Salih Muslim: Eger êrîşên Tirkiyayê berdewam bikin, wê HSD vegere herêmên xwe yên berê

 Navenda Kurdî ya Lêkolînan 27ê kanûnê bernameyek derbarê êrîşên dewleta Tirkiyayê yên qirker ên li dij Rojavayê Kurdistanê, bernameyek bi zimanê kurdî organîze kir. Bername ku ji aliyê berpirsê NKLyê Newaf Xelîl ve hate birêvebirin, tê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ev êrîşên Tirkiyayê û sedema dijminahiya Tirkiyayê ya dijî kurdan, nirxand.

Hevserokê PYDyê Salih Muslim di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser sedemên dijminahiya dewleta Tirkiyayê li dij kurdan û ev nirxand kir: “Mijara kurd û Tirkiyayê di destpêka sedsala 20î de derket, sedema vê pirsgirêkê jî vedigere hizirê netewperest ango netewe-dewlet… Dema ku kurdan dîtin Mustefa Kemal ew xapandin û kurd înkar kirin, kurd rabûn û amadekarî kirin û gotin ku Mustefa Kemal li me derew kiriye. Lewra ji dema damezrandina komara Tirkiyayê, dîtin ku kurd li ser komara Tirkiyayê xeter in. Ji ber vê yekê dijminahiya Tirkiyayê ya li dij kurdan ji wê demê ve dest pê kir. Ango ji hevgirtina kurdan û şoreşa Şêx Seîd ditirsin.”

Salih Muslim da zanîn ku rayedarên tirk gihîştin wê baweriyê ku divê êdî doza kurd were çareserkirin, lê rêya vegerê ji xwe re nehîştine û wiha domand: “Sala 2015an di pêvajoya aşitî de bi rêberê gelê kurd re Ebdullah Ocalan gihaştibûn lihevkirinê, lê Erdogan ew pêvajo bi dawî kir û careke din ragihand ku doza kurdan tuneye. Ji ber vê yekê jî, êdî baweriya bi xwe, winda kirine û kes êdî bawerî bi rayedarên tirk nake. Bawerî wê kengî çêbibe, wekî ku rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan ragihandî dema ku di parlamentoyê de bi awayekî fermî were qebûlkirin, wê demê wê bawerî çêbibe. Ji xwe yek ji xwestekên Ocalan ên di wê pêvajoyê de ku doza kurd di parlamanetoyê de were nîqaşkirin.”

Muslim diyar kir ku mejiyê siyaseta Tirkiyayê a ku Erdogan bi rê ve dibe yê kesê berada ye û wiha berdewam kir: “Ji sala 2016an ve êrîşên Tirkiyayê li dij me ranawestîyane, taybet piştî têkçûna DAIŞê. Lewra, piştî ku bajarê Minbicê sala 2016an hate rizgarkirin, Tirkiyayê dît ku êdî DAIŞ ber bi têkçûnê ve diçe, lewra bi DAIŞê re li hev kir û DAIŞ Cerablus radestî Tirkiyayê kir. Ji ber vê yekê şerê Tirkiyayê ji sala 2016an ve li dij me ranawestiyaye, kengî derfetê dibîne êrîşî me dike. Di vê çarçoveyê de, êrîşên Tirkiyayê yên dema niha jî berdewamiya plana Tirkiyayê ya têkbirina kurdan e. Ango mijar ne têkçûna operasyona wan li Zapê û kuştina leşkerên Tirkiyayê, ji ber ku planên Tirkiyayê ji berê de hene û derfetê dibînin û êrîş dikin. Beriya vê êrîşê jî, mînak êrîşa Istenbolê. Wê demê jî mijareke navxweyî ya Tirkiyayê bû, çima Rojavayê Kurdistanê xist mijarê, lewra mijar tunekirina kurdan e. Wê demê jî êrîşeke berfireh pêk anî. Ji aliyekî din ve jî, ev herêmên ku niha rastî êrîşê tên, di encama lihevkirina agirbestê de ku Tirkiya beşek jê bû, HSD ji wan herêman vekişiya. Lê eger ev êrîş berdewam bikin, wê HSD vegere wan herêman, ji ber ku HSD gelê xwe bi tenê nahêle. Ji aliyekî din ve jî niha HSD û hêzên Hevpeymana Navdewletî şerê DAIŞê dikin, eger ku HSD dest jê berde û were şerê Tirkiyayê bike, wê DAIŞ ji nû ve zindî bibe. DAIŞ jî li vê derfetê digere da ku xwe birêxistin bike. Lewra ev êrîşên Tirkiyayê zirarê dide têkoşîn û şerê li dij DAIŞê. Ji ber ku Tirkiya li Qamişloyê li derdora zindana ku DAIŞ tê de bombebaran kir, da ku DAIŞ xwe xelas bike û birive.”

Muslim bi berdewamî got: “Dema tu li ser erdê hebî, wê her kes hesaban ji te bike. Beriya sala 2011an tu kesî tu wate nedida me, lê piştre hêdî hêdî me gelê xwe birêxistin kir û ji bo parastinê me hêza xwe YPG-YPJ ava kir, ango me xwe spart rêxistinkirina gel û parastina rewa.”

Hevserokê PYDyê Salih Muslim bibîr xist ku sala 2015an dema ku lihevkirin di navbera wan û hêzên Hevpeymana Navdewletî de çêbûn, li ser esasê berjewendiyan bû ango şerkirina bi hev re ya li dij DAIŞê bû û wiha dewam kir: “Em jî neçar bûn ku em şerê DAIŞê bikin, ji ber madem ku DAIŞ li Reqa û Dêra Zorê hebê, Rojavayê Kurdistanê tu rehetî nedîdit. Ji ber vê yekê jî, di berjewendiyên me de bû ku em DAIŞê tune bikin. Di encama  lihevkirina bi Hevpeymana Navdewletî re, me Reqa di 4 mehan de rizgar kir. Heta niha jî li ser esasê berjewendiyên hevbeş ev lihevkirin berdewam dike.”

Salih Muslim  anî ziman ku mijara êrîşên li dij zindanan û hêzên Asayîşê, kêlî bi kêlî ji hêzên Hevpeymana Navdewletî re tê gotin.

Muslim da zanîn ku ew texmîn nake ku Rûsya û Amerîka rê bidin Tirkiyayê ku êrîş bike, lê êrîşên niha yên Tirkiyayê ji nedît ve dibînin ango xwe bêdeng dikin û çavên xwe digirin û wiha dewam kir: “Sedema vê yekê jî wekî hûn dizanin mijara Siwêdê hebû, her wiha mijara Ukranya û mijarên bazirganî hene. Ango kes naxwaze yekser dijminahiya Tirkiyayê bike.”

Muslim di dawiya nirxandina xwe de, bi bîr xist ku çareserkirina pirsgirêka Sûriyayê êdî bêyî wan û bêyî HSDyê nabe, ango bêyî Rêveberiya Xweser êdî pirsgirêka Sûriyayê nayê çareserkirin.