiyayê di aliyê rojhilat de,  ango di axa bi navê komarên Tirkiyayê yên Sovyetê têne naskirin û nîvgirava Qirimê, bi pêş bikeve.

Di aliyê aborî de jî, di serdema salên 30î de herî zêde têkiliya Tirkiyayê bi Almanyayê re hebû. Di sala 1936an de jî, Reicha Sêyem ji sedî 51 ji hinardekirina Tirkiyayê werdigirt û Tirkiyayê ji sedî 50 ji hinardekirina almanî bû û alman bi fermana Hitler gelek pere wekî deyn dane Tirkiyayê û guh neda şîretên şêwirmendên xwe. Di heman demê de,  Hitler berhemên çandiniyê yên tirkî bi pereyekî mezin kirî.

Lê di salên 1941 , 1943, 1944an de, di navbera naziyan û Tirkiyaya nû û toranî de, nêzikatiyeke demkurt pêk hat. Toraniyan dixwest ku gelên tirkî li Deryaya Egeyê heta bakurrojavayê Çînê di bin rêveberiya Tirkiyayê de yekitiyekê ava bikin. Ev nêrîn jî hişt ku “Enwer Paşa teşwîq kir û di encamê de, karaseta Sarikamishe rû da.”  Her çiqas ku toranî di serdema Ataturk de hatin çewisandin, lê di serdema Înano de baregehên xwe û bi însyatîfa hikûmetê, vekirin. Lê piştî ku hate dîtin Almanya li pêşiya Yekîtiya Sovyetê têk diçe, buhara toraniyan bi dawî bû û di encamê de, Tirkiyayê dev ji toraniyan berda û piştî ku bi fişara hevalbendan Tirkiyayê hinardekirina hilberên xwe ji bo Almanyayê rawestand. Lewra rewşa ku “nêzikbûna tirkî-almanî  ya ji toraniyan re tenê ji bo Tirkiyayê toreyeka bi ewle bû, eger ku Almanya bi serketa.

Beriya têkçûna Almanyayê, Stefan Ihrig hevbireke dawî di navbera Hitler û Ataturk de dît, di vê çarçoveyê de Hitler got: “Eger ku Almanya di şer de têk çû, ew hêjayî xezebê ne”, her wiha weşanên naziyan jî li ser zimanê Ataturk gotin: “Ji bo gelekî gewre mirin çêtir e ku bi valahî bijî, bê rûmet.”

Lê di dawiya vî beşî de, aliyekî wê heye wekî cîhana romanan e, ku têkçûna daxwazên Tirkiyayê û rûbirûna wan bi awayekî erotîk nîşan dide. Di vê çarçoveyê de, piştî çend kolanan ji cihê Hitler ê dawiyê, leşkerên bi eslê xwe tirk yên ji Yekitiya Sovyetê li herdu aliyê şerê Berlînê şer dikin û têne kuştin: Tatar, tirkmen, ozbek, kazak û azerî di “Artêşa Sor”de ya biserketî, di hemû kolanên paytextê de li dij tatar, tirkmen, ozbek, kazak û azerî yên di nava yekîneyên tirkî yên di nava “hêzên ewlekarî yên taybet”de li aliyê almanî şer dikirin. Ango ew  kesên ku ji hêla nêrîna toranî ya ku  Nûrî Paşa birayê Enwer Paşa nûnertiya wê dikir, dema ku bi xwe re anî Berlînê di sala 1941ê de.

Dûmahî: Pêşî li kevir, paşê li axê

Di encama dawiyê de, Ihrig bal kişand ser encamên bilindûna rolên Atatur û “nexweşiya tirkî” ya ku bi ser Almanyayê de çûbû û çawa ku Ataturk “mamosteyê gewre” yê şagirtê xwe yê yekem Mussolini û şagirtê duyem “Hitler” bû.

“Çîroka serkeftina Tirkiyayê” baştirîn nimûne bû derbarê kiryarên volkichî yên derbarê danûstandina bi kêmneteweyan re pêşkêş kir, nexasim ên girêdayî qirkirina koma ya ermenan. Di vê çarçoveyê de, nazî bi Tirkiyaya nû re û bi qirkirina ermenan re mezin bûn û ew dosya paşguh nekirin. Bi vê yekê re jî, modernîteya Tirkiyayê beşek ji nêrîna naziyan a taybet bi modernîteyê bû û veguherîna bi lezgîn û şoreşger di hemû aliyên jiyanî de: binesazî, pêşketina aborî, avakirina avahî, bajar û kargehên pêşketî û rolên nû yên propogandeyê û spor û ciwanan.

Pirtûka ku tijê hûrbînî, belge û nav in, dide xuyakirin ku tiştê ku ji rêveçûyînên derveyî anîn, ji bo ku wê di rêveçûyînên xwecihî de erkdar bikin bû, ji ber wê li ser dirêjahiya 40 salî nêrîna erênî li ser Tirkiyayê berbelav bû, bi taybet wêneyê Ataturk di xeyalên naziyan de.

Ihrig pirtûka xwe bi van rêzan bi dawî dike ku tê de gelek pirsên siberojê hene, ji ber ku wêneyê xeyalkirî û hatiye çêkirin ne rast e, ango “]tirkê nemir[ di kûrahiya giyanê almanî de û ne jî di dîroka almanî de ne rast bû. Wêneyê kesê tirk li ser dirêjahiya sedsalan hatiye guhartin –ev yek bi rengekî zêde çê bû di sedsala 20em de- dê careke din jî bê guhartin.”