Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Siyaseta cidakirina aboriyê ji helwesta şerê Xezayê bi bin ket, ku ji AKPyê re bû wekî cezayekî hilbijartinî di hilbijartinên şaredariyê yên Tirkiyayê de, her wiha ew sedema sereke bû ji paşkeina navûdengê partiyê û bibinketina wê di hin şaredariyan de ku berê lê bihêz hazir bû. Dengên dijî serokê Tirkiyayê, di kifşkirina xurtbûna têkiliya aborî û bazirganî ya di navbera Enqera û Tilebîbê de û bikaranîna wê wekî madeyên ragihandinê de bi ser ket, her wiha ew bi hejmaran bo raya giştî pêşkêş kirin.
Her û her Erdogan hewl dida di ragihandinê de bide xuyakirin ku helwesta wî li dij Tilebîbê ye. lê bazirganî roj bi roj zêdetir dibû ji berî şerê Xezayê ve û hin kesayetên nêzî wî ji peymanên bazirganiyê û kiryarên hinartinê bo Îsraîlê di dema şer de, qezenc kirine. Piştî ku ev siyaseta lîstina li ser werîan hat hetikandin, hilbijartinên şaredariyê serokê Tirkiyayê û tîma wî ya hikûmetê hişyar kir ku pêwîst e di rêyeke nû re biçin ku hinartina 54 kelûpelên tirkî bo Îsraêlê bê rawestan heta ragihandina agirbestê li Xezayê. Vê yekê Îsraêl tengezar kir û deng li Washingtonê jî pê ket.
Hilbijartinan rawestandina hinartinê han da
Siyaseta Erdogan ya li bara şerê Xezayê yek ji sedemên binkeftina wî bû di hilbijartinên şaredariyê de. Her dem siyaseta derve ya Tirkiyayê girîngtirîn jêderên “berhema siyasî” ya Erdogan bû. Lê binketina wî di çêkirina nêzîkatiyeke objektîv di danûstandina bi Îsraîlê re, hişt ku makîneya wî ya propogandaya hikûmetê raweste, bi ser de jî hejmarên hinartinên Tirkiyayê ji Îsraîlê re û bilindûna wê heta asteke pir bilind ji çaxa şerê Xezayê ve û navê kompanî û kesên nêzî hikûmetê yên ku hinartin kirine, bû meseleyek di destên opozîsyon û ragihandinê de.
Em dikarin bibêjin ku biryara ku Wezareta Derve ya Tirkyayê da, ya ferzkirina cezayan ser hinartinê wekî encama cezaya hilbijartinî ye. Ji ber wê Erdogan ket ber bijartineke hişt; an aborî yan jî navûdengî. Ji ber ku hilbijartinan hişt ku bi lez yekê ji van bijartinan bibijêre, Erdogan jî xwe spart texmîna ku êdî dema bidawîbûna şerê Xezayê di meha xwe ya şeşem de nêzîk bûye, her wiha piştgiriya navdewletî (rojavayî) ji Îsraîlê re jî qels bû, heger ev yek pêk bihata dê biba yek ji serkeftinên serokê Tirkiyayê, ku wê rawestandina şer bi biryara girêdana hinartinên Tirkiyayê ve girêdaba, pêwîstiya Erdogan jî bi vê yekê heye da ku wêneyê xwe yê reşbûyî ji hilbijartinên şaredariyê, spî bike.
Meseleya têkiliya bazirganî û aborî ne tenê hişt ku dengdêr dûr bikeve, lê belê hişt ku aliyên îslamîst jî tengezar bibin ji ber vê dosyayê. Serokê partiya El-Refah a Nû, Mihemed Fatih Arbikan, mercek danî bo ku bi AKPyê re hevalbendiyê bike, ew jî “qewirandina balyozê îsraîlî û rawestandina tevahiya bazirganiyê bi Îsraîlê re”. Her wiha piçûktirîn partiyê îslamî li devera kurdî li Tirkiyayê, partiya Huda Par bang kir ku “di nêzîktirîn dem de” têkilî bi Îsraîlê bê qutkirin.
Her wiha tiştekî veşartî di kiryarên hikûmeta Tirkiyayê de heye. Ku Erdogan dixwaze bi rêya peymanên jinûveavakirina Xezayê têkeve dîmen de, ev yek dê çîna ku ji rawestandina hinartinê zirar dît, qerebû bike, lê ev hesab tev de bi dema şerê Xezayê ve girêdayî ye. Ango mesele bo Tirkiyayê bûye kêferata bi demê re. Rawestîna şerê Xezayê, ku zehmet e yek pêşketin û bidawîbûna wê pêşbîn bike, tê wateya pêkanîna Erdogan ji du xwestekan re: Vegera têkiliya bazirganî bi Tilebîbê re û ya duyem bidestxistina peymanên jinûveavakirinê wekî aliyekî nêzî herdu aliyên şer: Îsraîl û Hemas.
Pirsa aboriyê careke din
Tê texmînkirin ku ji ber biryara rawestandina hinartinê, jidestçûyên Tirkiyayê bigihêje 5 milyar dolarî, ev yek tê wateya ku Enqera jî dê zirarê bibîne, ji ber ku biryarên bi vî rengî wekî durêyanan e. Îsraîlê jî gef xwarin ku ew jî dê lîsteya xwe ya taybet deyne bo qedexekirina hin kelûpelan ji Tirkiyayê. Ango lîsteya qedexeyê dibe ku zêdetirî 54 kelûpelên ku Tirkiyayê ew ragihandine. Ji ber wê dibe ku hejmara jidestçûyên Tirkiyayê ji ber rawestandina Îsraîlê ji dahatûkirinê, mezintir bibe.
Di 20 salên dawiyê de, ango ji çaxa ku AKP hatiye ser desthatê, têkilya aborî di navebera Tirkiya û Îsraîlê de bi awayekî balkêş bi pêş ket “ku asta têkiliyê ya ku 1.41 milyar dolar bû berî AKPyê di 2002yan de, giha 8.91 milyar dolarî di 2022yan de, ku hêla mezin ji vê bazirganiyê Tirkiya bû, ku dikeve rêza dehan de ji nav dewletên ku herî hinardeyî Îraîlê dikin, li beramber wê Îsraîl di rêza 29an de ye bo Tirkiyayê.” Lê bûyerên 7ê cotmehê, benên bazirganiyê qut nekir, lê belê berdewamkirina hinardekirina hin kelûpelan ên mîna cilên hundirîn bo artêşa Îsraîlê, heta asteke mezin bandor li helwesta gelêrî kir.
Tiştê ku asta tevlihevbûna Tirkiyayê li bara biryarê zêde dike ew e ku asta pêwîstiya wê bi Îsraîlê di warê enerjiyê de bilind dibe, bi taybet kolan û lêgerîna li gazê, di demekê de ku dewletên hewza Deryaya Spî dorpêç li Tikiyayê ferz kirine. Ev tev de di demekê de ku rewşa aborî bi paş ketiye û xwe avêtiye qerzkirina ji banka navdewletî.
Helwest li Tilebîbê û dengvedan li Washingtonê
Daxuyaniyên ragihandinî, tengezarî û parastina wî ji tevgera Hemasê re hişt ku bertekên Îsraîlê çêbibin, lê têkiliyên aborî di navbera herdu welatan de hişt ku têkilî bi awayekî leztir ji hev nekevin. Lê biryara dawî ya Enqerayê dide ku nearamiyê bixe têkiliyan û bihêle ku Tilebîb xwe bavêje rola Washingtonê ku nehêle Tirkiya ber bi qedexekirina giştî ya têkiliyan ve biçe.
Ji ber biryara Tirkiyayê ya ku têkiliya di navbera herdu dewletan de gihand qiraxa ketinê, wezîrê îsraîlî, Yisraîl Kats daxuyanî da ku pêkan e girêdanên bazirganî li ser kelûpelên ku ji Tirkiyayê tên bê ferzkirin, piştî ku Gerînendeya aborî di wezaretê de erkdar kir ku lîsteyekê ji kelûpelên îsraîlî amade bike da li hember wê hinardekirina wan bo Tirkiyayê rawestînin, ji ber ku Tirkiya, li gor Kats, lihevkirina bazirganî ji hêla xwe ve binpê kir. Dibe ku berteka îsraîlî hemû lihevkirinê din bide ber xwe, mîna hêla biçekkirin û kolan û lêgerîna gazê.
Her wiha wezîrê aboriyê yê Îsraîlê Nîr Berekat got ku “Tirkiyayê tekez kir ku bawerî pê nayê û ew bi Hemas, Qeter, Îran û Ixwan El-Muslimîn re li dij Îsraîlê kar dike.” Dibe ku berteka tîma hikûmetê ya Benymîn Netenyahû tê wateyeke berfirehtir ji aboriyê, ango digihêje ewlehî û siyasetê. Heger ragihandina ferzkirina girêdanan li ser hinardeyan, hevdemî vegerandina têkiliyan di navbera Enqera û Hemasê de be û zelaiya vê têkiliyê, ev yek dijminên Îsraîl û Amerîkayê li deverê rehet dike, bi taybet Îran.
Xuya ye ku bertek Tilebîb derbas kir û giha Washingtonê, ku endamên kongresê gotin ku Amerîka divê ku di bergiriyên tolhildanê de bihizire, di nav de jî cezayên pêkan li dij Tirkiyayê, ew jî wekî bersiva biryara wê di vê hefteyê de ku girêdanên bazirganî li ser Îsraîlê ferz kir. Her wiha hin endamên din daxwza rûniştineke guhdarkirinê li bara vê mijarê kirin. Dibe ku rewşa amadebûnê li gel hevalên Îsraîlê li Washingtonê, serokê Tirkiyayê bixe bin fediyê di serdana wî ya bê de di gulanê de û wî bixe rewşeke nerehtiyê de li hember hevtayê xwe yê amerîkayî.