Siwar û cotkar di “Çakkirinên Rojhilat” de

By Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye

Nivîskarê çepgir Şewket Sureya Aydemîr (di sala 1897 ji dayîk bû û di sala 1976an de jiyana xwe ji dest da), pêvajoya ciwantiya xwe bi coş nêzî hizirên toranî yên ku banga ronesanseke rojhilatî bi rêveberiya nijada tirkî dike, bû. Lê di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de têgeha toraniyê hîna ne çirisî bû bi awayê ku di dawiya serdema damezrînerê komara Tirkiyayê Mustefa Kemal û piştî wê serokkomar Ismet Înanu, hatibû rûniştandin. Lê tevî vê yekê jî, dema ku bingeha pir-nijadan li Kafkasya di dema ku li wir mamoste bû dît, êdî bi rastiya hizirên toranî bi gûman bû, lewra tevlî partiya komunîst bû.

Lê dema ku di sala 1923yan de ji Yekitiya Sovyetê vegeriya Tirkiyayê, ji kovara “Aydınlık” a çepgir re nivîsand, lê kovar ji ber sedemên siyasî di sala 1925an de hate girtin. Lê dadgeha Istiqlalê cezayê girtinê yê deh salan li Aydemîr birî, ji ber nêrînên wî yên ku di kovarê de şirove kirin. Lê piştî sal û nîvekê hate berdan. Her wiha careke din di sala 1927an de ceza li wî hate birîn, lê vê carê bi bêsûc derket û di encamê de dema ji zindanê derket xwe ji komunîzma xwe şişt û bû kemalîst.

Piştî tecrubeya xwe di zindanê de, meyla xwe ya marksîsta lenînîst tev li îdeolojiya neteweperestî a tirkî ya serdest kir, da ku bingeha teoriya kadro ava bike. Her wiha, hewl da ku kemalîzmê zêdetir ber bi çepgiriyê ve bibe û giftûgo kir ku dê Tirkiya sîstemeke cîhanî ya nû bi rê ve bibe ku tê de dê dewletên dagîrkirî yên berê û dewletên çewisandî rabin ser lingan û serdestiya cîhana çaksazî têk bibin.

Beşek ji gotara Aydemîr/çavkanî: Rojnameya Akis

Nivîskarê berê yê komunîst  Şewket Sureya Aydemîr gotarek di rojnameya “Akis”ê di 26ê mijdara 1967an bi sernavê “Parêzgehên Rojhilat û hemwelatiyên me yên kurd” de nivîsand. Nivîskar, di gotara xwe de du tecrubeyên xwe vedibêje ku du wêneyên tersî hev derbarê kurdan de di mejiyê wî de çêkirin; A yekê dema ku zarok bûm ku kurê penaberekî balkanî bûn li Edirneyê li rojavayê Istenbolê bi cih bûbûm. Wê demê komek siwar li ser hesban dîtin, ku cilên bi heybet li xwe kirin û rimên dirêj û şûrên mezin bi wan re hebûn. Kesên ku kom bûn da ku karwanê van siwaran bibin, ew bi “Alayên Hemîdiyan” pênase kirin. Ew siwar kurd bûn ku leşkerê sultan bûn bi şeklên xwe yên heybet û tirs. Ev yek ji bo me wekî zarok diyar bû ku wê dijminên me li pêşiya van siwaran bitirsin. Ji wê rojê ve, ev wêne di mejiyê Aydemîr de bû, dema ku behsa gotina kurdan dihate kirin, her dem kesên bi hêz ên ku cilên herî baş li xwe kiribûn û li hespên xwe siwar bûbûn û erdê dihejînin.

Lê rojekê, Aydemîr dema ku kurd di malên wan de dîtin, “rastî” nas kir. Di vê çarçoveyê de, şopên bîranînî wî yên zarokatiyê di destpêka sala 1916an de ji holê rabûn, ku wê demê efserekî li eniya rojhilat li dij artêşa rûsî û çekdarên ermen bû û hêzên osmanî ji ber derbeyên li eniya Çiyayê Qeredaxê yê rojavayê Erzinganê, vekişiya. Yekîneya Şewket Aydemîr jî li quntarê Çiyayê Munzurê yê bilind li Dêrsimê bi cih bûbû. Li vir Aydemîr wekî ku ew bi nav dike “ev kurdê rasteqîn li van çiya ne” nas dike û dibêje:

“Tiştê ku min dît, ji nişka ve û bi temamî şopên çekên Siwarên Hemîdî di bîranîna min ên zarokatiyê de rakirin. Kesên ku min li nava Dêrsimê û lûtkeyên Dêrsimê dîtin ku em nav lê dikin kurd in û wan jî xwe wekî kurd dane naskirin, afrindeyên ku bindestên xemgîniyeke tazî, biçîbûn û xizaniyê ne ku xweda vî halî ji tu afrindeyî re naxwaze. Wekî mînak, dema ku min yekem kurd dît: Di berfê de, ew pêxwas bû, sîngê wî vekirî bû û tenê fanêreyek li xwe kiribû.  Lê bi serbilindî dema ku min dît got “Ez xizmetkarê axayê me”. Piştî wê derfet çêbû ku di demên cuda de ez wan herêman bibînim, wekî leşker an jî wekî rayedarên di dewletê de. Hîna zêdetir ez gihaştim wê baweriyê ku divê jiyan ew bi ewqas ne dijwar be li ser xelkê ku kî dibin bila bibin.”

Lê Aydemîr rêveçûyîna gotarê veguherand  li ser hebûna kurdan bi xwe û pirs dike:

“Gelo li Tirkiyayê kurd hene? Ew kî ne? Bersiva li ser yekem pirs ew e: Erê, li welatê me hemwelatiyên kurd hene. Li gorî serjimêriya yekem a sala 1927an li Tirkiyayê 13 milyon û 748  hezar kes hebûn, ji nava wan milyonek û 357 hezar kurd bûn. Di sala 1955an de, hejmara xelkê li Tirkiyayê 24 milyon û 65  hezar kes bûn. Li gorî hejmarên fermî, milyonek û 504 hezar ji wan kesan li xwe mukir hatin ku bi kurdî diaxivin. Lê di hejmara sala 1965an de, kesên ku ku bi kurdî diaxivin, hejmara wan gihaşt 2 milyon û 327 hezar kes, ji eslê 31 milyon û 291 hezar kesên li Tirkiyayê.”

Piştre, Aydemîr derbasî mijara ku kurd ji ku hatine? bibe. Bi piştrastkirina li ser bersivên ku wî danîne û hemû jî diyar dikin ku ji dervayî Tirkiyaya heyî hatine, bi gotineke din ew jî miletekî koçber bin di pêvajoyê cuda de ji deşta Îranê û çiyayê Zagrosê hatine. Piştre, ew nimûneyên li ser pirbûna zaravayên kurdî dide û wekî nîşaneyekê ku nikarin neteweyekê ava bikin, diyar dike. Her wiha xwe dispêre gotinên nezelal ji pirtûka “Şerefname” ya dîroknas û mîrê kurd Şerefxanê Bedlîsî. Ne tenê wiha, lê belê hemû “meylên” neteweya tirkî razî dike dema ku tiyoriya eslê toranî yê kurdan bi bîr tîne, an jî bandora çanda tirkî li wan bi awayekî giştî.

Li gorî pîvanên pêvajoya salên 60î yên sedsala 20î, nêrînên kesayetên wekî Şewket Aydemîr nerm in, bi hevrûkirina gotegotên, ku desthildariyê guncav dîtin bi rêya kadroyên xwe yên akademîk ji nava wan jî Aydemîr belav dikirin, tevî ku ew gotegot li dij mentiqa dîrokê û zanistên civakî bû. Ji ber ku qada  kurdan ji dema têkçûna şoreşa herî dawî ya siyasî-civakî ya kurdî di sala 1925 û heta nîvê salên 70î de, di rewşeke xweradestkirina bi temamî de bû. Nîv sedsal ji bêdengiyê gelek raz kom kirin, razên serîhildana binkeftiyan di gereke nû ji têkoşîna li dij pozbilindiya sazê-dewletbûnê ya ku di gotara Şewket Aydemîr de belî bû .Ji ber ku Aydemîr ji sala 1927an ve kurê saziya dewletê de bû, dema ku bû berawidekarê kemalîzmê piştî ku dev ji refên marksîzmê berda. Hat gotin jî ku ew li heval û serekên partiya ku qedexe bû, mukur hat. Aydemîr wêneyê kurdên mêrxaz ên leşkerên sultan ji bîranînên xwe pêşkêş kir, paşê wêneyê cotkarê xemgîn yên ku di bin tevhiya afrindeyên cîhanê de ye, pêşkêş kir. Ew di rastî de vî wêneyî diafirîne da ku “meyla komarî” ya danasîna kurdan a sala 1967an razî bike, ango dema ku gotar nivîsand, pir pêkan e jî ku Aydemîr tu wêne li ser vî gelê li gel xwe neafirandibe, gelê ku ew dibîne ku wî kêçûyîna xwe bi xwe afirand di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, şerê ku Kurdistan û Eremenistan rûxand, ji ber ku di sala ku wî got wî ew cotkar li Dêrsimê dît, Aydemîr li eniya Qewqazê şer dikir û li tenişta hemû “leşkerên sultan” yê ku berî çend salan ew li Ederniyê dîtibûn.

Alayên Hemîdî komeke leşkerî ji bo hemû eniyên Kafkasyayê bûn li kêleka artêşa osmanî û parêzvanên xeta destekdayîna ya sereke ya vê hêzê bû ku Aydemîr bi xwe jî beşek jê bû. Di encamê de, gotegotên wî yên tu “siwarên kurd” li rojhilat di eniyan de nedît û tenê bi dîtina ew cotkarê ji bo roja xwe têkoşîn dike sînordar bû ku wekî wî li tevahiya dunyayê heye, lê belê di demeke  dereng de hat gotin bi mebesta diserredîtina neteweyekê li ser hesabê ya din û da ku kurdan kêm bike, kurdên ku ji hêla civakî ve di bin bandora derbeyên dewlet yên dûvhev ên ji destpêka avabûna komarê ve, qels bûbûn, bi seba karvedanên xweyî jî tev li plana fermî ya giştê bû ya ku navê “çakkirinên rojhilat” lê hat kirin. Ew jî wekî dayîka projeyên ji bo hemû siyasetên taybet ên bi kurdan di hundirê komarê de û dervayî wê ji dema damezrandina Tirkiyayê wekî komar, piştî ku parastina navdewletî ji bo sînorê dewletê ku li gorî peymana Lozanê ya 24ê tîrmeha 1923yan jê re maye.

Eger ku em wêneyê kurdan li gorî ku Aydemîr pêşkêş kiriye binêrin; kurdê siwar û kurdê cotkar, lê heqareta wî ya ji kurdê cotkar re sosret e, ji ber ku Aydemîr nivîskarekî ku mîrateya wî di komunîzmê de heye û damezrînerê teoriya kadroyê nimûne di çanda siyaseta Tirkiyayê de ku piştre di hundir û dervayî Tirkiyayê berfireh bû û bû partiyên siyasî. Çi aqildarekî mîna wî dê pêşbîn bikira ku di sala 1967an de û li ber bidawîbûna “nîv sedsal ji têkçûnê û erêkirina wê” ku ew zarokên cotkarên ku cilên wan qetiyayî û pêxwas di nava zeviyan de dimeşiyan, di dawiya salên 70 ji sedsala borî de, tiştên ku siwarên xwediyên şûr û rimên dirêj bingeha wê danîbûn, ji nû ve berdewam kirin.

Aydemîr her wiha xwedî gelek berheman bû, pirtûka wî ya herî navdar jî “Şoreş û Kadro” ku di sala 1932yan de belav kir û teoriya xwe ya di aboriya siyasî de di kovara “Kadro” de bi awayekî kurt belav kir. Her wiha, bîranînê xwe di romana “Mêrê ku li avê digere” di sala 1959an de belav kir. Di navbera salên 1963 û 1965an de, girîngtirîn berhemên xwe yên propoganda kemalîzmê di sê parêznameyan de li ser jînenîgariya Mustefa Kemal, a bi navê “Tek Adam” belav kir. Her wiha, jînenîgariya Ismet Înanu bi sernavê “Ikinco Adam” (mêrê duyem)belav kir.

Lê kovara “Akis”ê (vedeng) kovareke siyasî ya heftane bû ku li Tirkiyayê di gulana 1954an de derket û di cotmeha sala 1967an de jî rawestiya. Dirûşmeya wê jî “em rij in, lê ne heta asta tengezariyê”. Serokê edîtoriya kovarê Metin Toker bû, ku keça serokwezîr û wezîrê Ismet Înanu xwest û ji alîgirên Partiya Demokratîk di destpêka salên 50 de, veguherî şerkerê partiyê di ragihandinê de. Her wiha “Akis” êdî bû dikeyeke pêşketî ya opozîsyonê bi serokatiya Înanu û bi biryara hikûmeta Ednan Mindirês hate girtin, lê piştî derbeyê û bidarvekirina Mindirês sala 1960î, careke din dest bi weşanê kir. Lê tevî vê yekê jî kovarê nikarîbû xwe li pêşiya kartêlên ragihandin û rojnamegeriyê bigire.