Şoreşa bolşevîkan.. “Şeva qedirê” ya kurd û tirkan

HISÊN CIMO

Têkçûna dewleta osmanî di şerê Balkanê ya sala 1913yan da, ne wekî têkçûnên xwe yên berê bûn; ku civakên misliman ên ku ji alîyê osmanîyan ve dihatin birêvebirin, êdî bawerîya xwe bi vê dweletê di xweragirtina li beramberî jiholêrakirinê, nema. Her wiha, tevgerên neteweyî li derdora împeratorîyê zêde bûn, da ku xwe ji têkçûna teqez rizgar bikin, ji nava wan tevgerên erebî yên ku piştgirîya xwe ji Birîtanyayê digirtin.

Şerê Balkanê di navbera  Dewleta Osmanî û dewletên Yekitîya Balkanê “Bulgaristan, Sirbistan, Yûnanistan û Montenegro”da rû da. Şer di cotmeha 1912an da dest pê kir û di 30ê gulana 1913an bi îmzekirina Hevpeymana Londonê bi dawî bû. Di encamê da, Dewleta Osmanî piranîya axa ewropayî ya di bin serwerîya wê da winda kir û ji ber bûyerên ku piştra çêbûn, Albanya hate avakirin.

Her wiha ji bo hemwelatîyên Kurdistanê jî, şerê Balkanê wekî destpêka senaryoyeka ku jê ditirsîyan, ji ber ku piranîya erdîngarîya bi nakok a di navbera ermen û kurdan da, du navê ji bo yek axê hebû; Kurdistan û Ermenistan. Pirtûka Dogan Çetînkaya ya bi navê “Ithad û Tereqî û Tevgera Boykotê” behsa atmosfêra civakî ya wê demê û milet ji çi ditirsîya, dikir.

Navê Komeleya Deryayî “Donanma Cemiyeti” wekî yek ji birêxistinên çalak li Dîyarbekirê di nava Tevgera Boyoktê da li dij kelûpelên dewletên Ewropayê û di demeka kurt da, veguherî boyotkirina kelûpelên xiristîyanan di hûndirê Dewleta Osmanî da. Her wiha, ev komele sala 1909an bi armanca komkirina alîkarîyê ji bo hêzên deryayî yên osmanî ku ji hêzên deryayî yên Yûnanistanê paşda mabû, hate avakirin. Ji alîyekî din ve jî, nûçeyên têkçûnên Dewleta Osmanî di demekê ku birêveberîyeka pir xerab a sîstema bacê hebû, ji milet ra dihat. Lewra her kes di kêşeya exlaqî da bûn. Gelo divê ew zû bikevin tevgerê da ku rejîma gendelîyê bi dawî bikin? Eger wisa kirin, wê bibin bindestê serwerîya xiristîyayên ermen û yûnanistanî? Eger giranî ji van herdu pirsan ra neyê dayîn, wê fêmkirina tevgera neteweyî ya kurdî di wê demê da, ne pêkan be.

Çima kurd şeva Lozanê bêdeng bûn?

Di rastîyê da, bûyerên giştî bi awayekî xurt nîşaneyên tevgera kurdî di çaryeka yekem a sedsala 20î (1900-1925) xêz kirin û encamên ku em di vê lêkolînê da nîqaş dikin, dîyar dike ku heta berîya îmzekirina li ser Hevpeymana Lozanê, nakokîyên tirk  û kurdan hîna ne ya sereke bû. Ev idîa tê piştrastkirin, ji ber ku derfeta kurdan bû roja piştî îmzekirina hevpeymanê rabin serîhildanê, lê ji ber du faktorên sereke nehiştin ku kurd bi vê gavê rabin; a yekem ku siyaset, metirsî û gefên Şerê Cîhanê yê Yekem (avakirina dewleta Ermenistanê di nava xwe da  6 wîlayetan dihewîne û kurd jê werin koçberkirin) heta niha di zihnîyeta siyasî ya kurdan da mabû û ya duyem jî ku kurd kûrahî û metirsîyên Lozanê li ser siberoja xwe di Tirkîyaya nû da analîz nekirin. Faktora yekem, bêdengîya kurdan a li ser Lozanê di mehên wê yên destpêkê da piştî îmzekirinê dîyar dike  û dema ku kurd têgihaştin ku Lozan çi ye û heta kîjan astê rewabûn da jiholêrakirina kurdan ji jîyana siyasî ya siberoja komara nû, şoreş di 14ê sibata 1925an da, ragihand.

Rastîyên sînordar ên ku vedigerîyên berîya Şerê Cîhanê yê Yekem, hewldanên kurdan ên xwendina nakokîya sereke ku di navbera kurd û tirkan da, eşkere dike. Ev jî herdu hewldan ku ji alîyê fermandar Ebdulrezaq Bedirxan hatin kirin, li ser esasê ku Dewleta Osmanî dest ji kurdan berde, ne li ser esasê dijminahîya tam li dij dewletê û tercîhkirina dewletê ji ermen û rûsan li ser kurdan. Bi gotineka ku, di nêrîna wan da Dewleta Osmanî bi erka xwe li hemberî wan ranedibû.

Komek ji dildarên kurd û tirkan li Istenbolê da ku beşdarî şerê Balkanê bibin/Arşîva birêtanî

Her wiha, wekî ku me di destpêka rêzelêkolînên li ser Lozanê da jî anî ziman, di payîza sala 1913an da, mîrê kurdan Ebdulrezaq  Bedirxan nameyeka hişyarî ji kurdan ra derbarê hebûna planekî navdewletî ya berfireh ku Dewleta Osmanî neçar dike dest ji beşek mezin a axa xwe li bakurê Afrîkayê û Anadolyayê piştî têkçûna giran di şerê Balkanê da berde, rêkir. Di wê demê da, dihat gotin ku hêzên mezin bingehên damezrandina dewleta Ermenistanê di sînorê herşeş wîlayetên borî da dane, ku rêjeya kurdan %80 bû li gorî nameya Bedirxan. Di heman demê da, Ebdulrezaq Bedirxan dibêje: “Eger ku hikûmeta osmanî dest ji kurdan bernede, wê Konstantînopolîs û Asyaya piçûk  winda bike.” (Hogir Tahir Tewfîq-kurd û pirsa Ermenistanê-r.758,760).

 

Di wê pêvajoyê da, ango di navbera derbeya Ithad û Tereqî û heta ragihandina komara Tirkîyayê, Hêzên Siwaran (yên ku bi Hemîdîyê dihatin naskirin) hêza herî mezin a parêzvanên kurdan bû, an jî di çavên wan da wisa bûn. Ji bo şirovekirina vê yekê, divê em vegerin çand salan berê.

Di adara 1909an da, li dij koma Itad û Tereqî serîhildanek çêbû, lê bi awayekî lezgîn ev serîhildan bêbandor bû. Ev jî mijara sereke ya nîqaşên Şêx Seîd Nûrsî Kurdî bû, ku ew jî ji yek ji kesên bi piştgirîya komeleya El-Mihemedî ya serîhildana têkçûyî ku di kombûnekê da 100 hezar kes li Ayasofyayê amade bûn, dihate tawanbarkirin.

Lêkolîner û dîroknasê kurd Celîlê Celîl di pirtûka xwe ya bi navê “Tevgera kurdî di serdema nûjen da” da, behsa bûyereka pêkenokî dike, li ser şandina birêveberên kurdan li Amedê navenda giranîya yekem a di siyasetên kurdî da, nameyeka pîrozbahîyê ji sultan Ebdulhemîdê duyem ra li ser xelasbûna ji derbekaran piştî bûyera komeleya El-Mihemedî li Istenbolê. Ji birêveberên kurdan ra nedihatibû gotin ku itîhadîyan sultan li ser desthildarîyê rakirin û tê texmînkirin ku name gihaşte cihê xwe, ango itîhadîyan.

Elwîya Hemîdîyê û Taşnaq

Parçebûna kurdan derbarê şertê duyem (jinûveaktîvkirina destûrê) ne tenê nêrîn bû, lê belê hêza çekdar a mezin di destê serokeşîrên di focên Hemîdîyê da man û birêveberê wan di wê demê da birêveberê dîrokî yê qebîleya heyderan a kurd Kor Hisên Paşa, ku ji komkujîya ihtîhadîyan li dij focên Hemîdîyê li deşta Mêrdînê û şopandina Îbrahîm Paşa Milî ku wê demê li nêzî Hesekê jîyana xwe ji dest da, netirsîya. Kor Hisên Paşa liberxwedanek li dij Itîhad û Tereqî bi rê ve bir û koma derbkar neçar kir ku dest ji holêrakirina focên Hemîdîyê berdin, tenê bo guhartina nav û kêmkirina çekdarbûna wan sînordar man. Lê jiholêrakirina vê hêzê, daxwaza sereke ya partîya Taşnqê ya ermenî ji hikûmet û dewletên Ewropayê bû.

Di nava vê atsmofêra tengkirina siwarên kurd a tekane û ya herî bi hêz, paşayê heyderan li dij itîhadîyan û serokên kurdan ên ku piştgirî didan rakirina sultan derket û tevî bi hezaran ji hêzên ku ji çîna kurdan a dijî guhartinê maye, bi xwe ra bir ser axa kurdan a li Îranê. Li gorî nêrîna Celîlê Celîl, di piratîkê da tu çekên siwarên kurdan li Kurdistanê bi veguhestina Kor Hisên Paşa hêzên xwe bo Îranê, nema.

Serokên kurdan hewl dan ku hewldanên hikûmeta osmanî ya nêzî ermenan di navbera salên 1908-1911an da, ên ku dixwest vê hêzê bê çek bikin, têk bibin. Her wiha, Ebdulrezaq Bedirxan bal kişand ser vê hewldanê, ne wekî armancgirtina siwarên eşîran ên bêserûber wekî piştra di dîroka nûjen da ji alîyê piranîya nivîskar û akademîsyanên kurd wisa hate binavkirin, lê belê hişîyarî li ser “bêçekkirina kurdan” da. (Hogir Tahir Tewfîq-r.716).

Ebdulrezaq Bedirxan berîya Şerê Cîhanê yê Yekem dikarîbû komek ji şêxên neqşîbendîyê bi serokatîya Mela Selîmê Bedlîsî bi alîyê xwe ve bîne, da ku li dij siyaseta Birîtanyayê ya ku li ser biryara osmanî hakim e û di şerên mezin da bibin alîgirê Rûsyayê. Ev jî guhartineka mezin e, ku şêxên neqşîbendîyê yên kurdan yên mayî jî di nav da ne. Lewra, biryareka radîkal cara yekem li dij Sultenîyeta Osmanî hate girtin, ji ber ku lê dinêrin ku piştî derbeya li dij sultan Ebdulhemîd a sala 1908an, ji îslamê cuda bûye û biryarên wê di destê ermen û birîtanîyan da ne.

Ebdulrezaq ji nerazîbûna neqşîbendîyan a hatina itîhadîyan li ser desthildarîyê bi kar anî, da ku bi tecrubeyeka cuda û tişta ku hema bibêje ne pêkan bû, pêk bîne.

Berîya çend salên ne dûr, hevalendîyeka neqşîbendîya barzan bi serokatîya Ebdulselam Barzanî bi şêxên Nehrî û hevalbendên wî ra, di çavên tirkan da ne pêkan bû. Lê ev yek pêk hat. Herdu alîyan nakokîyên xwe dane alîyekî bi Ebdulrezaq Bedirxan ra û bi awayekî veşartî bi Rûsyayê ra bûne yek. Di dema şoreşa Mela Selîmê Bedlîsî da, şêxên Barzan ketin nava tevgerê. Şêx Ebdulselam demeka kurt revîya û çû Urmîyeyê û piştra çû Tiblîsê (Gurcistanê). Her wiha dema ku di rê da bû ji bo hevdîtina Simko Axa, nêzî Bradostê, ew kete kemînê û radestî osmanîyan hat kirin û di dawîya sala 1914an da hat bidarvekirin.

Ebdulrezaq Bedirxan “komîteyeka rênasînê” piştî kongreyeka veşartî ya birêveberên kurdan li Erziromê di gulana 1913an da, ava kir. Endam jî di navbera alîgirbûna Birîtanya û Rûsyayê da, hatibûn parçekirin.

Hogir Tewfîq di pirtûka xwe “Kurd û pirsa Ermenîstanê”da dide dîyarkirin ku Ebdulrezaq Bedirxan, Mele Selîmê Bedlîsî û Seyîd Elî û Şêx Şehabdîn (ku ev herdu jî nevîyên şêxê neqşîbendîyê Celaludîn in ê ji bajarokê Xêzanê) û serokê qebîleya heyderan a kurdan a bi hêz Hisên Paşa, hewl didan ku destekê bidin Rûsyayê û li dij dewleta osmanî kar bikin.

Lê helwesta nevîyê navdar ê şêxîtîya Nehrî Neqşîbendî Ebdulqadir Nehrî û kurê wî Ebdulah li Istenbolê, ne zelal bû. Lewra, Hisên Bedirxan bi tena xwe piştgirî dida xeta Birîtanyayê, tevî vê yekê jî wekî serokê “komîteya rênasînê” ku dirûşmeya serxwebûna Kurdistanê rakir, hate hilbijartin. Lê di demeka kurt da, Hisên Bedirxan di hezîrana 1913an da di rewşeka ne dîyar da hate kuştin û birêveberên kurdan jî koma Itîhad û Tereqî wekî berpirsê kuştinê tawanbar kir. Her wiha, kovara “Rojî kurd” di hejmara xwe ya sêyem da wefata wî tevî wêneyê wî li ser bergê hejmarê belav kir.

Vê bûyerê, rê li pêşîya kesên ku hewl didin bi Rûsyayê ra lihev bikin vekir, ên ku bernameyeka  li gor  ermenan pêşkêş kirin da ku rûsan qezenc bikin. Berovajî Hisên Bedirxan ku di tevgerên xwe da bal kişand ser jiholêrakirina ermenên ku piştgirîyê didin Itîhad û Tereqîyê. Lewra, hêvîya çeksazkirina “rêderketinê” siyaseta osmanî da winda nekir, lê tîma din bi birêveberîya Ebdulrezaq Bedirxan dibîne ku pêwîst e osmanî berîya her tiştî ji Kurdistanê werin derxistin, da ku nikaribin benda girêdayî dayîna herşeş wîlayetan (Wan, Bedlîs, Erizrom, Sîwas, Xerbût û Amed) pêk bînin. Bi gotineka din, herdu alî ji avakirina dewleta neteweyî ya ermenan ditirsîyan û her alîyekî rêyek ji bo têkbirina vê planê ji xwe ra hilbijart. Di vê çarçoveyê da, Ebdulrezaq Bedirxan bi awayekî xemgînî nivîsand ku Dewleta Osmanî neçar e dest ji herşeş wîlayetan berde, ji bo paytextê, Konstantînopolê biparêze.

 

Derîyên Rûsyayê girtî ne

 

Vegera itîhadîyan li ser desthildarîyê sala 1913an, hişt ku kurd hewl bidin destekê ji Rûsyayê wergirin. Di vê çarçoveyê da, şêx Ebdulselam Barzanî hewldanên xwe yên veşartî hebûn û di encamê da, li Gurcistanê bi hin birêveberên rûsan ra berîya şoreşa Bedlîsê, civîya.

Mela Selîmê Bedlîsê ku kesayeteka olî ya neqşîbendîyê ya navdar bû, fermandarîya tevgera leşkerî kir û di nîsana 1914an da derbasî Bedlîsê bû, lê ermenên li bajar li dij wî derketin, tevî ku lihevkirineka berê hebû ku ermen bêalî bin. Ev yek jî ji ber ku encamên şerê Balkanê bernameya siyasetên ermenan guhart û dixwestin ku dewleteka tam ava bikin. Her wiha, gotegot di navbera kurdan da hate belavkirin ku rûspîyên ermenan axa kurdan di navbera xwe da dabeşkirin, da ku kurdan jê derxin.

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, li Kurdistanê tevlihevî zêde bû. Her wiha, beşek ji kurdên hêrsbûyî tev li hêzên osmanî bû, da ku ermen û nestûrîyên alîgirên Rûsyayê ceza bikin. Her wiha, nivîskarê pirtûka “Dîroka kurdan a nûjen” David Mcdowell tundîya şerê li Kurdistanê wiha bi nav kir: “Paqijkirina etnîkî êdî bû hêmaneka sereke di şer da.”

Di dirêjahîya salên şer da (1914-1918), kurd tu dozeka siyasî ya taybet bi wan ku ji bo wê şer bikin, tune bû. Ji ber ku siyasetên “lîstoka navdewletî ya mezin” ji demeka dirêj ve, kurd rawestandibûn. Tenê tiştek hebû ku ji bo wê şer bikin; ew jî parastina hebûna xwe ya fîzîkî, bêyî ku bernameyekî siyasî ya neteweyî di wî şer da hebê, ji ber ku ne pêkan bû xwe bidin alî ji bo hemû alîyên neteweyî û olî. Rewş wekî “xefkeka xwînî” bû; beşdarbûna nava şer li kêleka osmanîyan di dawîya ji bo berjwendîyên tirkan ku serwerîyê li kurdan bikin, lê eger dest ji osmanîyan berdin wê Kurdistan bikeve bin dagîrkerîya rûs û ermenan.

Sarîkamîş.. Dergehên dojehê

Di bûyerên Şerê Cîhanê yê Yekem da, gelek bûyer hene ku pêwîst e lêkolîneka dîrokî li ser werin kirin, ji wan rewşa kurdan piştî têkçûna osmanîyan di şerê “Sarîkamîş”ê da bi birêveberîya Enwer Paşa sala 1915an.

Generalê alman Liman Von Sanders wekî şêwirmendê fermandarîya osmanî ya leşkerî kar dikir û bi fermandarê osmanî yê payebilind li ser enîyan Enwer Paşa ra, nakok bû. Ji bo Sanders, Enwer tenê wekî “di karûbarên leşkerî da jokerek e” (David Fromkin – Dawîya Împeratorîya Osmanî- r.116). Lewra, Enwer ji xwe bawer dikir ku wê di êrîşa di lûtkeya zivistanê da bi ser bikeve û digot piştî têkbirina rûsan, wê bi rêya Efganistanê Hindistanê vike. (Fromkin-r.117)

Êdî şer ji bo kurdan derbasî pêvajoya xweparastinê bû, bi rêya hêzên xwecihî û eşîrî ku dest bi êrîşkirina hêzên Rûsyayê ku ketibûn nava kûrahîya Kurdistanê, kirin. Beşek ji van hêzên xwecihî di bin birêveberîya serokeşîrên ku berê di birêveberîya Elwîya Hemîdîyê da bûn wekî Hisên Paşa Heyderan û Mûsa Beg Mutekî. An jî bi fermandarîya birêveberên olî wekî Şêx Seîdê Pîran û Şêx Seîdê Nûrsî. Lê agahîyên heyî yên derbara çalakbûna birêveberên kurdan ji alîyê belgeyan da kêm e û hin tevgerên wan bi awayekî devkî bi rêya stranên gelêrî û bîranînên kesayetên kurd yên ku di wê demê da hebûn  û beşdarî birêveberîya şerê li dij hêzên Rûsyayê bûbû. Tenê Şêx Seîdê Nûrsî bi xwe bi awayekî kêm behsa beşdarbûna xwe di nava fermandarîya hêzên herêmî yên dijî hêzên Rûsyayê li enîyên Bedlîsê û bakurê Wanê, kir.

Dema ku Mustefa Kemal di buhara 1916an da gihaşt Bedlîsê, di komkirina bermahîyên hêzên osmanîyan (artêşa duyem, sêyem, nehem û ya yazdehem) da û di fînansekirina êrîşa dijber da zehmetî didît, ku di dawîyê da ev êrîş têk çû û tevahîya herêma ji Wanê heta Bedlîs, Mûş û Erziromê ketin destê hêzên Rûsyayê.  Di wê pêvajoyê da, Şêx Seîdê Nûrsî dîl hate girtin, her wiha hêzên xweparastina kurdan rastî şkestinekê hatin. Di encamê da, koçberîyeka bi komî ya kurdan ji herêmên dagîrkirî çêbû û hêzên ermenî yên ku bi hêzên Rûsyayê ra bûn, di herêmên nû da bi pêş ketin, di bin fermandarîya generalê ermen ê navdar Andranik Ozanyan.

Şervanên ermenan li enîya Wanê sal 1915/Arşîva birêtanî

Nexşeya sala 1917an, têkçûna hemû êrîşên osmanî yên dijber dîyar dike û şer zirareka mezin gihand civakên kurd û ermen di enîyên şer da, her wiha operasyonên leşkerî ji çavkanîyên cotkaran û gundên herdu alîyan dihate fînasekirin. Di heman demê da, li gorî nexşeya kontrolkirinê Kurdistan bûbû Ermenistan, her wiha gelê kurd hindik mabû ku hebûna xwe li rojhilatê dewleta osmanî winda bibe, lê hebûna tirkan li rojavayê Anadolyayê rastî dijwarîyeka hebûnî ya mezintir dihat.

Rizgarkirina bê şer

Ne êrîşên dijber ên osmanîyan û ne jî liberxwedana gelêrî a kurdan, rewş guhart û metirsîya hebûnê rakir, lê belê şoreşa Bolşevîk a cotmeha 1917an li Rûsyayê, kurd û tirk bi hev ra rizgar kirin û wekî şeva qedirê ji bo herdu gelan bû û ji bo ermenan jî dojeh bû. Artêşa Rûsyayê ya ku heta Bedlîsê bi pêş ve çûbû ji hev ket û Rûsya ji şer vekişîya, her wiha hin generalên rûs hêzên ermenî û gurcî ji bo parastina herêmên ku Rûsya jê vekişîya bikin, ava kirin. Lewra hêzên osmanî hemû destkeftîyên artêşa Rûsyayê li enîya Kafkasyayê ji dema destpêkirina şer di mijdara 1914an da, vegerand bin serwerîya xwe.

Di dema vekişîna Rûsyayê da, bi hezaran malbatên ermen dest ji herêmên xwe yên dîrokî li Wan û Erziromê û derdora wan berdan û bi vî awayî beşê duyem ê qirkirina li dij ermenan piştî operasyona sala 1915an, pêk anîn. Li beramberî wê jî, bi dehhezaran ji kurdan vegerîya herêmên xwe. Di vê çarçoveyê da, li herêma “Albak”ê (Paşa Keleh), efserekî birîtanî Major Noel ku li Kurdistanê piştî şer sala 1919an digerîya, hejmara gundên ku gel tê da pir bûn li vê herêmê ku berîya şer milet pir tê da dijîyan jimartin, dît ku tenê 7 gund ji eslê 180 gundî berîya şer, milet tê da dijî ( Hogir Tahir Tewfîq-Kurd û pirsa ermenî-r.540). Her wiha, di salên şer da, serokê qebîleya Heyderan Kor Hisên Paşa neçar bû ku 12 hezar ji ewldanên qebîleya xwe bi rê ve bibe û berê xwe bidin Îranê, da ku kesên ji wan mayî ji êrîşa Rûsyayê biparêzin.  Hisên Paşa jî berîya destpêkirina şer, ji alîgirên Rûsyayê bû û ji ber têkilîyên wî yên baş bi ermenan ra, osmanîyan di nîveka sala 1915an da ew girt.

Di encamê da, ji ber pevçûn û binpêkirinê hêzên ermenan ji rojên destpêkê yên şer ve, birêveberên kurdan ên alîgirên Rûsyayê hewl dan ku nêzîkatîyeka nû dûrî Dewleta Osmanî ava bikin. Di serî da, Ebdulrezaq Bedirxan ku raporek li ser van binpêkirinên ku wî dîtin ji hêzên Rûsyayê ra ên li Tiblîsê, rêkir. (Hogir Tahir Tewfîq-r.561)

An Istenbol an jî Kurdistan

Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem da, birêveçûyîna têkilîyên kurd û tirkan gelekî bi girêk bû. Bi saya Şoreşa Bolşevîkan “Bakurê Kurdistanê” ji tunebûna hetahetayê rizgar bû, lê Istenbol û rojavayê Anadolyayê bi tevahî ket bin dagîrkerîya Ewropayê, wekî ku daxwaza Ebdulrezaq Bedirxan bi awayekî berovajî pêk hat, wî texmîn dikir ku hikûmeta osmanî dest ji Kurdistanê berde ji bo ku Istenbolê biparêze, lê berovajî çêbû hevalbendan Istenbol dagîr kir û Rûsya ji Kurdistanê û piranîya axa ermenî vekişîya. Lê rewş di hemû bingehên dewletê da yên dagîrkirî û rizgarkirî, pir xerab bû.

Ji ber kişandina mêran ji gundewaran da ku leşkerîya neçarî ku Enwer Paşa biryara wê da bikin, “demsala çandinîyê ya sala 1914an têk çû, di encamê da rewşeka xerab derket holê. Di dirêjahîya salên şer da ku mêr û sewalên kişandinê û xwelêkirinê ku dihatin neçarkirin ku beşdarî şer bibin, bû sedem ku birçîbûnek bi salan rû bide” (David Fromkin-Dawîya Dewleta Osmanî-r.119)

Penaberên ermenî jîyaneka nû li Êrîvanê sala 1917an piştî hemleya qirkirin û koçberkirinê dest pê kirin/Rojnameya The graphic

Bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem sala 1918, birçîbûn û qirkirin li dij piranîya niştecihên Kurdistan û Ermenistanê pêk hat. Her wiha, sê artêşên mezin ketin Kurdistanê ew jî ev bûn: Rûsyaya Qeyser, Birîtanya û Tirkîya. Rûsyayê piştî ku demeka kurt kete Rewandoz û Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê, li pey xwe xerabûneka pir mezin hişt, gihaşt astekê ku piranîya niştecihan bi hemû çînên xwe hêvî bikin ku careka din Tirkîya kontrol bike.

Di mijdara 1918an da, li gorî serjimêreka nifûsê, hejmara xlekê li Silêmanîyê ji 20 hezar kesî berîya şer, daketîye 2500 piştî şer (David Mecdull- Dîroka kurdan a nûjen-r.186,187). Her sibehê li bazarê cenaze kom dibûn û di hin rewşan da, xelkê cenazeyên zarokên xwe yên mirî dixwar. Li Nehrîyê bajarokê şêxên neqşîbendîyê tenê 10 mal ji eslê 250 malî man. Li Rewandozê ji eslê 2 hezar malî, tenê 60 mal man. Her wiha, sê gund ji eslê 100 gundên qebîleya “balk” man ku bi erdê ra nebûn yek. Di heman demê da, ji dema ku şer dest pê kir, ji eslê hezar malbatî hema bibêje, tenê 157 malbat sax man.