DAIŞ di gêreyê de berbelav dibe

By Tariq Hemo

 

Li deverên biyabanê yên ku komikên piçûk ên DAIŞ xwe lê vedişêrin, êrîş bi dû hev de pêk tên, ev êrîş hevdemî hewldanên rêxistinê ne ku hewl didin şaneyên çekdar di hundirê bajar û deverên Rêveberiya Xweser de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ava bikin.

Di hefteyên borî de bi dehan êrîşên bilez ji hêla endamên DAIŞê li biyabana Sûriyayê li dij artêşa Sûriyayê û sivîlan pêk hatin, her wiha li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk li gund û bajarên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê pêk hatin. Piştî ku HSDyê di hezîrana 2017an de rêxistin ji Reqayê qewirand, ango paytexta wê û paşê di adara 2019an de bi awayekî fermî rêxistin li Baxozê têk bir, rêxisina DAIŞê dest bi karê “binerd” kir û stratejiyeke berfirehbûn û tevgerê ya nû danî, ew jî tevgera di nava xîza biyabana Sûriyayê ye û li wê deverê di bin erdê de kar bikin, her wiha girîngî dan karê îstixbaratê/yê veşartî û fînansekirina şaneyên piçûk li gund û bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Armanca wê ya sereke xirabkirin û tirsandin e di çarçoveya belavkirina gêre û tirsandinê de da ku seqemgîrî, geşedan û lihevkirina xelkê pêk neyê.

Li gor raporeke Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan ku di 21 nîsanê de li ser malpera xwe weşandibû, da xuyakirin ku rêxistina DAIŞê ji destpêka vê salê ve 177 êrîş pêk anîne ku di encama wan de 333 kes ji hêzên artêşa Sûriyayê û milîsên girêdayî wê, 24 endamên rêxistinê û 37 sivîl û zarokek û jinek hatine kuştin. Rawangeha Sûriyayî ya  Mafên Mirovan di dawîya kanûna yekem a sala 2023yan de encamnamea êrîşaên DAIŞê li Sûriyayê belav kiribû û got ku rêxistina DAIŞê di sala 2023yan de 336 êrîş li deverên rêjîma Sûriyayê û Rêveberiya Xweser pêk anîn, di encama wan de derdora 700 sivîl û leşker hatin kuştin û 82 endam û serekên DAIŞê di operasyonê dijber de hatin kuştin.

Rêxistina DAIŞê di sala 2022yan de bêhtir ji 171 êrîşê pêk anîbû, di encama wan de 624 leşker û sivîl hatin kuştin ku piraniya wan ji deverên rêjîma Sûriyayê bûn. Heger em li hejmarên borî binêrin em dê du tiştan têbîn bikin, a yekem: DAIŞê asta êrîşên xwe bilind kiriye her wiha mezin jî kiriye û her dem hewl dide heta ku jê were li ser qiraxên biyabana Sûriyayê pêk bîne, ew jî rûbereke bêhtirî 4000 KM2 ye, ji devera Cebel Ebû Recmên a li bakurrojhilatê Tedmurê dest pê dike heta digihêje biyabana Dêra Zorê û gundewarên wê yê rojavayî, her wiha DAIŞ li biyabana El-Sixne û li bakur li ser sînorê rêveberî yê Swêdayê heye. A duyem: Rêxistin hewl dide rastiyeke xwe ferz bike, ew jî ew ku devereke sor a taybet bi xwe biafirîne da bike dewleteke neragihandî, ew jî sêgoşeya biyabana Sûriyayê ye di navbera Heleb, Hema, Himis, Dêra Zorê û heta qiraxên Swîdayê li başûrê Sûriyayê, tê de çi leşker an jî sivîlê ku tê re derbas bibe hukmê mirinê lê bibire, ew jî bi rêya teqîn û kuştinên qeydkirî.

Kesê ku êrîşên komikên “DAIŞ”ê yên li biyabana Sûriyayê û deverên Rêveberiya Xweser bişopîne dê bibîne ku ew êrîşên bilez in, teqandina mayinan, teqandina teqemeniya ji dûr ve û serjêkirina sivîlan e, armanca tevan jî ew e ku tirsê berbelav bike û hebûna xwe ya zordest xuya bike, da ku xelk bibêjin ku hê jî rêxisitin xurt e û peyda ye, tevî ku ax ji dest wê hatiye derxistin û tu bajar di destên wê de nemaye. Rêxistina DAIŞê her wiha dixwaze bandorê li derûniya endam û alîgirên xwe bike, çi yên azad bin çi jî yên di girtîgehan de bin, ku ew dikare li ber xwe bide bi armanca ku vegere û careke din serdestiyê li deverê bike.

Her wiha dixwaze nameyekê ji civaka navdewletî re rê bike ku ew hîn li ser xwe ye û hêz û navûdengiya xwe ji dest nedaye, lê belê ew êrîşan li dij cebheyeke berfireh ji dijminan pêk tîne, ji rêjîma Sûriyayê û milîsên îranî dest pê dike heta Hêzên Sûriyaya Demokratîk û hemû şêweyên Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Hêzên Sûriyaya Demokratîk çavdêriya pêşketinên girêdayî dosyaya DAIŞê û bilindbûna asta operasyonên wê yên leşkerî dike, her wiha rênazên wê yên nû ku pê hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe û gêre û xiraiyê berbelav bike.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk û hemû hêzên ewlekarî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bi hev re operasyonên parastinê pêk tînin da ku şaneyên rêxistinê kifş bikin û endamên wê desteser bikin her wiha çek û teqemeniyan ji dest wan derxin. Her wiha bi dehan operasyonên terorî rawestand ku şaneyan plan dikin li dij sivîl, leşker û avahiyên xizmetguzariyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk bînin.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk di 20ê vê nîsanê de operasyoneke ewlekarî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gelek deverên bajarê Hesekê pêk anî. Di encama wê de endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin û çek û teqemeniyên bi wan re hatin desteserkirin. Li gor daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk belav kir, 40 kes bi tawana endamtiya “DAIŞ”ê hatin girtin û qaseyeke mezin ji çek, cebilxane û alav û pêwîstiyê leşkerî hatin desteserkirin.

Rêxistina “DAIŞ”ê hewl dide ji rewşa gêre ya li deverê, pêşketinên şer li Xezayê û êrîşên di navbera Îran û alîgirên û Amerîka û alîgirên wê de pêk tên, qezencê bike. Bi rêya xwespartina ser komikên piçûk ên tevgera wan lez, raxistin êrîşên bilez li dij rêjîm û milîsên îranî pêk tîne û qezencê ji rewşa tevliheviyê dibîne, ku hêzên rêjîmê û milîsên îranî û xwecihî li gundewarê Dêra Zorê ji nû ve cihê xwe diguherin û hevlihevî û nearamî li gel wan heye. Li hêla din li aliyê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, rêxistina “DAIŞ”ê ji êrîşên Tirkiyayê yên li dij zemîn û armancên leşkerî û sivîl qencê digire û hewl dide bergirîyên ewlehiyê li herêmê derbas bike û bi tayebet dixwaze derbasî deverên rojhilatê Firatê bibe, her wiha deverên bajarê Reqayê, da ku êrîşan li dij navend û endamên Hêzên Sûriyaya Demokratîk û hêzên ewlekariyê pêk bîne. Tê têbînîkirin ku hevdemî êrîşên Tirkiyayê yên li dij deverên herêmê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û zemîna herêmê, êrîşên rêxistina “DAŞÊ” zêde dibin.

Stratejiya rêxistina DAIŞê xwe dispêre belavkirina gêreyê û keysbazkirina êrîşên ku dewleta tirk li dij deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk tîne, her wiha êrîşên ku milîsên girêdayî rêjîma Sûriyayê li deverên Dêra Zorê, her wiha keysbazkirina rewşa tevlihevî û nearamiyê da ku li Hêzên Sûriyaya Demokratik bide û hewldana afirandina rewşeke neseqemgîr û tevlihev, da ku bandorê li aştiya sivîl û pevgirtina civakî bike. Ev xal ji berjewendiyên “DAIŞ”, Tirkiya û rêjîma Sûriyayê ye, da ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê têk bibin, bi rêya hevahengiya neyekser, ku êrîşan pir bikin û li gelek hêlan êrîşan pêk bînin da ku hêz û çavdêriya saziyên parastinê û ewlekariyê li herêmê kêm bikin.

Li vir, girîngiya pêşxistina karînên Hêzên Sûriyaya Demokratîk ya kifşkirina şaneyên rêxistinê tê xuyakirin, her wiha pêkanîna operasyonên pêşekî û têkbirina êrîş û reşkujiyan berî ku pêk werin, ji bilî hevahengiya îstixbaratî û pevguhartina agahiyan bi Hevpeymana Navdewletî re, ku armanca wê ew be metirsiya DAIŞê dûrî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bibe û li deverên herêmê li şaneyên wê bide, her wiha amajeyên bi rewşa “zixmetkirinê” bike ya ku di navbera wê, dewleta Tirkiyayê û rêjîma Sûriyayê/milîsên îranî de çêbûye. Her wiha dest deynin ser planên ku rêxistin pê radibe bi rêya medyaya civakî ku “gurên tek” li dewletên rojavayî leşker dike û hizir û şêwazan dide ber wan da ku operasyonên terorî li kolanên wan dewletan pêk bînin..