Şam û Enqera: Asayîkirina tal

ŞOREŞ DERWÎŞ

Di vê gotarê da ku em texmîn bikin Serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayyîp Erdogan di tûra duyemîn da bi ser bikeve û li ser desthilatdaîyê bimîne û encamên vê biserketinê li ser proseya asayîkirinê ya ku Mosko di dawîya sala borî da di navbera Şam û Enqerayê da dest pê kiribû û wê çawa sponserîya Rûsya ji vê bernameyê ra berdewam bike tevî têkçûna wê bi mebestên berfirehkirina hevbendîya desthilatdar ra.

Yek ji taybetmendîyên kesayetî yê serokomarê Tirkîyayê, di hinek mijarên siyasî da israr û serhişkîyê dike,  ne pêkan e ku ew xwe ji bin taybetîyên xwe yî kesane xelas bike û ji desthilatdarîyê veqetîne lewma jî  Tirkîya ber bi rejîmeka otorîter ve dibe. Ev serhişkî, tevî ku ronahîya wê di qonaxa ku jê ra tê gotin qonaxa zivirîna Tirkîyayê, ku di sala 2015an da dest pê kir, heta demeka kurt berîya hilbijartinên Tirkîyayê yên dîyarker, sivik bû,  careka din bi hêvîyên nû yên serokkomarê Tirkîyayê ku mayîna li ser desthilatê tekez kir, dîsa dest pê kir ku serhişkîya wê dîyar bibe, û dîyarbûna wê di mijara penaberên sûrîyayî da û dîsa holikê xwe li defa xwe xist ew jî mijara “têkoşîna li dij terorê” ye.

Erdogan piştî ku di tûra yekem da, hevrikê xwe Kemal Kilicdaroglu têk bir, ji CNNyê ra got, asayîkirina bi Şamê ra ji bo “têkoşîna li dij terorê” ye, ev yek jî tê wateya ku ew pirsgirêkê di çarçoveyeka ewlehîyê da sînordar dike û ew hîn jî israr dike li ser nêrînên xwe yên berê derbarê çarenivîsa penaberan da bi vegerandina milyonek ji wan li ser axa Sûrîyayê (û ne bo deverên wan) ev yek li ser bingeha projeyên niştecihbûnê ye ku hikûmeta wî di destpêka sala 2022yan da li hundirê deverên Sûrîyayê dest pê kiribû, her wiha bi avakirina 62,000 xanîyên ji kerpîçan li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê bi dawî bû, lê hejmara wan a rast  jî di bin destê hukûmeta wan da ye ku kesek nizane heta ku derê rast e, tevî ku armanca asayîkirinê ew e ku penaberan bi rêyên fermî yên her du welatan vegerînin, xwesteka Tirkîyayê  ew e ku xwe bispêre formula rastîyan û berdewamîya avakirina dagîrgehan, ev tê wê wateyê ku dibe ku pêwîstîya Erdogan a ji bo normalîzebûnê kêm bibe, ev tê wateya ku pêwîstîya Erdogan ji bo asayîbûnê kêm bibe.

Vekişîn ji meyla ku xwe dispêre kiryarên dîplomatîk ên di derbarê vegera penaberan da, wezîrê Karên Hundir Silêman Soylu jî bi gotinên ku têgihaştina dewleta Tirkîyayê a li ser mijara penaberîyê û cihê bakurê Sûrîyayê bi taybet Helebê nîşan dide, anî ziman. Soylu di wê bawerîyê da ye ku ne pêkan e  sûrîyayîyan bişînin “mirinê” di dema ku Heleb hîn jî di nav axa “Peyîmana Milî” da ye, lê belê penaber hîn hemwelatîyê Tirkîyayê ne, Ji ber vê yekê, hikûmeta Tirkîyayê vedigere destpêka destwerdana li Sûrîyayê, ku bi hovîtî û bêhurmetîya prensîbên hiqûqa navneteweyî û rêzgirtina ji serwerî û sînorên Sûrîyayê ra dihat naskirin, ji ber ku Heleb li gorî xeyalên koalîsyona desthilatdar, ku bi sînorên Komara 1923yan bawer nake, hîn jî bajarekî Tirkîyayê ye û wekî erkekî bilind dibîne ku niha şaştîyên dîrokî sererast bike!

Di projeya berfirehkirina Erdogan û redkirina mayîna wî ya di nav axa Peymana Lozanê ya 1923yan da û israra wî ya ji bo vegerê bo axên “Peymana Milî”yê wiha tê xwendin ku di çarçoveya tîyorîya “bavkuj” ya Sigmund Freud da tê, ji ber ku kur – Erdogan – hewl dide ku bav – Ataturk – ku komara wî li ser sînorê Lozanê rawestîya ye têk bibe û dîyar bike ku kur dikare bi vegerandina erdên ku bav nekariye vegerîne û dikare ji bin sîya bav derkeve. Ev mijara bingehîn bingehên asayîkirina Şam û Enqerayê têk dibe ew jî vekişîna Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê ya ku dagîr kiriye.

Di kêşeya hilbijartinan da mijûlbûna opozîsyona Tirkîyayê bi dosyaya penaberan û bilindkirina nîqaşên wê, vê yekê jî hişt ku hikûmeta Erdogan formula ku Mosko di derbarê nêzîkbûna Erdogan û El-Esed da pêşnyar kiriye qebûl bike, bi tevlêbûna civînên ku encamên wan nayê pêşbînîkirin, an ku ew ê bi serketin an têkçûn biqedin, di heman demê da şalûsî ew e ku Tirkîya xwe wekî bav li ser sûrîyayîyan nîşan dide, pirsên navxweyî yên Sûrîyayê pêşnyar dike, ferz dike, gerwerzî dike û nîqaş dike.

Bi ihtîmaleke mezin biserketina Erdogan a di tûra duyemîn da wê dijminatîya wî li hemberî kurdên Sûrîyayê xurtir bike, ji ber ku gotina veşartî ya berdewamkirina bipêşketina Erdogan û partîya wî di hilbijartinan da, li ser şêweyê danûstandinên wî yên bi pirsgirêka kurd li Tirkîya, Sûrîya û Iraqê ye, dibe ku hevalbendîya wî bi meylên neteweperest ên tundrew ra (Partîya Tevgera Neteweperest) rê li ber her şêweyek aşitîyê bi kurdên li hundir û li seranserê Tirkîyayê ra bigire. Serkeftina wî dê pirsgirêkên ku ji nefreta penaberan derdikevin jî girantir bike û cemserîya navxweyî zêdetir bike, her wiha tê zanîn ku Erdoganê ku destkeftên siyasî ji veberhênana di mijara penaberan da bi dest xistiye, dibe ku serdema vê kartê vegerîne, bi taybetî di rûbirûbûna Ewropayê da yan jî îradeya xwe bi şêweya çareserîyê li Sûrîyayê ferz bike, dibe ku ew gotûbêja bi armanca berdewamkirina tirkîkirina herêmên Sûrîyayê yên dagîrkirî an jî veguhertina wan wek dewleteka piçûk a girêdayî Tirkîyayê (dewleteka kember) nû bike mîna wê kembera ku ji alîyê Îsraîlê ve li başûrê Libnanê hatiye avakirin. Tevahîya van têgihaştinên nêzîkatîya îsbatkirî ya dewleta tirk a ji bo krîza Sûrîyayê rê li ber îhtîmala têkdana asayîbûnê vedike, an jî em bibêjin dema bibinketnê ji bo bidestxistina baştirîn destkeftîyên ku desthilatdarîya Tirkîyayê dikare li ser hesabê Sûrîya û siberoja wê bi dest bixe.

Li hember îhtîmala têkçûna rêya asayîbûnê, Rûsya wek alîyekî ku dixwaze vê rêyê bi ser bixîne, an jî bibêje di tu kêlîyek gengaz da bibinketina xwe ranegihîne, digel ku Tirkîya û Rûsya dizanin ku têkilîyên di navbera Serokomar Erdogan û Putin û hewcedarîya wî ya bêalîbûna Tirkîyayê zirarê dide mala Atlantîka Ukraynayê, beranberî  Ukraynayê dosyaya Sûrîyayê ji Moskoê ra duyemîn e, ev jî derfetê dide Erdogan ku piştî biserketina hilbijartinan xwe ji rêya asayîbûnê dûr bixe û piştra coşa wî bi hevdîtina bi El-Esed ra kêm bibe.

Di rastîyê da Enqera û Şamê piştî ragihandina asayîkirina di dawîya sala borî da sûdeka mezin bi dest xistine tevî ku herdu paytextan asayîbûnê wekî gulpeka avê ya tal ku divê were daqurtandin dîtin, di van hevdîtinan da şewqa dijberîya navxweyî ya li hemberî polîtîkaya Erdogan a Sûrîyayê kêm kir, dengderê tirk wisa difikire ku girtina dosyaya penaberan bûye meseleya demê û piştî ku lihevkirinek di navbera El-Esed û Erdogan da çêbibe, dê bi dawî bibe. Her wiha xwesteka Tirkîyayê ji bo asayîbûnê rê li welatên erebî vekir ku bi armanca vegerandina peywendîyan û piştra vegerandina rêjîma Sûrîyayê li ser kursîyê wê di Komcivîna Erebî da ber bi Şamê ve herikîn.  Xuya ye welatên Kendava Erebî, ji xeynî Qeterê, li benda encama pêvajoya asayîkirina Tirkîyayê neman, her wiha piştrast bûn ji ber ku Waşingtonê bi tundî li hember gavên Tirkîyayê nesekinî, lewma jî  rêya wan ya asayîbûnê vebû, bi vî awayî rejîma Sûrîyayê ji pêngava Tirkîyayê ya ku berîya pêngava ereban bû, sûd wergirt.

Bi her awayî ev nirxandin li ser bingehê wê yekê ye ku Erdogan di tûra duyemîn da bi ser bikeve, heger ku hevrikê wî Kilicdaroglu bi ser keve, bi ihtîmaleka mezin dê bernameyeka cuda ji bo asayîkirinê di navbera Şam û Enqerayeka din da be, ne di nava kêşeya şerê Sûrîyayê da bû, ne jî bû alîyekî kûrbûna qeyranên wê.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim